Cîgirê Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman, di bersiva pîrsên me da, ronahî xiste ser rewşa dawiya Suriyê û hevditina Ehmed Elşar û Trump û rewş û karûbarên Şanda Kurdî ya Hevbeş û babetên din yên girîng.
Deng
Di van salên dawiyê da li Rojhilata Navin pêşhateyên girîng diqewmin û niqaşeke mezin heye li ser ava kirina sisteme nu li Rojhilatê Navîn. Bi gor bir û baweriya we li Rojhilatê Navîn çi diqewmin? Dewleta Yukbûyî Amerika (DYA) dixwaze li Rojhilatê Navîn çi bike?
Di piratîkê de herêm tûşî gelek hejandinan hat di dawiya rûxandina pergala cîhanî ya ku di dema cenga cîhanî ya Duwem de hate sazkirin û heya niha li ser rewşek navdewletî ya nû aram nebûye. Piştî Buhara Erebî bûyer bipêşketin, ku hingavtina wê giha cîhana erebî û ji encamên wê, gelek qeyran heya niha bidawî nebûne tevî, ku demeka zêdetir di ser wê re derbas bûye.
Piştî bûyerê Heftê Oktoberê di sala 2023an de, nakokî kûrtir bûn û asta pevçûnan berz bûn bi şeweyekî cudatir ji berê û giha Îranê. Ya girîngtir ji vê yêkê, rûxaendina rêjîma Sûrî bûyê, ku piştî lîstokê hewalgeriya herêmî û navdewletî. Dewletên xwedî bandor di karûbarên Sûrî de jî têde beşdar bûn û hîn jî pêşketina baredoxan di Sûriyê de nenas in.
Di derbarê pirsê de, di rastiyê de guherînên mezin ên ku li cîhana nûjen çêbûne, ew ji encama bûyerên mezin ku di rêya wê re vîna serfirazî û serkeftinê hatin destnîşankirin weku çawa di herdu cengên cîhanî de rûdan. Encama wê belav kirina herêmên deselatewî bû. Piştî rûxandina pergala cîhanî di salên notiyên sedsalê borî de neket berjewendiya tu aliyekî navdewletî re. Herwiha ma di çarçewa sazkirina rewşek navdewletî ya nû de, lê bi rengekî ne xuya. Gelek piroje hene, her navendek cîhanî pirojeyeke wê ya taybet heye, lê di siya tunebûna lihevkirineke navdewletî li ser pirojeyek destnîşankirî da, ne pêkan e bidawî bibe. Di vê çarçewê de axaftin li ser Rojhilata Navîn a nû tên kirin ji salên notî ve û ew pirojeyeke Îsrayîlî Emerîkî û Birîtanî ye, lê gelek hêzên cîhanî û herêmî pêşberiya wê dikin û bi taybetî yên ku ji ber wê pirojeyê ziyanê digehînin berjewendiyên wan. Ji vir de hemû bûyerên xwînî û li ser jimêreya lawên herêmê ew ji encama rijdbûna gihiştina vê pirojeyê têt. Keda ku ji aliyên din ve dijberiyê wê dihate kirin û bi baweriya min wê demeke dirêjtir bibe. Di dirêjkirina pevçûn û rêveberiya qeyranê de, çendîn ku dem dîrêj bike jî lê Emerîka û hevpeymanên wê jê venagerin.
Bandora guhertinên navçeyê li ser welatê Suriyê pir e. Paş ruxana rejima Esad, rêxistineka cihadist wekî HTŞ li Şamê bû desthilatdar. Bi gor baweriya te DYA û dewletên din yên Rojava çima rê dan, ku HTŞ li Şamê bibe desthilatdar? Dewletên Rojava ji HTŞ li benda çi ne?
Protestoyan li Sûriyê çarde salan berdewam kir. Rikberiya rêzanî û leşkerî ji bo rûxandina rêjîmê kar kirin, lê ji ber sedemên cihêreng di pêkanîna wê de bi serneketin. Yek ji sedeman ev e: civaka navdewletî, bi taybetî hêzên destwerdêr di mijara Sûrî de, ji ber ku nêrînên wan di derbarê rewşa Sûrî de ne wek hevbûn. Herwiha rikberî jî lawaz û jihevketî bû û di bin kontrola hêzên herêmî de bûn. Ew pirojeya niştimanî ya ku dixwast Sûriyan bike yek û wan û civaka navdewletî piştrast bike, winda kir. Hevpeymanên Sûriyê bi taybetî Îran û Rûsiya û di paş wan de, Çîn xwedî rolekî girîng bûn di berdewamiya rêjîmê û parastina wê ji rûxandinê.
Di dawiyê de alternatîvê ku dihate pêşbînî kirin ji bo deselatê re, ew jî hêzên îslamî yên tundrew bûn. Wê yekê hişt ku piştgîriyeke din peyda bike di cîbicîkirina cîgehê rêjîmê di vê qeyranê de. Ji ber ku civaka navdewletî nedixwest ku ev hêz di deselatê de bin, lê daxwaza aliyên navdewletî û herêmî di guherîna rewşa Sûrî de bû gefek ji bo lawazkirina hevpeymanên rêjîmê. Di destpêka da Hizbulah ji Lubnanê û Îraniyan ji Sûriyê derxistin û herwiha lêxistina Îranê. Ev hemû ji aliyê Îsrayîlê ve hatin çêkirin û wê hişt ku çekdarên desthilatdar li Îdlibê têkevin tevgerê û ber bi Helebê ve biçin. Lê belê û ji encama pêşketina rêzgerê operesyonan, wan gihan ber bi Humis û Hema û herwiha gihan Şamê bi naverasta aşûta hêzên artêşê û ne berxwedana wê. Sebaret bi vê mijarê di destpêka wê de tu hêzên herêmî û navdewletî piştgîriya xwe ji vê livînê re ranegihandin û piştre girsayî ya tevkariyê di navbera hêzên herêmî û navdewletî de di rûxandina rêjîmê de xuya kirin. Herwiha hebûna Desteya Rizgariya Şamê û serokê wê Ehmed Elşer ketin rojevê Sûriyê bi alîkariya çekdarên zêdetir ji hêzên çekdar ên heyî li Sûriyê. Xuya ye ku ji encama tevliheviya rewşê li Sûriyê û herêmê û tunebûna pêkaniya guherîna hişmendiya rêjîmê, ev biryar hate standin. Ji ber ku gihan vê baweriyekê ku rêjîm tu guherînê di xwe de çênake û tu bijarde ji bo çareseriya rêzanî re li cem wan nînin. Niha bi şêweyekî xuya ye, ku piştgiriyek navdewletî û bi taybetî ya Emerîka û Xelîc û Tirkiyê ji vê deselatê re heye, bi hêviya ku ev deselat li ser tevlêbûna çareseriya rêzanî kar bike bi gor bername û berjewendiyên van dewletên destwerdêr di mijara Sûrî de, di pêşiya wan de bi gor berjewendiya Emerîka. Lê belê heya niha rewş ne li gor daxwazê ye û xuya ye ku hikûmeta niha dixwaze bi tenê bibe deselat û heya niha nexwaze bi hevkariya pêkhateyên olî û netewî û rêzanî ve bibe di deselat. Piyadekirina çewtiyên mezin weku bûyerên li Berava Sûrî di derheqa mafê elewiyan de hatin kirin. Herwiha êrişa Durzî li Siwêdayê.. Ji wê zêdetir pêdagiriya wê bi navendiya deselatê û dûbarekirina ezmûna rêjîma berê bi vê şêweyî, ew deriyan li hember guherînên rastîn digre. Lê belê hîn jî derfetek mezin li pêş wê û pêş Sûriyan heye di çareserkirina dozên mezin de, yên ku rûbariya Sûriyê dikin û ev buşkurrîna (jêkvebûn, libervebûn) navdewletî jî derfeteke mezin peyda dike ku pêkan e sûd jê were girtin.
Di 26ê Nisana 2025an da li Qamişlo konferansek hate çêkirin û desteyeka hevbeş hat ava kirin, ku hemu aliyên Kurd têda ci digrin. Lê belê heya îro heyet tu gavek berçav ne avêtiye û pêyvendiyeka dîyar di navbera heyet û hikumeta Şamê da çenebûye. Dikari derheqa vê yekê da me agadar biki?
Kurd li Sûriyê weke hemû Sûriyan amade bûn di rûxandina rêjîmê de û bi dawîkirina ji deselatek zordar ku cudahî û zordarî di derbarê Kurdan de dikir. Di desthilatiya BAASê di sala 1958an vir de, bi dehan zagon û biryarên regezpetestî di dermafê wan de hatin derxistin.
Paş rûxandina rêjîmê, Kurdan bi lez dest bi diyaloga hundirîn kirin di navbera aliyên siyasî de û bi alîkariyeke mezin ji Firansî û Emerîkiyan, ku fişar li ser aliyan kirin ji bo lidarxistina Konferansa Yekîtiya Helwesta Kurdî di 26.04.2025an de.
Bi amedebûna piraniya hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîr û kesayetiyên bi bandor di nav civaka Kurdî de, konferans bi belgeyekê ve xilas bû, ku têde helwesta Kurdî ya yekbûyî ji bo pêşeroja Sûriyê hate xuya kirin: Avakirina dewletek şaristanî, dîmoqratî, perlemanî nenavendî û li gor makezagoneke serdemî daku mafên gelê Kurd û mafên hemû pêkhateyên civaka Sûrî têde parastî bin.
Herwiha biryara sazkirina şandeyek Kurdî ya hevbeş hate sitandin, daku nûnertiya Kurdan di danûstandinên bi hikûmeta Şamê re bike. Ew şande di 05.06. 2025an de hate sazkirin, û şandeyê kar kir li ser amedekirina danûstandinan. Herwiha şandeyê daxwaz ji hikûmetê kir ku hevdîtinekê bi wan re pêk bîne, lê belê şandeyê tu bersiv ji wan negirt û di 26 Îlona borî de nameyek ji Serokê Hikûmeta veguhêz berêz Ehmed El Şer re bi rêkir. Naveroka wê nameyê vexwendina hevdîtinekê ji bo destpêkirina danûstandinan bû, lê belê heya îro şandeyê tu bersiv ji vê vexwendinê negirt, ne erênî û jî neyênî.
Ji vir de em tekez dikin, ku niha bona Şam du tiştên bingehîn girîng in: Rewşa Hêzên Sûriya Demoqrat û tevlîhevkirina wê di nav artêşa Sûrî de û herwiha mijara samanan û bi taybetî neft. Ev herdu tişt jî bi HSDê ve girêdayî ne, lewre ew tekeziyê bi danûstandinên bi serkirdeyên HSDê re dikin, bi taybetî rêkeftina 10ê Avdara 2025an di navbera berêz Ehmed El Şer a Serokê Hikûmeta Veguhêz û berêz Mezlûm Ebdî Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqrat de heye. Ew jî gelekî girîng e, ji ber ku herêmê ji şerek bi dûr xist, ku encamên wê gelek xirab in li ser welêt û li ser herêmê.
Herwiha pirensîbên giştî hene ew jî di kûrahiya daxwazên Kurdî de ne û ez bawer nakim ku Şandeya Kurdî were çalak kirin eger Şam bi HSDê re negihê lihevhatinek di derbarê rêkeftina Avdarê de.
Babeteka balkêş e, ku di van rojên dawiyê da DYA hawlekê mezin dide bona, ku SDG bi hikumeta merkezi ve entegre bibe. Gelo armanca hewlên hanê belav kirina SDG ye? Ger na, DYA çima hewl dide, ku SDG bi hikumeta merkezi ve entegre bibe?
Rêkeftina 10ê Avdarê bi fişara Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî û Firansiyan pêkhat û hêzên Emerîkî ji destpêkê ve kar kirin li ser peydakirina lihevkirinekê di navbera herêma Bakur û Rojhilatê Feratê bi hikûmeta El Şer re û yê ku naveroka wê tevlîhevkirina hêzên leşkerî û ewlehî yên girêdayî HSDê di artêşa Sûrî de ye. Lê belê ev danûstandin bi giranî diçin, ji encama şirove kirina herdu aliyên ciyawaz di derbarê mîkanizm û şêweyê tevlîhevkirinê da. Hîn jî danûstandin berdewam in, û ez bawer dikim ku Emerîkî ji bona mîkanizmeya tevlîhevkirinê ber bi şirovekirina Hêzên Sûriya Demoqrat ve diçe. Niha lihevhatinek çêbûye li ser sazkirina sê kom û sê tîpên leşkerî di herêmê de, daku di herêmê de bimînin û girêdayî artêşa Sûrî bin. Herwiha hêzên ewlehî jî di herêmê de bimînin û girêdayî Wezareta Navxweyî bin. Bi baweriya min astengiyên mezin li cem herdu aliyan hene ji ber sedemên cihêreng, hinek jê vedigerin qeyrana baweriyê di navbera herdu aliyan de, pêşneketina hikûmetê bi gavên ber bi dosyeya siyasî ve û herwiha destwerdanên herêmî di vê mijarê de. Lê belê ya girîngtir ew e, ez bawer nakim ku Emerîka dest ji çavdêriya van danûstandinan bikêşe. Di rastiyê de eger helwesta Emerîkî neyê guhertin û bi rola gerentor nelîze ji van danûstandinan re, tenê weke navbênkar bimîne, ev danûstandin biser nakevin.
Her usa Tirkiyê hewleka mezin dide daku bi destê HTŞ û hikumeta Şamê ve SDGyê belav bike. Gelo hikumeta Tirkiyê dikare di vê siyaseta dij-Kurd da serkeve?
Tirkiyê ji destpêka destwerdana wê di nav qeyrana Sûrî de, girêdayê bi rewş û bûyeran, bi durûtî kar dike. Ji aliyekî ve di hemû waran da alîkariya aliyên din kirin di rikberiya Sûrî de. Lê belê ji aliyekî din ve bi şêweyekî dujminane bi Kurdan û hêzên wan re dida û distand. Li ser parçebûna aliyên Kurdî kar kir û vê yekê bi şêweyekî nerênî û bi giştî bandor li ser rewşa Sûrî kir û rola Tirkiyê di piştgîriya Sûriyan de qels kir. Rabû Efrînê dagîr kir û herwiha Serê Kaniyê jî. Siyasetên dujminane di derheqa mafê Kurdan de bi rêvabir li herêmên li bin deselatê wê li Bakurê Sûriyê wek Cerablis û Ezaz û Îdlibê. Lê belê tevî wê jî, Kurdan amedehiya xwe bi şêweyekî erênî bi danûstandina bi Tirkiyê re nîşan dan, tevî sînorên mezin di navbera herêmên deselatê wî ya Kurdî û Tirkiyê de. Lê di van herêman da HSD tu operesyonek leşkerî nekir. Tu binpêkirin jî di herêmên sînorî de nekirin. Piştî rûxandina rêjîmê li Suriyê, Tirkiyê hewl da ku bi rêya çekdarên pêve girêdayî herêmên Bakurê Feratê û bi taybetî herêmên Kurdî bike armanc, lê nikarî bû. Ji ber ku hêzên hevpeyman nehiştin û Emerîka jêre nabêje “erê” nikare destwerdanê bike weku çawa li Efrîn û Serê Kaniyê kirin. Niha bi hikûmetê hewl dide, ku rewşa leşkerî ya HSDê li herêmê ber bi dawî bûnê bibe. Ji destpêka pirosêsa aştiyê ya ku di navbera berêz Ebdulah Ocelan û hikûmeta Tirkiyê de, ew fişarên leşkerî yên rasterast li ser herêmên Bakurê Feratê sivik bûn û niha axaftin hene bi navbênkariyekê Emerîkî danûstandin di navbera serkirdayetiya HSDê û Tirkiyê de hene sebaret bi rêkeftina Avdarê. Ew dixwaze rêkeftinê li gor nerîna hikûmeta Sûrî, ku helandin û pişaftina HSDê de di nav artêşa Sûrî de ye, cîbicî bike, niha zehmet e. Girîngiya herêma Bakurê Feratê ji bo hêzên hevpeyman û Emerîka û pevçûn li ser Sûriyê, nahêle ku di vê derbarê da çemandin ji daxwazên Tirkiyê re werin kirin.
Hevditina Serokê DYA Trump di 10.11.2025an da li Koşka Spî li gel Ehmed Şara li bîrurayê giştî da deng veda. Wezirê Derveyê Tirkiyê hakan Fidan ji beşdarê beşek civina hanê bû.
Pirsa yêkan: Gelo DYA ji hikumeta Şamê benda çi ne, çi dixwaze? Gelo beşdar nebûna SDG di civina usa giring da, tê çi wateyê?
Pirsa dudo: Beşdar bûna Wezirê derveyê Tirkiyê hakan Fidan tê çi wateyê?
Libervebûna Emerîkî li ser berêz El Şer beriya vê hevdîtinê, dema serdana serok Tramp ji Suûdiyê re û hevdîtina hevbeş bi amedebûna Şazadê Suûdî û piştî wê rakirina sezayên ku mafê serok e wan rake û yên taybet bi sezayan û herwiha rakirina sezayan ji ser serok Ehmed El Şer û Wezîrê Hundirîn Enes Elxetab, hevdîtina di 10.11.2025an de li Koşka Sipî girîng û dîrokî bû. Cara yekem bû, ku ji zêdetirî şêst salî hevdîtinek wisa tê kirin û xuya dike ku daxwazekê Emerîkayê heye di dûbarekirina, bicî kirina Sûrî di hevpeymanên navdewletî de, bi xistina wê di nav dewletên ku jêre hevpeyman in li herêmê. Lê belê ev serdan tevî girîngiya wê tiştê ku li bendê bûn: Îmzekirina peymana ewlehî ya bi Îsrayîlê re û pejrandinek destpêkî ji Peymanên Îbrahîmî re. Ya Duwem cîbicîkirina rêkeftina 10ê Avdarê di navbera El Şer û Mezlûm Ebdî de. Tevî qerase kirina ragihandinî ji serdanê re, tu guherîna cewherî di helwesta Emerîkî de çênebû. Ji ber ku tiştê ji Hikûmeta El Şer tê xwestin zêdetirî tiştên ku me li jor xuya kirine. Rakirina sezayan û vegerandina peywendiyan bi Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî re, pêwîst e ku biryara navnetewî 2799 û herwiha biryara 2254 werin bicîkirin: Avakirina hevpariya rastîn ji hemû pêkhateyên Sûriyê re û şerkirina dijî terorê û qewitandina biyaniyan ji Sûriyê û dabînkirina aramî û ewlehiyê li Sûriyê. Ev merc zehmet e ku werin pêkanîn di siya rewşa heyî de li Sûriyê û destwerdanên herêmî û navdewletî di karûbarên Sûriyê de.
Sebaret bi nevexwendina şandeya HSDê ji ber vê yekê ye ku ew vexwendinek fermî bû ji hikûmeta Sûrî re û heya niha tu girêdan di navber hikûmeta Şamê û Bakur û Rojhilatê Feratê nînin. Lê belê amedebûna HSDê xuya bû, bi rêya tekeziya li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Dehê Avdarê, û hate tekez kirin ku hevdîtin li Şamê di navbera şandeyên hikûmetê û HSDê de û bi beşdariya Emerîkî dibe.
Di derbarê vexwendina Wezirê Derveyê Tirkiyê da, ew vedigere rastiya destwerdana Tirkîyê di biryara hikûmeta Sûrî de û helwestên wê ji bo rêkeftina Avdarê. Di nerîna min de ew vexwendin weke fişarekê bû li ser Tirkiyê daku astengiyan li pêşiya rêkeftinê dernexîne û alîkar be di cîbicîkirina wê de.
Lê belê piştî vegera serok El Şer', berevajî wan tiştên pêşbînî kirî, xuya dikin ku careke din ne aramî vegeriya Başûrê Sûriyê û bi serdanekê hikûmeta Îsrayîlî bi serokatiya Netenyaho ji herêmên bê çek re bi dawî bû. Vegera gefên israyîlî ji Sûriyê re û daxuyaniya Îsrayîlê ku danûstandin bi Sûriyê re rawestiyan. Di heman demê de dihate pêşbînî kirin, ku hevdîtinek li Şamê di navbera şandeya HSDê û hikûmetê de di nava hefteyekê de, ji vegera El Şer ji Waşintonê were kirin, lê heya niha dema wê serdanê hîn ne xuya ye. Herwiha hin pevçûn li herêmên Ufsaydê de çêbûn di navbera hêzên Hikûmeta Sûrî û Hêzên Sûriya Demoqrat de û ev nîşana wê yekê ye ku destwerdanên herêmî astengî xistin pêşketina herdu dosyeyên girîng di derbarê serdana El Ser ji Emerîkaye re.
Gelo Abdulah Ocalan dikare li ser daxwaza dewleta Tirk SDGyê bê çek bike?
Sebaret bi karîna berêz Ebdulah Ocelan di danîna çeka HSDê da, di baweriya min de berêz Ocelan ne xwediyê vê biryarê ye, tevî girîngiya nerîna wî û bandora xwe li ser serkirdayetiya HSDê. Wî bi xwe berî demekê derbirî û bi rêya parêzerê xwe nameyek ji berêz Mezlûm Ebdî re şand û jê lihevhatinê bi Şamê re xwest. Lê tu nerîn di derbarê mijara radestkirina çekan nekir weku Tirkiyê dixwaze, lê belê wî tekez kir ku bêyî gihaştina rêkeftinekê bi Şamê re danîna çekan metirsiyê li ser Kurdan û herêmê peyda dike. Tiştekî din jî heye, biryara karûbarên mijara HSDê û çekên wê di vê qûnaxê de vedigere ji Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî re û hêzên hevpeyman re bi sedema şer li dijî DAÎŞê. Zêdetirî wê hevsengiyên heyî li Sûriyê û herêmê, pir dûr e ku di vê qûnaxê de nêzî çeka HSDê bibin.
Gelo duwerojê Kurd ên Suriyê wê çawa be? Hun derheqa vê babetê çi difikirin?
Sebaret bi mijarên girêdayî bi pêşeroja Kurdan li Sûriyê, bêyî misogerkirina mafên Kurdan di makezagona welêt de, ne pêkan e ku aramî vegere Sûriyê û herwiha civaka navdewletî jî gihaye vê rastiyê. Lê belê tevî helwesta Tirkî ya neyênî, ez di wê baweriyê de me, ku pêşketina pirosêsa siyasî li Tirkiyê wê bandorek erênî di karûbarên Kurdan li Sûriyê bike û tevî ku çareseriyên siyasî li Sûriyê paşxistî ne û hîn jî rewş di çarçewa rêveberiya qeyranê de diçe. Ez pêşbîniyê dikim ku wê rewş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê parastin û weke xwe bimîne û tu gefê rastîn nînin ku gefê li ewlehiya wê bike, tevî aloziyên ku li hin herêmên Ufsaydê derdikevin. Ji ber ku rewş girêdayî bi hestiyariyên herêmê û hevsengiyên herêmî û navdewletî yên ku bi Sûriyê û hawîrdora wê ve, girêdayî ne.
Di dawiyê de dimîne bijardeya herî guncaw û ji berjewendiyên Sûriyê û hemû pêkhateyên wê re, çûyin ber bi lihevhatinekê niştimanî ya giştgîr bi rêya kongireyekî niştimanî ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyê yên netewî û olî û rêzanî û bi piştgîriyek navdewletî, daku çarenûsa welêt biçespîne û bi pirojeyeke niştîmanî derkeve ku mafên hemûyan û di nav de mafên gelê Kurd têde misoger û parastî bin.