Qeyrana Sûrî û Asoyên Çareseriyê Di Siya Desthilata Veguhêz De | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Qeyrana Sûrî û Asoyên Çareseriyê Di Siya Desthilata Veguhêz De

YazarResmi

Piştî rûxandina rêjîma Esed di 8.12.2024an de gelê Sûrî bi wê hêviyê bûn ku qonaxeke nû ji avakirina welatê wan re dest pêdike li ser bingehin nûjen daku ji wan re azadî û rûmetê û dewleta zagon û azadiyan gerentî bike.

Tiştê ku hişt ev hêvî bi paşkevin vergirtina deshilatê ji aliyê berêz Ehmed Elşer Serokê Desteya Tehrîr Elşam a ku di nav lîsteya terora navdewletî de ye, bû. Ku di destpêkê de bi şeweyekî pesend tevgeriya û di sê heyvên despêkê de nêzî mal û samanên xelkê nebû.

Herwiha tevgerek gelêrî ya rêzanî û çandî li seranserî herêmên Sûrî çêbûn û bi taybetî li Şamê. Herusa piraniya hêzên siyasî û civakî û ji hemû pêkhateyan, daxwazên xwe di danûstandinan da bi destelata nû re nîşandan.

Civaka navdewletî û cîhana erebî jî xwestin danûstandinên pêkan ji piştgiriya gavên wê yên di cîbicîkirina aramî û ewlehiyê di Sûriyê de bikin û ev hemû li gor mercên ku nûnertiya pêdiviya hemû Sûriyan be bi avakirina hikûmetek berfireh ku hemû hêz û pêkhate dinav de bin. Û danîna makezagoneke nûjen ji bo ku aramiyê pêkbîne û daku mafên hemû pêkhateyên Sûrî têde parastî bin.

Lê bi lez xewn û hêviyên Sûriyan di bûyerên Berava Sûrî de têk çûn, ku birayên Elewî hatin armanckirin ew li ser nasnameyên xwe hatin kuştin û kiryarên hovane di dermafê wan de hatin kirin.

Herwiha bûyera dêra Ermenan li Şamê û li pey wê bûyerên Sehnaya û Ceremana ya ku piraniya niştecî û akinciyên wê ji pêkhateya Durzî ne, û di sêzdeyê heyva Tîrmehê de bûyerên Siwêdayê rûdan ku zêdetirî hezar kesî bûn qurbanî û zêdetirî ji 190 hezar kesî jî bûn penaber. Birayên Durzî tûşî halmetên kefgîriya li ser nasnameyên xwe hatin. Di di vê derbarê de bi dehan vîdiyo hatine amade kirin.

Di van hemû bûyeran de piştgîriya hundirîn ji hemû bajarên Sûriyê ji vê hikûmetê re bi paş ket. Herwiha piştgiriya navdewletî jî bi şêweyekî mezin ber bi jêr çû, bi paş ket û ya dawiyê daxuyaniya Encûmena Ewlekariyê bû di Dehê heyva Tebaxê de ya ku bûyerên Siwêdayê şermezar kirin û herwiha bêçarebûna hikûmeta veguhêz derheqa kontirol kirina rewşê li tevahî welêt pesendkirin.

Amaje bi girîngiya cîbicîkirina biryara navdewletî a 2254 kirin. Ev tê wê wate ye, ku cara yekem e piştî rûxwendina rêjîma berê, rewşa niha nikare aramî û aştiya ku tê xwestin peyda bike û gelek rexneyên navdewletî û herêmî ji bicihênana vê hikûmetê re ye. Eşkere bû ku mercên piştgîriyê pêknehatiye, ku avakirina hevpariya pêkhateyan di avakirina dewletê de bû.

 Û di baredoxa kurdî de, peywendî bi hikûmeta nû re pêşberî dirêj bûn û avdahatinê dibûn heya Rêkeftina Dehê Adara bûrî ya ku di navbera Serok Ehmed El Şer' û berêz Mezlûm Ebdî de hate îmzekirin. Wê rêkeftinê metirsiyên derketina pevçûnan di navbera hêzên Şamê û Hêzên Sûriya Demoqrat de nehişt. Ev rêkeftin pişkdar bû di girêbenda rêkeftina şergirtinê ya di navbera HSDê û Tirkiyê û hêzên girêdayî Tirkiyê de. Bê gûman pirosêsa aştiyê li Tirkiyê di navber PKK û hikûmeta Tirk de bandorek mezin bi şêweyekî erênî di vegera aramiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda kir û ew hîn berdewam e.

Lê bi piraniya xalên wê rêkeftinê nehatiye cîbicîkirin. Bi nerîna çavdêran û bi rêya daxuyaniyên herdu aliyan ku encama dirêjkirinê ji herdu aliyan û tevî hewlên ji Amerîka û Firansa bi navbênkariya di navbera herdu aliyan de, ji bo lidarxistina hevdîtinên duqolî bo armanca cîbicîkirina rêkeftinê lê ev navbênkarî heya niha bi ser neketine.

Û ew bi sedema helwesta Tirkî ya dijber bo veguhestina danûstandinan ber bi Firansayê ve bû û ev bû cara duwem tên bi paşxistin. Lê deriyên peywendiyan hîn berdewam e û tevî gurkirina mezin li dijî HSDê. Lê di rojevê de xuya dibe ku herdu alî pevçûneke leşkerî naxwazin û berve bijardeya leşkerî neçin.

Bê gûman Amerîka û Firansa bi şêweyekî nazik û hûrbîn kar dikin daku tu pevçûn leşkerî di navbera herdu aliyan de dernekevin û tevî ku rojev ber bi serberdayetiyê ve diçe. Ji encama tunebûna lihevkirineke navdewletî û herêmî û di siya nebûna vîna Sûriyan, daku bighên çareseriyekê ji vê qeyrana heyî re û ji vir de rewş tekez dike li ser rêvebirina vê qeyranê û ji hemû aliyan ve.

konfaransa yekrêziya helwesta kurdî û avakirina şanda ku nûnertiya gelê kurd li Sûriyê bike ji bo danûstandinên, li ser pêkanîna mafên makezagonî û netewî yên rewa ji gelê kurd re. Lê heyama heyî û nikarîbûna rêveberiya nû di çareserkirina pirsgirêkên mezin di welêt de û di nav de doza kurdî, lewre encamên pêwîst ji vê şandê hîn derneketine. Lê dimîne ku ew rêkeftina dîrokî li ser yekîtiya helwesta kurdî û avakirina şandek yekgirtî a kurdî, gavek girîng e û divê were parastin û kar bi hemû pêkhateyên civaka Sûrî re were kirin. Herwiha hevkarî bi hêzên navdewletî yên di Sûriyê de ne, were kirin ji bo peydakirina derfetekê bona lidarxistina kongireyekî niştimanî Sûrî ku hemû aliyên li Sûriyê têde beşdar bin û bêyî piştguhxistina tu kesî. Di rêya wê re nexşerêyekê ji bo çareserkirina qeyrana Sûrî û avakirina Sûriyeka demoqrat, hemereng û nenavendî û danîna makezagoneke serdemî ji bo pêdiviyên civaka Sûrî bi hemû pêkhateyên wê yên rêzanî û netewî û olî û civakî, û li gor van pirensîbên jêrîn :

 -Tekezî li ser redkirina bijardeya leşkerî û çareserkirina pirsgirêkan tenê bi rêya diyalogê re.

- Tekezî li ser pêdagiriya bi yekîtiya Sûriyê di çarçewa pergalek nenavendî û pir reng.

- Destpêkirin bi diyalogek rasteqîn di navber hemû Sûriyan de.

- Dûrketin ji mizgotina kîndariyê û nadarkirina tundî û tolhildan û xinizkirinê ji hemû aliyan de.

- Afrandina heyameke guncaw ji vexwendina kongireyekî niştimanî giştgîr li ser zemîna gotûbêjkirina pirojeya niştimanî ku hemû Sûriyan dike yek û baweriyê di nav wan de peyda dike.

- Bi vê şêweyî em dikarin fişarê li ser aliyên navdewletî û herêmî bikin di rêzgirtina vîna Sûriyan de û mafdayîna bi çareserkirina pirsgirêkên xwe û pêkanîna ewlehî û aştiyê ya ku metirsiyan ji aliyê dewletên cîran de radike û mercên cîrantî û ewlehî û aştiyê di herêmê de pêk tîne.

Cîgirê sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê