Ne veşartî ye ku Heyeta Tehrîr Elşam (HTŞ), rêxistineke tîroristî ye | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Ne veşartî ye ku Heyeta Tehrîr Elşam (HTŞ), rêxistineke tîroristî ye

YazarResmi

Li Kurdistana Başurêrojava gelek bûyer û peşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora wan raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başur heye. 

Li Kurdistana Başurêrojava tenê ENKS û PYNK nine, ji derveyê wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmun hene, ku pêwist û girîng e, ku em bir û boçûnên wen jî bizanin. 

Bona ku em bîr û nêrina wan bizanin, me hevpeyvinek ligel Endamê Mekteba Siyasî a PDPKS, Nûnerê wê li Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn ve çêkir ku li jêrê pêşkeş dikin. 

 

1- Gelo rewşa Kurdistana Başurêrojava paş ruxana rêjima BAAS çawa ye? 

Di destpêkê de em silavên germ dişînin ji kovara DENG re, ku vê derfetê didê me em bi azadî dengê xwe bigihînin miletê xwe yên ku bi kurmancî dixwînin û em sipasiya desteya rêvebir dikin ku guhdaneke baş dikin bi rewşa Sûriya bi tevayî û rewşa miletê Kurd li Kurdistana Başurêrojava bi taybet, her wiha jî guhdana wan bi xebata partiya me Partiya Dmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya. 

Ne veşartî ye ku Heyeta Tehrîr Elşam (HTŞ), rêxistineke tîroristî ye, pêştir jî navê wê “Bereya El Nusra” bû û ji bingiha xwe ve ew ser bi rêxistina El Qayde ve bû. Ev rêxistin di 28.1.2017 de hatiye damezrandin û navê wê hîna jî di lîsta tîrorê de tomar kiriye û di (sala 2017 de rêveberiyek li parêzgeha Idlib avakiribû. Vê rêxistinê bi alîkariya Tirkiya û hêzên Sûrî yên naskirî bi navê “Leşkerê Niştimanî”, ku ser bi wê ve ne, di roja 27.11.2024 de, êrîşî bajarê Helebê kirin û bi hêsanî derbasî vî bajêrê mezin û giring bûn ku diwem bajarê Sûriya ye. Ji wir HTŞ berê xwe yekser û bi bê astengî dabû bajarên Hema û Humis û Şamê û di roja 8.12.2024 de, rêjîmê bi yekcarî da rûxandin û Ebû Mihemed El Colanî fermandeyê operasiyonên leşkerî yên HTŞ, desthilat wergirt û ezmûna rêveberiya Idlib li Şam cîbicî kir û karîbû desthilata BAAS hilweşîne û nehêle. Her wiha desthilata malbata Esed jî ruxand, ku Sûriyayê 54 salan bi destekî hasinî bi rêve dibirin.  

Rast e Kurd dilxweşbûn dema ku rêjîma BAAS ruxa, lê her di wê demê de jî rûbirûyî rêjîma Ebû Mihemed El Colanî bûn, ku ew dixwaze Sûriya nû bi mêjiyê HTŞê yê kevneperest û tûndrew birêve dibe.  

Her di vê çarçewê de rewşa Kurdan di jêr desthilata HTŞ de kete metirsiyê de. Ji aliyekî ve çend taxên Kurdneşîn li bajarê Helebê hebûn mîna taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û Kampa El Şehba, yekser ketin jêr gef û êrîşên hêzên Itîlafa Sûrî yên tûndrew de, ku dihatin naskirin bi navê “Leşkerê Niştimanî”. Her wiha Tirkan bi alîkariya van hêzên nijadperest û hov êrîş birine ser bajarê Minbic, ku di jêr desthilata Hêzên Sûriya Demoqrat (HSD) de bû, û hewl dan di ser Pira Qere Qozaq re derbasî bajarê Kobanê jî bibin ku dikeve Rojhilatî Feratê û ser bi Rêveberiya Xweser ve ye. Lê bi rastî hêzên HSD, bi rêveberiya Ceneral Mezlûm Ebdê karîbûn berxwedaneke mezin bikin bi piştgîriya Hêzên Hevbendiya Navdewletî ya li dijî DAIŞ û wan êrîşan bişikîne û bide sekinandin li nêzîkî bendava Tişrîn. 

Bi vî şêweyî, û di dema ku navçeyên Efrîn, û Girê Sipî, û Serê Kaniyê, ji aliyê dewleta turkiyê ve hatine dagîrkirin û bi hovîtî têne birêvebirin ji aliyê hêzên çekdar û tûndrew yên ser bi Turkiya ve, her wisa deverên din jî yên Kurdistana Başurêrojava ku dikevine rojhilatî Çemê Ferat de, û bi taybet navçeya Kobanê, ew jî ketin jêr êrîş û gefên turkan de..  

2- Gelo pêywendiyên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistana Başurêrojava ligel aliyên Surî, bi taybeti ligel HTŞ Çawa ne? 

Rêjîma BAAS ya dîktatorî di seranserê 61 salî de ne hiştibû oposiyoneke niştimanî Sûrî rasteqîne ava bibe. Tenê rêxistina Ixwan El’muslimîn hebû, ku di destpêka qeyrana Sûrî de Turkiya karî bû bi riya vê rêxistinê bereyekê dirust bike bi navê “Encûmena Niştimanî Sûrî” û di 11.11.2012 de, navê wê encûmenê hate guhertin û bû “Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Oposiyona Sûrî”. Di 10.11.2013 de, Enûmena Niştimanî Kurdî Sûrî (ENKS), derbasî nav vê Itîlafê bû û bû beşek jê û hîna jî ew berdewam e, tevî ku vê Itîlafê rola xwe bi yekcarî ji dest daye piştî ruxana rêjîma  BAAS li Sûriya. Ji xwe ne veşartî ye ku ev Itîlaf bi yekcarî pabend bû bi siyaseta Tirkiye derbarê rewşa Sûriya û pirsa Kurdî li Sûriya, bi taybet derbarê dagîrkirina navçeyên Kurdî Efrîn, û Serê Kaniyê.. Bi rastî helwîstên alî û kesayetiyên bi nav oposiyon bûn derbarê pirsa Kurdî li Sûriya, gelekî nijadperestir û şofînîtir bûn ji helwîstên rêjîma BAAS. 

Derbarê pêwendiyên alî û rêxistinên siyasî Kurdî Sûrî ligel HTŞ, hîç pêwendiyek tunebû ta ku rêjîma BAAS hate ruxandin, çimkî weke me di destpêkê de jî gotiye, ew bi xwe rêxistineke tîrorist û tûndrew û radîkal e, û yek ji wan rêxistinên ku navê wê di lîsta tîrorê de heye. Lê piştî ku vê rêxistinê desthilat li Şamê wergirt, êdî hin pêwendiyên ne fermî peydabûn di navbera wê û hin aliyên Kurdî de, lê hîna jî HTŞ bi xwe amade nîne wan pêwendiyan xurt bike li gel aliyê Kurdî li Sûriya. Ev helwesta HTŞ di jêr bandora dewleta turkiya de ye, ev ji bilî ku ew bi xwe jî weke rêxistinekê islamî tûndrew, baweriya wê tuneye bi mafê netewa Kurd û dibêje “em hemî musilman in û em biran e” û hew..  

3- Gelo HTŞ dikare bibe bedîlekî hevdem, û dikare li welatê Suriyê sistemeka demokrat û plural damezrine? 

Mixabin, ji roja ku El Colanî serokê HTŞ, desthilat li Sûriya bi dest xwe xistiye di 8.12.2024 de, wî gotina “Demokratiyê”, qet ne aniye ser zimanê xwe, û di kiriyarê de jî her nişan daye ku ew pabende bi pirensîp û rênamayên HTŞ ye û her zû xwe eşkere kir ku baweriya wî bi sîstema Fedralî jî qet nayê. 

Ebû Mihemed Colanî, her di destpêkê de hewil da ku hin guhertinên sivik di forma xwe de çêbike, mîna ku navê xwe guherî bû û kiribû “Ehmed Şerei û cilê xwe jî guherî bûn û li şûna wan wî qat û gerafêt li xwe kirin. Hinek gotinên xweş û şêrîn jî li ser ragihandinê gotin, lê belê merc her timî kiriyar e û kiriyarên wî jî ta nuha nişan nadin ku wê karibe Sûriya biguherê û ber bi sîstemeke demokrat û plural ve bibe. Ewê nikaribe elternatîveke hevdem jî pêşkêş bike, nexasim di warê mafê jinê de ku nîvê komelgehê ye. Dibe ku ew amade be xwe hinekî biguhere ji bo ku vê derfeta zêrîn ji dest xwe nede, lê astengiya herî mezin li pêşiya wî ew e ku nikare xwe ji bandora HTŞ, rizgar bike, ji ber ku ev rêxistin bûye mîna kirasekî hasinî li xwe kiriye, û ew qet nikare ji vî kirasî xwe rizgar bike û derkeve der. 

4- Gelo li Suriyê bandora dewletên biyanî wekî Rusya, Îran, Amerika Îsraîl çi ye? 

Di seranserê qeyrana Sûriya de, sînorên vî welatî her vekirî mabûn li ber destwerdan û destdirêjiyên hemî aliyên derekî, çi yên navçeyî û çi jî yên navdewletî, bi taybet Rusya, Îran, Emerîka, Turkiya û Îsraîl... 

Her yekî ji van aliyan dixwestin berjewendiyên xwe biparêzin û nakokiyên xwe li ser xaka Sûriya çareser bikin. Bi tenê miletê Sûrî baca şerê van aliyan dida û hîna jî dide. Lê piştî ruxana rêjîma Esed, destên Îran û hevalbendên wê mîna Hizbûlah, bi yekcarî ji Sûriya hatin birîn. Her wiha Rûsiya jî ta astekî baş ji Sûriya derket û hêzên xwe vekişandin. Lê belê Tirkiya bi riya HTŞ, destê xwe dirêjtir kire nav karûbarên Sûriya nû de, ta astê ku dewletên Erebî bi serpereştiya dewleta Siûdiyê nerazîbûna xwe nişan dan û hewil dan rê li pêşiya destwerdana Tirkiya bigirin.  

Lê îro bandora Emerîka û Îsraî ya herî serekî ye di pêşeroja Sûriya nû de û diyar e ku ewê li Sûriya guhdaneke mezin bidine hebûna miletê Kurd û hêzên HSD, lê bi mercê ku Kurd di nav xwe de yekdeng û yekrêz bin.  

5- Rola dewleta Tirk û hevpeymanên wê wekî Erteşa Suriya yê Azad li Suriye çi ye? 

Weke me di pêşiyê de jî gotiye, dewleta Tirk her ji yekem roja ku vê qeyranê li Sûriya destpêkiriye di 15.3.2011 de, wê destê xwe zû dirêjî nav rewşa Sûriya kiriye û hîna jî bi xurtî dike. Wê bi riya Ixwan El’muslimîn jî karî bû oposiyoneke şofînist û tûndrew li gor pîvan û daxwazên xwe dirust bike û bi dehan girûpên tîrorist û çekdar ava bike. Ev ji bilî ku bê dûdilî piştgîriya rêxistina DAIŞ dikir û hîna jî dike. Pêwendiya wê li gel HTŞ, pêwendiyeke istiratîcî bû û ev pêwendî diyar û eşkere bû di êrîşa ser bajarê Heleb û Humis û Hema û Şamê de û ruxandina rêjîma Beşar Esed. Lê xirabtirîn rola Tirkî ew bû ku bi alîkariya Itîlafa Sûrî û hêza wê ya çekdar ya bi navê “Leşkerê Niştimanî”, miletê Kurd li Sûriya kirin armanc, û bê rawestan êrîşên xwe yên bejayî û asmanî birin ser bajar û gundên Kurdistana Başurêrojava û bi top û tang û dirûnan hemî dezgeh û saziyên wan wêrankirin û hilweşandin, bo armanca valakirina wan deveran ji xelkê wê û cîbicî kirina guhertina dîmoxrafî, mîna ku li Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî kirin,hîna jî dikin. 

6- Dewleta Tirk gefa li PYD dixwe, êriş dike ser Kobanê. Gelo derbareyê êrîş û gefxwarina hanê, halwesta hêzên din çi ye? 

Mixabin, nakokiyên Kurdî- Kurdî, nexasim yên di navbera ENKS û PYD de, bûne sedemeke serekî ku ne bi tenê ev herdû alî alîkariya hev nekin li dijî êrîş û gefxwarina dewleta Tirkî û hêzên çekdar yên ser bi wê ve mîna “Leşkerê Niştiman”, lê belê aliyekî ji wan, ew jî ENKS ye, ku beşeke ji Itîlafa Sûrî ya ser bi Turkiya ve ye. Wê piştgîriya êrîş û gefên Tirkiyê jî dikir û vî aliyî rêjîma Tirkî qet bi nav nedikir wek dagîrkir.. Rêxistin û aliyên siyasî yên li dervî ENKS û PYD, mîna herdû partiyên Pêşverû, û Yekîtiya Demoqrat, ew bi berdewamî li dijî van êrîşan radiwestan, û piştgîriya HSD jî dikirin û hîna jî dikin.. 

7- Bi nêrîna we, helwesta Tirkîyê li himber Kurdan wê were guhertin û di kîjan şert û mercan de Turkiye dikare statuya Kurdan qebul bike? 

Li gor siyaseta Tirkiyê ya nejadperestî ku bi berdewamî li dijî hebûna miletê Kurd û pirsa wî daye meşandin, ez bawer nakim helwesta wê bi hesanî were guhertin. Ji ber ku Kurdê baş li cem Tirkiyê her Kurdê mirî ye, lê bi rastî fişara navdewletî tenha merc e ku Tirkiya statuya Kurdan qebul bike. Lewma ji Kurdan tê xwestin yek deng û yek helwest bin û bi yek şandê karibin pirsa xwe bi zelalî bigihînin hêzên navdewletî û wan li tenişt pirsa xwe ya rewa kom bikin, ku êdî ew bi xwe fişarê bidin ser dewleta Tirkî û wê li cem sînorên wê bidin sekinandin. Çimkî tevî giringiya hêza çekdarî, lê diyar e ku bi şer ev pirs nayê çareser kirin li gel Tirkiya ku leşkerê wê hêza diwem e di Nato de. 

8- Gelo pêywendiyên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistana Başurêrojava, bi taybetî pêywendiyên ENKS û PYD-YPG, paş hevditina Mesud Barzanî û Mezlum Abdî wê ber bi kûve biçin? 

Ne veşartî ye ku pêwendiyên di navbera ENKS û PYD de, di xerabtirîn ast de bûn li seranserê salên qeyrana Sûrî, tevî ku di hin qonaxan de herdû aliyan karîbûn hinekî nêzîkî hev bibin û bi hevre hin rêkeftinan jî imze bikin, mîna rêkeftina Hewlêr-1 ku di 11.6.2012 de, û Hewlêr-2 di 23.12.2013 de û Dihok di 14.10.2014 de. Lê mixabin ev rêkeftin nediketin warê cîbicîkirinê de, û zû hildiweşiyan. Di di vir de em naxwazin li ser sedeman bisekinin ji bo ku em birînan nekolin û nû nekin. Ji xwe hin partiyên din jî hene ku li dervî van herdû aliyan xebata xwe berdewam dikin mîna Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya û Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdî li Sûriya  ku bi hevre di 15.5.2019 de, rêkeftinek imze kirine bi navê “Nerîna Hevbeş Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî Li Sûriya. Ev herdû partî hîna jî ligel hev xebata xwe ya hevbeş berdewam dikin. 

Çaxê ku rêjîma  BAAS li Sûriya hate ruxandin, wê çaxê Partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistana Başurêrojava li ser sê beşan hatibûne dabeş kirin: Partiyên ENKS û partiyên PYNK û partiyên dervî van herdu bereyan mîna Pêşverû, Yekîtiya Demoqrat.. Hîç pêwendiyek tunebû di navbera ENKS), û PYNK de û bi dijwarî ev herdu alî nakok bûn bi hevre. Lê piştî hevditina Mesud Barzanî û Mezlum Abdî li Hewlêr di 16.1.2025 de, etmosfêreke pozetîv peydabû di nav alîgirên wan herdu aliyan de, ku êdî karibin bi hevre û bi amadebûna partî û rêxistinên din li dora mêzekê kom bibin ji bo destnîşan kirina şandekê û nivîsîna nerîneke hevbeş ji bo çareser kirina pirsa Kurdî di Sûriya nû de.. 

9- Gelo endam bûna ENKS di İtîlafê de qazence ji bo doza Kurd li Kurdistana Başurêrojava, yan na? 

Ne xêr! Endam bûna ENKS di İtîlafê da hîç qazanceke wê tuneye ji bo doza Kurd li Kurdistana Başurêrojava, lê belê zererê jî digihîne vê dozê. Ji ber ku Ixwan El’muslimîn û şofînistên Ereb vê İtîlafê bi rêve dibin di jêr bandora dewleta Tirkî de û li gor siyasetên wê yên li dijî miletê Kurd. Dewleta Tirkî jî her di jêr sîwana vê İtîlafê de, Efrîn, û Girê Sipî û Serê Kaniyê  dagîr kiriye, û hêzên bi navê “Leşkerê Niştimanî”, ku ser bi İtîlafê ve ne, îro ew bi xwe jî bi alîkariya Tirkiye êrîşên dijiwar dibine ser Kobanê û Bendava Tişrîn û bajarê Minbic û deverên din ji Kurdistana Başurêrojava. Yanî bi kurtî ENKS bi riya endamtiya xwe di İtîlafê de, bixwaze yan jî ne xwaze ew bûye beşek ji bereya Tirkî ya li dijî hebûna miletê Kurd li Kurdistana Başurêrojava. 

10- Rewş û bernameya hêzên din yên ku ne endamê ENKS ne, û ne jî endamên PYNK ne, çi ye? 

Partî û rêxistinên din yên dervî ENKS û PYNK, bi taybet Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya û Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdî li Sûriya, ku nerîneke hevbeş wan herdû partiyan bi hevre girê dide û roleke gelekî giring dilîzin di nav raya Kurdî û ya erebî bi giştî de li Sûriya. Ji ber ku ENKS û PYNK, her yek ji wan girêdayî ye bi lêvegereke Kurdistanî ve û li gor pirojeyên wan ew siyasetên xwe li Sûriya bi rêve dibin. Ji ber vê yekê jî Îradeya wan ta astekî bilind di destê wan de nemaye, lewma ew gelekî pabend nînin bi taybetmendiyên miletê Kurd li Kurdistana Başurêrojava. Lê di beramber de em dikarin bêjin ku partiyên dervî van herdû çarçewan, ta astekî baş biriyara wan ya siyasî bi destê wan e, û ew bê dûdilî pabend in bi taybetmendiyên Kurdistana Başurêrojava ve û ew çareseriya pirsa xwe li Şam dibînin. Lewma ew xwe ji diruşim û siloganên pûç û beloq durdixin, û pirsa xwe ya netewî beşekî dibînin ji pirsên niştimanî li Sûriya û çareseriya wê jî dibînin di avakirina sîstemeke demoqratî ne navendî de, ku mafê miletê Kurd wek pêkhata diwem piştî ya Ereb, di destura Sûriya de parastî û diyar be û rêveberiyeke xweser were damezrandin li deverên Kurdî li Sûriya, ku taybetmendiya netewa Kurd têde parastî be. Ev nerîn bûye ciyê hêviyên xelkê Kurd ku ji ber nakokiyên ENKS, û PYNK, ji pêşerojê bê hêvî bûne..  

11- Li suriyê ji bo statuya Kurdan pêşbînîyên we çine, gelo wê sistemeke federal pêk were? 

Bi rastî kesekî pêşbînî nedikir hêzeke tîrorist mîna HTŞ, bi serokatiya Abû Mihemed El Colanî, ku serê wî ji aliyê Emerîka ve di hate xwestin, bi wê lez û bezê rêjîma  BAASê di 11 rojan de biruxîne û bi hesanî desthilatê bi dest xwe bixe. Lê tevî vê serkeftina balkêş ev desthilata nû zû li astengiyên mezin rast hat, di pêşiya wan astengiyan de: Çawa ev desthilata radîkal wê bi takrewî karibe sîstemeke dîmoqratî ferenetew avabike? Çawa wê mafê jinan û yê hemî pêkhateyan berdest bike? Çawa wê karibe xwe ji wê rêxistina kevneperest rizgar bike? Lewma ev desthilata nû li ber dû rêga ye û herdû rêga jî wî ber bi şikestineke kujinde ve dibin. Yek ji wan rêga ew e ku sîstemeke şaristanî bide ava kirin li gor lîsta mafê mirovan û ev rêga wî dûrdixe ji pirensîban ku HTŞ li ser wan hatiye damezirandin û ava kirin û wî yekser dajoyê ber bi şerekî bêdawî li dijî vê rêxistina dirinde û hov, ku wî bi saya wê ev desthilat bi destê xwe xistiye. Rêga diwem jî ew e ku Colanî serê xwe ji rêxistina HTŞ re daxe û bitewîne û destpê bike sîstema Idlibê li tevaya Sûriya cîcbicî bike mîna ku aniha li ser erdê dike û bimîne pabend bi pirensîb û rênamayên rêxistina HTŞ. Ev rêga jî wê wî derbasî şerekî navxweyî bike li dijî hemî pêkhateyên miletê Sûriya yên netewî û olî mîna Elewî, û Dirûz û Xiristiyan û Ermen, Êzîdî...  

Ji xwe pêkhateya Kurd jî wê di pêşiya van pêkhateya de be û wê li dijî desthilata HTŞ rawestin eger mafê neteweyan û ayinan û jinan binpê bike û kultûr û ziman û folkilorê wan jî qedexe bike. Ji ber ku miletê Kurd bi serpereştiya tevgera xwe ya siyasî her xebat kiriye di Sûriya de ji bo rakirina zilm û zora rêjîma dîktatorî û nijadperest ya  BAAS û ew ji nû ve qet razî nabin vegerin xala sifir. Kurd wê bê dûdilî li gel pêkhateyên din xebat bikin ku mafê wan di destura nû de were nişan kirin û li ser erdê jî her dive ku sîstemeke fîderalî yan jî ne navendî were cîbicîkirin, ji bo ku careke dinê rêjîmeke diktatorî û xwînmij dûbare nebe li Sûriya. 

12- Gotina dawî, û peyama te ji bo Kurdistana Bakur çi ye? 

Ne veşartî ye ku çarenivîsa miletê Kurd ta astekî bilind girêdayî ye bi pêşeroja Kurdistana Bakur ve (beşê mezin), nexasim çarenivîsa Kurdistana Başurêrojava (beşê herî piçûk), ji ber ku sînorê herdû beşan hevbeş e bi dirêjaya nêzîkî 800 km. û di warê civakî û kultûrî û malbatî de jî herdu beş bi hev re girêdayî ne. Lewma her pêşketinek di rewşa miletê Kurd de li Kurdistana Bakur, yekser bandora xwe dide ser Kurdistana Başurêrojava.  

Her wiha ne veşartî ye ku şer di seranserê sedsalê dawî de hîç encamekî baş nedaye li Kurdistana Bakur. Lewma em bi giringî temaşe dikin li destpêşxeriya Bexçelî- Ocelan û hêviya me ew e ku herdu alî karibin vê destpêşxeriyê bi ser bixin û astengiyan li pêşiya wê dernexin. Ev ji aliyekî ve, lê ji aliyî din ve û di eynî dem de jî pêwist e em tê bigihin ku peymana Saykis-Pîko, sînorên asê û bilind di navbera beşên Kurdistanê de danîne, û taybetmendiyên xebata tevgera siyasî li her beşekî hatine cudakirin ji yên beşê dinê. Ji ber vê yekê divê ev taybetmendî werin berçavgirtin û rêzgirtin û dest dirêjî neyên kirin di karûbarê hev de. Ji bo rêkxistina van pêwendiyan di navbera aliyên tevgera siyasî de li herçar parçên Kurdistanê, gerek e kar were kirin ji bo li darxistina kongireyekî netewî li ser astê Kurdistanê bi giştî, ku di encam de lêvegerek were ava kirin, û pirensîbên hevbeş werin nişan kirin ji bo rêkxistina van pêwendiyan bi şêweyekî rast û dirust, ku têkevin xizmeta miletê Kurd û pirsa wî ya netewî de.  

Dûbare sipas ji bo rêveberiya DENG û ji bo hemî nivîskar û xwendevanên wê re, û hêviya serkeftin û pêşveçûnên zêdetir ji wan re dixwazim.. 

Silêmaniyê 23.01.2025