Xwendevanên hêja û bi rûmet em ê di vê jimarê de mijara cînavan bi hev re şîrove bikin. Ji ber ku mijar hinek dirêj e, ez ê bi du beşan ji we xwendevanan re parve bikim û beşa I’ê di vê jimarê de, ya II’an jî di jimara 138’an de binivîsînim.
Bêjeyên ku, wek ji navên wî jî tê zanîn, cîyê navan digirin û di cîyê navan de tên bikaranîn. Ji ber ku cîyê navan digirin, bi gorî zayendê û pirjimarîyê jî tên tewandin. Cînav taybetmendîyên navên ku li cîyê wan hatibin bikaranîn digirin û wek wan bi rêzik û qeydeyên zayendê, tewangê û jimarîyê tên tewandin û bikaranîn. Xênjî cînava “xwe” hemû cînav guherbar in. Cînavên kesîn “wî/wê”, cînavên pirsîyarîyê “kî/kê”, cînavên nîşandanê “vê/vî, wê/wî” û yên peywendîyê “ê, yê/a, ya” de zayend he ye. Yên din de zayend tune ye.
Cînav bi gorî sazî û wateyê wek jêrîn tên beşandin.
- Cînavên bi Gorî Sazîyê
-
-
- Cînavên Xwerû
- Cînavên Hevedudanî
-
-
- Cînavên bi gorî Wateyê
- Cinavên Kesîn
- Cînavên Kesîn yên Netewandî
- Cînavên Kesîn yên Tewandî
- Cînava Kesîn ya Vegerok “xwe”
- Cînavên Kesîn yên Berbihevîn û yên Têkildarîyê
- Cînavên Kesîn yên Lihevxistî
- Yên Kesên Sêyemîn-Yekjimar
- Yên Hevgîn
- Cînavên Kesîn yên Qertafîn
- Cînavên Nîşandanê
- Cînavên Peywendîyê
- Cînavên Nedîyarîyê
- Cînavên Pirsîyarîyê
- Cînava Girêkî (relatîf)
Cînavên Bi Gorî Sazîyê
Wexta cînav bi gorî sazîyê tên şîrovekirin bi du beşan tên beşandin. Cinavên Xwerû û cînavên hevedudanî.
- Cînavên pêkhatî tune ne.
- Cînavên Xwerû : Ji cînavên ku qertafên sazîyê negirtibin re tê gotin. (ez, te, ew, wê, kî, çik, xwe)
- Cînavên Hevedudanî : Yên ku herî kêm bi du bêjeyan saz bûne jî cînavên hevedudanî ne. (çi kes, filankes, bêwankes, herkes...)
Cînavên Bi Gorî Wateyê
-
-
-
-
-
-
-
-
- Cinavên Kesîn : Cînavên ku cîyê navên merivan digirin. Xênjî cinavên kesîn yên tewandî “wî, wê”, hemû cînavên kesîn bê zayend in. Di nav cînavan de mijara herî berfireh ya cînavên kesîn e. Cînavên kesîn yên ku di tewandina lêkeran de wek kirde tên bikaranîn (tewandî û netewandî) û yên din meriv dikare xal bi xal wiha bibeşîne û binimîne.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
- Cînavên Kesîn yên Tewandî (min, te, wî/wê, me, we, wan) : Xênjî “dema niha, dema wêbê û raweya xwestinê û mercî” di tewandina hemû Dem û raweyan de, dibin kirdeyên hemû lêkerên têper (transîtîf). Ji van cînavan “wî”, ji bo zayenda nêr, “wê” jî ji bo zayenda mê tê bikaranîn (bi gotinek dinê cînava sêyemîn ya yekjimar, ji bo mêran “wî”, ji bo jinan jî “wê” ye.) û cînavên dinê nêtar in.
-
-
-
-
-
-
-
Min beranê xwe birrîye.
Te beranê xwe birrîye.
Wî/wê beranê xwe birrîye.
Me beranê xwe birrîye.
We beranê xwe birrîye.
Wan beranê xwe birrîye.
- Bikaranîna cînavên kesîn yên tewandî wek mînakên jêrîn tên nimandin.
Gelo Rêzanê berê xeber dabû te?
Na, wê xeber nedabû.
Bawer, te îro ji bo Xwedê çi kirîye?
Min îro gelek tişt kirîye!
Gelo, Aren(Arên, Aren-î) sibehê zû taştê xwaribû?
Wî xwarîye nexwarîye ez nizanim! Lê te?
Gelo, Berfînê sibehê zû taştê xwaribû?
Wê xwarîye nexwarîye ez nizanim! Lê, min xwarîye.
- Cînavên kesîn yên tewandî û netewandî di hevokan de him dibin kirde him jî dibin bireser û têrker.
Ez ji te hezdikim.
Ez ji te hezdikim.
Tu ji min (wî/wê, me, we, wan) hez dikî.
Hûn me nas dikin!
Lê, me hûn (tu, ew, ew) nas nekirin.
- Bêjeyên “ew, wê, wî , wan” wexta ji bo merivekî bin dibin “cînavên kesîn”; lê ji bona tiştekî bin, dibin “rengdêr û cînavên nîşandanê”.
- Cînavên kesîn :
Ew hat.
Wê/wî çi dikir?
Wan sala îsal kêf kirin.
Di van rojan de wî gellek zehmet kişandibû.
Wan nan û mast xwaribû.
Ew, bela serê min e.
- Rengdêr Nîşandanê :
Ew mala han xirab bûye!
Wan defteran veneke!
Wê sêvê ji min re bîne.
Wî lawikî çi ji destê te dit!
- Cînavên Nîşandanê :
Ew pir li min zor hat.
Ez ê wê/wî ji te re bînim.
Wan berde bila azad bin.
- Bi cînavên kesîn yên tewandî “ravekên cînavîn” tên çêkirin û di van ravekan de xwedîtîyê (possessif) tînin ziman.
Berx-a(-ê, -ên) min
Berx-a(-ê, -ên) te
Berx-a(-ê, -ên) wî
Berx-a(-ê, -ên) wê
Berx-a(-ê, -ên) me
Berx-a(-ê, -ên) we
Berx-a(-ê, -ên) wan
-
-
-
-
-
-
-
-
- Cînavên Kesîn yên Netewandî (ez, tu, ew, em, hûn, ew) : Van cînavên hanê di kişandina hemû Dem û raweyan de dibin kirdeyên hemû lêkerên netêper (întransîtîf).
-
-
-
-
-
-
-
Ez hatim
Tu hatî
Ew hat
Em hatin
Hûn hatin
Ew hatin
- Lêkerên transitîf wexta bi dema “niha, dema wêbê” û raweya “xwestinê û mercî” tên kişandin, kirdeyên wan cînavên kesîn yên netewandî ne.
Ez dinivîsînim.
Ez ê binivîsînim.
Ez binivîsînim.
- Di hemû Dem û raweyên lêkera “bûn”ê de (ya ku bi nav û rengdêran ve wek lêkera alîkar tê tewandin) cînavên kesîn yên netewandî wek kirde tên bikaranîn.
Ez hûtê terikî me.
Ez gul bûm, tu bilbil bû!
Kuro sêv sor bûne?
Em Kurd in.
- Çend mînakên cînavên kesîn yên netewandî ku cîyê serenavan girtine :
Berê ewil ew (Sorgul) hat malê?
Na, berê ew nehat, ez hatim malê.
Emer, tu îro bi hêrs î!
Welo, Silo û Heval bi hev re çûn ku derê?
Ew bi hev re çûn ku derê?
Gelo, Bihar sibehê zû radibe?
Belê, ew zû radibe.
- Wek di mînakan de tê dîtin, cînavên netewandî di cîyê navên (çi nêr û çi mê) netewandî de hatine bikaranîn. Bêguman van navên hanê jî di hevokan de kirdeyên lêkerên netêper in. Ji bo hemû rawe û deman dibin kirdeyên (sujet) van lêkeran. Cînava “ew” ji bo herdû kesên sêyemîn -yekjimar û pirjimar- tê bikaranîn. Di kişandina lêkeran de bi qertafên tewandinê ji hev tên cudakirin.
Ew hat Ew hatîye Ew hatibû ew-yekjimar
Ew hatin Ew hatine Ew hatibûn ew-pirjimar
- Cînavên kesîn yê netewandî di ravekên cînavîn de nayên bikaranîn. Ango “Berxa min” tê gotin lê “berxa ez” nayê gotin.
-
-
-
-
-
-
-
- Cînava Kesîn ya Vegerok “xwe” : Di hevokan de îş, hereket û bûyer wexta “xwe bi xwe, bi serê xwe” bên kirin, cînava “xwe” li pey cinavên kesîn û carna jî bi tenê tê bikaranîn. Ji vê cînavê re “cînava xweyî” jî tê gotin. Bi gorî jimarê û zayendê nayê guherandin. Herdem wek xwe ye ango nêtar e.
-
-
-
-
-
-
-
Kî jê re gotîye?
-Wî bi xwe bihîstîye.
Ji xwe re hûn dizanin.
Mala xwe neşewitîne!
Tu bi xwe bibêje!
Ew kurê xwe, bi xwe re tîne.
Tu li wir, xwe bi xwe, digirî?
Wê bi xwe got ez têmê.
We xwe rezîl û ruswa kir.
Ez, tu û Memo, Em ê bi xwe herin.
Xwe mede ber tavê. (Kî? Tu)
Xwe avet ber derî! (Kî? Wan)
- Cînava kesîn ya vegerok “xwe”, wek cînavên kesîn yên tewandî “ez, min, te, wê, wî, me, ew, we, wan” di ravekên nav-cînavan de tê bikaranîn.
Wî/wê xwe avêt avê.
Ew xwe çi dihesibîne?
Ew xwe çi dihesibînin?
Ew bi xwe…
Wî bi xwe…
Wê bi xwe…
Te bi xwe ji min re gotibû.
Min (te, wî/wê, me, we, wan) tilîya xwe kew kir.
Min (te, wî/wê, me, we, wan) çavên xwe berda bûn wê sifreyê.
-
-
-
-
-
-
-
-
- Cînavên Kesîn yên Berbihevîn û yên Têkildarîyê : Van cînavên hanê bi wateya “bi hev re, têkildarî û hevaltîyê” bikar tên û li pêş lêkeran tên nivîsandin û gotin.
-
-
-
-
-
-
-
Me helîse li hev xist.
Piçûktîya me bi hev re derbas bû.
Qado û Hemo bi hev re hatin.
Kuçikan bi hev girtin.
Em birayên hev in.
Em birayên êk in.
Hûn xwengên êk in.
Em hemû birakên êk in.
-
-
-
-
-
-
-
-
- Cînavên Kesîn yên Lihevxistî : Bi daçekan ve hatine lihevxistin. Meriv dikare yekoyek wek di mînakên jêrîn de binimîne.
-
-
-
-
-
-
-
- Yên Kesên Sêyemîn-yekjimar
Cînavên ku (wê û wî) bi daçekên “ji, bi, di û li” ve tên lihevxistin li jêrê di tabloyê de hatine nimandin. Wexta van cînav û daçekên hanê bi hev re tên gotin; tîpa “-i” ya daçekên “ji, bi, di û li” dikeve û “b- û d-” tên guherandin. Her wiha “b-” dibe “p-” û “d-” jî dibe “t-”. Bêdenga “w” ya cînavên “wê û wî” dikeve, “-ê û -î” jî, ji bo her du zayendan dibe “-ê”. Bi vî awayî cînavên kesîn yên lihevxistî “jê, lê pê û tê” bi dest dikevin. Di hevokan de van cînavên hanê bi wateya cînavên kesîn yên sêyemîn-yekjimar tên bikaranîn. (min-jê girt, lê xist, pê çê kir, tê de tişt nehîşt).
Di hinek deveran de jî wek “jêv, lêv, pêk û têk” tên gotin.
|
Ji wê/wî (jê)
|
Min ji Gulîzer-ê re name şand. Min ji wê re name şand. Min ji Memo re name şand. Min ji vî re name şand.
Ji wê/wî de ket. |
Min jê re name şand.
Jê de ket. |
|
|
||
|
Li wê/wî (lê) |
Gava min li yar-ê mêze kir... Gava min li wê mêze kir... Gava min li Bager mêze kir... Gava min li wî mêze kir...
Min li wê/wî mêze dikir. |
Gava min lê mêze kir...
Min lê mêze dikir. |
|
|
||
|
Bi wê/wî (pê) |
Bi dîwar ve zeliqand. Bi wî ve zeliqand. Bi kaxiz-ê ve zeliqand. Bi wê ve zeliqand.
Ez bi wê/wî guman im. |
Pê ve zeliqand.
Ez pê guman im. |
|
|
||
|
Di wê/wî (tê) |
Di mal-ê de tişt nema. Di wê de tişt nema. Di gund de tişt nema. Di wî de tişt nema.
Av di wê/wî de he ye? |
Tê de tişt nema.
Av tê de he ye? |
- Yên Hevgîn
Tîpa duyemîn “-i” ya daçekên “ji, bi, di û li” û tîpa yekemîn “h” ya cînava “hev”ê dikeve û bi hev ve dizeliqin dibin “jev, pev, lev û tev” û cînavên lihevxistî yên hevgîn çêdibin. Wexta van cînavên hanê li ber lêkeran tên bikaranîn wateya “hevkarî”yê didin lêkeran.
|
Ji+hev, jev |
Ji+hev+hez+kirin. |
Jev+hez+kirin |
|
Li+hev, lev |
Li+hev+hatin.. |
Lev+hatin |
|
Bi+hev, pev |
Bi+hev+ketin. |
Pev+ketin. |
|
Di+hev, tev |
Di+hev+ketin. |
Tev+ketin. |
- Wek di mînakên jorîn de tê dîtin, daçekên “bi û di” de guherandina dengan çêdibe. Her wiha “b” dibe “p” û “d” jî dibe “t”.
- Cînava “êk” wexta bi daçekên “bi, di, ji, li” ve dizeliqe, tîpa “i” ya ku li ber daçekan dikeve. Her wiha bi cînava “êk”ê ve tîpên yekemîn “b, d, j, l” yên daçekan dizeliqe. Dîsa “b û d” dibin “p û t”, yên din jî wek xwe dimînin. Lê ev rewşa hanê di devokên Kurmancî de kêm tê bikaranîn.
B(-i)-êk pêk pêk+anîn
D(-i)-êk têk têk+çûyîn
J(-i)-êk jêk jêk+bûn
L(-i)-êk lêk lêk+anîn
-
-
-
-
-
-
-
-
- Cînavên Kesîn yên Qertafîn :
-
-
-
-
-
-
-
- Li pey navan : Qertafên ku li pey navan bi vatinîya cînavan tên “-(in)o û -ê”
Qurban-o tu diçî ku? (ji bo zayênda nêr-yekjimar)
Qurban-ê tu diçî ku? (ji bo zayênda mê-yekjimar)
Selman-o, poz beran-o, hêjayê hezar mêr-o! (ji bo zayênda nêr-yekjimar)
Xezal-ê, delal-ê, bejn zirav-ê! (ji bo zayênda mê-yekjimar)
Heval-in-o, hogir-in-o, wek şêr û piling-in-o! (ji bo herdu zayêndan-pirjimar)
- Li pey lêkeran : Qertafên ku bi vatinî û wateya cînavên kesîn li pey lêkeran û navan tên “-o, -ê, -in-o û -in-ê” wateya baneşanan li hevokan bar dikin.
Min xêr jê nedît-o! (ji bo zayênda nêr-yekjimar)
Min xêr jê nedît-ê! (ji bo zayênda mê-yekjimar)
Min xêr ji wan nedît-in-o! (ji bo zayênda nêr-pirjimar)
Min xêr ji wan nedît-in-ê! (ji bo zayênda mê-pirjimar)
-
-
- Qertafa ku li pey lêkeran bi vatinîya cînavên yekjimar “vî, vê/wî, wê” û pirjimar “van/wan” tê bikaranîn “-ê”
-
Min kevir avêt vî-y-a (wî-y-a, vê-y-a, wê-y-a, van-an, wan-an) Min kevir avêt-ê
Min kevir avêtin vî-y-a (wî-y-a, vê-y-a, wê-y-a, van-an, wan-an) Min kevir avêtin-ê
- Qertafa li cîyê cînavan tê bikaranîn (-ê) de zayend tune ye. Di hevoka jorîn de yên ku “kevir avêtîye” ji bo herdu zayendan jî qertafa “-ê” girtîye. Li pey cînavên yekjimar “vî, wî, vê, wê” qertafa “-y-a”, bi wateya rengdêra nîşandanê “ha”yê tê bikaranîn (vî ha - vi-y-a). Li pey yên pirjimar “van, wan” qertafa “-an”, bi wateya rengdêra nîşandanê “han”ê tê bikaranîn (van han - van-an).
- Cînavên kesîn yên tewandî û netewandî di hevokan de him dibin kirde him jî dibin têrker û bireser. Lê miqabil, xênjî cînavên kesin yên tewandî (min, te, wî/wê, me, we, wan) û yên netewandî (ez, tu, ew, em, hûn, ew) cînavên kesîn yên din, wek qertaf û wek bêje bin jî (xwe, jê, lê, pê, tê, jev, lev, pev, tev, -ê, -o, -inê, -ino) di hevokan de wek “bireser û têrkeran” tên bikaranîn.
Ew ji xwe hez dike. (ji kî/kê)
Ew jê deynê xwe dixwaze. (ji kî/kê)
Ew lê dixîne. (ji kî/kê)
Gundîyan lev xistin. (li kî/kê)
Te xêr ji xwe nedîtîyê. (ji kî/kê)
- Di hevokan de cînavên kesîn (tewandî û netewandî) wexta wek bireseran bikar tên, gellek tevlihevî çêdibin. Eger kirde cînavên netewandî (ez, tu, ew, em, hûn, ew) bin bireser yên tewandî (min, te, wê/wî, me, we, wan); eger kirde cînavên tewandî bin bireser yên netewandî ne. Bi gorî vê rêzikê li jêre di hevokan de hatine nimandin.
Ez (te, wê/wî, we, wan) nas dikim.
Tu (min, wê/wî, me, wan) nas dikî.
Ew (min, te, wê/wî, me, we, wan) nas dike.
Em (te, wê/wî, we, wan) nas dikin.
Hûn (min, wê/wî, me, wan) nas dikin.
Ew (min, te, wê/wî, me, we, wan) nas dikin.
Min (tu) nas dikirî.*
Te (ez) nas dikirim.*
Wê/wî (ew) nas dikir.
Me (hûn) nas dikirin.*
We (em) nas dikirin.*
Wan (ew) nas dikirin.*
*Bi gorî rewşa ergatîfîyê, hevokên ku tê de cînavên netewandî bireser bin, pêveber ango lêker gorî bireseran qertafan digirin.