Yekhelwistiya Kurd Giringtirîn Gav e Ji bo Hebûna wî | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Yekhelwistiya Kurd Giringtirîn Gav e Ji bo Hebûna wî

YazarResmi

Ne veşartî ye ku îro miletê Sûriya bi hemî pêkhateyên xwe yê netewî û olî ve, careke din vegeriyaya xala sifir bi hatina Ebû Mihemed Colanî rêberê Desteya Tehrîr El’şam, ku di vê dema kurt de karîbû bi lez gavan ber bi takrewiyê û desthilata navendî ve bavêje, ku ew jî weke rêjîma BAAS, bi tenha bibe “rêvebirê dewlet û civakê û ji wê zêdetir wî destûra Sûrî ya demkî jî li gor bejna xwe ya cîhadî û li ser bingeha Îslama selefî nivîsiye, ku li gor naveroka wê destûrê hemî desthilat bi dest xwe xistine.

Desteya Tehrîr El’şam jî hemî dezgehên dewletê yên giring bi destê xwe girtine û hîç guhdanek nedaye bi daxwaziyên miletê Sûrî û bi mafê pêkhateyên netewî û olî û bi mafê jinan û xortan û her xwestiye bi darê zorê xelkê Sûriya têxe bin desthilata xwe ya takrewî de. Llewma şerê tayifegerî û nijadperestî li navçeyên Elewî û Dirûz û Kurdan bi tûndî rûda, ku êdî Colanî, dûr yan jî nêzîk, Sûriya dajoyê ber bi şerekî navxweyî bê dawî.

Di vê rewşa xerab û dijwar de ku Sûriya bi giştî, û deverên Kurdî li rojavayî Kurdistan bi taybet têre derbas dibin û tevî demeke dirêj ji nakokiyên pûç û vala di navbera aliyên tevgera siyasî Kurdî de li Sûriya, û bi taybet di navbera ENKS û PYNK de. Lê belê şensê baş ew e ku di dawî de Tevger Siyasî Kurdî li Sûriya karîbû bi serkeftî Konfiransê Yekrêzî û Yekhelwistiya Kurdî di 26.4.2025an de li bajarê Qamişlo li darbixe bi amade bûna 400 kesî ji nûnerê hemî partiyên tevgera Kurdî li Sûriya, û nûnerê dezgehên rewşenbîrî û jinan û xortan û rêxistinên sivîl. Her wiha bi amade bûna şandên hêzên Kurdistanî yên serekî YNK, PDK, PKK, KNK û DEM-Partî û bi beşdarbûna nûnerê wezareta derve ya Emerîkî.

Bi giştî, ev konfirans gaveke giring bû ji bû pêşeroja miletê Kurd di Sûriya nû de, û ji bo yekxistina helwesta wî di warê netewî û niştimanî de û ji bo bi destxistina mafê Kurd di destûra Sûrî ya nû de.

Ne veşartî ye ku di vî konfiransê de tenha yek biriyar hatibû sitandin, ew jî erê kirina beşdaran bû li ser reşnivîsa helwista Kurdî derbarê çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriya, ku pêştir ENKS û PYNK bi duqolî li ser imze kiribûn. Di vê nerîna hevbeş de doza sîstemeke “ne navendî ji bo Sûriya nû hatiye kirin ku mafê miletê Kurd di destûra Sûrî ya hemîşeyî de parastî be.

Tevî ku ev konfirans bûyereke giring bû di dîroka tevgera siyasî Kurdî de li Sûriya, ku aliyên vê tevgerê bêtir ji 60 salî ve di nav pencê nakokî û diyardeya parçebûnê de kûr dinaland.

Lê bi rastî konfirans di warê amade kirinê de bêtir nêzîk bû li şanoyê, ne li karekî rêxistinî rêkûpêk ku karibe pirsgirêkan çareser bike bi taybet di navbera ENKS û PYNK de û keleman rake ji pêşiya xebata hevbeş di navbera aliyên Kurdî de li Sûriya di vê qonaxa hestiyar û giring de.

Mixabin ev civat gelekî bilez û bez hate li darxistin di bin fişara Kurdistanî û navdewletî de, û bi taybet fişara Emerîka û Firensa ku dixwestin bi her şêweyekî be Kurd helwesta xwe bikin yek, ku êdî dostê wan jî karibin alîkarî û piştgîriya doza wan ya netewî bikin.

Em dizanin ku pêştir çend rêkeftinek hatibûn imzekirin di navbera herdû aliyên nakok de, mîna rêkeftina Hewlêr-1 (2012), û Hewlêr-2 (2013), û Dihok (2014), Lê mixabin ev rêkeftin, ji bo gelek sedeman ku em naxwazin di vê gotarê li ser bisekinin, zû dihatin hilweşandin û têk diçûn û di encam de jî nakokî her xurtir û kûrtir dibûn, ta ku Beşar Esed reviya û rêjîma wî jî bi yekcarî ruxiya di 7.12.2024 da û Itîlafa Oposiyona Sûrî jî hilweşiya, û êrîşên Turkiya jî xurtir û himbiztir bûn li ser deverên Kurdî li Rojhilatî Ferat û ragihandina hikûmeta Colanî ya katî û kiriyarên wî yên takrewî û nijadperestî li dijî pêkhateyên Sûrî û bi taybet li dijî Kurdan. Êdî partiyên dervî herdû çarçewên (ENKS û PYNK), mîna herdû partiyên Demoqratî Pêşverû, û Yekîtiya Demoqrat Kurdî dest bi fişarê kirin û karîbûn raya giştî ya Kurdî şiyar bikin û li gel hev fişarê gurtir û bi hêztir bikin li ser herdû aliyên nakok ji bo li darxistina kongireyekî Kurdî Sûrî ku helwesta xwe û rêzên xwe yekbixin, ku êdî ev derengî nema tê qebûlkirin û “kêr gihaye hestî” weke Kurd dibêjin.

Vê fişarê encama xwe ya posetîv da, lê bi rastî ENKS her kelem derdixistin li pêşiya darxistina vî kongirî. Bi behana ku nakokiyê wan bi tenê ligel PYD ne, lewma ew razî nedibû li gel aliyên dervî wan rûne ji bilî aliyê PYD û di dawî de jî her weke ku dixwestin her wisa jî kirin ku herdû aliyan bi hevre giftûgo kirin û her bi tenha xwe jî rêkeftin li ser wê reşnivîsê.

Dîsan ENKS razî nebû ew reşnivîb were erê kirin di kongireyekî giştî biriyarder de, lê dixwestin bi tenê li gel PYD di konfiransekî rojnamevanî de wê rêkeftina duqolî ragihînin bi bê beşdariya aliyên din yê tevgera Kurdî û evê yekê demeke gelekî dirêj kişand ku nêzîk bû ev derfeta zêrîn ji dest Kurdan winda bibe bi sedema pozbilindî û ezezîtiya ENKS û berdewamiya nakokiyan di navbera wan û PYD de,  ta ku dawî, weke me di pêşî de jî gotiye, biriyar hate dan ku konfiransekî ne biriyarder û bi lez were li darxistin, û bi wî şêweyê ku di ragihandinê de hate bihîstin.

Bi her hal, û tevî şaşî û kêmasiyên metirsîdar li ser pêşeroja vê rêkeftinê û destdirêjiyên derekî, em vî konfiransî weke gaveke giring û pêwist dihejmêrin û li qelem didin, ji ber ku yekhelwestiya Kurd yekemîn gava ji bû parastina hebûna miletê Kurd di Sûriya nû de û ji bo bi destxistina mafên wî yên netewî di destûra hemîşeyî de.

9.5.2025

Endamê Polît Buro û Nunerê Herêma Kurdistanê a Partiya Pêşverû