Gelo Gefên Mezin Bo Rêkeftinek Mezin e | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Gelo Gefên Mezin Bo Rêkeftinek Mezin e

YazarResmi

"Daçemyana berê mezin ne jibo lêdanê ye"

Ev gotina pêşiyan gelek xweş li qewimandinên van dawî yên ku li Rojhilata Navîn dibin tê. Bi hatina sala nû (2020) jî şer û aloziyan çu ji xwe kêm nekir; berevajî wê hema di despêka rojên ewil da bi kuştina fermandeyê Supayê Quds Qasim Sûleymanî û fermandeyê heşda şeibî Ebu Mehdî Mûhendis ji aliyê Amerîkayê ve li Iraqê, û helwesta Komara Îslamiya Îranê û hevpeymanên wê yên li navçeyê nîşana hindê ne ku bo demek dirêjtir dê ev şer û hevrikî, bo amancên diyar kirî bi qonaxên nû û berfirehtir berdewam bin.

Wek tête zanîn Qasim Sûleymanî kesekî diyar yê birêvebirina siyaseta Komara Îslamiya Îranê bû di navçeyê da bo hinartin û bicih kirina şoreşa îslamiya Îranê. Karê diyartir jî jibo vê mebestê, danana sengerê parastina Îranê ji derveyê Îranê bû. Sexmerata (jibo xatir) vê çendê ji Efqanîstan û Pakîstanê bigire heta bakûrê Efrîka û hemû deverên Rojhilata Navîn kiri bûne meydana çalakiyên Îranê. Di vî warê da serwet û heyiyek zêde ya Dewleta Îranê xerc kir. Ku li navxweyê Îranê jî bibû cihê nerazîbûna gelên Îranê bi xwe jî.

Serbarê van hewlên hemiyan jî serkeftinek ku dihate amanc kirin bi dest ve nehat. Bo van amanca navê wî di nav gelek kiryarên terorîstî, alozî û destêwerdanên jibo nearamiyê da hebû. Kuştina Qasim Sûleymanî û hevalên wî peyamek rohn û aşkira bû bo paşve birina vê siyaseta Îranê ku Amerîkayê dayê.

Di beramberê vê bûyerê da, helwesta Îranê û asta dijkiryara wê jî balkêş bû; di havilgerma bûyerê da banga tolvekirinê, gef xwarina derêxistina Amerîkayê ji navçeyê û peşêman kirina wê û hevpeymanên wê û rakirin û veşartina meytê Qasim Sûleymanî bi girseyî û di dawiyê da êrişên bo ser çend bingehên serbazî yên Amerîka li Iraqê nîşan da ku, hem Îran ne xudanê wê tuwanaya wan şîarayê ku bilind dikir, hem jî ne xwazyarê hindê ye ku rewşê bi vê şêweyê pêşda bibe. Û ev hemû jî bi zanebûn dikir, ku jibo xwe sedemên wê hebûn; ku amancên stratejik li ber e.

 Heke em behsa hindek ji wan sedem û amancên wê bikin; rewşa wê ya siyasî û aborî ku di encama dorpêçên li ser, ketiye halekî gelek xirab ku karbidestên Komara Îslamiya Îranê bi xwe jî lê mikur tên û nikarin veşêrin. Ligel hindê jî nerazî bûna navxweyî jî di astek bilind da ye; ku zû bi zû navemire. Disa daxwaza dirêje pêdana bernameya çeka navikî, bo vê mebestê dîtina derfetê vekirina dergehê guftugoyê û careke dî vegera danûstandinê.

Herwesa jibo tepeser kirina xelkê sûd wergirtin ji hestê piştî kuştina Qasim Sûleymanî peyda bûyî û ji hemiya giringtir, di rewşek weha da qewimîna şerek yekcarî da tirsa hilweşandina rejima melayî û ji dest dana hevpeyman û pêgehên xwe ku li navçeyê avakirî û avabûna dewleta kurda ye.

Jibo xatirê van sedem û amanca, nexasim bo evên dawiyê, di tengaviyek wesa da dê amadeyê hemû tenazûl, paşve gav avêtinê bibe. Ku dîroka wê ya dewletî gelek caran ev selmandiye. Ku hewce bû "dê firek dî ya jehriyê bi niyeta şerbetê vexwe". Bi baweriya min ev hemû bûn sedemên hindê ku Komara Îslamiya Îranê nikarî ji vê wêvetir pêşve biçit.

Ji aliyê dî ve bi baweriya min, Amerîkayê jî nexwast rewşê zêdetir têkvede. Biryara Meclisa Nûneran ya ku asteng kirina biryardana şerekê li hember Îranê ji aliyê serokê welat Trump ve, bi serê xwe nişaneke diyar e. Herwesa bi merc xwazyariya dan û standinên di warê rêkeftina çekê navikî de û bi mercê pabend bûna Îranê bo ewlehiya Îsrayilê û berjewendiyên aborî yên xwe Amerîka jî naxwaze niha bikeve şerekî yekser ligel Îranê û dixwaze bo demek dî rewşê li gor xwe îdare bike. Ji xwe gelek caran Amerikayê daye xûya kirin ku amanca wê ne guherandina rejimê û rûxandina wê ye. Ev jî ne tiştek xerîb e bo Amerîkayê. Çinkû bazara firotina çekên cûr bi cûr bo welatên Ereb ku qebareya wan bi milyar dolaran e hewceyî bi hebûna Komara Îslamiya Îranê heye ku dibe gef bo ser wan welatan. Di encam da bo berjewendiyên xwe Amerîka dikare bo demek dî çavê xwe li dirêj kirina temenê Komara Îslamiya Îranê bigirît.

Pêşhateyên li navçeyê çend bi lez bin, hind jî aloz in. Cihê dost û dijmin zû têne guhertin. Carna aliyek li cihekê dost be li cihek dî dikare bibe dijmin yan jî asteng li ber berjewendiyên hev, û berevajiyê we jî. Li cihê şerê bi wekalet dimeşin û berjewendiyên dayîm hebe ev êdî  diyarde ye. Nimûneyên berçav jî rewşa niha ya Sûri û Îraqê ne. Her wesa ev herdû welat wek kilîla çareseriya kêşeyên herêmê lê hatine. Wesa xûya dike ku çareseriya kêşeyên li van herdu welatan dê qedera Rojhilata Navîn hemûyê diyar bike.

Jeo politikiya Iraq û Sûrî jibo asteng kirina tevnê kevana Şîe gelek giring in. Lewma yek bê yekê nabine cihên aram.

Ji ber hindê hemahengiya hewlên çareseriya mafên kurdan li herdû beşên Kurdistanê; li Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê giring e. Bê guman rewşa herdu beşên welêt ji hev cuda ye. Lê lazım e ev nebite asteng bo hemahengiya kar û rê nedinê bargiraniya bo ser hev.

Piştî seradana cigirê wezîrê derve yê Rûsyê û nûnerê taybet yê Vilademir Putîn bo karûbarên Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov di dawiya meha Kanûna paşî ya îsal bo Hewlêrê û hevdîtinên ligel Serokê Herêm, Serokê Hikûmeta Herêm û serok Mesûd Barzanî pêk anî. Ku hat ragihandin, rewşa Sûrî bi giştî û ya Rojavayê Kurdistan û nigeraniyên derbarê rewşa gelê kurd û çareseriya kêşeyê hatiye kirin; lez û beza êrişa Tirkiyê bo ser İdlib û dorberên wê jî balkêş e. Guman têda nîne ev zîrekiya ku Tirkiyê nîşan dide ji tirsa her deskeftek Kurdan e ku li Sûriyê bidest bêxin. Bi vê rewşa heyî ne rêkeftina Astana ne jî ya Soçî êdî nemane. Bi tenê bo çareseriyek siyasî ku hemû alî li ser hevdeng in hewlên civînên destûrî yên  Cenewê ne. Û hewlên beşdariya Kurdan bi yekdengî hêviyên xurt peyda kirine; ku Rusya jî daxwaza yekrêziyê ji aliyên kurdan kiriye; têra harbûna dagirkeran kiriye.

Piştî aloziyên li Îraqê derketî, xwenişandan, dest ji kar berdana serokwezîr Adil Ebdulmehdî, û bûyera kuştina Qasim Sûleymanî û Mehdî Mûhendîs û di encam da herî dawî biryara Parlamentoya Îraqa Federal ya derbarê derêxistina hêzên biyanî ji Îraqê bi taybet yên Amerîqa yê nigeranî zêdetir kirine. Ji bo kurdan dergehê derfetan jî û yên xeteran jî li ser deskeftên neteweyî vekirine. Li vêderê da helwest û biryarên Hevpeymaniya Navneteweyî û bi taybetî ya Amerîqa jibo şerê li dijî DAİŞ ê û mayina wan li Iraqê bo Herêma Kurdistanê gelek giring e. Gerçi Amerîqayê daye xûya kirin ku dil tê heye erkên xwe yên li Iraqê ligel NATO yê bi rêve bibe, daxwaz ji NATOyê kir ku ew zêdetir rol û berpirsyarî bidete ser milên xwe. Ku biryarek bi vî rengî li ser helwest û têkiliyên Tirkiyê ligel Iraqê dê bandora wê hebit; ji ber ku Tirkiyê endamê NATOyê ye. Ev yek dikare Tirkiyê binite ber duryanekê jî.

Lê belê helwest û biryarên hikûmeta nû ya Îraqê (heke hilbijartin bêne kirin û ava bibe) li beramber biryara Parlemena Iraqê ku bo derêxistina hêzên Amerîqa wergirtî, dê ye diyarker bit li ser helwest û biryarên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîqayê.

Ji bo kurdan ya lazim disa yekrêzi û aştiya navxweyî ye.

Di têkilî û serederiya ligel kêşeyan da peyrewa siyasetek maqûl e. Herwekî di vê gotina şehîdê nemir Dr.Abdulrehman Qasimlo da diyar e " siyaset hûnerê mûmkin e" em ji bîr nekin.

11.02.2020