Pêşhateyên ku li Rojhilata Navîn rû didin gelek bi lez dibin û bi asanî jî rengê xwe diguhere; ku ev jî ji taybetmendiya herêmê bi xwe tê. Serçaviya wê di danana statûya sedsala bori da ye, ku bê li berçav girtina rastiyên dîrokî, bê edaletî û çavsoriya hêzên emperyal ku jibona berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî li ser hisaba gelên herêmê avakirine. Bê guman ev sazûmana ji bo Rojhilata Navîn hatiye dirust kirin dê tijî pirsgirêk û êş be ku bi dehan sal e gelên herêmê ji ber dinalin.
Her wesa bandora xwe li seranserê cîhanê dike. Heta ku çareseriyek adilane di bingehê wekheviyê da pêk neyê jî, dê ev êş û jan jî kêm nebin.
Yek jê mezintirîn qurbaniyê vê siyasetê û statûkoya ku di sedsala borî da hatiye dariştin, gelê Kurd e ku welatê wan Kurdistan hatiye parçe kirin. Di her beşê Kurdistanê ku bindestê dagîrkerek e, mafên rewa lê hatine zeftkirin, zulm û zordariyek neditî lê tête kirin. Di beramber da jî têkoşan û xebatek rewa jibo azadî û mafên netewî her berdewam e, heta ku bi destxistına mafên xwe yên rewa bê rawestan e.
Bi wê pêla serhildana gelên li welatên Ereb; ku bi bihara erebî dihate pênasekirin; hêdî diyar bû ku bayê guherînê li Rojhilata Navîn da ye û ew sazûmana ku jibo navçeyê hatiye durust kirin, kevnar bûye.
Her wesa derket meydanê ku ji niha û pêve wek berê nayête idare kirin. Daxwaza azadî û jiyanek bi rûmet gurr û geş bûye. Piştî berbelavbûna xwenişandan û rabûna serpiyan a gelên ereb û di encam da destguherîna deshilatê li hin ciyan bi taybet li Misrê ew pêl gehiştin dewleta Surî jî.
Bi vê merhelê ji bo dagirkerên Kurdistanê zenga lerizînê jî qewîtir bû. Her wesa piştî Başûrê Kurdistan, çirayê asoyek geş û dergehê derfeteke dî bo Kurdan diyar bû. Di despêkê da Kurdan bi tecrûbeyên xwe yên dûr û nêzik,bi feraseteke mezin ve, siyseteke maqûl meşandin. Ku şêweyê nerazibûnan veguherî tund û tûjî zêde bû heta ku ji dest hatî xwe û navçeyên xwe ji şer dûr xistin. Heta radeyekê jî serkeftî bûn. Di encam da kar gehişt hindê ku bê teqandina yek fişekek jî, rejim bi şikleke berçav ji deverên Kurdan vekişiya. Ji vê û pêve bo Kurdan ya pêwist yekrêziya navxweyî û piştevaniya derweyî a navneteweyî bû bo parastina wan ji her êriş û komkujiyan.
Çu guman têda nîne bo eva didûyê anku piştevaniya navneteweyî; yekrêzî û tifaqa navxweyî mercê serekî bû; her wesa bo serketinê jî. Jibo vê mebestê gelek kar jî hate kirin. Damezrandina ENKS ê, rêkeftinên Hewlêr û Dihokê encamên van karan bûn. Sed heyf û mixabin ev kar hemû negehiştin serî. Sedem jî siyaseta şaş ya PYD ku ji aliyekê ve destê wê ji rejimê ne dibû, ji aliyek dî ve siysetek tekrewî, tepeseri peyrew dikir; ku hemû erkên rejima Surî bi cih dianîn. Ku ev jî ne di berjewendiya gelê Kurd û bi giştî azadîxwazan da bû.
Di encam de Kurdistana Rojava bi rêjeyek berçav ji Kurdan hate valakirin. Ku niha rê li ber dagirkeriya Tirkiyê jî xweş kiriye. Helbet divê em ji bîr nekin jî, her ji despêka şerê li Sûrî, şerê ku hatiye hilêxistin şerekî wekaletî bû. Gelek aliyên nakok, berjewendiyên cuda cuda û hêzên herêmî û navdewletî bi hevra û serederiya wan ligel meselê ku her yekê amanc û meslehetên xwe hebûn; wesa kir ku hem şer dirêj bike hem jî eniyên cuda cuda vebin.
Di dirêjkirina vî şerê Sûrî da pêgehê du dewletên herêmî xurt bûn. Yek Komara İslami ya İranê bû; ku sengerê parastina xwe ji derveyê İranê datîne; her êrîşek li dijî Sûriyê bo ser xwe hisab dikir û da xûya kirin ku ew dê jibo parastina rejimê xwe nede paş û sengerê berjewendiyên Komara İslamiya İranê lı Sûriyê qayîm bike. Û heta niha jî berdewam e li ser kiryarên xwe.
Ya diduyê jî Komara Tirkiyê ye. Wê jî bi aşkira diyar kir ku ew nakevin wê şaşiya ku li Iraqê kirine. Mebest jê deskeftiyên Başûrê Kurdistanê bû, neşiyan pêşî lê bgirin ku İraqek Federal avabû û Herêma Federe ya Kurdistan bûye deskeftek destûrî û neteweyî ya Kurd.
Her wesa deskeftên Kurd bi wi rengî li Sûriyê bo xwe wek man û nemanê (beqa) hisab dikir. Ew jî heta niha li ser vê siyaset û kiryarên jibo vê amancê berdewam e.
Ev hemû ligel hevrikiya hêzên navdewletî di serîda Ûris, Ameriqa û welatên Yekitiya Ewrûpa bo berfireh kirina pêgehên xwe, sedemên berdewamiya şer in li Sûriyê.
Qonaxa ku niha gehiştiyê li Sûriyê basê çareseriyek siyasi ye. Ku karê sereki jî, dubare vejandina kombûnên Cenew û amade kirina destûrek nû bo Sûriyê. Helbet ev qonax jî dê bi rikberî û destêwerdana ew hêzên ku me behs jê kirî û bi evraz û nişîv be. Lê belê ji vê pêve rêyek dî zehmet e bo derketina ji vê rewşê. Û baştirin çaresèrî di rewşa niha da bo Sûryê idareya Federalî ye.
Ligel hemû kêmasî û xeletiyên demê borî, bo Kurdan derfet hêj maye ku bikarin bibin xudan deskeftên baş. Bes xeletîyên berê nekin, yekrêz û yekdeng bin.
Èrîşên lîser Rojaveyê Kurdistan û dagirkeriya Tirkiyê hestekî neteweýî yê xurt peyda kiriye û piştevaniyek baş ya derweyî ligel da ye. Ev jibo me Kurdan ceweki baş e ku kar pê bikin. Hêvidar in ku hemû ali vê rastiyê bibînin û perpirsyariyên xwe pêk bînin.
Li Başûr ji xeteriyên liser deskeftên neteweyî kêm nebûne. Ligel avabûna kabineya nû a 8em ya Herêma Kurdistan û iradeya çareser kirina kêşeyên ligel hikûmeta merkezî bi rêka diyalogê û li gor destûra İraqa Federal hêviyên xelkê xurttir kirine. Ligel ava bûna kabineya hikûmeta merkezi bi serokatiya Adil Ebdulmehdî ku 5 mehan pişti hilbijartinê, di encama dan û standinên dirêj û piştgiriya Kurdan pêkhatibû têgehiştinek baş û iradeyek bo çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr- Bexda peyda bibû ku cihê xweşhaliya xelkê bû.
Bes li naverast û başûrê İraqê xwenişandanên girseyî ji bona jiyanek baştir, nehêlana gendeliyê û bêkariyê hatin kirin. Di van xwenişandanên ku nêzîkî du meh in berdewam dikin, li dijî xelkê xwenişander çek hatin bikaranîn û di encam da li gor amarên fermî 350 kuştî û nêzîkî 15 hezar birîndar lê keftine. Ku sazi û hin dezgehên mafê mirov û iddaya xwenişanderan dibêjin hejmar gelek ji wê zêdetirin ku amarên fermi belav kirine.
Di nava wext da daxwazên xwenişanderan zêde bûn û daxwaza destjikar berdana serokwezîr, serokkomar û serokê parlementoyê jî kirin. Her wesa nerazîbûna xwe li dijî destêwerdana Komara İslamiya İranê di kar û barên İraqê de nişandan û wek dij kiryarek (reaksiyonek) li hember kuştina xwenişanderan ji aliyê milisên ser bi İranê ve ku ji avahiyên wan ve hatine kirin, agir berdane avahiyên konsolxaneyên iranê li Necef û hin cihên dî. Û daxwaza derketina İranê kirin ji welatê xwe.
Ligel van hemiyan daxwazên xwenişandanan gehiştin hindê ku hemû sistema idarî bête guhartin; ji sistema parlemanî vegerin bo ya serokatî û bo vê mebestê daxwaza serrastkirina hindek xalên destûrê jî kirin. Li kêleka vê ji desteser kirin û darizandina wan kesên ku dest di kuştina xelkê sivîl bê guneh hebûn. Di encama van bûyer û daxwaza merceiyetên şîe nexasim ya Sistanî serokwezîr Adil Ebdulmehdî dest ji kar berda û parlemenê jî ev qebul kir. Bi vî awayî temenê vê kabineya hikûmetê pişti nêzîk 13 heyvan kar kirî bi dawî bû. Serbarê vê jî xwenişandan hêj berdewam in. Ku ne diyar e ka dê li kîderê raweste.
Ne tiştek veşartiye ku hindek aliyên şoven dixwazin deskeftên destûri yên Herêma Kurdistan kêm bikin, heke jê bêt jinav bibin.
Helbet jibona pêşî girtina vê hewl û niyazê destê Kurdan bi gelek xalên destûrî ve xurt e. Li gor destûra İraqa Federal mafê veto kirina 3 parêzgehan xalek bihêz e di destê Kurdan da bo her hewlek xirab ku hebûna Herêma Kurdistan ji çarçoveya destûrî wek Herêma Federe ya Kurdistan derbixin.
Ev bûyer û xwenişandanên li Bexda û başûrê İraqê pêktên ji kombûna pirsgirêkên li ser hev yên neçareserkirî ku di serdemê hikûmetên pêştir û heta vê gavê ne. Anku yêt kevn in. Ji xwe diyar bû ku di demek kurt da nayêne çareser kirin. Tişta ku heta niha ev rewş perdepoş dikir û bi paş dixist şerfiroşiya ligel Herêma Kurdistan, şerê dijî DAİŞ û rola pêgehê İranê di İraqê da bû. Van fakteran hemûya şiyan bibin asteng liber daxwazên rewa yên xelkê. Ku têda daxwaza jianek baş, nehêlana gendelî û derfetên kar bikin.
Piştî rûxandina hûkmê BAAS jî li İraqê kêşeyên bingehin ku di serî da mafên destûrî yên gelê Kurd bi temamî nehatine çareser kirin; bi cî nekirina nêzîk 55 xalên girêdayî bi mafên Kurdan ve di destûra heyî jî, dewlet a İraqê hêj nebû ye dewletek destûrî ya durust.
Bi taybetî Amerîka û gelek welatên Ewrûpayî li ser wê baweriyê ne ku bi vê xusûsiyeta xwe ve İraqek yek girtî asan e pêk bêt. Ji bo vê amancê jî siyaseta xwe li ser kurt kirina dest û piyên Komara İslamiya İranê di İraqê da û bi vê boneyê jî kêm kirina pêgehê İranê di kendav û hemû navçeyê da darişt, avakir. Û jibo gehiştina vê amancê ji pişta xwe bi du tiştan ve girêda; yekem hêlana Kurdan di nava İraqê da, ku ev yek wek gerentiya yekmayiya İraqê hisab dikir. Ji ber hindê hemû hêza xwe bi kar anî ku Kurd ji İraqê cuda nebin. Yek ji sedemê rûdana karesata 16 yê Oktoberê encama vê siyasetê bû. Ya diduyê jî, rê xweşkirina bo zindî hêlana hestê nijadperestiya Ereb di İraqê da; ku herdemê hewcebû bo astengkirin û derêxistina İranê ji İraqê û lawazkirina pêgehê wê li navçeyê.
Vê siyaseta şûm û bêyûm karvedanên xirab li pey xwe hene. Li şûna çareseriyek adilane, rêzgirtin li îradeya gelên navçeyê û daxwazên destnişan kirina mafên çarenivis, paşeroja gelên navçeyê bi destê wan, berjewendiyên xwe li ser disepînin.
Komara Îslamiya İranê, ku fakterê serekî yê ne aramî û qeyranê ye li navçeyê, li her derê ku pêgehê xwe bi hêz kiriye û destê wê jê bigire; berdewam mijûlê dirûst kirina aloziyan e û bê aramiyê diafirîne. Bi vê destêwerdana xwe gefek mezine li navçe û bo seranserê cihan da.
Ev jî di demekê da ye ku ew bi xwe jî rû bi rûyê qeyranek mezin ya siyasî, aborî û civaki da ye.
Ev rewşa ku niha li İraqa Federal heyî, heke bi vî şêweyî pêş bikeve ehtîmala guherînên micid di nava xwe da dihewîne. Heke çareseriyek destûrî pêk neyê, kar bi destûra heyî neyê kirin, ligel têbiniyên serrastkirinê û dirêjepêdana vê diyalog û rêkeftinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Merkezî ya Bexda ku têgehiştinek hevbeş peyda bûye; pêşbîniya rûdana hindek encaman heye. Yek ji wan guherîna deshilatê bi şıklekî bê ser û ber û derweyî yasa û destûrê. Ku gelek milîsên bi çek yên bi ser cîhetên cuda ve hene dikare arasteyê, berê wê bi xirabî biguhere. Yeke dî ji bona çareseriyek yasayî û destûrî bi heman rêyê, mekanizmayek bo idareya siyasî ya welat babetê Konfederaliyê ye. Ku di rewşa niha da û bo derketina ji vê qeyranê riya guncav e. Kurd lazim e ji bo her alternatifekê amade bin.
Rewş li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê di encama siyaseta tekrewî û nexasim desthilatdariya AKP û şirîkatiya MHP ku pêkve hikûm dikin da bûye zindanek mezin ya servekirî. Ku hemû serçavên jiyanê kirine bin destê xwe û dixwazin li kesên derweyî xwe zuha bikin. Û agirê nijadperestiya Tirk gurr kirine ku di encam da êrişên hovane li dijî gelê Kurd roj bi roj zêdetir dibin. Û aboriya Tirkiyê jî serû bin bûye.
Pirsgirêka bingehîn ya Tirkiyê ku meseleya zeft kirina mafên rewa yên Kurd e, bi vê eqliyeta ku Komara Tirkiyê li ser hatiye ava kirin; têda haşatiya hebûna Kurd û mafên wan yên rewa dike, çareserî nabe û ligel hindê jî barê Tirkiyê girantir dike û jiyana xelkê Tirkiyê hemûyan jî tal dike.
Ji ber vê ye ku li vî welatî ne demokrasî bi cih dibe ne jî azadî desteber dibe.
Tişta hewce, di bingehê wekheviyê da çareseriyek adilane û demokratik e bo pirsgirêka Kurd. Ji bo vê nasîn û qebûl kirina mafên rewa yên gelê Kurd û cespandina wê di destûrê da ye.
Êdî tiştekî vê deshilatdariya AKP di dest da nemaye bide xelkê ku hêviyên xwe pê xweş bikin. Û ji ber ev siyaseta heyî ku li derve û navxwe peyrew dike, xetimi ye û di bin zext û givaşên zêde yên navxwe û derve ye.
Ya rast her hikûmeteka piştî vê jî bête ser kar neçar e ku babetê guherîna destûrê bine rojevê.
Da ku hêvî li nik xelkê xurt bibe û piştevanî lê bête kirin.
Bo Tirkiyê jî êdî rê nemaye ku ji vê zêdetir xwe ji çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên dî yên civakî li seranserê Tirkiyê bidize.
Û ev rewş weha namine, her çawa be dê gel rêya derketinê ji vê xirabiyê peyda bike. Helbet bi rê û rêbazên aştiyane û demokratik. Riya siyasetê, diyalog amrazên guncawin bo hindê.
Em hewceyî çi ne?
Beri her tiştekê li Bakûrê Kurdistanê, jibo bergiriya hemû êrîş û zordariya li ser gelê me û bi destve anînan a mafên rewa, TEMSİLİYETEK A XETA MİLLÎ Û DEMOKRATİK şert e.
Ji bona vê jî lazim e hemû nakokî, ferq û cudahiyên xwe bidine aliyekê. Yekrêziyek berfireh bête avakirin û gotarek hevbeş derbêxin pêş. Siyasetek li gor şert û mercên serdemê digunce, rastbinane (realist) bimeşînin. Ku hem daxwaza çareseriya pirsa Kurd di bingehê mafê çarenûsî da bike, hem jî li seranserê Tirkiyê bikare digel hêzên demokrat û pêşkeftinxwaz xebatê bo azadî û demokrasiyê pêşda bibe. Ku Tirkiyeyek demokratik rêya çareseriyê jî xweştir dike.
03/12/2019