Di meha dawiya sala 2019 vîrûsa corona ku li bajarê Wuhan yê Çînê serhilda di demek kurt da li hemî cihanê belavbu û bi vegirtina ji zêdetirî 200 welatan kete rewşek pandemiyê.
Bi armanca jibo pêşî girtina pandemiyê di şeş mehên ewil yên salêda tevgerên ticarî û însanî di navbera welatan da hatin rawestandin. Bi milyaran însan bi neçarî di malên xwe da man. Kar û çalakiyên aborî gehiştin xala sekinînê. Bi milyonan însan ji karê xwe bûn. Bi qasê wana jî dahata wan kêm bûn. Li gelek welatan sîstema tendirustiyê hilweşiya an jî jiber zêdebuna hejmara nexweşan di çareseriya wan da ketin zehmetiyê.
Her ji niha da hejmara kesên ku vîrusa corona wegirtî gehiştiye 60 milyonan, derdora 1.500.000 kesan jî canê xwe jidest dane. Bi vê şêweyê berdewam be dê hejmar liser ya heyî zêdetir be.
Her wek yên pêşiya xwe covid-19 jî bi xwe bi xwe neberbûye jiyana me. Ev hemî encamên çavsoriya bê hed ya kapîtalîzmê ye ku jibo qezenca xwe bi têkdana hevsengiya navxweyî ya sirûştê dinya talan kiriye. Sistema aborî û siyasiya kapîtalîst ji niha da bûye sedemê xirabûna ekosistemê; sedemê guherîna werzan, zêdebuna pileya germa fezayê, helyana cemedê, kêmbuna çavkaniyên avê, bilindbuna asta ava deryayan, rû bi rû bûna hişkatiyê, kêmbûna cureyên zindeweran, û rê liber derketina gelek nexweşiyên pandemiyê vedike.
Di heman dem da şolek bi xêr ji covid-19 derket. Di cihana ku em têda dijîn gelek nakokî û kêmasiyên wê yên aborî û polîtîk derxistin holê, çêtir hatin dîtin.
Di vê rewşa vîrusa coronayê gefek mezin liser mirovayî dirustkirî, deshilat li şûna tendırustiya insanan aboriyê, bi gotinek dî ewlewiyetê didine berjewendiyên xwe.
Bêkariya mezin a girseyî
Vîrusa Corona rê liber tengaviya mezin a aborî ya sedsalê vekiriye, bûye sedemê paşda çûnek berçav ya bazirganiya navneteweyî. IMF, bo sala 2020 pêşbîniya biçukbûna aboriya cihanê bi derdora %5 kiriye, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî bo sala 2020 ê pêşbîniya paşdeşuna bazirganiya navneteweyî di navbera %14 û 32 yan da kiriye.
Tête pêşbînî kirin ku maliyeta pandemiya Covîd-19 ji 10 trîlyon dolaran zêdetir bibe. Di aboriya cihaniyê da kêmbuna her sed der 1, hatiye hisabkirin ku dê ji 10 milyonan zêdetir insana hejar/xizan bike.
Bi tenê li DYA kesên karê xwe ji destdane ji 35 milyonan borî ne. Lekolînên hatine kirin dibêjin piştî pandemiyê nêzîkî 60 milyon insan dê berbi xizaniyek zêdetir ve biçin. Saziya Kar ya Cihanî ILO yê ligor analîzên ku kirî ji ber pandemiya Covid-19 û di encama qedexeya derketina kolanan bi temamî an jî nîvî û jî rêkarên karantinekirinê, bandorê li 2,7 milyar karkeran dike ku derdora sed der 81 ê barê karkirina cihanê liser milê wan e, ew pêk tînin. Jiber pandemiyê di sekterên bin rîskên " micid û rûxêner" da 1 milyar û 250 milyon karker dixebitin. Li gor vê raporê her wesa, esnafên biçûk ku bo xwe kardikin, sinetkar, xudanên kargehên biçûk jî dê ziyanên mezin bibînin. Di vê qeyranê da, jibo aboriya cihanê biçûkbuna sed der 16 heta sed der 10 tê çavrêkirin. Ligor texmînên hatine kirin qeyrana pandemiyê li hemû cîhanê dê bibe sedemê bêkar mana 500 milyon kesan. Ev rewş bo dema pêşiya me tête wê wateyê ku di warê tendırustiyê da pirsgirêkên micid dê hebin û ne wekhevi dê zêde bibe.
Pandemî herî zêde li kedkaran dixe
Bo nimûne ji bo xwe parastinê ji pandemiyê dema insan di malên xweda dimînin, karker mecbur man ku şol bikin. Li wesayitên komî swar dibin, di nava hev da kardikin di nava nexweşî- mirinê de jibo dabînkirina kêmtirîn hewceyiyên malbata xwe hatin û çûn. Bi gotinek dî jibo karkirina sîstemê û berdewamiya wê dibu hindekan ji çav derêxin û hindek " kêm qîmettir bun."
Jibilî wêranî û wendayiyên ku vîrus bibu sedem ligel pandemiyê heyamê mana di malan da xofeke aborî jî ligel we aniye.
Ewên ku paşxanek wan û bimeya sosyal a wan nînin, rojane bi yewmiye kar dikin, di vê pêwajoyê da ji kar hatine derxistin, xebatkarên sektera xizmetê da bi temami dergeh dayxistî, kesên ku di halê hazir da bêkar û bê beramber derxistine, ji bilî tirsa ji nexweşiyê avabuyî, belku hatine dehfdan bo nava xofek mezintir.
Ligor amarên Rêxistina Kar a Cihanî ji ber pandemiyê li hemi dinyayê dibe ji yek milyar û nîvan zêdetir mirov bêşol bimîne. Di pêvajoyek weha da karantîna jibo wan însanên ku bi derfetên kêm debara xwe dikin, jibo xwe parastina ji vîrusê zêdetir, şerê mana li jiyanê tirsa birsîtiyê resim dike.
Tê gotin ku Vîrusa Corona ferq û cudahiya nijad, ol, ziman, çîn nekiriye. Lê belê rastî eve ku ji hemiyan zêdetir kesên hejar û kedkar ketine bin bandora vê nexweşiyê. Xebatkar, ewên bi xuha eniya xwe dijîn, bê mal, kêmendam, penaber, yên di girtîgehan da li beramber vîrusê bê parastinin an jî xeteriya liser wan zêdetir e.
Di xala hejarî û nijad digihine hev ziyan mezintir e
Vîrusa Corona jibo hindek aliyên civakî rê liber bandorek bi qat vedike. Mînak li Amerîkayê di nava yên ku ji ber vîrusê dimirin sedemê zêdetir buna hejmara reşpîstan bihevgirtina xizaniyê bi nijadê ve ye, reşik hejartirin. Peywendiya Newekheviya civakî ligel Covid-19 di despêka pandemiyê li Îspanya, DYA û Qiralyeta Yekgirtî derxistiye holê û xisusyeta çînayetiya vîrusê raxistiye. Li Îspanya hikûmeta Katalonya ragihandiye înfekteya Covîd-19 li herêmên hejar li gor herêmên dî 6-7 car berbelavtire. Li DYA li herêmên kêm derfet da rîska mirinê bi şêweyek dramatîk bilintir hatiye nîşandan. Li Brîtanya û Galler ê reşpîst, Asyayî û kêm netew, pêkhatina ji nexweşên giran yên Covid-19 sed der 34,5 hatine rapor kirin. Xebatek li Chicago hatiye kirin rêjeya mirinên ji Covid-19 di nava reşpîstan ji 100 hezaran 34,8, heman rêje dinava spîyan da 8,2 hatiye ragihandin.
Wek tê dîtin pandemî cudahiya çînayetiya aborî û civakî kûr dike û vîrusê xedartir dike. Li civakên ku ketine bin bandora vîrusê kesên nexweşiyê bi giranî derbas dikin piraniya wan mirovên kêm derametin. Lêkolîn derdixin ku ehtîmala tuşbunê di nava hejaran da zêdetire.
Kûrbuna newekheviyê bi Covid-19, bi saya newekheviyê asaniya belavbuna vîrusê
Jiber pandemiyê li cihanê hikûmetên 11 milyon dolarên terxankirî, li şûna bo jiyanek baş, piştevanîkirin li kesên hejar û kêm deramet xerc bikin, jibo berdewamiya sistema heyî ya neolîberal wek harîkarî liser şîrketan hatiye belavkirin. Ev bijardeyeke politîk ya deshilatiya serdestane.
Di xebatek li DYA hatiye kirin negatîv buna encama testên Covîd-19 di nava grubên kêm dahat da sed der 38, di nava grubên dahata wan zêde, hal xweş da sed der 65 hatiye raporkirin. Xebatek ji aliyê Lêkolînên Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşgêr- DİSK-AR ve hatiye kirin di nava karkerên ku endamê DİSK ê ne rêjeya pozitîv derketina wan li nav tuşbuyên giştî da 3.2 car zêdetire. Li Stanbolê berbelaviya nexweşiyê li navçeyên ku karê dest û tilan lê geleke ( Esenler, Zeytînburnu, Bahçelîevler hwd) zêdebuna wê ne cihê ecêbiyê ye.
Bi sedema pandemiyê daxistina cihên karkirin û ragihandina xedexeya derketina kolanan, kêmbûna dahat û jidestdana kar, di encam de jî bêkarî û hejariyê zêde dike. Rapirsiyek ku ligel hezar û dused Nerwîciyan hati kirin nîşaneyên wê didin dest, kesên ku asta xwendina wan kêm û kêm dahatbin rêjeya jikar derxistin di nava wan da zêdetire. Covîd-19 jibo karkerên di nava jiyanê da rê liber du encamên rûxêner vedike; ya ewil dibin xeteriya vîrusê da karkirine, ya diduyê bêkar mana bikom ya berdewam. Wexta li karxaneyê, li ofîsê şoldike, kargoyan vediguhêze an jî xwendina amûrên jimariya elektrîk, av dike, tûşî vîrusê bibe yan jî li mala xwe rûne û demek dirêj tehemûla bêkariyê bike? Ji mirinan mirinekê hilbijartin dibe ku ev be.
Yên ku pitir bi pandemiyê dikevin xebatkarên tendırustiyê, xwendekar, jin
Rêxistina Efû ya Cihanî, encama lêkolîna li ser asta cihanê ku liser xebatkarên tendırustiyê kiribu ragihand. Ligor lêkolînê li hemû dinyayê herî kêm ji 7 hezaran zêdetir xebatkarên tendirustiyê bi sedemê Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane.
Ligor encamêd lêkolînek sê mehên despêka pandemiyê li Tirkiyê ji aliyê Komeleya Toraks Tirk rêjeya tuşbuna xebatkarên tendirustiyê sed der 13,9 e. Xebatkarên tendirustiyê ji nava civakê bi rêjeya 46 car zêdetir bi Covîd-19 dikevin.
Ji bo demek dirêj dayxistina dibistanan, dibe rê liber encamên xirab yên civakî û tendirustî liser zarokên di nava hejariyêda ne veke. Hevdem ligel daxistina dibistanan despêkirina perwerdeya online, rêgire liber perwerdeya wan zarokên ku ji hêla înternetê bê beşin/ kompyuter, televizyon di mala wan de nebin, evjî neyeksaniyê zêde dike (newekheviya digitalî)
Di nûçeyek rojnameya Îngilîzî Guardian de cihgirtiye di pêvajoya tedbîrên ji ber pandemiyê hatine wergirtin, jinan zêdetir sexbêriya zarokan û şolê nav malê wergirtiyê ser milên xwe, rêjeya windakirina kar ligor mêran zêdetir bi ber ketiye, pirtir ketine ber tund û tûjiyê, rû bi rû yê ji destdana deskeftên xwe bune.
Rewşa li Tirkiyê
Li gor hindek saziyên dewletê ku bo raya giştî parvekirine bi sedema pandemiyê zêdetir ji 4,6 milyon karkerên bi bîme û bêkar jiber nebuna kar û kêmbuna dahatê jibo sudmend bin ji xerciyên Midûriyeta Giştî a Saziya Kar a Tirkiyê- İŞKUR serî lê dane. Bi gotinek dî hejmara qeydkirî a di sektorê de ji 14 milyon û 211 hezar karkeran 4 milyon û 665 an serlêdana bo xerciyên İŞKUR ê kirine. Ji bilî vê nêzîk 2,8 milyon kesên karê xwe yên taybet dikin (esnaf û xudan pîşeyên serbest) li derveyî vê hejmarê ne. Ligor lêkolînên hatine kirin bi sedemê pandemiyê wendayiya kar û dahatê mirov dikare bêje bandora xwe zêdetir ji 7 milyon xebatkaran kiriye.
Ligor lêkolînek ji aliyê DİSK ê ve hatiye kirin bi sedema Covîd-19 ê zêdebuna hejmara kesên bêşol û jidestçuna kar 10,7 milyon buye. Beramber Nisana 2019 kêsên bêkar û wendayiya derfetê karkirinê 10 milyon û 759 lê zêde bune, bilind buye bo 17 milyon û 722 hezar an. Ji vê hejmara bê karan bi zorê ji çaran yekê wan derdora nizimtirîn heqdest û bo 3 mehan harîkarî tê kirin, ji çar pişkan sê yên dî bê starin.
Newekheviya karkirina ji dûrve
Ligor xebatek ku hatiye kirin, Li Tirkiyê sed der 24 ê kar dikin di şolên ku limalê ve têne kirin kar dikin, lê belê sed der 76 ên mayîn mecburin biçine kar. Ev kesane jiber belavbuna pandemiyê rû bi rû yê ji destçuna karê xwe û tendırustiya xwe ne. Her wesa ligor heman xebatê, karkêrên derçûyên zanîngehên asta 4 sal û zêdetirê sed der 50 yên wan karên xwe ji mal birêve dibin, ev rêjeye bo kesên asta perwedeya wan kêmtir be dadikeve sed der 17 ê.
Ligor amarên DYA karkerên miaşên mehane werdigirin yên çaryeka binî sed der 9,2 yê jiwan ji çaryeka jor jî sed der 61,5 ê wan ji dûr ve kardikin. Dinav karkerên Amerîkayê ji sed der 30 wan kêmtirê di malda dixebitin, ev amar ligor nijad û etnikiyê diguhere. Yên bingeh Latînî sed der 16 di kêmtirîn asta şolkirina di malan da ne, li pey wan sed der 19,7 reşpîst tên. Bingeh Asyayî jî sed der 37.
Di wextek insanên hejar ku di zirûfê asayî da nikarin xizmeta pêwîst ya tendırustiyê werbigirin, di demên qeyranan de dikevine rewşa naziktir. Deverên şer, kampên penaberan û girtîxane di demên hestyar û nazik de belavbuna nexweşiyê berdewam dike.
Ji aliyê dî ve NY hişyariya hindê daye ku cihan rû bi rû yê xirabtirîn qeyrana xwarinê ya pêncî salên dawiyê ye. Ne hewceye ku mirov bêje zerermendên mezin yên qeyrana xwarinê dê welatên hejar bin. Bi gotinek dî qeyrana aborî ligor welatên dewlemend dê zêdetir li welatên hejar bide.
Li Kurdistnê rewş kambaxtire
Qeyrana aboriya ya li Tirkiyê heyî, ji bo bajarên Kurdan du car kûr û girantire.
Serbarê ku di salên 2008-2009 an da ji Kurdistanê bo rojava 1 milyon û 468 hezar kesan koç kiriye rêjeya bêkariya li bajarên Kurdistan herî li asta bilindda ma. Bi tenê piştî sala 2015 jiber despêkirina şer û pevçunan tê zanîn ku ji 50 hezaran zêdetir esnafan derabeyên xwe înayne xwarê. Ji sedema şer qeyrana îqdisadî li bajarên Kurdan zêdebu, politikayên astenkirinê ku li 11 deriyên sînorî tên cî be cî kirin, peyrewa zagonên Rewşa Awarte- OHAL, politikayên koçberkirinê wd. digel gelek rewşên dî ku bihevre hatin girêdanê ve li Kurdistanê qeyran kûrtir bu. Bi tenê li Diyarbekirê di 9 mehên dawiyê da 1000 cihên kar hatin girtin.
Ligel pandemiyê qeyran mezintir bu!
Bi sedema qeyrana pandemiyê qedexeya derketina derve, astengkirina liber kesên ji 20 saliyê biçûktir û ji 65 saliyê mezintir, bi biryarên wezaretan girtina cihên kar û bi kiryar cihên hatine girtin hejmara bêkaran li bajarên Kurdan (907 hezar) wek dayîm herî kêm sed der 35 rû bi rû yê xeteryê liser, 300-600 hezar bêkarên dî derkevin meydanê tête pêşbînîkirin li gel van hejmara bêkaran bo 1,2 Milyon-1,5 Milyonan zêde bibe. Lêbelê li kêleka van ji bajarên Kurdan yên diçin derve nêzîkî 60-80 hezar karkerên demsalê, 50-80 hezar karkerên geşt û guzarê, ji 100 hezaran zêdetir karkerên avahiyê dê li bêkarên vê demê bibin.
Bi gotinek dî bandora pandemiyê li Kurdistanê ji a li Tirkiyê du caran zêdetire.
Sazumana cîhanek adil û wekhev; pêşbînî, prensîpên bingehîn
Pandemiya-19 jibo nîşandana hemî kêmasî û xetimîna sîstema kapîtalistî we neynikek lêhat. Vîrûsa Corona ku hemî mirovahî daye berxwe gotinên diyar ên jiberkirî yên cihanê serûbin kiriye.
Kapîtalîzma ku bingehê wê çavsorîye bilez, modêla pêşketina aboriya wê a ku ekolojiyê û tendırustiya mirovahiyê tune dihesibîne tenê malwêranî li gel xwe înaye û gehiştiye xala îflasê.
Her wek wê 20-30 salên dawiyê di çarçoveya pêla taybetkirina sîstema tendirustiyê saxlemiya gel di qada giştî daye paş. Ligel despêkirina pandemiyê kêm û kasî û xetimîna di sîstema tendırustiyê da derketî jiber peyrewkirina politîkayên siyasî û aborî yên di vî wari da ne.
Her wesa qeyrana vê pandemiya dawiyê derxistiye ku hewceye ewlewiyetek taybed bidine sektera çandin û xwarinê.
Bi gotinek dî sîstema aborî, civakî û siyasî ya li cihanê serdeste ji gelek aliyan ve ketiye ber lêpirsînê.
Her wek pandemiya di sedsala 14.da encamên giring yên siyasî û civakî peydakiribu Vîrusa Corona jî dê guherînên civakî de wê encamên giring hebin.
Çawa ku pandemiya-19 pirsgirêkek globale têkoşana li beramberê wê jî dê global be.
Ji bo li Cîhanê sîstemek adil, demokratîk, yeksan û aştiyek mayînde bête avakirin dikarin behsê şeş pêngavên bingehîn bikin ku hewcene:
Yekem, afirandina têgehek nû ya hawirdorê; duwem, kontrolkirina ziyanên aborî û civakî ku kapîtalîzma yekdestî rê liber vekirî; sêyem, polîtikayên aborî û civakî bo ji holê rakirina newekheviya dahatê; çarem, şêweyê birêvebirina demokrasiyek bihêz ku rê dide beşdariya pirdengiyê; pênc, jibo pêkvejiyanê têgehiştinek pêwîst; dawiyê jî demokratîkkirina Rêxistina Neteweyên Yekbuyî.
Têgehiştinek nû ya hawirdorê
Di serdema modern da reftara mirovahiyê bo hawirdorê navendkariya ez-mirov bû. Ev reftar bi çep û rast ve ji aliyê hemî ideolojiyan hat qebûlkirin. K.Marx di berhemên xwe de ideaya hindê dikir ku mirovahî bi qasê ku li ser xwezayê serdest be wê azad bibe. Di encama pîşesaziya çavnebar û çavbirsiya çîna Kapîtalîst hevsengiya navxweyî a ekosîstemê xirab bûye, paşroja mirovahiyê êxistiye bin xeterê.
Ev jî hewce dike bi şiklek tund nêrîna mirov ya li hember xwezayê bête guhertin. Erkê giring yê liber mirovahiyê di bingehê hestyariya li beramber hawirdor û xwezayê avakirina modêlek aborî û jiyanek ekolojîk e.
Ragirtina qorixkariyê
Sedemên qirêjbuna jîngehê, neyeksaniya civakî, lawaziya demokrasiyê, pîşesaziya çavnebar û pirsgirêkên wek wê ji hizra serdestiya qorixkariya Kapîtalîst e
Kapîtalîzma qorixkar, gefa mezin ya li ber daxwaza azadî û wekheviya mirovahiyê ye. Azadî û wekhevî ligel qorixkariyê na gunc e.
Jiber hindê hêj ku kapîtalîzma qorixkar dawî li mirovahiyê ne anî divê mirovahî van kontrol bike û îradeya guherînê derêxe meydanê.
Wekhevî
Nêzîkî %30 (sed der 30) nifûsa dinyayê (nêzîkî 2.5 milyar insan) rojê bi 1 dolar dahatê ve di nava hejariyê de dijî, di cîhanek ku 2,1 milyar insan di mala xwe da ava paqij bi dest nekeve ji xwe behsa azadî û demokrasiyê nayête kirin.
Ji aliyê dî ve çawa ku insan hemî şirîkên ser rûyê erdê ne divê xudan mafê dahata hevwelatiyê bin. Mafê hevwelatîbunê kêmtirîn mafê dahatê, bê ku mafê milkdariyê hilîne wê pêngavek adil û yeksan be. Bi gotinek dî heta ku di warê aboriyê da wekhevî pêk neyê nikarin di warê siyasî da behsê azadiyê bikin.
Bo nimûne di çarçoveya pandemiya vîrusa coronayê da li hindek welatan bo kesên kêmderamet û hejar yên civakê bo demekî diyarkirî dayina harîkariyê bikine dayîmî.
Demokrasiya bi hêz
Aşkira ye ku modêlê demokrasiya temsîlî nikare pêwîstiyên civakê bicih bîne.
Demokrasiya gelemperî ji bo aliyên cuda û kêmaniyên di nava civakê dibe sedemê dûrxistin û veqetandinê. Tişta tête daxwazkirin pirdengî, beşdarî, sistemek demokratîk ku xwe dispêrê sazana hemû ferq û cudahiyên civakê. Demokratîkkirina demokrasiyê erkek bi lez e.
Federalîzm modêlek bo pêkvejiyana cudahiyan
Şêweyê netew-dewletên yekgirtî yên serdema modern, cihê xwe bo nîqaşên ka cudahî çawa dikarin bi hevra bijîn dihêle. Îro li ber demokrasiyan erkê, iradeya piraniyan ligel bihevgirêdan rêzgirtina kêmayiyan, serxistina tevlêkirina koçberan linav nifûsê, tevlêkirina jinan di wergirtina biryarên siyasî heye.
Tişta bête kirin pêkvejiyane ligel cudahiyan, hînbûna avakirina cîhanek ku hemû rengan di nava xweda himbêz bike. Federalîzma di bingehê wekheviya siyasî û konsensûsa cudahiyan, di vî wari da dibe bibe modêlek ku serî lêbidin.
Pirsa gelên ku azadiya neteweyiya wan hatiye zeftkirin sedemek dî yê çewtiya li cîhanê ye. Netewên ku welatê wan hatine dagirkirin û di bin nîrê dagirkariyê da ne mafê çarenûsiya wan divê lijêr çavdêriya NY da bi wateyek rast bikeve jiyanê.
Azadiya gelên bindest her weku zemînê gelek pevçûn û nakokiyan ji holê rabike, dê enerjiyek nû li rêvingiya azadbûna mirovahiyê zêdebike.
Demokratîkkirina Rêxistina Neteweyên Yekbuyî
Rêxistina Neteweyên Yekbuyî li gor berjewendiya serketiyên şerê 2.yê Cîhanê da avabuye û ji milletan zêdetir temsîla dewletan dike. Civata Giştî ya NY hewce dike veguhere şiklê Konseya Federal û deshilatên wê jî ligel meclîsekê parvebike. Di rewşek weha de gel di nava vê parlemantoya cîhanê de, ne ji aliyê hikûmetên xwe ve ji aliyê nûnerên hilbijartî wek hemî hevwelatiyên cîhanê dê bêne temsîlkirin.
Ji bo gelên ku dewleta wan nebe jî di parlemantoya NY da mekanîzmayek taybet a temsîlê divê bête çêkirin.
Bi gotinek dî NY wek federasyona milletan bi awayek demokratîk ji nû ve bête bînakirin.
Werger ji Tirkî bo Kurdİ: A. Mecid Durmuş
*Ev gotar di Konferansa Çepên Kurdistanê ku di 21.11.2020an da li ser Zoomê lidarket da hat pêşkêşkirin.