Mam li Şam-3 | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Mam li Şam-3

YazarResmi

Çandar: Dilxweşbûm bi dîtina Mam Celal

Paş ku Mam Celal ji Kurdistanê vegeriya bû Şamê di sala 1972 de, ew di navbera Şamê û Qahîre û Beyrûtê de hatûçû dikir, û li wir berdewam bû ta ku ji Şamê vegeriya bû Kurdistana Iraqê di sala 1977 de, ji bo ku serpereştiya şoreşa nû bike ku di sala 1976 de li çiyayê Kurdistanê hatibû vêxistin, û ew hersê paytext bûbûne gorepana serekî ku Mam Celal xebata xwe ya dîblomasî têde bi rêve dibir û berdewam dikir ji bo pirsa xwe ya netewî bide nasîn û zelal kirin, û ji bo çalak kirina rola xwe ya siyasî di navenda Erebî de û ji bo saxkirina kesayetiya xwe ya karêzmî ku geşbûna wê hinekî kêm bûbû di nîvê dawî de ji salên şêstî bi sedema wê parçebûna ku di Partiya Dîmoqrata Kurdistan de rûdabû.

Êdî Mam Celal rola xwe ya siyasî hin bi hin vegerand û xurttir kir, û pêwendiyên xwe di navenda Erebî de bi astekî bilindtir û bi hêztir sax kiribû, û ji bilî vê yekê jî, ew salên di navbera 1972- 1977 de, ku di nav wan hersê paytextan de derbas kiribûn, bûbûn mîna derfeteke dîrokî ji bo avakirina pêwendiyan bi hêzên çeprew û serkirdeyên wan re di navçeyê de, û dîdara wî li gel têkoşerê Turkî yê pêşverû Cengîz Çandar, ew jî derfeteke zêrîn bû ku di dawî de Mam Celal bi riya wî gihiştibû cem serokê komara Turkî Turgut Ozal û li gel wî kar kiribû ji bo sazkirina pirojeya aştiyê di nav wî û Rêberê Partiya Karkerê Kurdistan Ebdule Ocelan de, û di encam de ragihandina yekemîn agirbesta dîrokî di navbera herdû aliyan de di 16.3.1993 de.

Çandar gêncekî nûhatî bû dema ku wî sînorê Turkiya bi qaçaxî derbas kiribû û hatibû Sûriya, û bi sedema êrîşên li dûv hev yên girtin û binçav kirin û zîndanî kirinê reviya bû, ew kiriyarên ku li Turkiya dest pê kiribûn di encamê wê kodeta leşkerî ku di 12.3.1971de, li wir rûdabû, û di dawî de Çandar bû yek ji navdarên nivîsandinê û nivîskarê goşeyên rojname û kovarên bi nirx mîna Niwyork Taymiz, û bû rawêjkarê siyasî yê Turgut Ozal, û piştire bû rawêjkarê Receb Teyib Erdogan jî, û di seranserê jiyana xwe de Çandar her alîgirekî bi hêz bû ji bo miletên bindest û bi taybet ji bo miletê Kurd, û her dijberekî dijwar bû ji rêjîmên dîktatorî re, û di pêşiya wan de rêjîma Sedam Husên, û hevdîtina wî li gel Mam Celal derfeteke giring bû ji wî re, ku wê hevdîtinê roleke mezin listibû di guhertina arasteya jiyana wî de, û di vê derbarê de Cengîz Çandar di pirtûka xwe de ya bi navnîşana “Şemendefira Mîzobotamiya ya bilez”, dibêje: “Kurdên Sûriya li Beyrûtê ez bi Mam Celal dame nasîn, ew rêberê Kurd ku vê dawiyê bûbû yekemîn serokkomarê helbijartî li Iraq, û min jî ji aliyê xwe ve piştî çend salan ev serkirdeyê Kurd yê Iraqî bi serok komarê Turkî Turgut Ozal re, dabû nasîn, êdî Turkiya têgihişt ku ew nikare sînoran derbas bike û deriyan li ser Rojhilata Navîn veke eger ne bi riya Kurdan be, û eger ne bi rûbirû bûna dîrokê be.”

Bi vî şêweyî Cengîz Çandar temaşeyî pêwendiyên xwe dike li gel Mam Celal, ku pirsa Kurdî xala serekî ya hevbeşe bû di nav wan de, û helwîsta wî zelal dibe derbarê pêwistiya çareserkirina vê pirsê, ne bi tenê ji ber ku pirseke giring û yasayî ye, lê ji ber ku ew dergehê serekî ye û Turkiye nikare ji bazinê xwe yê teng û kujinde rizgar bibe, û derbasî Rojhilata Navîn bibe û xewna xwe ya osmanî cîbicî bike eger vê pirsê çareser neke, û Çandar wê kilîla zêrîn bi hûrî destnîşan dike ku bi wê kilîlê vî derî veke, ew deriyê ku ta vê çaxê di ruyê vê pirsê de bi destê hasinî her girtî maye, û ev kilîl Celal Talibanî bi xwe ye ku wî li Beyrûtê yekem car Çandar dîtiye bi riya dostê xwe yê hevbeş Ebdul Hemîd Derwîş, û ev derfeta dîrokî bi xwe bû ku Çandar li ser axiviye di pirtûka xwe de ya bi navnîşana “Şemendefira Mîzobotamiya ya bi lez” de, û gotiye ku vê derfetê rolek lîstiye di guhertina arasteya jiyana wî ya siyasî û ragihandinî de, û dibêje: “Eger kesek hebe ku rolek lîstibe di jiyana min de bê ku haya wî jê hebe, û me di seranserê çil salî de hevdû nedîtibe, ew jî Ebdul Hemîd Derwîş e, ku ew yek ji kevintirîn serkirdeyên tevgerê ye.”

Çaxê ku Mam Celal li Beyrûtê bû, heryek ji Ebdul Hemîd Derwîş, û Cengîz Çandar, jî li wir bûn, lewma carekê Hemîd Derwîş pêşniyarî dike ji Çandar re, û jê di pirse: “Tu dixwaze Mam Celal bibîne û xwarina taştê li gel wî bixwe?” Çandar di wê pirtûka xwe de (Şemendefira Mîzobotamiya ya bi lez), dibêje: “Bi rastî ez gelekî dilxweş bûm û hêriz hatin min çaxê min ev pêşniyar bihîst û min xwest zû vê kesayetiya cîhanî binasim û xwarina sibehê jî li gel bixwim.” Êdî Ebdul Hemîd Derwîş di meha nîsana sala 1973 de, wî dibe mala ku Mam Celal lê dijiya, ku

dikeve nêzîkî “Guorepana Sor, û piştî ku derbasî hundir dibin çavê wî bi kesekî bejin dirêj û xweşik û simbêl mezin dikeve, û ew kes bi nazikî û bi bêdeng li ser kursî rûnişt bû, Çandar goman kir ku ew Mam Celal e, û di wê çaxê de kesekî din jî hebû her serê kêlîkekê dihat ji Çandar dipirsî: Ti hêkan çawa dixwê? lê Çandar bi xwe her dixwest wî kesê li teniştê li ser kursî rûniştî bû nasbike, ji ber ku Çandar goman dikir ew kesê rûniştî li ser kursî ew bi xwe Mam Celal e, û ewê ku dihat ji Çandar di pirsî li ser şêweyê çêkirina hêkan, qelandî yan kelandî dixwe? Çandar ew ji ser çavê xwe dikire der û jêre digot şêweyê çêkirina hêkan ku dixwaze, û Çandar li gel wî kesê ku li tenişta wî rûniştî bû bi Erebî diaxivî, lê wî kesî qet bersiva wî neda û lê venegerand, û piştî xwarin hazir bû bangî Çandar kirin û ew birin ser mêza xwarinê, Çandar jî bangî wî kesê li ser kursî bê deng rûniştî bû ji bo li gel wî were ser mêza xwarinê, lê dîsan deng jê nehat û neçû ser mêza xwarinê, Çandar ji xwe di pirsî: ‘Ev çima nehat ser xwarinê?’ Ma ne ez hatime li gel Celal Talibanî xwarinê bixwim? Çima ew bi min re nehat?” Di dawî de Çandar nasdike ew kesê ku hêk jêre amade dikirin û bi ingilîzî ligel wî di axivî ew bi xwe rêberê Kurd Celal Talabanî ye.

Çandar dipirsê: “Baş e, ewê dinê kî ye ku li ser kursî rûniştî maye?” Mam Celal bersiva wî dide û dibêje: Ew pasewanê min yê taybet e, û ew nizanê ne bi Erebî û ne jî bi ingilîzî biaxive, ew tenê bi Kurdî diaxive” û wî ji ber vê yekê bersiva Çandar nedida, êdî ev buyer bûbû nûkteke xweş û watedar li ser dilxweşî û ruhê mirovatiyê li cem Mam Celal, meger ew nukte li ser wî bixwe be jî, mîna ku nivîskarê rojnameya Şerq El’ewset Xalid Qiştînî, di gotara xwe de nivîsiye, ya bi navnîşana “Dema ku Kurd qerfan bi hev dikin” dibêje: “Fexameta serok Celal Talabanî nukte tomar dikirin, û bi germî li wan guhdar dikir, û dihate gotin ku wî nukte ji kesên nêzîkî xwe re digotin, meger ew nukte li ser kesayetiya wî bi xwe be jî.”

Dengê Iraqê Ji Şamê

Piştî windabûna wan derfetên ku hatibûne peydakirin ji bo ku şoreşa Kurdî şerê xwe li dijî rêjîmê berdewam bike, û piştî şikestina wan hewildanên ku dihatin kirin ji bo têkbirina rêkeftina 6.3.1975, ku li Cezayirê hatibû imzekirin di navbera herdû rêjîmên Iraqî û Îranî de bi mercê ku Îran alîkariya xwe bi şoreşa Kurdî re bide sekinandin, êdî serokatiya şoreşê ragihandibû ku şoreş hilweşiya û nema, û di encam de jî Kurd li Kurdistana Iraqê li ber xerabtirîn du riyan hatin rawestan, ew jî: Yan divabû pena xwe bibin nav xaka Îranê û bibin penaber, yan jî divabû xwe radestî rêjîma Iraqî bikin, û di wê çaxê de Mam Celal jî li Şamê bû, û wî hemî pêwendiyên xwe yên herêmî û navdewletî bi kar anîbûn ji bo ku karibe hinekî qebareya vê kareseta ku hatiye serê miletê Kurd li Kurdistana Iraqê sivik bike, û ji bo parastina hestê berxwedanê û berdewamiya şoreşê.

Gelek derfet û destpêşxerî di vî warî de hatin pêşkêşkirin, û bi taybet ji aliyê her yek ji Mûemer Qezafî, û Hafiz Esed, û Enwere Sadat û Yefxînî Birîmakov ve, û ew derfet tev diketin qazanca berdewamiya şoreşê de, li dijî rêjîma xwînmij ya Bexdadê, û ewan aliyan amadekariya xwe nîşan didan ji bo pêşkêşkirina hemî rengê piştgîrî û alîkariya diravî û moralî û çekdarî, lewma serokê Lîbî Mûemer Qezafî, çaxê ku wî Mam Celal dît jêre amadekariya xwe dabû nîşandan ku alîkariya wan ya diravî ya pêwîst bike ji bo berdewamiya şoreşê li dijî rêjîma Sedam Husên, her wiha serok Hafiz Esed jî çaxê ku li gel Mam Celal civiya bû soz dabû ku çek û teqemenî ji wan re bide peydakirin, û rê bide wan ku navendên serbazî û baregehên xwe li Şam û li Qamişlo û Dêrikê, bidin vekirin, û dergeh jî hatin vekirin li ber hatina serkirdeyên wan yên siyasî û serbazî ku serbest werin nav xaka Sûriya, û Soviyêt bi xwe jî bi lez pêwendî bi Mam Celal re kirin û ew xwestin Mosko û soz dane wî ku wê alîkariya wan bikin eger şer li dijî rêjîma Bexdadê berdewam bikin, û Mam Celal Yefxînî Birîmakov jî dît ku wê çaxê peyamnêrê rojnameya Piravda bû, û di vê derbarê de Mam Celal di pirtûka “Defterên Şoreşa Kurdî û Iraqê” de, dûpat dike û dibêje: “Dema ku min Birîmakov li Beyrûtê dît, wî ji min xwest ku em di şerde berdewam bin, û xwe radestî daxwaziyên şahinşah nekin, û got ku tevgera Kurdî eger xwe radest bike wê li ser xwe tomar bike ku ew tevgereke noker û paşko ye, û bi saya berxwedana we, em dikarin êdî navcîtiyê bikin di nav tevgera Kurdî û bexdadê de.”

Tevî ku Mam Celal wê çaxê hîç partiyeke siyasî bi rêve nedibir, û hîç postekî wî di rêveberiya şoreşa Kurdî de tunebû, ji bilî ku ew bi tenê endam bû di ofîsa karûbarê erebî de li Beyrûtê, lê tevî wê jî wî hest bi pirsiyaretiya xwe ya dîrokî dikir, û bi dûrbînî ew buyer û pêşveçûn dixwendin, lewma wî biryara xwe ya çarenivîs da û di demeke kin de karîbû arasteya buyeran

bide guhertin, ew jî dema ku li Beyrûtê di 27.3.1975 de ragihand, û biryara berdewamiya berxwedanê û dirêjedan bi şoreşa Kurdî dabû li dijî xwînmijên Bexdadê, û soz dabû ku ew di nêzîktirîn dem de vedigere Kurdistana Iraqê bi armanca gurkirina hestê şervanan û geşkirina moralê wan, û tiştê ku bêtir ew handabûn li ser vê hingavê agahdariya wî ji wan çalakiyan re ku Tevgera Rencderên Kurdistanê, dest bi wan kiribû û amadebûna wê tevgerê ji bergirî û berxwedanê re li hundirê Kurdistana Iraqê, ku bi dehan kadirên wê hatibûn bi darvekirin di zîndanên rêjîma xwînmij de li Bexdadê, mîna Şihab Şêx Nûrî, û Enwer Zorab û Ceifer Ebdul Wahid, ku Adil Murad di pirtûka “Yaranê Tuleytila” de, ew dabûne bi navkirin mîna: “Dînemoyê şoreşa nû...”

Bê goman helwestên posetîv yên her yek ji Mûemer Qezafî, û Hafiz Esed, û piştgîriya wan ya diravî û çekdarî ya bê sînor ji Mam Celal re, roleke vê helwestê ya serekî û çarenivîs hebû di guhertina arasteya berxwedanê ber bi piştgirêdana bi Esed û Qezafî û Soviyêt ve, li şûna piştgirêdana bi Şahinşahê Îranê ve ku hêviyên şoreşa Kurdî beravêtî kiribû û xiyanet lê kiribû di qonaxeke tirsnak û hestiyar de ji têkoşîna wê ya rizgarîxwaz, û bi taybet xwendina Mam Celal ji helwesta li gel Hafiz Esed li ser bingiha nakokiyên tayifî û netewî û dijberiya istiratîcî ya bingehî ku di navbera herdû rêjîmên BAASî de li Sûriya û Iraqê hebûn, ewê bingeha tayifî hiştibû ku şofîniyeta Hafiz Esed hinekî kêmtir be ji BAASîyên dinê derbarê pirsa Kurdî li Iraqê, mîna ku Mam Celal di pirtûka “Dîdara Temen”‘de gotiye.

Piştî hilweşandina şoreşa Kurdî, Mam Celal li Şamê cîbicî bûbû, û Şam wek navendeke serekî bi kar anî ji bo damezirandina rêxistineke siyasî ku karibe wê qebareya mezin ji bêhêviyê û ji wêraniya ku rêkeftina Cezayir li şûna xwe hiştibû, tevî dorpêç bike û têxe bin baskê wê rêxistinê de, lewma Mam Celal pêwendî kirin ligel Adil Murad, û Ebdul Rezaq Mîrza, û ji wan xwestibû ku ji Tehran werin Şamê, û ew jî yekser gihiştin Şamê di 7.4.1975 de, her wiha Mam Celal ji Dr. Fûad Mesûm jî xwest ku bi lez were Şamê, ku ew wê çaxê nûnerê şoreşa Kurdî bû li Qahîra, û piştî ku hersê gihiştin Şamê, êdî ligel Mam Celal dest bi civînan kirin ta ku di encam de Yekîtî Niştimanî Kurdistan li wir hate damezirandin, û di vê derbarê de Adil Murad di pirtûka “Yaranî Tuleytila” de, dibêje: “Mam Celal pêwendî kirin bi dehan kadirên miletê Kurd re.. û piştî bi dehan danûsitandin û pêwendiyên telefonî û şand û civînên rawêjkarî di navbera herçar damezrêneran de û li gel sedan kesayetiyên niştimanî yên Kurdî û Iraqî û Erebî yên dost û hevbend, me civîna yekem ya fermî di 22.5.1975’de, li çayxana Tuleytila di nava Şamê de li darxist bi serokatiya Mam Celal û amadebûna Dr. Fûad Mesûm û Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza û Adil Mûrad û piştî gengeşe û guhertina nerînan me biryar da ku em navê rêxistina xwe ya nû bikin Yekîtî Niştimanî Kurdistan û piştî vê hingavê Mam Celal pêwendî kirin li gel her yek ji Dr. Kemal Fûad, û Noşêrwan Mustefa û Umer Şêxmûs, ku wê çaxê li Ewrupa bûn, û ew razî kirin werin nav desteya damezrêner ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan, û bi vî rengî endamê wê desteyê bûne (7) kes.”

Û piştî amadekirina daxwiyaniya damezirandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan ku Mam Celal li çayxana Tuleytila, amadekiribû, û yekser radiyoya Dengê Iraqê Ji Şamê, di 1.6.1975 de, ew daxwiyanî ji Şamê belav kiribû, û rojnameyên Sûrî û Libnanî jî bi berfirehî belav kirin, lewma vê daxwiyaniyê dengekî bilind dabû di nav miletê Kurd de, ku ew hestê reşbînî û bêhêvîtiyê hilweşand bû, û ew daxwiyanî bûbû mîna qêrîneke tûnd û bi hêz di ruyê Sedam Husên de ku çekek nehişt û bi kar ne anî bû di komelkujiya miletê Kurd de, û di pêşiya wan çekan de yê kîmyawî, û ew daxwiyanî bangewaziyeke berpirs bû ji bo gurkirina hestê xebatker û pêşmergan, û ji bo geşkirina ruhê berxwedanê û avakirina hêviyan li cem miletê Kurd ku sêdar û zîndan û derbiderî ew di nav pêlên xwînê de nuqim kiribû.

Berxwedanê dikin meger xwekujî be jî

Ji ber bandora wêranker ya rêkeftina Cezayir sala 1975 û ji ber hilweşandina şoreşa Kurdî li Kurdistana Iraqê bi wî şêweyê tiracîdî û dilêş, û ji ber qebareya reşbîniyê û bêhêviyê ku pencên xwe berdabûne ser moralê kadirên siyasî û ser hestê hêzên pêşmerge, ev ji bilî êş û nexweşiya ku cemawerê Kurd têre derbas dibû di navbera çakûçê rêjîma xwînmij û sindana derbiderî û birçîbûnê li welatên penaberiyê û ji ber van hokaran êdî hîç riyek nema bû li pêşiya Mam Celal û partiya wî, ya ku hîna saleke di ser damezirandina wê re derbas nebûbû, ev ji bilî ku Mam Celal dixwest ku demê bidize û lezê bike di amadekariyên pêwîst de ji bo saxkirin û aktîv kirina tevgera Kurdî li Kurdistana Iraqê û geşkirina şoreşê li dijî Sedam Husên û rêjîma wî ya xwînmij.

Çimkî Sedam Husên qet bawer nedikir Mam Celal karibe careke din pêşmergan kom bike û wan bibe ser çiyayê Kurdistanê.

Û ji wan amadekariyên pêwîst ji bo cîbicî kirina vî erkê dîrokî, erkê vêxistina şoreşa nû li ser çiyayên Kurdistanê û şerkirin li dijî rêjîma dîktatorî li Bexdadê bi armanca sekinandina wê komelkujiya giştî ku li Kurdistanê tê bi rêve birin, meger qurbanî çendî mezin bin jî, lewma gelekî giring bû ku serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan, hemahengiyê bike li gel serkirdayetiya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, û bi taybet ligel sekretêrê vê partiyê Ebdul Hemîd Derwîş ku pêwendiyeke kevin û bi hêz hebû di navbera wî û Mam Celal de, û giring bû ku wan agahdarî wan gavan bikin ku Mam Celal û hevalên xwe dixwestin di vî warî de bavêjin, ji Hemîd Derwîş û hevalên wî were xwestin ku li gor karîbûna xwe li kêleka wan bisekinin di xebata wan de li dijî rêjîma Sedam Husên..

Lewma, piştî demeke kin ji damezirandina YNK, sekretêrê PDPKS Ebdul Hemîd Derwîş û şanda ligel wî ku pêkhatibû ji Reşîd Hemo, Temir Mustefa, Ezîz Dawid û Tahir Sifûk gihiştibûn Şamê li ser daxwaziya Mam Celal ku ew vexwendibûn ji bo lidarxistina civîneke duqolî hevbeş di navbera herdû partiyên bira de, bi mebesta gengeşe kirinê li ser hin pirsên siyasî yên giring, û ew civîn li Şamê hate li darxistin di baregehê YNK de, li taxa Rukin El‘dîn û şanda YNK pêkhatibû ji Mam Celal û Noşirwan Mustefe, Fûad Mesûm, Kemal Fûad, Kemal Xoşnaw û Kerîm Feylî û di destpêka civînê de ku yekemîn civîn bû di navbera herdû partiyan de piştî damezirandina YNK, Mam Celal li ser pêwendiyên diqolî di navbera herdû partiyên bira de axivî, her wiha li ser giringiya guhartina nerînan û hemahengiyê di navbera wan de axivî, û di vî warî de Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana „Tevgera Kurdî li sêriya di bin roniyê de“, dibêje ku Mam Celal di wê civînê de ji wan re gotibû: „Me hûn xwestine vê civîna hevbeş ji bo em we agahdar bikin ku me biryar daye em vegerin Kurdistanê û dest bi xebata çekdarî bikin, û ji mere giring bû ku em we bi vê biryarê agahdar bikin, û em li nerîna we jî guhdar bikin di vê derbarê de, herwiha pêwîstiya me jî heye bi piştgîrî û alîkariya we ji mere di vê qonaxa giring de.“

Û Ebdul Hemîd Derwîş di vê pirtûka xwe de dibêje ku ewan jî ji aliyê xw de piştgîriya xwe ji Mam Celal û hevalên wî re nîşandan, û gotin ku ewê li gel wan bisekinin di xebata wan de li dijî rêjîma dîktatorî ya desthilatdar li Bexdadê, û li dijî siyaseta bi erebkirin û helandin û komelkojiya ku ev rêjîm li dijî miletê Kurd dide meşandin û cîbicî kirin, û dibêje ku wan ji Mam Celal re gotibû: „Em dibînin ku xebata çekdarî bê encam û bê sûd e di van helûmercên îro de, çimkî tenha çar mih derbas bûne bi ser hilweşandina şoreşa Êylulê, û cemawerê Kurdî jî hîna ji bandora wê ya xurt şiyar nebûye, û bi dîtina me ew xelk îro ne amade ye bi were yan bi her aliyekî din re bisekinin di vî şerê çekdarî de, ev ji bilî hin hokarên nîgetîv yên din hene ku ne alîkarin ji vî şerî re.“

Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de berdewam dike û dibêje ku Mam Celal di wê civîna dîrokî de bersiva wan daye û gotiye: „Ev hokarên ku we amaje pêkirin rast in, û rewşa li ber çavan jî ne alîkare ji şerê çekdarî re, û em dizanin ku em nikarin vê rêjîma heyî biruxînin, yan mafê otonomî yê rasteqîne bi dest xwe bixin piştî vê kareseta ku bi serê miletê Kurd hatiye li Kurdistana Iraqê, lê em dixwazin hûn bizanibin ku rêjîma Iraqî siyasetekê dide cîbicî kirin ku Kurdistanê vala bike û komelkujiyê li dijî xelkê wê bide meşandin, û wê rojek were ku miletê Kurd li ser xaka Kurdistana Iraqê nemaye, eger em li dijî vê siyasetê nesekinin, û ev karê ku me destpêkiriye çendî karekî xwekujiye jî, lê armanc jê berengariye li dijî êrîşên bi erebkirin û wêrankirinê ye li Kurdistanê.“

Hemî helûmercan nîşan didan ku Mam Celal û hevalên xwe ew qet nikarin li dijî rêjîmeke dirinde û hov bisekinin ku çekek ne hiştiye û bi kar ne aniye ji bo nehiştin û binbir kirine miletê Kurd li Kurdistana Iraqê, û hîç derfetek li pêşiya Mam Celal û hevalên wî nemabû ji bilî serkeşî û mûxamereya şoreşgêrî ku ew jî mîna xwekujiyê bû, û ew li ber du riyan bûn: Yan wê tev werin kuştin û bimirin, yan jî wê vê komelkujiyê bidin sekinandin ku li dijî hebûna miletê Kurd tê meşandin, û li gorî ku Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de dibêje, ku Mam Celal di dawiya civîna xwe de li gel serkirdayetiya PDPKS, bi wê dûrbîniya xwe ya siyasî ya naskirî tekeze kiribû û gotibû: „Derbarê vê rastiyê, serkirdayetiya YNK biryar daye ku berxwedanê bike li dijî vê siyaseta şofînî bi hemî şêweyên ku li ber destê wan hene, û di pêşiyê de jî şêweyî xebata çekdarî, û dibe ku em karibin vê siyaseta faşî di astekî de bidin sekinandin, û em dizanin ku ev

yek wê buhayekî wê yê giran hebe, lê em çi bikin hîç derfeteke din jî tuneye li ber me ji bilî şerê çekdarî.“

Sûriya Em ji pêvedana mar rizgarkirin

Piştî damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan û piştgîriya berfereh ya miletê Kurd bi vê partiyê re li nav Kurdistan û li dervî wê jî, û serkeftina wê di rakişandina raya giştî û ya xwecihî û navdewletî ber bi bernameya xwe ya siyasî ve, ku di daxwiyaniya xwe ya damezrandinê de ragihandibû û li Şamê hatibû belav kirin di 1.6.1975 de, û her wiha bi destxistina wê ji alîkariya çekdarî û diravî û siyasî ji hin dewletên xwedî bandor û karîger di pirsa Iraqî de, (mîna Sûriya, Lîbiya û Yekîtiya Soviyêt ya berê) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan êdî dest bi xwe amadekirinê kir ji bo xebata çekdarî bi serokatiya Mam Celal ku di pirtûka “Dîdara Temen” de, dibêje: “Me pêwîst dît ku em dest bi xebata çekdarî bikin, û me didît ku xebata siyasî bi sernakeve û armancên xwe bi dest naxe eger tevgereke çekdarî li gel tunebe, û jiyana siyasî bi pêşve naçe bi bêyî xebata çekdarî, lewma me biryar da ku em xwe amade bikin ji vê qonaxê re, û me çend binke û bargehên leşkerî vekirin ji bo rahênan û meşiqkirina çekdaran li Sûriya”.

Di yekem civîna desteya damezrêner de ku bi serokatiya Mam Celal hatibû li darxistin di 17.12.1975 de, vê desteyê biryara xwe ya çarenivîs sitand ku hemî dijberên rêjîma BAAS çaverêyî vê biryarê bûn, biryara destpêkirina xebata çekdarî û saxkirina şoreşê li çiyayê Kurdistana Iraqê, êdî gelekan gerew dikirin li ser şikestina Mam Celal û partiya wî di vê biryara wan ya dîrokî de, û digotin ku eger Şoreşa Êlûnê bi xwe tiştek bi dest nexist ji bilî ku Sedam Husên û Şahinşahê Îranê bi hevre aşt kirin û li hev anîn, ji xwe ev şoreşa nû jî nikare tiştekî bi dest bixe ji bilî aştkirina Sedam Husên û Hafiz Esed, û derbarê vê civînê Adil Murad di pirtûka “Dostên Tuleytila” de, dibêje: “Piştî gengeşe û rawêjên berfireh di civîna yekem ya desteya damezrêner de ku bi serokatiya Mam Celal hatibû li darxistin, me komelek biryarên giring sitandin mîna destpêkirina şerê partîzanî li dijî hêzên rêjîma BAAS, herwiha me biryar jî dabû ku bi lez em kar bikin ji bo komkirina hêzên opiziyonê û hêzên niştimanî yên Kurdistanî û Iraqî ji bo ku em karibin bi hêztir li dijî rêjîma BAAS bisekinin, û her di vê civînê de Mam Celal pilanek pêşkêş kirbû bi navê ‘Pilana Rizgarkirinê’ û di vê demê de Mam Celal karîbû li gel serokê Sûriya Hafiz Esed, kom bibe û bicive, û di wê civînê de Esed bi germî amadeyiya xwe nîşan dabû ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û piştgîriyê ji Mam Celal re, ew alîkarî mezin bû bi qasî kûrahiya kîn û dijatiya di navbera wî û Sedam Husên de bû, û soz dabû ku li pişt wan bisekine ta ku ew karibin li ser piyên xwe bisekinin û rêzên xwe rêkbixin û xurtbikin, û Mam Celal di vê derbarê de di pirtûka “Dîdara Temen” de, dibêje: “Sûriya di hemî waran de alîkariya me kir, warê siyasî û dirûnî û diravî jî, herwiha em bi çek jî kirin, û ew alîkarî ji me re gelekî bi nirxi û buha bû.. bi rastî alîkariya Sûriya ji mere mîna ku ew me ji pêvedana mar rizgar bike di nav biyabaneke hişk û zuha de.”

Û giringtirîn gavên pêwîst ji bo xwe amadekirinê ji xebata çekdarî re, ew bû ku serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan dest pêkir pêşwaziya pêşmerge û xwebexşên ku hatibûn nav binkeyên meşq û rahênanê ku hatibûne avakirin li Şam, û Qamişlo û Dêrîk, bi serpereştiya efserê endeziyar şehîd Îbrahîm Îzo, li gel çend efserekî din mîna Seyid Kerîm, û Hesen Xoşnaw, û mulazim Fûad Çelebî û yarîderê polîs Cemal Xoşnaw. Mam Celal di “Dîdara Temen” de, dibêje ku “ew efser beşdar bûn di rahênan û meşiqkirina çekdaran de, û xûlên taybet saz dikirin ji bo meşqkirinê li ser şerê partîzanî û bi karanîna hemî cûreyên çek û teqemeniyan, û ji wan xûlan bêtir ji 200- 300 çekdarî derçûn.”

Û di dawiyê de jî Şêx Husên Baba Şêx, jî gihiştibû nav wan, û ew bi xwe jî kesayetiyeke Kurdî navdar bû di nav civaka Êzîdiyan de, û hatina wî nav rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistan karîgeriyeke mezin dabû ser xelkên Êzîdî li her derekê ku hebûn, û di vê derbarê de Ebdul Rezaq Feylî di hevdîtinekê de li gel malpera Pukmedia dibêje: “Rola Şehîd Husên Baba Şêx gelekî giring bû di avakirina pêwendiyan de li gel devera Şingal û Behdînan, û xelk dianîne nav rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistan. Her wiha hebûna Mîr Tehsîn Beg jî di wê demê de li Sûriya, derfeteke giring bû ji Mam Celal re ku bi riya wî karîbû pêwendiyên xwe li gel navendên Êzîdiyan dirûst bike, bi taybet li devera Cerahê ya ser bi navçeya Qamişlo ve, û rakişandina wan ber bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan ve, û di pêşiya wan de kesayetiya Êzîdî ya naskirî di wê deverê de (Husênê Hewran)”.

Bi vî rengî, baregehên Yekîtî Niştimanî Kurdistan û binkeyên wan yên rahênanê li Şam û li Qamişlo û li Dêrîkê bûbûne mîna şanê hingiv ku bi şev û roj kadir û çekdarên vê partiyê têde kar û xebat xwe bi xurtî dikirin û xwe amade dikirin ji bo şerê çekdarî, û ew barege û navend bûbûne mîna westgehên serekî ji serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan re, û di pêşiya wan de Mam Celal û Noşîrwan Mustefa û Fûad Mesûm û Adil Murad û Ebdul Rezaq Feylî û Umer Debabe û yên din, ku ewan bi xwe serpereştiya wan amadekariyan dikirin, û ewan bi xwe pêdawistiyên çekdaran û çek û teqemenî amade dikirin û vediguhestin ber bi çiyayên Kurdistana Iraqê bi nehînî di wan sînorên metirsîdar û asê re, û di vî warî de Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya dûdilî nekir di piştgîriya Yekîtî Niştimanî Kurdistan de, di wan helûmercên dijwar de, û bi hemî karîbûna xwe li pişt Mam Celal û partiya wî sekinî û bi hemî hêza xwe piştgîriya wan kir.