Herêma Kurdistanê; Parastina deskeftan di navbeyna destûr û gefên derekî da | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Herêma Kurdistanê; Parastina deskeftan di navbeyna destûr û gefên derekî da

YazarResmi

Herêma Kurdistana Federe wek deskeftek neteweyî ya xewna sedan sali ya Kurdan, evro bûye amanca êriş û gefên mezin yên piralî. Cereyanên niha diqewimin bi şiklekê dişibin serdem û pêvajoya 11 yê Adara 1970 ku Kurdan mafê otonomiye b idestxistibû. Di encama rêkeftina şûm ya Cezayîrê (1975) da bûyer û rûdawên piştî wê qewimîn hêj li bîr in.

Iraqa Federal ya ku piştî heraftina hukmê Baas û diktatoriya Saddam, li ser bingehê; Şirîkatî, Tewafiq û Hevsengiyê hatiye ava kirin. Pabend bûna bi destûrê jî wek zaminê yekgirtina Iraqa nû hatiye qebûl kirin. Aliyê Kurdan bi van qewl û yasayan berê xwe dan Bexdayê û di ava kirina Iraqek nû da cih girtin. Ligel hemî hewl û niyetên baş yên Kurdan, deshilat û hikûmetên heta niha hatine ser kar yên Iraqê pabend nebûne bi destur û qewlên ku Iraqa Federal li ser hatiye avakirin. Di her derfetekê da kar kiriye ku deskeftên Kurdan ji nav bibin. Bo hinde jî destur binpêkiriye/dike.

Aktorê serekî yê vê rewşa li Iraqa Federal heyî Komara îslamî ya Îranê ye ku Iraq kiriye meydana alozî û ajawegêriyan bo cî bi cî kirina siyaseta xwe li navçe û Rojhilata Navîn. Berdewam dirust kirina qeyranan û hukmê milisiyê (Heşda Şeibî, Hizbullah û hwd.) Iraq ji dewletînî êxistiye. Ya ku li Iraqê serwer di esil da hukmê milîsan û komên çekdar yên ne yasayî ne. Ne serwerî ne jî serbixweyiya siyasî li Iraqê nîne. Ji ber hindê ye çi hikûmeta li Bexdayê ava bibe û bête ser hikum; bername û rêkeftinên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê imza kirî bi cih nayine.

Bêwate bûna hilbijartinê li Iraqê

Piştî her hilbijartinê ji bo avakirina hikûmetê û berdewamiya proseya siyasî aliyên Ereb berê xwe didin Kurdistanê û harîkariyê dixwazin. Peymanan û rêkeftinan ligel Hikumeta Herêma Kurdistan, Serokatiya Herêma Kurdistan, Perlemanê Kurdistan, Partiyên Kurdistanê imze dikin. Piştî demekê derdikeve ku çu deshilat û qîmeta wan Serokwezîr û karbidestan nîne û peyman û rêkeftin jî wek xwe nayêne bi cîh kirin. Demê Serokwezirîya Malîkî, Cehferî, Ebadî, Adil Ebdulmehdî, Kazimî ku ev herduyên dawiyê, Adil Ebdulmehdî û Kazimî qaşo ji yên pêşiya xwe maqûltir bûn û têgehiştinek baş hebû ligel pirsgirêk û mafên destûrî yên Kurdan û pêkhateyên dî. Her wesa İradeya çareseriyê nişan dida; ewan jî neşiyan, yan nexwastin bernameyên li ser lihev hatî peyrew bikin.

Di encama destêwerdanan de xususiyetek peydakirî di hikûmraniya li Iraqê heyî ew e ku kar bi encamên hilbijartinê nayê kirin. Liste an jî partiya di hilbijartinan da zêdetir deng wergirtî rê nayê dan erkê pêkanîn an jî ava kirina hikumetê bigire dest heke ne bi dilê aktorên herêmî û navdewletî be. Ev di bingeh da dûrî pîvanên demokrasîyê û serweriya dewletê ye. Di vê babetê da ji aliyekê hevrikiya Îran û Amerîka û welatên Rojavayî, ji aliyekê ve hevrikiya dewletên herêmî; Tirkiye, Erebîstana Siudî, Urdun, Qeter û Îranê heye.

Bo nimûne di hilbijartinên vê dawiyê yên 10 Çiriya 2021 ê pêk hatî Rewta Sedir ku Muqteda Sedir serokatiya wê dikir bi destxistina 73 kursiyan bibû yekem, Teqedduma Helbusî serokatiya wê dikir (niha serokê perlemanê ye) 37 kursî, Hevpeymaniya Dewleta Qanûn ku Malikî serokatiya wê dikir 33 kursî, PDK 31 kursî, YNK-GORAN 17 kursî, Hevpeymaniya Fetih ku Hadî Amirî serokatiya wê dikir (wek nûnerê Heşda Şeibî û Îranê) 17 aliyê Sunneyan hevpeymaniya Ezim ku Xemis Xencer serokatiya wê dikir 14 kursî bi dest xistibûn. Lê belê hikumet ne li gor van rêjeyan û kursiyan ji derveyî wan bi pêkanîna hevpeymaniyên nû û destêwerdanên dewletên herêmî û navdewletî pêk hat. Muqteda Sedir ma ji derveyî vê proseyê. Ji aliyekê ve zexta Îranê bi riya Heşda Şeibî û Şİeyan ji aliyekê ve zexta Tirkiyê bi riya Tirkomanan û Sunneyan, ji aliyekê ve Amerîka, welatên Ewropa û dewletên dî yên herêmî, di encama pêkanîna Çarçoveya Hemahengî hikumet pêkanî û Mihemed Şiya Sudanî wek berbijêrê wê bû Serokwezîrê nû yê Iraqê.

Taybetmendiyek dî ku berçav dikeve li Iraqê ew e ku kesê jibo Serokwezîriyê tête destnîşankirin û hilbijartin bê hêz e. Ji aliye hevpeymaniyek tête piştgirî kirin ku li ser hevsengiya hevrikiyan hatiye dirust kirin. Lewma deshilata wi kêm e û lawaz dimîne. Aqubeta hemiyan wek hev dibe; piştî demekê kes bi gotina wi nake, tête dorpêçkirin heta gefa kuştinê lê têne kirin (wek li Kazimî bûyî) û Peyman û rêkeftin li cihê xwe bê encam dimînin.

Serokwezîrê nû M.Şiya Sudanî jî niyetek baş nişan da, têgehiştinek baş ligel Herêma Kurdistanê heye. Îradeyek mezin nişan da bo çareseriya pirsgirêkan û hindek gav jî avêtin. Lê belê em dibinin heman senaryoyên berê bi serê wi jî tên û ne dûr e temenê serokweziriya wi jî zûtir biqede.

Zihniyet û hukmê serdest yê li Bexdayê ku hikumraniya Iraqa Federal dike dixwaze deskeftên Kurdan ji dest bike û statûya Herêma Kurdistanê nemine. Jibo wê her hêceta derdixe. Ku hêcetbir bû jî xwe ji êriş û tawanan nade paş.

Hikumetên li Bexdayê hatine ser kar, piştî cihê piyên xwe qayîm kirin bi taybet ji 2012 yê ve berdewam û bi plan destûrê binpê dike. Ewil rêjeya budçeya Herêma Kurdistanê ku di destura bingehîn da 17% hatibû diyar kirin daxistin bo 12% . Paşê bi hêcetên bê bingeh dest bi birîna pişka Herêma Kurdistanê kirin, û mafên gelê Kurdistanê yên di budçeyê da hatine pesend kirin jî nade Herêma Kurdistanê. Qutê gelê Kurdistanê dibire, ku ev jibilî binpê kirina destûrê tawanek mezin ya mirovî û rahihandina şere li dijî Herêma Kurdistanê û gele wê.

Her wesa paşxistin û hilpesartina çareseriya kêşeyên destûrî yên navbeyna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê wek; maddeya 140, yasaya petrol û gazê, pêkanîna lijneya Mehkemeya Bilind ya Federal, babetê serweriya Iraqê di warê emniyetî da, bûne sedemê bê aramî, alozî yê. Ji hemiyan giringtir dewleta Iraqê bûye meydana hesp bezandin û yekali kirina kêşe û nakokiyên di nava dewletên dagirkerên Kurdistanê. Êrişên muşekî û operasyonên leşkeri yên berdewam yên Tirkiyê û Îranê, bê aramiya li navçeyê gihandiye astek bilind û serweriya Iraqê bi giştî binpê kiriye.

Ev rewşa li Iraqê hatiye xuliqandin derfeta zêdetir kontrolkirinê dide Îran û Tirkiyê ku pêgehê Herêma Kurdistanê zeif bike û deskeftên neteweyî ji nav bibin. Di vê babetê da armanca herduyan yeke; ewa ku me di rapirsiya serxwebûna 25.09.2017 da ditî. Ev rewş her weha qada manewra û givaşên herdu dewletan firehtir dike ku tebayî û yekrêziya nav mala Kurd xirab bike.

Îran bi Lubnankirina Iraqê; hilawistina desturê, ji kar xistina dam û dezgehên fermî yên dewletê, li şuna wan hakim kirina milîsên çekdar û kontrola wê li ser idare kirina Iraqê siyaseta xwe dimeşîne. Û bi vê riyê dixwaze bigehe amancên xwe yên stratejik li Rojhilata Navîn. Bo hinde jî bi alîkariya grubên çekdar, Heşda Şeibî, dar û destekên xwe û aliyên Şîe yên girêdayî xwe, rê nade ku destur û yasa li Iraqê serwer be.

Givaşên Tirkiyê ligel operasyonên leşkeri, dagir kirina xaka Başûr zêdetir xwe di warê aborî da dide der. Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê û çavkaniyên ava ji Bakur diherikine Başûr û Besrayê û her wesa qebareya bazirganiya navbeyna herdu welatan da kartên karîger in di deste Tirkiyê da. Hem li hember Hikumeta Herêma Kurdistan hem jî li hember Hikumeta Federal ya Iraqê cüda cüda bikar tîne.

Bo nimûne biryara mehkemeya Parisê ya derbarê kirîn û firotina petrola Kurdistanê û mehkum kirina Dewleta Tirkiyê ya qerebu kirina Iraqê astengî û zehmetiyên van peywendiyan nişan da.

Li ser vê biryara mehkemeyê Tirkiyê ji 25 ê Adarê ve derê boriyên xeta Kerkuk-Ceyhanê girt û hinartina petrola Iraqê bo bazarên derve ragirt. Bi vê pêngavê rewşa aborî li Herêma Kurdistan û Iraqê xirabtir bû. Pêşiyê ev biryar bi dilê hindek aliyên şoven yên Iraqê jî bu ku Herêma Kurdistanê zêdetir tengav bikin da ku dest ji maf û deskeftên xwe berde û teslîmî Iraqê bibe. Li vêderê em bi bîr bînin ku Herêma Kurdistanê bi rêkeftin jibo çareseriya van kêşeyan; hemi dahatên petrol û gumirkan dane destê Hikumeta Federalî. Hikûmeta Federal ya Iraqê di heman dem da disa dest bi birîna budçeya Herêma Kurdistanê kir. Butçeya 2023 û 2024 ligel hinde ku hatibû pesend kirin jî, pişka ku bo Herêma Kurdistanê hatiba şandin asteng kirin. Heta niha jî bi gîrokirin û paşkeftinê wek xêr pêkirinekê muamelê dikin. Ji aliyekê ve hewl da Herêma Kurdistanê parçe bikin. Bi veqetandina parêzgehek yan diduyan qewareya Herêma Kurdistan ji nav bibin. Di beramber pêdana miaş û xerciyên dî yên Herêma Kurdistanê xwestin idareya çend parêzgehên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê ve girê bidin; ku ev ji holê rakirina statuya Federe ya Kurdistanê bû. Herêma Kurdistanê; bi Serokatiya Herêma Kurdistanê, Perlemanê Kurdistanê, Hikumeta Herêma Kurdistanê ev red kir û li dijî vê li berxwe da.

Ji dan û standinên navbeyna şandeyên Hikumeta Federal ya Iraqê û Dewleta Tirkiyê diyar dibu ku Tirkiyê vê derbarê da biryarek bi dile Bexdayê neda bû. Lewma li gor pisporên Iraqî Ji Adara 2023 yê zerer û ziyana ji ragirtina hinartina petrola Kerkuk-Ceyhanê pitir bûye ji ew meblaxê ku Tirkiye pê hatiye mehkum kirin. Ji ber hindê Serokwezîrê Iraqê M.Şiya Sudanî hewlek mezin dide ku meseleya şandina Petrola Kurdistanê bi riya boriya Kerkuk- Ceyhan dubare destpê bike.

Hewldanên Serokatiya Herêm û Hikumeta Herêma Kurdistanê ligel Hikumeta Federal ya Iraqê û Dewleta Tirkiyê bo çareseriya van kêşeyan bi evraz û nişîvî be jî berdewam in. Ya giring bi riya diyalog û têgehiştinê, bingehê berjewendiyên du alî serederî ligel vê dosyeyê kirine. Heke Herêma Kurdistanê bi hemî mueseseyên xwe ve bi yekdengi û hevgirtî kar bike dê deskeftên mezintir û mayînde bidest bixe.

Helwesta Amerika û Hevpeymanan

Piştî heraftina hukmê Baas li Iraqê û ava kirina wê wek dewletek Federal, Amerika naxwaze ku Iraq bikeve bin kontrol û deste Îranê. Siyaseta Amerikayê li Iraqê li gor vê amancê dimeşe û bi aşkira jî dibêje; me Iraqek yekgirtî û di nav de Kurdistanek bihêz divê. Her wesa Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî Daişê heman helwestek nêzîk ya Amerikayê heye; têkşikandina Daişê, istikrar û emniyet li deverê û Kurdistanek muesesî di Iraqek yekgirtî da. Hêz û çalakiyên van herdu aliyan li gor vê stratejiye dimeşin. Helwest û harîkariyên wan di vê çarçoveyê da ne.

Wek dizanin kontrola esmanê Iraqa Federal di deste Amerîka û Hevpeymaniya Navdewleti da ye. Hem jibo parastina hêzên xwe hem jî bo dabîn kirina serweriyek tam ligel Dewleta Iraqa Federal û beşekî wê Herêma Federe ya Kurdistanê çend Peyman û rêkeftinên stratejik yên ewlehiyê imza kirine. Li hember bezandina sînorên esmanî yê Iraqê bi taybet êrişên muşekî û dronan Amerika dixwaze sistema bergiriya esmanî bi biryara kongreyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê dayne. Vê yeke jî di çarçoveya weberhênanên Amerikayê li Iraq û Kurdistanê da dike. Jibo parastina wan berjewendiyan dike. Jibo dabin kirina budçeyê û sîstema bergiriyê bi biryara kongreyê mercên Amerikayê; qedandina paketa çaksaziyane li Herêma Kurdistanê ku bi piştevanî û çavdêriya Amerîka û Hêzên hevpeymaniya Navdewletî birêve diçe. Yekxistina Hêzên Pêşmerge di bin banê Wezareta Pêşmerge xala serekî ya van çaksaziya ne. Nehêlana asewarên du idareyi, yekxistina maliye, amade kirina desturê herêmê, azadiya ray diyar kirinê; azad kar kirina rojnamevan û çapemeniyê, encamdana hilbijartinan wek urfek kamil yê demokrasiye, parastin û desteber kirina mafên kêm neteweyan û çanda pêkvejiyanê xalên diyar yên vê çaksaziyêne ku Hikumeta Herêma Kurdistanê dane ber xwe. Lê mixabin heta niha bi encam negehandine. Hişyariyên di vi warî da têne kirin micid in û lazim e zû pêkbînin. Ev berpirsyarî li stûyê hemî hêzên siyasî yên Kurdistanê de ye. Di rêza ewil da ew hêz û partiyên ku di deshilatê de ne, hikumraniyê dikin û xudan hêzên bi çek in berpirsyar in. Nabe ji vê zêdetir pêvajoyê dirêj bikin ku ziyanê bigehînin proseya siyasî û deskeftan bêxin xeterê.

Rewş li Herêma Kurdistanê

Ligel kêşe û nakokiyên di navbeyna Hikumeta Herêma Kurdistan û Hikumeta Federal ya Iraqê; ku piraniya wan pabend nebûna Hikumetên Bexdayê bi Destura Bingehin in, êriş û gefên piralî yên herêmî heta astek metirsidar bilind bûne. Xeteriyên li ser têkdana statuya Herêma Kurdistanê micidtir bûne.

Di serdemê rûxandina hukmê Baas li Iraqê, wek aliyek çalak yê opozisyonê hêzên Kurd û qiyadeya siyasî ( Bereyê Kurdistanî) û hêza pêşmerge destê Kurdan gelek xurttir bu ji aliyên dî yên oposizyona Iraqî. Her wesa di amade kirina destûra nû ya bingehîn bo Iraqê nexşeyê Kurd diyar bû. Tişta wê demê ji deste Kurdan hatî; li gor hevsengiya hêzên navxweyî û herêmî kirin û ev destura ku niha heyî hat nivîsandin û 2005 ê da bi rêjeyek nêzîk 83% bi dengê gelên Iraqê hat qebûl kirin. Wê demê belku her tiştê, ku dil dixwast têda cih negirt, heta gelek gazinde jî dihatine kirin. Lê belê bi qewlê gotina şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo” siyaset hunerê mumkîn e” û di hevsengiya hêz û wan şert û zirûfên hingê da ev pêk hatibû. Niha ev Destûra Bingehîn ya Iraqê çeka ji hemiyan mezintir e di deste Kurdan da. Rast e hikumetên li pay hev ava dibin li Bexdayê pabend nabin bi destûrê. Di her derfetekê da dixwazin lawaz bikin, ji nav bibin. Ev destur e ku hebûna Iraqê û pêkve man a Kurdan ligel Iraqê temin dike.

 Li Iraqê ji aliye hindek hêz û derdorên şoven bi piştevaniya dewletên dagirkerê Kurdistanê berdewam hewlek mezin heye ku guherînê di desturê da bikin, di dawiyê da mafên destûrî yên Kurdan nehêlin. Erkê hemî hêzên siyasî yên Kurd li Herêma Kurdistanê, bi dam û dezgehên fermî ve li dijî vê bi yekdengî rawestin. Jibo vê Kurd li Bexdayê jî lazim e bi hêz bin, mercê vê yê serekî hemi aliyên Kurd bê ferq û cudahî li beramber Hikumeta Federal wek yek tîm kar bikin. Di dan û standinên ligel Hikumeta Federal û dezgehên fermî wek aliye Herêma Federe ya Kurdistanê pêkve kar bikin.

Piştî encamdana referanduma a serxwebunê (25.09.2017) û rudawên piştî wê qewimîn, Hikumet û Serokatiya Herêmê jibo parastina deskeftan, rû bi rû bûna kêşeyên têne derxistin di warê idarî û siyasi da dest bi bernameyek çaksazî (reform)yan kiribu. Ku ev bibû beşek ji program û karnameya kabîneya 9 ya Hikumeta Herêma Kurdistanê. Yek ji babetê serekî pirreng kirina dahatan bu bo geş kirina aboriyê. Ku tenê pişta xwe bi dahata neft û gazê girênedin. Ji ber ku ev sekter bê destûrî û qanûnî bi şiklek siyasî li beramber Herêma Kurdistanê wek zextek bikar tê anîn. Bi vê mebestê jibo weberhênanên biyanî karasanî û guherinên hewce yên yasayî hatin kirin. Her wesa bernameyek bo yekxistina hêzên pêşmerge, dayina deshilatên zêdetir bo parêzgeh û rêveberiyên xwecihî, amade kirina destûrê hwd. Mixabin heta niha ev bername bi qasê pêwist û hêviya jê dihate kirin bi cih nehatiye. Ev kêmasî, xemsariyek mezin e ku bûye cihê nîgeraniya gel. Tehemûla gel jî û ya dost û piştevanan, ya dam û dezgehên navneteweyî û hêzên hevpeymanan gehandiye xala dawiyê. Ev babetê hestyar û stratejik nabe bibe qurbanê berjewendiyên hizbî.

Proseya siyasî û hilbijartinan jî li Herêmê bê pirsgirêk nîne. Gelek caran aliyên beşdarê Hikumetê ji ber problemên siyasî yên nava partiyên xwe da, karê hikumetê radiwestînin. Ev tekil kirina problemên di nav partiyên siyasî û karê Hikumetê dibine sedemê lawaz bûna proseya siyasî, kar kirina hikumet û bicih anîna xizmet û berpirsyariyan. Di dawiyê da valahiyê bo destêwerdanên derekî durist dike. Ji ber rewş û pêşhateyên li Iraqê heyî /têne pêş ( Şerê Daiş, Qeyranên siyasî yên nava partiyên Şîe, Sunne li Bexdayê, valahiya deshilata li Bexdayê) ku bandor li ser proseya siyasiya Herêma Kurdistanê jî dike, karîgeriyek neyînî li ser encamdana hilbijartinên herêmê jî dike. Ligel nakokî û hevrikiyên siyasî yên navbeyna partî û aliyên Kurdistanê jî gelek caran hilbijartin di deme xwe da nayêne k00irin. Ji bo boşahiya yasayî peyda nebe bi rêkeftin û biryara Perlemanê wadeyê hikumetê tête dirêjkirin. Her çend ev biryar bi rizaya hemi aliyên berpirsyar bête dan jî; di gelek warên yasayî û qanûnî da dibe sedemê pirsgirêkan. Biryar û raspartinên hindek komîsyon û organan; Wek komisyona hilbijartinan, hilbijartina endamên wê komîsyonê dibe cihê gengeşe û ji hev dûrketina aliyan û kar bigehe asta xetimandina proseya siyasî. Jibo çareserî û derbazbûna ji vê rewşê serî li rê û rêbazên cuda cuda, hevdîtinên çend û çend qolî tête dan. Ji derveyî Perleman, Hikumet, organên hikumî razî kirina partî û hêzan tête dan. Bi vê wesîleyê pêvajo dirêj dibe. Şert û mercên ku peywendî bi babetê ve nebin cihê esasê meseleye digirin. Xelk tûşî bêhêvî bûnê dibin. Kêşeyên ku ligel Hikumeta Federal ya Iraqê heyin û li benda çareseriyê ne, bi zerera gelê Kurdistanê dibin. Ji bilî van destê fitne û fesadê dirêjtir dibin.

Encamdana hilbijartinan di wextê xwe da gelek giring e. Ji bilî rewşek taybet (dewlet di şer da be) rê neyê da ku hilbijartin paş bikevin. Hêvîdar in ku ew adetê dirêj kirina temenê hikumetê ji niha û pêve dawî lê bêt. Di vê çarçoveyê da encamdana hilbijartinên Perlemanê Kurdistanê ku biryar li ser hatiye dan (25.02.2024) zeruretek e.

Biryar hatiye dan ku 18.12.2024 ê hilbijartinên Encumenên parêzgehan li Iraqê bikin. Berî hilbijartinên Perlementoyê giring e ku aliyên Kurd hevdengî û tebayiyekê din ava xwe da çêbikin bo wan hilbijartinan. Bi taybet li Kerkûk û wan navçeyên dî yên Kurdistani yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane. Ev jibo asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê, jibo parastina deskeft û statûya Herêma Kurdistanê gelek giring in.

Kar û çalakiyên leşkeri yên Îran û Tirkiyê sedemek dî yên aloz kirina rewşê ne li Herêma Kurdistanê. Hêcetên van herdu welatan xilas nabin. Pirsgirêkên xwe yên navxweyî dibine wêrê. Serweriya Iraqê binpê dikin. Û Hikumeta Federal ji bilî şermizar kirin û nerazîbûnek kiz ya dîplomatîk tiştekî ji dil nake. Helbet amanc û mexsedek wê heye ji vê; Hikûmeta Federal ya Iraqê hewla zêdetir kontrol kirina esman û zemînî ya Herêma Kurdistanê dike. Ev babetê aloz jibo Herêma Kurdistanê bûye serêşiyek mezin. Lazim e bi hestyarî serederî ligel vê meseleye bête kirin.

Babetek dî yê giring di vê meseleyê da parastina kampên sivîl yên koçberan ku di bin mesuliyeta NY û herdu Hikumetên Federalî û Federe da ne. Rêgirtin li ber êriş û cinayetên siyasî erkê wan in. Hişyarî û pêgiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê di vi wari da dê bibe bendek bihêz li beramber gef û destêwerdanên ku aramî û ewlehiya Kurdistanê dikine amanc.

Di dawiyê da Herêma Kurdistan li beramber gef û êrişên ku hebûna wê dikine amanc, ji her demekê zêdetir kar bo yekrêziya nav mala Kurd bike. Jibo seqamgîriya siyasî, proseya siyasî li herêmê qewîtir bike. Lezê bike di warê çaksaziyên dane pêşiya xwe rojek berê bi encam bigehîne, serweriyek muesesî ava bike.

Jibo bergiriya mafên destûrî di proseya siyasiya Iraqêda zêdetir çalak bûn, li beramber Bexdayê wek aliye Herêma Kurdistan yek helwest bûn zaminê serketinê ye. Parastina deskeftan jî, têkbirina êriş û gefan jî bi vê mumkîn e.

Wextê min ev nivîsîn amade dikir xeberê bûyera li Kerkûkê hat bihîstin; hêzên eskerî, Heşda Şeibî êriş kirine ser xelkê sivîl yê Kurdên li wi bajarî. Bi xem û kesrek mezin xeberê şehîd û birîndar bûna Kurdan hat. Bi tundî vê êrişa çepel mehkûm dikim.

Di vê buyerê da carek dî hat dîtin ku hêzên çekdar yên ne yasayî, milîsên Heşda Şeibî çende zal in li ser hikumraniya Iraqê, ku ferman û biryarên Hikumeta Federal nasnakin. Jibo ajawe û têkdana ewlehiyê çi xeterek mezin in. Ew hêzên qaşo ewlehiyê diparêzin li beramber komên milis, ajawegêr ku riya navbeyna Kerkûk-Hewlêr 5 roj bûn daxistibû bêdeng bûn, li beramber nerazî bûna vê rewşê jibo vekirina riya Kerkûk- Hewlêr û sitema li Kurd tête kirin bi xwepêşandanek aştiyane daxwazên xwe dikirin, gule li xelkê sivîl yên Kurd reşandin. Ev ji bilî binpê kirina desturê; ku dibêje nabe hêza eskerî li beramber xelkê sivîl û di meseleyên siyasî da bête bikaranîn, beşek ji plana hewlê zeftkirina mafên Kurd û nêhêlana qewareya Herêma Kurdistanê ye. Nêzîk bûna hilbijartinên Encumenên Parêzgehan meramek dî ya li pişt vê êrişê ye ku beşdariya Kurdan li van navçeyan asteng bikin. Bersiv û helwesta Kurdan li gor vê nexşeyê dê vê hewl û bê dadiyê jî pûç bike.