Bereyê Demokrasiyê û Kurd | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Bereyê Demokrasiyê û Kurd

YazarResmi

Demek dirêje li Tirkiyê behsa bereyek demokrasiyê tête kirin. Helbet mijara hanê girêdayiyê bi rewşa siyasiya Tirkiyê ku niha bûye cihê nerazîbûna gel û dijayetiya deshilata heyî a AKP-MHP ê. Heke rastiyê bipirsin Tirkiye çu wextan nebûye welatek demokratîk; ne berê ne jî îro. Ji ber ku damezrandina Komara Tirkiyê li ser haşatiya gelan di serî da ya Kurdan û zeft kirina mafên wan yên rewa bûye.

Tişta vê carê dibe gelek balkêş e, ku ji bilî deshilata heyî anku hikûmeta AKP-MHP ê di serî da partiya damezrêner a Komara Tirkiyê CHP û hema bêje piraniya partiyên siyasî ku nîveka wan aktorên berê ne, vê daxwazê dikin. Çi kesê nezanin dê bêje qatê demokrasiyek pêşketî hebûye û niha ji dest çûye. Ev xapandinek mezin û durûyî ye. Bê guman xebata azadî û demokrasiyê hatiye kirin lê ne ew in yên ku îro xwe wek serkêşê wê nişan didin; gelê Kurd û aliyên zulm lê hatine kirin û ew kesên ku bi rastî li dijî neheqî û zordariya dewletê derketine û bedelên mezin dane xebat kirine û dikin. Pêwist e bête gotin ku xebata demokrasiyê li kêleka têkoşîna azadî û mafên rewa yên neteweyî temamkerên hev in, jêk nayêne cuda kirin.

Ku wesa ye ev daxwaz an jî babetê bereyê demokrasiyê ji çi zerûretê derketiye pêş, tişta jê tête daxwaz kirin çi ye? em li vê binêrin.

Berî her tiştek Tirkiyê bi rêyên demokratîk û aştiyane hewceyî bi guherînek bingehîn di warê idarî û siyasi da heye. Ji bilî îradeya çareseriyê, hevsengiya hêz û daxwaza gel, şert û mercên navxweyî û derve dest nedaye ku heta niha guherîna tête daxwaz kirin pêk bêt. Ku zirûf guncaw bûn carna bê hemd û aktorên ne hatine çavrê kirin guherînên ber bi pêş jî pêktên. Hatina ser kar ya hikûmeta AKP di serî da ev hêvî an jî derfet peyda kiri bû. Welew ku AKP ne partiyek demokrat û pêşverû bû, partiyek bû ku xwe wek nûnerê beşek ji civaka teda lê hatiye kirin û neheqî û bê hiqûqî li ser dihat hisab kirin didît û gotinên demokrat dikirin û behsa reform, dadperwerî, berdewamiya pêvajoya endametiya YE û çareseriya pirsgirêkên bingehîn dikir.

Derbarê mafên zeftkirî yên gelê Kurd û siyaseta xelet ya dewleta Tirk û rû bi rû bûna ligel kiryarên dewletê beramber gelê Kurd gotinên bi curet dikir, bo nimûne qewlê rakirina qedexeyê li ber zimanê Kurdî di hemî qadên jiyanê da, ji ber komkujiya 1938 ya Dêrsimê li ser navê dewletê uzra xwe ji gelê Kurd dixwest. Ev gotin û siyaset tiştên giring û nû bûn, ji ber vê û guherînên li navçe û seranserê cihan pêk dihatin; hilweşîna statûkoya berê li navçeyê û rudanên bi vî rengî, ligel hewceyî û daxwaza guherînê li Tirkiyê hemû beşên civakê pişgiriya wê kirin. Di dawiyê da her zû xwe aşkira kir ku ew ne partiyek wesa ye ku pêdiviya van gotinan pêkbîne û xudanê wê şiyanê, hizr û bîrê ye. Digel qahîmkirina cihê piyê xwe ew jî wek yên berî xwe kete ser riya eslî ya dewletê, bi gotina giştî vegeriya ser eyarên fabrîkê yêd berê.

Ligel vê siyaseta xwe û hikûmraniya niha ya AKP- MHP Tirkiye zêdetir ber bi tariyê ve diçe; êdî tiştên li ser qaxizê nivîsin jî napejirîne, pergalek xas bo xwe afirandiye, welat kiriye zindanek servekirî û ji bilî xwe û hizra ku ew peyrew dikin jiyan li hemiya tal kiriye. Û bi mejiyê tolvekirinê serdestiya dewleta partitiyê avadike. Tişta ku partiyên dî yên sîstemê aciz dike ev e. Ew ji deshilatê dûr xistine û roj bi roj jibo ku cihê xwe qahîm bike yasa û qanûnên vê yekê bo wî misoger dike derdixe ku hemiyan dûrî deshilatiyê bihêle.

Helbet baca vê siyasetê hemî didin, Kurd ducar zêdetir didin. Ji ber hindê ye hemî alî pêkve li dijî vê deshilatiyê ne. Lê di warê bedîlê wê da ne hemfikir in, bi taybet Kurd. Bi dehan car aşkira bûye ku kêşeya Kurdan ligel sîstemê ye, ne ku aktoran.

Heta ku mafên Kurdan di bingehê wekhevî û dadiyê da neyêne desteberkirin dê wesa be, demokrasiyek kamil jî ava nabe.

Pergala Serokatiyê; piştî pergala ji parlemeniyê hat veguherandin bo ya serokatiyê, rikeberî di nava hêzên dewletê de kûrtir bûn û ev rewşa heyî jî heta astek derencamê wê tête dîtin û gazî an jî daxwaza pêkînana bereyê demokrasî di vê xalê de xwe dide der: Sedemên negehiştin bi demokrasî û hemî nehametiyan ev tête nîşandan. Gelo bi rastî wesa ye? Cureyê pergal/sîstemê bi serê xwe diyarkerê hindê ye? Bê guman nexêr. Ya giring cewherê sîstemê bi xwe ye, naveroka wê ye dibe pîvana demokratiyê an jî tekrewiyê/diktatoriyê. Wek di serî da işaret pê hatiye kirin, ji avabûna dewletê ve qet meramek wesa ku dewletek demokratîk ava bibe nebûye. Berevajî wê ji bona tepeserkirin û zeftkirina mafên rewa yên gelê Kurd, destberdarê demokrasiyê bûne ku di encam da ew bi xwe jî bê beş mane, bûne rêgir bo demokrasiyek kamil. Her wesa hemî dewlemendiyên heyî heder dane bo vê amancê ku bûne sedemê hejarî û belengaziya xelkê xwe jî.

Piştî bi salan ev siyaset û pergala peyrewkirî nekarîn pêşiya daxwazên gel û têkoşana jibo azadî û demokrasiyê bigirin; serbarê wê zêdetir xetimîn. Jibo derketina ji vê rewşê û jinav birina hindek deskeftên ku bi salan ji bona wan xebat hatibûn kirin û bedelên giran hatibûn dayîn wek restorasyonek bo nîzama dewletê, ev guherîna pergalê hat kirin. Bi salan jibo ku Kurd ji aliyê nûnerên xwe yên rasteqîn ve neyêne temsîl kirin û Kurdan ji qada siyasetê dûr bêxin û her di nava bazinê partiyên sîstemê de bihêlin, hemî neheqî, bê hiqûqî kirin, ku ev têr nekir jî hêza zorê bikaranîn. Ji bilî asteng kirin û qedexe kirina partiyên Kurdan, ku îro jî her berdewam in, danana benda hilbijartinê bi rêjeyek zêde wek ji selefê 10 (%10) diyartirin karê wan bû. Ku dîtin bi şiklek ji şiklan Kurdan ev bend şikand û vala derxistin serî li riyek weha dan; her bo vê mebestê.

Guman têda nîne ku wexta pergala serokatiyê anîn bi wê amancê bû ku Kurdan û demokrat û pêşverûyan heta hetayê ji derve bihêlin û bikine depoya dengan jibona xwe û di nava partiyên sîstemê da bînin û bibin. Li gor sosyolojiya civaka Tirkiyê tişta dixwestin/pêşbînî dikirin du cemseriyek bînin wek çep-rast an jî sekûler-bawermend ku şanogeriyek hilbijartinan bikin û nîzama xwe berdewam bikin. Lê ku dîtin dengê Kurdan heke wek blok, yekgirtî bêne bikarînan hevsengiyek xurt pêktînin û bi kîjan alî da bişkê dibine fakterê diyar kirina çarenusê. Encamêd hilbijartinên herêmî yên 31 Adarê li metropolên Tirkiyê û 23 yê Xizîranê li Stanbolê nimûneyên berçav in, ku bûne sedemê şikestina tifaqa komarî li van cihan. Ji ber hindê ye nîşaneyên paşgezbûnê hem di aliyê deshilatê ve diyar e, hem jî asta nerazî bûnê ji aliyê opozisyonê ve diyar e; bê hindê ku behsa naverokê bike û guherînek demokratîk bixwaze, daxwaza dubare vegera bo sîstema parlemanî dike.

Rast e ev sîstema serokatiya ku li Tirkiyê hatiye danan naşibe çu sîstemên dî yên ku li cihên dî heyî û tête peyrew kirin. Eva ku li Tirkiyê heyî wek xudanên wê dibêjin "şêweyê serokatiya Tirk" e. Serbixweyiya deshilatên Yasadanîn, Dadwerî, Rêveberiyê nemane. Mekanîzmayên hevsengî û çavdêrî nînin. Ji xwe welatek wek Tirkiyê ku ne xudan demokrasiyek mikum û çandek demokrat bin xeteriya avabûna sistemek tekrewî û diktator ji hemiyan zêdetir hebû, ku normên li jor di nava xwe da nehewandibe.

Muxalefet gava daxwaza sistema parlemaniyê dike, kê bihîstiye ku nerazibe ji prensîbên bingehîn yên avabûna dewletê; wek parastina yek ziman, yek al, yek netew, yek dewletiyê. Ew jî wek deshilata heyî dewleta ûniter diparêze ku nakok e ligel rastiya civakê. Ew jî wek hikûmeta heyî berfirehiyê bi tenê bo xwe dixwaze. Bi gotinan hindek tiştan dibêjin lê bernameyek ron û zelal nîne. Heta car caran hindek daxuyanî û helwestan nîşan didin; mirov dibîne ku evana destberdarê wê siyaseta bê iflah nebûne. Ji ber hindê ye ya giring ne nav û şêweyê sîstemê ye, xasyet (qerekter) cewher û naveroka wê ya demokratik e.

Kî temsîla Kurdan dike?

Heke mesele bi tenê deng bin, anku pîvana temsîlkariyê bi dengan qebûl bikin, hingê lazim e çu gazinde û daxwazên Kurdan neban. Ji ber ku partiyên sîstemê car car navên wan bêne guherîn jî, ji ber ew siyaset û qanûnên ku danayî bi rêjeyek berçav deng ji nava Kurdan bo wan diçin. Lê di bingehê xwe da çu daxwazên mafên zeftkirî yên neteweyî yên gelê Kurd nakin. Ne xema wan e û heta li dijî wan in. Ku wesa ye kî mafên neteweyî yên Kurd dixwaze, diparêze ji bona bikaranîna mafên destecemî têdikoşe ew temsîla Kurdan dike.

Daxwaza çareseriyek di bingehê mafê diyar kirina çarenusî da, daxwaza statuyek li gor mezinahiya wê, perwerdeya bi zimanê Kurdî, ala û sirûda neteweyî ruknêd vê ne. Heke ne wesa ye çend li ser navê Kurdan siyaset bikin jî ew nabine nûnerên rast û temsilkarên Kurdan.

Ew gotina di çareseriya pirsgirêkên neteweyî da demokrasî bi tenê têr nake, çend rast be, bê xebata bo demokrasî û çandek demokrat jî ev yek ne qabil e, hind rast e. Ji bo ya yekê heke wextek meseleya Îrlanda wek nimûne dihat nîşandan, her wesa meseleya herêma Bask li İspanya bêne gotin, bo ya diduyê nimûneya herî berçav û nêzîk rewşa Başûrê Kurdistan û têkiliyên ligel Hikûmeta Merkezî ya Bexda ye. Li gor destûra heyî Iraq dewletek federal e û Herêma Kurdistan di nava wê de herêmek federe ye. Û ji aliyê gel ve bi rêjeyek mezin wek % 85 ê ve hatiye pejirandin. Lê muxatabê Herêma Kurdistanê, Hikumeta Merkezî ya Bexda pêdiviyê destûrê pêk nayne, pabendê destûrê nabe û gelek xalên wê ku bi mafên Herêma Kurdistan û gelê Kurd ve girêdayî ne binpê dike. Li miqabilê Herêma Kurdistan muxatabek pabendî destûr be nîne û hikumet ji çanda demokratîk gelek dûr heye. Ev bû sedemê hindê ku Kurd rêyek dî bigirine ber xwe û 25.09.2017 ê biryara rapirsiyê bi cî kir.

Heman rê anku encamdana referandumê li gelek welatên cîhanê hatine kirin, li hindekan jî dubare sêbare jî hatine kirin û her carê rêz li biryaran hatine girtin; ji ber ku çandek demokrat û demokrasiyek kara li wan welatan hebûye. Çek û Slovak bi biryarek weha û di encama rapirsiyê bi şiklek medenî ji hev cuda bûn. Li Qanada û Scotlandê jî bo zanîna raya gel heman tişt encam didin û kes êrişê kesê nake, rêz li biryara gel tê girtin û dinya jî xirab nabe. Xebata demokrasî û çanda wê bo pêkve jiyanê jî û bo cîraniyê jî gelek giring e, nabe ji berçav dûrbixin an jî mişemir (ihmal) bikin.

Pirsyar ev e, li Bakurê Kurdistan Kurd ligel xebata ji bona azadiya xwe çawa dikarin kar an jî piştevaniyê bo xebata demokrasiyê li seranserê Tirkiyê jî bikin, an jî çawa karîger dibin? Ev babetek giring e ku em serê xwe pê biêşînin, xemê jê bixwin. Bi wateya xwe ya rast hêzên demokrat hene ku beramber mafên Kurdan yên zeftkirî da berevaniyê bikin ku Kurd pişta xwe pêve girêbidin ew jî cihê pirsyarê ye. Ligel vê jî lazim e ev nebite asteng bo piştevaniya her pêngavek demokratîk ku berfirehiyê li qada siyasi peyda bike. Li vê derê ji gotin û sozan wêdatir ku em li ber çav bigirin bername û kiryarên li gor wê ne. Her yasa, qanûn ên ku li Tirkiyê tên derêxistin û kar pê tête kirin madem rasterast bandor li me û welatê me dike pêdivî ye ku gotina me jî hebe. Bi wan zagon û yasayan sirûşt û çanda Kurdistan tête talan kirin.

Hilbijartinên azad û demokratîk beşekî sereke û veneqetyayî yê demokrasiyê ne, ku wesa ye dengdan û deng jî cihekî taybet û diyar kirî yê xwe hene. Di encama dengdan da û rêjeya wan siyaset têne dariştin û peyrew kirin. Li berçavgirtina vê rastiyê, ji bo ku seng û bandora xwe hebe, Kurd lazim e xudan hêzek yekgirtî bin. Û bi vê hêza xwe beşdariyê di xebata demokrasiyê a seranser li Tirkiyê bike. Hingê dikarin encamên baş bistînin.

Niha di bin hukmê faşîst yê AKP-MHP da Tirkiye bi ber aqarek tarî û ne diyar ve diçe. Her wesa li der û nav xetimandinek li pêş e xuya ye ev rewş bo demek dirêj bi vî şêweyî nameşe. Bo derketin ji vê rewşê, nerazîbûn û dijayetiyek mezin heye li dijî vê hikûmetê.

Bo siyaseta Kurd ev derfetek mezin e ku di guherînek demokratîk da bigehine amancên xwe û mafên xwe yên neteweyî desteber bikin bi destûrek nû. Dixwazim carek dî bêjim ku, ji aktorên siyasî û gotinên wan wêdatir ya girîng bername û çespandina mafên Kurd e di destûra bingehîn da. Heke ne wesa be guherîna deshilatê û simayê nû, qîmetek nabe. Ya bingehîn alternativa dixwazin pêkbînin çi bername heye û heta çi radeyê îrade û pabendbûna wê pêve heye.

Partiyên muxalefeta serekî ku niha di meclisê da heyî û ew bereyê ku navê "tifaqa milllet" li xwe kirine derdekî wan yê wesa nîne, bernameyek zelal jî nîne bo guherîn û çareseriya pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyê; ku pirsa Kurd ya sereke ye. Tenê durxistina ji deshilata AKP-MHP û betal kirina pergala serokatiyê dixwazin û li piştevaniyê digerin. Herdu partiyên ku ji nava AKP ê veqetyayî ji nû ava bûn, Partiya Deva û Partiya Paşerojê di vê derbarê da heta niha tiştek ku bi dest bête girtin nîne.

Ev rewşa heyî derfetek mezin dide Kurdan ku rolek yekaliker bibînin û mafên xwe desteber bikin. Yekrêziyek berfireh ava bikin ku bikarin mudaxeleyî rewşê bikin. Ev erk li pêşiya hemî partiyên Kurdan in.

Blokek neteweyî bi bername û daxwazên xwe yên taybet dikare vê amancê pêkbîne.