
Geşedan û pêşhateyên heta niha li Îraqê rû dayîn, welat xistiye ber du bijardeyan; an bi ber avabûnê ve gavan bavêje, an jî rûbirû yê kavilbûn û jihev ketinek yekcarî bibe. Di rewşa niha de bijardeya diduyê ne di berjewendî û xizmeta çu aliyan da ye.
Piştî hinde qeder malwêranî û qeyranan derket meydanê ku ji bilî avakirin û aştiya navxweyî rêyek dî nîne ku ji vê rewşa aloz xilas bibe. Ev jî pêgirbûn û cîbicî kirina bi destûrê mumkîne. Raste îraqa nû ya ku piştî hilweşandina hukmê Baas ê wek dewletek Federal hatiye avakirin û Herêma Kurdistan a Federe beşek ji sîstema siyasî û destûrî ya Îraqe ye, lê gelek aşkira ye ku destûra Îraqa Federal wek xwe nehatiye cîbicî kirin, nexasim ew bendên ku bi maf û hebûna Herêma Kurdistanê ve girêdayî hatine binpêkirin, rêvebiriya Bexdayê guh nedane prensîbên destûrî yên şirîkatî, hevsengî, saziş ku bingehê Îraq wek dewletek federal li ser hatiye avakirin. Hizrek şoven, meshebî, dûr ji demokrasiyê hakim bibû li Bexdayê ku rêya destêwerdana derekî bi taybet ya Îranê xweş dikir ku di encamê da biryara İraqiyan ji destê wan derdixist. Bi wê rewşê İraq wek dewletek xudan muesese nemabû ku heta niha xwe jê xilas nekiriye.
Di encama vê rewşa xirab û îdarekirina welat bi wê siyasetê taybetî derketina DAİŞ ê rewş aloztir kir. Êriş û dagirkirina navçeyên Kurdistan yên derveyî îdareya Herêma Kurdistan mabûn ku diketine nav xala 140 ya destûra bingehîn,İraq bi ber xetimandinek kûr biriye. Riya firehbûna meydana destêwerdan û cîbicî kirina planên hêzên biyanî xweş kiriye. Bi taybet dewletên herêmî yên dagirkerên Kurdistanê.
Wek ku zelal e İraqê ne seqamgiriya siyasî, ne aboriya bi hêz, ne jî şiyan a parastina ewlehiya gel û welatê xwe heye ku serederiyê bi van kêşeyên xwe bike. Bi serê xwe, bi tenê gelek zehmete ku van astengên li pêşiya xwe rake, bi zihniyeta berê.
Bo hindê hewceyî bi harîkarî û piştevaniya navdewletî heye. Nexasim di şerê dijî DAİŞ ê da rol û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî giring e.
Yek ji xalên serekî rêkeftina stratejîk ya navbera İraq û Amerîqa ye, ku ligor wê rêkeftinê heta dawiya 2021 ê biryara derketina hêzên şerker yên Amerîqa ye ji İraqê. Ev rêkeftin ji bo asayişa İraqê bi giştî bi taybet bo ewlehî û parastina deskeftên Herêma Kurdistan cihekî giring digire. Bo hindê beşdariya Herêma Kurdistan û nûnerên xwe di şandeyên danustanê da mafek destûrî û pêdiviyek serekî bû bo paşroja xwe. Aliyên İraqî bi sunne û şîe pêkve li dij bûn ku nûnerên Herêma Kurdistan di van hevdîtinan da beşdar û xudan gotin bin. Bi taybet li ser daxwaz û givaşên Îranê bê başdariya kurdan û binpêkirina destûrê biryar ji Perlemanê İraqê derxistin, ku Amerîqa ji İraqê derkeve. Rewş, pêşhate û rastiya İraqê nîşan da ku bê Hikûmeta Herêma Kurdistan, Perleman û Serokatiya wê ev naçe serî, ne mûmkine, bi beşdariya nûnerên Herêma Kurdistanê hevdîtin li Amerîqa û İraqê bi rêve çûn. Vê çendê derfetek bo çareseriya kêşeyên navxweyî peyda kir; daxwaza piraniya xelkê İraqê jî ev bû. Xwe nîşandanên girseyî yên payîza 2019 bo baştirkirina jiyan, nehêlana gendelî, rexsandina derfetên kar û vegerandina serweriya dewletê û redkirina hakimbûna Îranê helwesek bihêz û diyar bû.
Amraz (wasita)ek bo têkdana aramî û ewlehiyê; Milîsên Çekdar
Îran jibo ku pêgehê xwe li herêmê xurt bike, planên gehiştina amancên xwe yên stratejîk pêk bîne, wek siyasetek bingehîn vê riyê dide ber xwe. Bi heman şêweyê ku li nav xwe û derve wek (Besîc, Supayê Quds, Hizbûllah a Lubnanê, Husiyên Yemenê) ku li gelek cihên dî damezrandî, bo dirustkirina qeyran û aloziyan ku siyaseta xwe bisepîne, li İraqê jî peyrew kir. Bi taybet piştî avabûna DAİŞ ê li navçeyê derfetek zêrîn kete destê Îranê ku vê planê cîbicî bike. Bi fetwaya merceyê Şîe yan Sîstanî, ji bo şerkirina li dijî DAİŞ ê damezrandina Heşda Şeibî û di binê vê sîwanê de grub û hêzên cuda cuda ku li jêr fermana dewleta Îranê kar dikin bûn xudan deshilatek ku gefa herî mezine li ber İraqa Federal. Bi lez û bez yasayên bo fermîkirin û bicih kirina wan weke hêza bergiriya dewletê derxistin. Di encam da gehiştine wê radeyê ku hisabê bo kes û çu dezgehên fermî û destûrî nekin. Hemî deshilatên rêveberiya Dewleta İraqê bigirine destê xwe. Bi kurtî ewa ku li Lubnanê kirî dixwazin li İraqê jî pêk bînin, İraq bibe Lubnana duwem.
Jibo ku pêgehê xwe li herêmê xurt bike û hîlala Şîe temam bike bi riya wan hêzên milîs yên çekdar şer dimeşîne. Bi cihkirina wan li deverên stratejîk aloziyan derdixe, zêde dike û dibe rêgir li ber cîbicî kirina peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya İraqê hatine îmzakirin. Li deverên dikevine nav maddeya 140 ya destûra bingehîn, Şingal û gelek deverên dikevine navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî.
Bêguman ev li dijî berjewendiya gelê herêmê û stratejiya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya şerê li dijî DAİŞ ê li İraq û herêmê ye.
Şerkarî, fedekarî û lehengiya ku Pêşmerge di şerê himber DAİŞ ê da kirî çiqas piştevanî wergirtibe û nav û dengê Pêşmerge û kurdan li cîhanê belav kiribe, valahiya ku li Bexdayê peyda bûyî, rewşa derketiye holê hewceyiya bihêzbûna kurdan li Bexdayê zelaltir kir. Di serî da ev daxwaza Amerîqa û hevpeymanan jî bû. Her wesa vê rewşê diyar kir ku berjewendiya xelkê ereb û pêkhatina daxwazên wan di welatek xudan serweriya xwe, cibicî kirina destûra bingehîn û aştiya navxweyî ve girêdayiye.
Hilbijartinên vê carê yên pêşwext ku 10.10.2021 ê pêk hatin, li ber sîbera rewşa ku li jor piçek behs jê hatiye kirin encam dan. Û ji gelek aliyan ve ferqên xwe ligel yên berê hebûn.
Ji hemiya giringtir di wextek da ev hilbijartin pêk hatin ku xelkê İraqê bi giştî ji proseya siyasî bêhêvî bibû. Ne destûr dihate hisabkirin, ne guh bi hikûmet û perlemanê dihat dan. Ewlehîyek têkçuyî û serdestiya hukmê milîsên der qanûnî ku cinayetên siyasî dihatin kirin, heta serokwezîr û gelek rayedarên dewletê nediwêran biaxivin û bê deshilat kiribûn. Navendên dîplomasiyên biyanî û bingehên serbazî dihatin valakirin yan cihê xwe vediguhastin. Rewşa aboriya xirab û nerazîbûna gel di asta jor da bû.
Kêşeyên neçareserkirî yên navbera Herêma Kurdistan û İraqê jî wek xwe mabûn, ku bargiraniyek zêdetir dikir li ser rewşê. Bê guman vê rewşê bandora xwe li ser proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî dikir.
Encamdana hilbijartinan serkeftinek bû
Di van şert û mercan da encamdana hilbijartinan bi serê xwe serkeftinek bû bo proseya siyasiya İraqê. Her wesa derfeteke bo çareseriya kêşeyên navbera Herêma Kurdistan û İraqa Federal û navxweyî.
Piştevaniya civaka navdewletî, çavdêriya nûnerên UN û gelek welatên biyanî û dabînkirina cîhazên elektronîk ên dengdayinê bo rêgirtina sextekarî û destêwerdanê giringî û taybetmendiyek dî dida vê hilbijartinê. Li gor raporên wan çavdêrên hilbijartinê, hilbijartinek serkeftî û dûr ji sextekariyê pêk hatiye.
Her çend rêjeya dengdanê di bin %50 ê mabû, ku bi sedemê bêhêvîbûna xelkê ji proseya siyasî û gendeliyê bû, encamên berahî yên ku derketin û wextê kurt da (li gor yên berê ku bi heyvan diyarnedibûn, nedihatin ragihandin) hêviyek li cem xelkê peydakir. Peyamên giring ji diyarkirin.
Ew hêz û partiyên ku bibûne gef li ser İraqê ku pişta xwe bi Îranê ve girêdabûn û bo berjewendiyên biyaniyan kar dikirin hatin ceza kirin, kursiyên wan kêm kirin.
Li Herêma Kurdistanê jî bi taybet li Şingal, Kerkûk û navçeyên dikevin nava maddeya 140 ya destûrê heman helwest li dijî stem û hevkariya Heşda Şeibî û guherîna demografiyê hate nîşandan. Siyaseta pêgiriya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistan û îradeya çareseriya kêşeyan hatin xelatkirin.
Cudahiyek dî ku di vê hilbijartinê da hatiye dîtin di bangeşeya hilbijartinê ya PDK bû. PDK di hilbijartina giştî ya vê carê da siyasetek seranserî da ber xwe. Ji hemî pêkhateyan, ji ereban namzet diyarkirin. Bername û propagandayek li gor vê meşand û şiya wek partî bibe yekem li ser asta İraqê.Ev Ji bilî tomarkirina serkeftinê bo xwe, xurt bûna pêgehê wê di warê siyasî da ligel derfetê çareseriya kêşeyan erk û berpirsyariya zêdetir lê bar dike, bi taybet bo rêkxistina nav mala kurd û yekrêziya li Bexdayê. Helwestên aliyên kurd ku heta niha nîşan dayî di vi warî da dilxweşkerin.
Pêkhatina hilbijartinan di wextek da ye ku qeyrana Suriyê û şerê navxweyî hêdî hêdî kêm dibe û çareseriyek siyasî pêş dikeve. Herdu hêzên mezin Amerîqa û Rusya bi niyazin ku li gor biryara 2254 ya Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî çareseriyê pêşbêxin û hevdîtinên Cenev çalak bikin. Ev jî derfetek dî dide kurdan ku sîwanek parastina navneteweyî peyda bikin. Dawî li dagirkarî û guherîna demografiya Rojavayê Kurdistan bînin û bigehin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk. Bi şertê ku yekitiya neteweyî pêk bê. Bikarin bi heyetek cuda wek kurd beşdriyê di kombûnên Cenev ê da bikin. Dîsan di wextê pêwîst da di danûstandinên ligel rejimê jî yekrêz bin.
Wesa xuya ye ku çareseriyek ji viyana kurdan zêdetir, di şiyana kurdan da wê pêk bêt.
Ava kirina hikûmeta nû ya İraqê dê li gor van geşedan û pêşhateyên li herêmê, bi taybet yên Suriyê şikil bigire.
Her wesa bingehê avakirina hikumeta nû ya İraqê, îrade û nexşerêya çareseriya pirsgirêkên navxweyî, peywendiyên ligel dewletên herêmî heman bandor dê li ser Suriyê hebe.
Ji niha da trafîka şande û berpirsên welatan û seredanên wan bo Bexda û Hewlêrê, hevdîtinên ligel rayedarên van paytext û dewletên cîran da, herî dawî seredana cîgirê wezîrê derve yê Rusya û nûnerê taybet yê serokê wi welati Viladimîr Putîn, bo karubarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa yê Mikhail Bogdanov giraniya di vi wari da nîşan dide.
Di vê demê da "Foruma Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn" li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê pêkhatî (16.11.20219)peyamên giring ji aliyê Serokê Herêma Kurdistan û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê hatin dan. Destnîşan kirina gefên li ser aştî û asayişa navçeyê û riya çareseriya pirsgirêka kurdan li wan welatên ku Kurdistan bi ser da hatiye dabeşkirin bi zelalî diyarkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin "ku têkçûna rewşa ewlekariyê li Suriyê bandor li ser rewşa Tirkiyê û têkçûna proseya çareseriyê kir. Xirabbûna rewşa Suriyê bandorek nebaş li ser asayişa kurdistanê jî kir. Pêwîste welatên İraq, Suriye, Îran û Tirkiyê di nava sînorên xwe de li wan welatan giringiyê bidine çareseriya pirsgirêka kurd. Nabe kurd di van welatan da bêne cuda kirin, divê cihê wan jî hebe û li gor giraniya xwe di çêkirina biryarê de beşdar bin"
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî da diyarkirin ku ew piştevaniya leşkerkêşiya zêdetir a Tirkiyê û dagirkirina axa zêdetir nakin li çi cihên aram li navçeyê hebin. Ew dixwazin hin rêyên çareseriyê hebin di navbera hemi hêzan de. Ne bi tenê navbera Tirkiyê û Suriyê yan wê navçeya Suriyê ligel Tirkiyê. Ew dixwazin li hemû navçeyê ev bi gişt hebe. Ew piştevaniya diyalogek konkretî û pozitîv dikin di navbera hemu aliyan de. Paşguh xistina pirsgirêkan çu caran çareserî nabe. Pêwîste hewla çareserkirina pirsgirêkan bête dayîn. Pirsgirêk weke xwe bêne pejirandin. Her weha diyar kir ku ji bo kêmkirina hesasiyetên li ser Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya xwe dûr girtina rêveberiya xweser ji pkk ê heye.
Ev hem giringiya pêşbîniya guherînên nû li navçeyê nîşan dide, hem jî di van guherînan de cih û pêgehê kurdan derdixe der.
Rîya çareserîyê
Ji bo İraqê jî pêvajoyek çarenivîssaz despê dike; ka dê kîjan rêyê hilbijêre. Encamdana hilbijartinan û encamên jê derketî wê nîşan didin ku xwazyarê riya avkirin, aştiya navxweyî, pabendbûn bi destûrê û vegerandina serweriyê ye bo İraqê.
Helwesta li beramber nerazîbûnên aliyên Şîe bi taybet ewên ser bi Îranê ve û dengên wan û hejmara kursiyên perlemanê kêm bûyî giring e. Gelo li gor yasa û destura bingehîn, daxwaza dengderan ku encamên hilbijartinê derxistî dibe. An di bin gefên Îranê û milîsên çekdarên Şîe yên derqanûnî vê derfetê ji dest dide.
Vê derbarê da xalên bingehîn; asayîkirina peywendiyên ligel Herêma Kurdistan, tetbîq kirina destura bingehîn bê kêmasî, cîbicî kirina rêkeftinên navbera herdu Hikumetan, rêgirtina destêwerdanên dewletên herêmî yên têkdana aramî û asayişê,dagirtina valahiya ewlehiyê bi hemahengiya hêza Pêşmergeyên Kurdistan û hêzên fermî yên bergiriya İraqê û derxistina wan hêzên milîsên çekdar ku astengiyê li ber cîbicî kirina rêkeftinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û İraqa Federal dirûst dikin û avakirina wan herêman bi paş dixin.
Ji aliyê din ve wan hêz û aliyên şîe yên ji encamên hilbijartinê nerazî bi mebesta betalkirina encamên hilbijartinê dest bi xwepêşandan û êrişan kiriye ku gehiştine astek metirsîdar û êrişa bi mebesta kuştina Mustefa Kazimî pêk anîn. Ev şêweyê erişan ku bi droneyan pêktên, heke pêşî lê neyên girtin xeterek mezin peyda dike li demên pêş ku bibe şêweyê yekalîkirina pirsgirêkan û ji nav birina aliyê beramber. Jiber ku bi asanî bidest dikeve û têne bikaranîn û gelek caran nakevine sistema bergiriya bi radar an xeterek mezinin. Gelek caran bi heman rêyê êriş bo ser Firokgeha Hewlêr û bingehên hevpeymanan li Herêma Kurdistanê hatine kirin. Dabînkirina teknolojiya bergiriya himber van êrişan û piştevaniya hevpeymanan bo wezareta pêşmerge û ya bergiriya artêşa İraqê şert e.
Ji nû ve çalakkirina DAİŞ ê û erişên vê dawiyê bo ser sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, sed heyf ku bi dehan şehîd û birindar lê keftin, bo heman amanc in.
Perlemanê Kurdistan, Serokatiya Herêma Kurdistan, Hikumeta Herêma Kurdistan wek berê dîsan amadeyiya xwe bo çareseriya pirsgirêkên navbera xwe û İraqê di bingehê destûrê de nîşan daye. Riya diyalog û aştiyê wek bingeh diyar kiriye. Ku tenê eve xizmeta hemî aliyan dike.
Di nava xwe da jî hewceye ew proseya reforman ku daye pêşiya xwe temam bike. Wek yekxistina hêzên ewlehiyê, di bin banê wezaretên navxwe û wezareta pêşmerge, amadekirin û pesendkirina Destûra Herêm ku bêxine ber dengdana gel, nehêlana gendelîyê, rexsandina kar û baştirkirina jiyana xelkê, pirrenkkirina dahatên aborî û azadiya diyarkirina bîr û ray babetên serekî ne.
Gava Amerîqa, Birîtanya, Frensa û gelek dewletên Ewrupî û Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAİŞ ê dibêjin em piştevanê Herêmek Kurdistanê ya bi hêz û İraqek yekgirtî ne behsa vê dikin. Aştiya navxweyî ya Herêma Kurdistan, bi hêziya çanda pêkvejiyanê, demokrasiyê û mafên mirov li ber çav digirin.
Berî kurd dest bi danustandinên avakirina hikumetê bikin, ji bo yekrêziya aliyên kurd li Bexdayê û bihêzkirina pêgehê Herêma Kurdistanê çend babetên serekî hene ku têne munaqeşe kirin. Wek, çawaniya beşdarîkirina hevdîtinan ligel aliyên dî li Bexdayê,pirsa bingehê avabûn û bernameya hikûmetê, esasê wergirtina postan û dabeşkirinê. Li vê derê bo aliyên kurd di nava xwe da yekalîkirin yan rêkeftinek bo postê Serokkomar û postê parêzgariya Kerkûk û îdareya Meclisa wê dê gelek karasanî û serkeftinan misoger bike.
Di rewşa niha da pêşhate û çareseriyek li her beşê kurdistanê gêş bibe bê beşên dî pêş nakeve. Bo hindê temaşa û perspektîvek seranserî divê. Her wesa li ber çavgirtina taybetmendî û zirûfên her beşek jî. Riya aştiyane û demokratîk, zimanê diyalogê pitir hêz û piştevaniyê peyda dike. Di beramber pirsgirêkan da her dem beşek bin ji çareseriyê, ne ku qeyranan. Di her welatek ku Kurdistan bi serda hatiye dabeşkirin, xebata azadîxwaz a kurd bo gehiştina mafên xwe yên rewa, demokratîk û neteweyî piştevanîya hêzên pêşverû, demokrat yên gelên ku pêkve dijîn giringiyek mezine.