Hêza Gel | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Hêza Gel

YazarResmi

Ji despêka sala 2020 ve cihan bi bela, felaketek bi navê COVİD 19, anku Qoronayê rû bi rû bûye.

Ev şewba, wîrûsa qorona jiber taybetmendiya xwe ya vegir û belav bûna bilez, tirs û gefek mezin li ser jiyana mirov dirust kiriye. Ligel vê jî mirovahî xistiye ber ezmûnek ku derencamê wê her dîsan ew bi xwe ye.

Pergala ku bi navê "Sazumana Dinya Nû" dihate nasandin ku serçaviya wê sistema kapitalist e, hemu çavkaniyên jiyanê jibona kar, çavnebarî û çavbirsîtiyek xwe ya bê hed herimand û tal kir.

Mirov dikare bibêje ku rewşa heyî qeyranek mezin e bo vê sazumana kapitalistî û derfetê dergehek nû ye bo ava kirina jiyanek bi rumet, jîngeh û mirovdost, bi her awayî ve azad.

Bi kurtî vê qoronayê gelek tişt liber çav ron kirin.

Gengeşî û pêşbiniyên jiyana piştî qorona, an jî ligel qorona dê çawa be, mijarek sereke ye.

Bê guman encamêd xwe dê li ser jiyanê hebe;di warê hilberîn,weberînan û têkiliyên civakî û jiyana rojane da dê bandorên giring derêxe pêş. Ji niha da astengiyên kar kirin û derfetê ditina kar û xebatê bo debara jiyanê derketine pêş. Asta hilberînê kêm kiriye, ku ev rewş dibe sedemê lawaziya aborî û qeyran dirust dike.

Her wesa bandor li ser têkiliyên civakî, çand û dan û standinên rojane da kiriye, ku di encam da rê li ber têgehiştin û ferhengek nû vedike; ligel ya berê ku heta niha di jiyanê da cihgirtî, ferq û cudahiyê peyda dike, heta di hindek waran da nakokiyê pêk tîne. Ev jî jêderek dî ye bo guherînê.

Ligel belavbûna wîrusa qorona, ku heta niha jibo xweparastinê, karentîne kirin di pileya yekem da wek bergiriyek bihêz derketiye/derêxistiye pêş, wesa kiriye ku cihana dijitalî ji bo piraniya welatan (bi taybet ewên ku di warê teknîk û zanistê da baş pêşneketî bûn) ehtimal bu ku derengtirê bikeve jiyana mirovan, bi berve anî, zûtir kir. Ev bi serê xwe di warê gehandina xizmet û pêdiviyên jiyanê da û gehiştina serçavên aboriyê da rêxistinek nû ligor xwe dê biafirîne.

Di heman dem da ev rewşa nû wesa kiriye ku mirov hest bi hevxemî û hevderdiya hev bike. Ji ber ku ev belaya qorona bûye bela serê hemu alemê û çîn û tebeqeyan, ku pêkve ji ber dinalin. Û berjewendiyên hev têxe xeterê. Kes nikare bibêje ne xema min e; jibo ku xwe jê biparêze mecbûr dibe di hawarê biçit, harikariyê bike.

Ev têgehiştin û hestê berpirsyarî ya harîkariyê dibe ku bibe bingehê têkoşanek seranserî ya xebatek destecemî li hember zordarî, çewsandin û bê edaletîya civakî. Ew eniya ku heta niha li hember kedxwariya sermayeya global pêk nehatî, bi şêweyek dî pêk bêt.

Di serdemê pêşketinên zanistî, hişyariya civakî ligel şert û mercên îro da îslama siyasi bi ber lawaziyê ve diçe. Bi belav bûna qoronayê, di çarçoveya hewlên xwe parastinê ji nexweşiyê û bo silametiya mirovan, dadana dergehê cihên qerebalix û navendên olî, curekî xwe guncandin e ligel zirûfê heyî, pêş ku di erdnigariya wan welatan da pirs û pirsyaran zêde bike.

Yek ji qada ku mirovahî lê bibe xûdan û giringiya wê baştir hatiye zanîn/dîtin parastina xweza û paqijiya jîngehê ye. Kar û xebatên bo vê mebestê dê zêdetir piştevanî lê bêne kirin.Û di bernameyê rêxistinên ku bixwazin bi pêş bikevin dê cihek taybet bigire. Wergirtina xizmeta di warê saxlemiyê û bê beramber dabeş kirin û rêgirtina li ber bazar kirinê jî dê daxwaza serekî bit. Ji ber ku ji hemiyan zêdetir ev kêmasî diyar bû. Lazim e ji bo van xebatên berfireh bêne kirin.

Her wesa şefafiyet û rastgotin mercek dî ye ku gel pê razî be.

Li kêleka van pêşbîniya hindê tête kirin ku, zêdegavî û binpêkirina mafên mirov li hindek welatan zêde bibe û vê nexweşiya qorona bo tepeser kirinê bikine hêcet, sûd jê wergirin, ku nimûneyên wê ne kêm in.

Disan bi desxistina xwarin û vexwarinê û asayişa dabîn kirina wê babetek di ye ku rojeva cihan pêve mijûl bibe.

Meseleya penaberan û dijminatiya li hember, dê karek dî be ku cihan serê xwe pê biêşîne. ji bo vê di çareseriya pirsgirêkên herêmî jî digel da, bo aştiya cihanî, têkoşan û hewceyî ji nû ve birêxistin kirina dam dezgehên navneteweyî heye.

Di wan welat û cihên ku dibine sedemê koçkirin û revê, heta ku jiyan û mafên wan neyêne parastin, bi gotinek dî pirsgirêk ji çavkaniya xwe neyêne çareser kirin, dê ev trajedî her berdewam be.

Êdî rêveberî û hikûmraniya dewletan bê daxwazî ya gelan, zehmet e ku bikarin li ser politikaya ku heta niha peyrew dikir berdewam bibin. Gelek biryar û siyaseta karbidestên dewletan berovajî daxwaz û berjewendiyên piraniya gelên wan bûn. Nerazîbûnên li dijî wan yan têr nedikirin yan jî bi qasê pêwîst ziyana wan zelal nedibûn. Vê rewşa heyî ev zelaltir kiriye.

Serdemê nû dê bibe yê hindê ku gel di hemu waran da hevpişk be bi wateyekî rasteqîn. Ew qudreta wê heye.