Babetê serweriya Iraqa Federal û parastina deskeftan | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Babetê serweriya Iraqa Federal û parastina deskeftan

YazarResmi

Wek her welatek xudan îrade, ji bo İraqa Federal jî mafê serweriya welatê xwe heye ku biparêze. Ji bo aştiya navxweyî, pêşkeftina di warên cuda cuda yên jiyanê û seqamgiriya siyasî ev şertek bingehîn e.

Di rastiyê da piştî heraftina hukmê Baasê û avakirina İraqek nû ya Federal, mirov neşê bibêje ku dewletek serwer û girêdayî destûrê ava bûye. Ji ber van kêmasiyên xwe alozî, nakokî û şer jê xilas nebûne. Beşek mezin yê neseqamgiriyê ji vê ye. Bi taybet helwest û siyaseta derheqê Herêma Kurdistana Federe da.

Piştî hinde qeder ziyan û malwêraniyan bo beşek mezin yê gelê İraqê bi taybet ereban ev rastiye zelaltir bû. Lewma roj bi roj nerazîbûn li beramber gendelî, bêkarî û xizmetguzariyê zêde bûn. Xwe nîşandanêd girseyî dihatine rêkxistin. Bê hêviyî gehiştibû asta herî bilind. Bê bawerî ji siyasetê û di encama van hemiyan da çareser nekirina kêşeyên destûrî (cî bi cî nekirina destûrê, bi taybet bendên ku bi Herêma Kurdistana Federe ve girêdayî) yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta İraqa Federal İraq anîbû ber du bijardeyan anku duriyanekê; an ber bi avabûnê ve gavan bavêje, an jî rû bi rûbûna hilweşînek yekcarî bibe.

Di encama derketina vê rastiyê da hewlek bo çareseriyê û vegerandina baweriyê, biryara encamdana hilbijartinek pêşwext hate dan, ku dûr be ji destêwerdan û sextekariyê. Bi dabînkirina amûrên elektronîk yên pêşketî, bi çavdêriya UN û gelek welatên Ewrupî û herêmî hilbijartin li 10.10.2021 ê hatin kirin. Ev hilbijartin li gor yên berê, dîsa li gor raporên çavdêrên biyanî heta radeyek bilind dûrbûn ji sextekariyê. Her wesa ji aliyê jêk cudakirina dengan û ragihandina encamên berahiyê jî cudatir bûn ji yên berê; ku di wextek kurt da hatibûn belavkirin.

Ligel ragihandina encaman nerazîbûn û gefên mezin ji aliyê grub û partiyên dengên wan kêm bûyî, bi taybet hêzên milîsên şîe ku bi ser Îranê ve bûn hatin kirin. Ji daxwaza betalkirina encamên hilbijartinê heta hewla kuştina serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî gelek tişt hatin ceribandin. Lê wesa diyare ku ev hewl û gef hemî nebûn dermanê siyseta destêwerdana hukmê milîsan, di rastî û bingehê da yê Îranê.

Ji ber ku encamdana hilbijartinê bi serê xwe deskeft û serketinek bû jibo nehêlana hukmê milîsî, berdewamiya pêvajoya siyasî û rêgiriya destêwerdana derekî. Xuya ye ev zerbekî mezin bû bo Îranê ku dibe asteng li ber projeya temamkirina hîlala şîe.

Îranê stratejiya xwe li ser xurtkirina pêgehê xwe li İraqê û navçeyê bi riya hukmê milisên girêdayî xwe danaye. Ji bo gehiştina amanca xwe ya hîlala şîe berdewam dirustkirina qeyran, alozî û sazkirina ajawe karek esasî yê wê ye ku ev siyaset li Lubnanê avakiriye û dixwaze li hemî navçeyê belav bike.

Di beramberê vê siyaseta Îranê li İraqê Amerika û  hevpeymanên xwe ji bo kurtkirina destê Îranê di İraqê da û pêşîgirtina bihêzbûna wê; siyaseta İraqek yekgirtî û di nava wê da herêmek bihêz ya Kurdistanê peyrew dike. Bi gotinek dî siyaseta ragirtina hevsengiyê dimeşîne. Ev siyaset heke ji bo wan berjewendiyên wan parastibin û heta radeyek jî li beramber Îranê serketibe jî; gelek caran bûye rêgir li ber daxwazên kurdan yên, bi dirêjahiya dîrokê xebat bo kirî û qurbaniyên zêde dayîn; berçavtirîn nimûne helwest û siyaseta li beramber Referanduma serxwebûnê li 25.09.2017 bû.

Piştî karesata li 16 yê Oktobera heman salê rû dayî, Îran û darûdestekên wê yên li İraqê bo xwe bi derfet zanî ku bi êriş û têkdana aramiyê deskeftên kurdan bi yekcarî nehêlin. Bo vê amancê gelek êrişên neheq anîn ser Herêma Kurdistan û dam û dezgehên wê. Li kêleka êrişên leşkerî û terorîstî, bi riya ew hukmê ku li İraqê xuliqandî di warê yasayî û malî da zext û dorpêçên aborî li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde kirin. Bi şêweyek aşkira destûra bingehîn ya iraqê binpê kirin û xwestin proseya siyasi ya İraqê betal bikin.

Lê belê bi siyasetek hekîmane û xweragiriya xelkê Hêrêma Kurdistanê li beramber van êrişan, rê nedan ku ew plan û proje biserkevin. Herêma Kurdistan di berevanîya mafên xwe yên destûrî û parastina deskeftên xwe şiya li ser rewşê zal bibe. Ew dorpêç û êrişên li ser xwe şkandin; çi di warê dîplomasiyê, siyasi, leşkerî û heta radeyek jî di warê aboriyê da. Di heyamê birîna bûtçeyê, pandemiya Corona û qeyranên dî şiya dirêjiyê bi kar û barên xwe bide. Li kêleka vê ji bo derketina İraqê ji van qeyranan û berdewamiya proseya siyasî rolek giring hebû di encamdana hilbijartinan. Eve bû ku carek dî izbatkirin ku Herêma Kurdistan xwazyarê çareseriyê ye di çarçova destûrê da. Her wesa bo hemî aliyan derxist ku bê Herêma Kurdistan nikarin tiştekê bikin.

Wek her carên berê vê carê jî Herêma Kurdistan, bi serokatiya Herêm, Perleman û Hikumeta Herêma kurdistan destê harîkariyê dirêj kir bo Hikumeta Federal da ku hem İraqê ji qeyranan xilas bikin û serweriya welat vegerînin bo xelkê İraqê, hem jî kêşeyên mane hilawîstî yên navbera Herêma Kurdistan û İraqa Federal bi riya aştiyane di bingehê destûrê da çareser bike.

Li beramber vê niyaz paqijî ya Herêma Kurdistan, ji aliyê hukmê Bexdayê ve her kêşe hatine duristkirin û wexta xwe bihêz dîtine jî her tişt ji bîr kirine, destûr daye aliyekê û eriş kirine ser Herêma Kurdistanê.

Piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinê, ku alîyên bi ser Îranê ve şkestinek berçav xwarî vê carê jî hewl dan ku nehêlin hikumetek nû pêk bê û bi vê riyê dirêjiyê bidin deshilata xwe ya ne yasayî. Hemdem ligel hevdîtinan ligel aliyên şiê û sunne yên iraqî bi hevdîtinên cuda ligel aliyên kurd bi mebesta derzkirina nav mala kurd, bi riya Dadgeha Bilind ya Federal xwestin vê proseyê ji binî hilweşînin. Biryara Dadgeha Bilind ya Federal ku derbarê yasaya neft û gazê dijî Herêma Kurdistanê day, di eslê xwe de jibo nehêlana statûya Federe ya Herêma Kurdistanê ragihandina şer e. Wek gelek babetên destûrî yên dî ku nehatine safîkirin yek jî ev yasaya neft û gazê ye. Hêj yasaya neft û gaz li gor destûra nû ya İraqa Federal ku piştî heraftina hukmê Baas nehatiye derxistin. Hêj kar bi yasaya kevin tê kirin. Wate hin alî xewna serdema Baasê dibînin, destûr û rastiya niha qebûl nakin; ku İraqek Federal û Herêma Kurdistana Federe heye. Bi zelalî diyare ku Dadgeha Bilind ku navê  Federal li ser e haşatî li avabûna xwe jî dike. Hikûmeta Herêma Kurdistan berdewam daxwaza derxistina yasayek nû ya neft û gazê kiriye, lê aliyê Bexdayê xwe nedaye ber vê babetê. Li şûna vê pişta xwe daye yasaya serdema berê ya hilweşandî. Herêma Kurdistan di çarçoveya Destûra Bingehîn li gor qanûn û mafên destûrî kar bi neft û gazê dike.

Gelek aşkira û zelale ku amanc ji vê hewla bi riya Dadgeha Bilind ya Federal ji holê rakirina statûya Herêma Kurdistanê ye.

Aliyê kurd bi yek deng û bi şêweyek tund lazim e li beramber van êriş û hewlên têkder bisekinin. Ji bo vê yekrêzî û yek girtin ji herdemek ferztir e. Çi di proseya hilbijartina Serokkomar be çi di wergirtina wezaret û postên dî yên hikûmetê da be nehêlin/rê nedin bingehê hebûn û deskeftên neteweyî bêne têkdanê .

Bi dîtina min bûyer û pêşhateyên li navçe rû didin, şerê di navbeyna Rusya û Ukrayna û pêşbîniyên encama ev şerê heyî; ku qeyranek mezin ya aborî li temamiya cihanê, dest guherîna bazara çavkaniyên aborî û xwezayî sedemek dî yê lezkirina derxistina vê biryara dadgehê ye ku Îran li pişt e.

Tirsa rudana şerek nûklerî ku Rusya jî xudanê van çekaye, wesa kiriye ku li beramber Rusya dudiliyek peyda bibe ji êrişek serbazî ya raste rast. Ev yek jî bûye paldanek ku Îran berdewam bibe li ser bernameya xwe ya atomî. Û biçi qîmetek bibe vê çeka hanê bi dest bixe. Her wesa vê meseleyê bo xwe derfetek dibîne ku xwe ji dorpêçên aborî xilas bike, an jî sist bike. Bûha bûna nirxê petrolê û hewcehiya bi gaza sirûştî wek du kartên bihêz di destxwe da dibîne ku kar pê bike û di destxweda bigire.

Berê bi riya hêzên milîsên girêdayî xwe êriş dibire ser hêzên Amerîka, Hevpeymaniya Navdewleti ya Şerê li Dijî Daişê li İraqê û bingehên wan yên li Herêma Kurdistan û cihên stratejîk yên Herêma Kurdistanê wek firokgeha navdewletî ya Hewlêrê û cihên sivîl. Haşatî dikir ku li pişt van êrişan be yan dest li gelda be. Niha bi şêweyek raste rast êrişî ser Herêma Kurdistan dike; cihên sivil û navenda televizyona K24 dike amanca çekên balistik (13.03.2022) û vê bi dengek bilind jî dibêje. Ev hemî li bin sîbera van pêşhateyên li navçeyê pêk tên û ji tirsa egerek guherînên mezine ku bi rêve ne.

Parastina seqamgîrî û vegerandina serweriya İraqê bo xelkê wê, çareseriya destûrî ya kêşeyên di navbira Hikumeta Herêma Kurdistan û Hikumeta Federal; dê aştî û aramiyê peyda bike ligel çanda pêkvejiyanê dê deskeftên neteweyî jî qayîm bike.