
Tewang û Guherbarî taybetmendîyên zimanê me yên herî balkêş in. Ji ber ku baş bên fehmkirin, di vê nivîsê de bi rêzik û qeydeyên rêzimanê hatine şîrovekirin.
TEWANG
Qertafên ku navan ( û bêjeyên ku wek navan tên hesibandin ) bi bêjeyên din ve gire didin û bi bêjeyan ve pêwendîyê saz dikin re « qertafên halên navan û qertafên tewangê » tên gotin. Nav ji ber ku tewangê çe bikin van qertafan digirin. Her wiha tewang û qertaf tekildarê hev in. Zimanê ku tê de mijara qertafan tune be tewang jî tê de tune ye. Ji ber vê yekê tewanga navan di her zimanî de tune ye.
Tewang di zimanê me de rewş, zayend û jimara bêjeyan ( nav, cînav, lêker ) dîyar dike. Xênjî rengdêr, hoker, daçek, gîhanek û baneşanan bêjeyên dinê di hevokan de tên tewandin.
Di Kurmancî de tewanga herî balkêş ya navên nêr e. Tewang, bê qertaf, di xwezayîya navan de ye. Yên ku yekkîteyî û yên ku di kîteya wan ya dawîn de « -a-, -e- » hebe, ( aş digere ) di tewangê de tîpên « -a-, -e- » ditewin dibin « -ê- » ( êş digere ).
Navên Netewandî |
Navên Tewandî |
Bozan nan dixwar. Xanî hatîye neqişandin. Hesen kurê kî ye? Şivan pez diçêrand. Dewar hat nav gund. |
Bozên nên dixwar. Xênî hatîye neqişandin. Hesên kurê kî ye? Şivên pêz diçêrand. Dewêr hat nav gund. |
Tewanga ku li jorîn mînakên wê hatine dayîn, ya tîpên bideng di kîteya dawîn de « -a-, -e- » dibe « -ê- », taybetmendîyekî Kurmancî ye. Bi rastî mijara « tewang » ê tekildarê vê rewşê ye. Le belê di qisedan û nivîsandina rojane de êdî bikaranîna wiha hey pê de kêm dibe û ji holê ra dibe.
- Tewanga navên nêr bi awayekî dinê, bi qertafa « -î » yê pêk tê. Ev tewanga hanê jî di axaftina rojane de kêm tê bikaranîn. Mînakên jêrîn de navên nêr yên tewandî û netewandî hatine nimandin. Bi gelemperî rewşa netewandî zêdetir tê bikaranîn.
Navên Netewandî |
Navên Tewandî |
Bozan nan xwar. Hesen kurê kî ye? Şivan pez diçêrand. Ez Baran hezdikim. Ez nan dipijînim. Plansazîya bajar. |
Bozan-î nan xwar. Hesen-î kurê kî ye? Şivan-î pez-î diçêrand. Ez Baran-î hezdikim. Ez nan-î dipijînim. Plansazîya bajar-î. |
- Tewanga kîteya dawîn ya navên mê tune ye. Hergav bi qertafa « -ê » tên tewandin. Di hevokan de li ber lêkerên têper qertafa tewandinê digirin û li ber yên têneper jî qertafa tewandinê nagirin. Ev rewşa hanê di tabloya jêrîn de hatîye ravakirin.
- Tewanga navên nêr yan bi tewandina kîteya dawîn ( -a-, -e- dibe –ê-, dîwar-dîwêr ) yan jî bi qertafa « -î » yê ( dîwar-î ) tê çêkirin. Herdu rewş bi hev re nayên bikaranîn ( Welat-welat-î-welêt ). Her wiha « Ez roja sêşemê diçim welêt-î » nayê gotin. Ji ber ku mijar baş bê fehmkirin di tabloya jêrîn de navên bi herdu zayêndan hatine nimandin.
Navê nêr/mê netew. |
Tew. di kîteyê de |
Tew. bi qertafê |
Osman hat malê. |
Osmên hat malê. |
Osman-î hat malê. |
Osman digot çi ? |
Osmên digot çi ? |
Osman-î digot çi ? |
Gulan hat malê. |
--- |
--- |
--- |
--- |
Gulan-ê digot çi ? |
- Qertafa tewangê « -î » bi navên nêr yên ku li pê hinek rengdêrên diyarkirinê hatibe re ( Vî beran-î li lawik xist.) tê bikaranîn. Her wiha li pê jimarên ji nozdan ( 19 ) şûnda jî ( Ji bîst-î şûnda bijimêre ! ) tê gotin û nivîsandin. Navên ku li pê rengdêrên şanîdanê « vî, vê, wî, wê, van û wan » tên, gorî zayend û jimarên xwe ditewin.
Te dît? wî camer-î çi kir!
Te dît? wê canik-ê çi kir!
Rojê sed kes-î li mala me nan dixwar.
Vî lawik-î tu çi dixwazî?
Vê qîzik-ê tu çi dixwazî?
Sed-î sed ez dizanim.
Van bajarî-y-an pir pesnên xwe didan.
Wan bajarî-y-an pir pesnên xwe didan.
- Cînavên tewandî bi du beşan tên beşandin.
- Cînavên Kesîn : Min, te, wî/wê, me, we, wan
- Cînavên Şanîdanê : Vî, vê, wî, wê, van, wan
- Qertafên tewangê ji bona zayend, pirjimarî û ravekan « -a, -ê, -î, -ên, -an û -o » ye.
Gul-a baxçe-y-ê we. Gul-ên baxçe-y-an vebûn. Qîz-a Qemer-î Kur-o ! Keç-ê !
- Lêker jî bi gorî kes, dem û raweyan qertafan digirin û ditewin. Qertafên tewandin û kişandina lêkeran wek li jêrin tên nimandin, meriv dikare bi du beşan bibeşîne. Tewandina lêkeran de qertaf him li paş rayên ( kokên ) lêkeran him jî li pêş wan tên. Ji wan re jî « paşqertaf » û « pêşqertaf » tên gotin.
- A) Paşqertafên Tewandina Lêkeran
- a) Qertafên Zemanê Borî yê Dûr
( Min, te, wê/wî, me, we, wan ) : Xwend-î-y-e
( Ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : Ket-im-e, ket-î-y-î, ket-î-y-e, ket-in-e, ket-in-e, ket-in-e
b) Qertafên Zemanê Borî yê Nêz
( Min, te, wê/wî, me, we, wan ) : Xwend
( Ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : Ket-im, ket-î, ket, ket-in, ket-in, ket-in
c) Qertafên zemanê niha :
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : di-xwîn-im, di-xwîn-î, di-xwîn-e, di-xwîn-in, di-xwîn-in, di-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew) : di-kev-im, di-kev-î, di-kev-e, di-kev-in, di-kev-in, di-kev-in
d) Qertafên zemanê wêbê :
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : -ê bi-xwîn-im, -ê bi-xwîn-î, -ê bi-xwîn-e, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : -ê bi-kev-im-, -ê bi-kev-î, -ê bi-kev-e, -ê bi-kev-in, -ê bi-kev-in, -ê bi-kev-in
e) Qertafên raweya xwestinê
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : bi-xwîn-im, bi-xwîn-î, bi-xwîn-e, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : bi-kev-im, bi-kev-î, bi-kev-e, bi-kev-in, bi-kev-in, bi-kev-in
f) Raweya fermanî :
( tu, hûn ) : bi-xwîn-e, bi-xwîn-in
( tu, hûn) : bi-kev-e, bi-kev-in
g) Qertafên Zeman û Raweyên Hevedudanî :
Çîroka Zemanê Niha : Ez di-ket-im, tu di-ket-î, ew di-ket, em di-ket-in...
Çîroka Zemanê Wêbe : Ezê bi-ket-a-m-a, tuyê bi-ket-a-y-î, ewê bi-ket-a, emê bi-ket-a-n-a...
Çîroka Raweya Xwestinê : Ez bi-ket-a-m-a, tu bi-ket-a-y-î, ew bi-ket-a, em bi-ket-a-n-a...
Bihîstîya Zemanê Niha : Ez di-ket-im-e, tu di-ket-i-y-î, ew di-ket-i-y-e, em di-ket-in-e...
Çîroka Zemanê Borî : Ez ket-i-bû-m, tu ket-i-bû-y-î, ew ket-i-bû-y-e, em ket-i-bû-n-e...
Çîroka Raweya Mercî : Ez ket-i-ba-m-a, tu ket-i-ba-y-î, ew ket-i-ba-y-a, em ket-i-ba-n-a...
Bihîstîya Zemanê Borî : Ez ket-i-bû-m-e, tu ket-i-bû-y-î, ew ket-i-bû-y-e, em ket-i-bû-n-e...
Bihîstîya Zemanê Wêbê : Ezê ket-i-bû-m-a, tuyê ket-i-bû-y-a-y-î, ewê ket-i-bû-y-a, emê ket-i-bû-n-a...
Bihîstîya Raweya Mercî : Ez ket-i-bû-m-a, tu ket-i-bû-y-a-y-î, ew ket-i-bû-y-a, em ket-i-bû-n-a...
Mercîya Zemanê Borî : Ez ket-i-bi-m, tu ket-i-b-î, ew ket-i-b-e, em ket-i-bi-n...
Mercîya Zemanê Wêbê : Ezê ket-i-bi-m, tuyê ket-i-b-î, ewê ket-i-b-e, emê ket-i-bi-n...
B) Pêşqertafên Tewandina Lêkeran
1) Pêşqertafên Erênîyê
a) Qertafên zemanê niha
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : di-xwîn-im, di-xwîn-î, di-xwîn-e, di-xwîn-in, di-xwîn-in, di-xwîn-im
( ez, tu, ew, em, hûn, ew) : di-kev-im, di-kev-î, di-kev-e, di-kev-in, di-kev-in, di-kev-in
b) Qertafên zemanê wêbê
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : -ê bi-xwîn-im, -ê bi-xwîn-î, -ê bi-xwîn-e, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : -ê bi-kev-im-, -ê bi-kev-î, -ê bi-kev-e, -ê bi-kev-in, -ê bi-kev-in, -ê bi-kev-in
c) Qertafên raweya xwestinê
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : bi-xwîn-im, bi-xwîn-î, bi-xwîn-e, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) : bi-kev-im, bi-kev-î, bi-kev-e, bi-kev-in, bi-kev-in, bi-kev-in
d) Qertafên raweya fermanî
( tu, hûn ) : bi-xwîn-e, bi-xwîn-in
( tu, hûn) : bi-kev-e, bi-kev-in
e) Qertafên Zeman û Raweyên Hevedudanî
Çîroka Zemanê Niha : Ez di-ket-im, tu di-ket-î, ew di-ket, em di-ket-in...
Çîroka Zemanê Wêbe : Ezê bi-ket-a-m-a, tuyê bi-ket-a-y-î, ewê bi-ket-a, emê bi-ket-a-n-a...
Çîroka Raweya Xwestinê : Ez bi-ket-a-m-a, tu bi-ket-a-y-î, ew bi-ket-a, em bi-ket-a-n-a...
Bihîstîya Zemanê Niha : Ez di-ket-im-e, tu di-ket-i-y-î, ew di-ket-i-y-e, em di-ket-in-e...
- Di kişandina zemanê niha, zemanê wêbê, raweyên xwestinê û fermanî û di zeman û raweyên hevedudanî yên hatine nimandin de him pêşqertaf him jî paşqertaf tên bikaranîn. Hinek qertafên kişandina rawe û zemanan wek hevin. Lê belê ji ber ku baş werin nîşandan û şîrovekirin qertafên hemû rawe û zemanan li jorîn hatine nimandin.
2) Pêşqertafên Neyinîyê
a) Neyînîya dema niha ( na-neyînîya di-)
Ez îro na-xebitim. Hûn na-çin qereqolê!
b) Neyînîya dema wêbê, demên borî û tewandinên hevedudanî ( ne-neyînîya bi-)
Ez ê ne-xebitim. Ma hûn ê ne-çin qereqolê!
Ez ne-xebitîyama. Hûn ne-çûbûyana qereqolê!
c) Neyînîya raweya fermanî ( ne- û me-neyînîya bi-)
Ne-xwîne ! Ne-xwînin !
Ne-re ( ne-çe ) ! Lê ne-xe !
Me-çe ! Lê me-xe !
- Pêşqertafa « me- » di gotinê de tê bikaranîn. Lê di nivîsê de gorî rêzimanê rastîya wî « ne- » ye.
d) Neyînîya Awarte ( ni- neyînîya di- ) : Ev neyînîya hanê bi tenê ji bo lêkerên « zanîn û karîn » tê bikaranîn.
Ez ni-zan-im . Kuro tu kişya-y-î , ni-kar-î pê !
GUHERBARÎ
Hinek bêje ( nav, cînav û lêker ) bi gorî wate û fonksîyonên xwe di hevokan de qertafên tewangê û tewandinê ( qertafên jimarê, zayend, zeman û raweyan ) digirin. Lê miqabil hinek bêje ( rengdêr, hoker, daçek, gîhanek û baneşan ) jî bi çi awayî dibe bila bibe tu qertafek nagirin û wek xwe dimînin. Di zimanê me de lêker, nav û cînav guherbar in. Ji alîyê guherbarîyê de bêje bi du beşan tên beşandin.
- Bejeyên Guherbar : Bêjeyên ku di hevokan de gorî vatinî û wateyên xwe qertafan digirin re tê gotin. Di hevokan de nav û cînav qertafên halan, lêker jî qertafên zeman û raweyan digirin.
a) Nav
hevok-a pirsîyarî
hevok-an şîrove dikim.
hevok-ên direj xwendin-ê de pirsgirêk-an çêdikin.
Ji hevok-ê bêje-y-ek derxist.
b) Cînav
Tu-y-ê gêj nizanî !
Ew-ê dîn dîsa hat !
Kî-y-e ji min re bibêje !
Kîjan-ê li te xist.
c) Lêker
Ne-xebit-îbûme
Ne-nivîsand-ibûye
Di-xebit-îm
hat-im, hat-î, hat-ib-am-a, hat-ib-im…
2) Bejeyên Neguherbar : Ji bêjeyên ku di hevokan de qertafan nagirin re tê gotin. Bêjeyên ku li jêr hatine nimandin, qertafên zayendê û tewandinê nagirin.
a Rengdêr
Çîyayê bilid berf lê dibare.
Wî qelemê bide min.
Kîjan çeqelê jêdikî.
Kanîya sar dilê merivan rihet dike.
b) Hoker
Mala xwe rind çêbike.
Min wê carê xwe zexm girt.
Niha tu çi dibêjî ?
Ez par hatim Didimê
d) Daçek
Bi şekir çayê nexwe !
Li te zor hatîye.
Di malê de tişt nema.
Lo bavo min ji vî qîzikê re pirî got…
Ez jî têm.
d) Gihanek
Şêr û piling hatin hev !
Ne here ne werê.
An mirin an sexwebûn.
Geh digirî geh dikene.
e) Baneşan
Lo lo ! Tu kîyî ?
Wey li min bavo !
Haylo te jî qisekir !
Erê lê lê! Erê lo lo!
- Guherbarî bi mijara qertafên zayendê û tewandinê ve girêdayî ye. Bi girtin û negirtina qertafan bêje dibin guherbar û neguherbar.
- Bêjeyên neguherbar ( rengdêr, hoker, daçek, gîhanek û baneşan ) di hevokan de wek nav bên bikaranîn qertafên tewandinê digrin. Her wiha ji ber ku qertafan digirin û ditewin vatinîyên wan tên guhertin û dibin nav.
Çavkanî :
- Emir Djeladet Bedir Khan et Roger Lescot, Grammaire Kurde ( Dialecte Kurmandji ), Paris 1970
- Samî Tan ,Rêzimana Kurmancî ,Stenbol, Weşanên Instîtuya Kurdî Ya Stenbolê çapa 2., Adar 2011
- Arif Zêrevan, Bingehên Rastnivîsandina Kurdî ( Kirmancî ), Stockholm,NEFEL,1997
- Qanatê Kurdo,1991 ,Gramera Zmanê Kurdî kurmancî-soranî,İstanbul,Weşanên Roja Nû çapa 2,335 rûpel
- Joyce Blau-Veysî Barak,Manuel de Kurde-Kurmanjî,Paris,L’Harmattan,1999
- TÎGRÎS, Amed,Pêşkît û Parkît,Stockholm,WeşanênMedya çapa yekemîn 2001
- TAS, Çetin, Waneyên Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî, İstanbul, Diwan-çapa duyemîn, Eylül 2013
- Aynur Bozkurt, Kesandina lêkerên Kurmancî, Doz Yayıncılık,İstanbul, 2008
- İNCEKAN, Abdullah, Geçişli Fiiller ve Ergativ, Weşanên Nûbiharê, çapa yekem, İstanbul 2014
- http://www.bicuk.de/reziman1.htm(12/03/2012)
- http://kaniyasor.wordpress.com/gramera-ziman-e-kurdi/(29.10.2012)
- Enstîtuya Kurdî, Kürt Dilini Tanıyalım, Stenbol (16.11.2012)
- http://www.birnebun.com/hejmar/PDF/birnebunweb35. pdf, Amed Tigrîs, Ziman (25.11.2012)
- http://niviskar.se/wp-content/uploads/2012/08/5.pdf(17.11.2012)
- https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.pirs-u-mijaren-zimane-kurdi/tewandina-navder-u-cinavan-tewang
- https://fr.wikipedia.org/wiki/Alphabet phonetique international(20.03.2013)
- http://sites.univ-lyon2.fr/latin/ress-fiches/gram/declin-cas.pdf(04.04.2013)
- http://www.rojava.net/26.07.2005_Kurmanci_hisen-kartal.htm(09.06.2013)