Agirê Berxwedanê | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Agirê Berxwedanê

YazarResmi

Newroz ew cejna neteweyi ya kurdan e ku li hember hemî cure zilm û tedayê herdem rihê berxwedan û nûbunê vejandiye û nîşana zindîmana neteweyê kurd e. Bi giyanek neteweyî di her zirûfek da ronahiya xwe her geş û gurr belavkiriye.

Di her êrişek û tepeserkirinek ku neyarên kurdan xewna hindê dîtine ku wan kurd bêdeng kirine, ji hêz û taqet êxistine ku carekdî nikarin rabine ser piyan, bi ew giyanê ku Newrozê daye kurdan wek ji efsaneya Kawayê Asinger hatî kurdan xewn û xiyalên wan pûç kirine û nişan daye ku gelê kurd miletekî zîndiye û serê xwe çu caran neçemandiye û naçemîne. Jibo Azadî û jiyanek bi rûmet herdem liser piyan e. Vêca jiber hindê ye ku Cejna Newrozê bo wan buye cihê tirs û xofê, bervajî gelê kurd ku ewroj bi şahiyê pîrozdikin ew di kavlanê xwe da û ji şewqa agirê Newrozê dişewitin.

Dagirkerên Kurdistanê li beramber vê xweragiriya neteweyî, serida riya qedexe û tundiyê bikar aniye ku dîtin ev nebu dermanê derdê wan, berevajî wê giyanê xweragiriyê bi hêztir buye vêca destavêtinê ku xwe lê bikine xudan û bi şêwandina naveroka wê û çîrokên qelp liser Newrozê belavkirin. Di hemî sîma û cesteyê wê da xuya ye ku ev cure pîrozkirin dûrin ji wate û cewherê Newrozê. Ku gel ne tenê pûte pê nake, li dijî vê şêwandin û têkdana hebuna wê bi naveroka wê ya bingehîn û rihê wê yê rasteqîn Newroza xwe pîroz dike.

Newroz her weku bi wateya Nû Rojê anku Rojek Nû ya biserketina li dijî zilm û zordariyê û bilindkirina alayê azadiyê ku agirê Newrozê geş dibe; hevdeme ligel nûbuna sirûşt, xwezayê û despêkirina jiyana nû, di serê salek nû ya kurdi ye, ku îsal dibe 2721 ê ku 21 Adarê ye. Meha Adarê bi hemî rûyekê ve giringiyek taybet heye bo gelê kurd, ku jibilî despêka serê salek nû û bi Cejna Newrozê despêdike, gelek buyer û rudanên mezin di vê mehêda rûdane; nehametiyên  mezin biser gelê me hatine û despêka serkeftinên mezin jî di vê mehê da bûne û pêk hatine. Bi gotinek dî meha Adarê meha xweşî û nexweşiyan pêk ve ye bo gelê Kurd. Ev girêdana sirûştê jiyana kurdan û xwezayê pêkve ye ku Newrozê bi giyanê sirûştê jiyana kurdan girêdide.

Em vê pêkvebuyinê di hemî xasyetên kurdan da dibînin. Di seri da rihê berxwedan, xwe amadekirin bo jiyanek nû serbarê hemî zilm û teda, heta cilûbergên di poşin jî reng û xemla xwezayê dide der. Anku Newroz bi hemî rûyek ve nasnameya kurd bi xwe ye.

Di rabûn û rûniştin û têkiliyên civakî de jî roja vê cejna neteweyî Kurd hemî dilgiraniyên xwe didine aliyekî û wek roja aştewayî û giyanê birayiniyê qebûl kirine û dest dane hev. Silî û nakokî dane aliyekê, pêkve ev roja dîrokî pîroz kirine. Ji xwe Newroz tekane Cejna Neteweyî ye ku kurd hemî di yek roj (21 Adarê) da û bi heman giyan pîroz dikin.

Çawa ku diroka kurdan û Newroz pêkve girêdayine, pîrozkirina wê Cejna Neteweyî jî bi xweza û sirûştê jiyana kurdan ve jî girêdayî ye; jiber hindê ye di cihên sergirtî û tengeber da bicih nabe û di nava xwezayê da bi cilûbergên wek kulîlkan yên reng û reng, li serê her bilindahiyek bi hilkirina agirê azadiyê hatiye/tête pîrozkirin.

Newroza 2721 ê bi ew rihê ku Newrozê diyarî gelê kurd kirî, li hember Dehaqên vê serdemê em destê xwe carekdî bidin hev û em agirê berxwedanê gurr û geştir bikin; hemî rojên xwe bikin Newroz. NEWROZ Piroz  be!