Felsefeya Bîra Neteweyî* | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Felsefeya Bîra Neteweyî*

YazarResmi

Karesat û Mergesat

Karesat û mergesat du buyerên xirab in û ji hev cuda ne lê xirabên ji hev xirabtir jî hene. Wek nimûne Corona karesateke bê cudahî hatiye serê hemû kesên dinyayê, zirar daye her kesî û wê rojekê dawiya wê jî were wek karesateke xwezayî.

Mergesat ji karesatê xirabtir e û tirsa min ji mergesatê ye. Çinku mergesat kêşeya aqilê Kurdan e û qeyrana me ya aqilî heye. Lewma lîsteyeke me ya dirêj a kêşeyên çaresernekirî hene. Em nawxînin. Kêşeye ku li ser çayeke avê û li ser tiştên biçûk mirov têne kuştin. Kêşeyekî din ê herî mezin jî aqil e û ew aqilê ku bi wê mergesatê dimîne û çareseriya wê jî hêsan nîn e ku were dîtin. Birîneke kûr ê bê çareserî maye.

Maksîm Gorkî nivîskarê navdar ê Rûs gotiye ez bûme nivîskar ku bêjim na. Gorgî tenê heta dibistana navîn xwendiye û bûye nivîskarekî navdar ê li dijî keyaniya Rûsya bi Bolşevîkan re hevkarî kiriye. Dema Bolşevîk hatine ser desthilatdariyê Gorgî ji Stalîn re got na. Bi lêvkirina peyva nayê ne hêsan e. Di vê astê de jin û mêrên polayî dirust dibin. Gorgî di her du serdeman de jî li dijî mergesatê bû. Em ferqa wan her du peyvan dizanin. Bi rastî jî Stalîn şervanekî baş bû lê ne bîrmend bû. Ji bo rêveberiya welêt bîrmendekî wekî Troçkî kuşt çinku ji bo rêvebirina welêt bîrmendî girîng e. Ew ê pêşketiyan ji paşvemayiyan cuda dike dahênana hizrî ye divê di tengasiyê de rê veke lê ji bo parastina welêt jî şervanî girîng e.

Min heta niha qet nedîtiye ku li cîhekî amaje bi mergesatê hatibe kirin. Di mergesatê de zindî jî mirî ne. Bêyî ku bizanibin û hîs bikin wek jehreke hêdî hêdî meriv dikuje. Axirî nabe ku meriv li ber her sazê semayê bigerîne.

Dema dibe qeyrana aqilî mirov dîroka xwe ji bîr dikin. Mirov dibe şanoger, lê rolekî erêniyê şanogeriyê nabîne yanî xwe bi hemû serdeman re diguncîne tenê ji bo berjewendiyên taybet. Mixabin Kurd bi bê planiya xwe bi nav û deng in. Ku planên meriv nebin xelk li ser meriv planan dike. Ew plan jî bê guman li dijî netewe û mirovahiyê dibe. Mirov zîndewerekî pîroz e, divê bi pîrozî li ber çavan be. Mirovên zana planên kuştinê nakin, lê nezanek dikare fîlosofekî bikuje û jê re qet ne girîng be jî. Nezan dikujin. Ew ê hatî kuştin dikare jinek be dikare mêrek be yan jî her zîndewerek be. Tu Xwedê kuştina masiyan bi ceyranê ne mergesatek e û ne kêşeyeke aqilî ye ku heta niha jî heye. Tu Xwedê kuştina çivîkeke wek por kew suske û kuştina kîvroşkekê ne kuştina xweşikiyê ye. Bi rastî kuştina xweşikiyê ji mergesatê ye lê divê em çareseriyekê jê re bibînin. Ji ber ku mergesat kujerê neteweyekê ye û nifşekî tune li nîştiman dirust dike ku kesekî nas nakin rêzê li kesî nagirin û hezkirin di derûna wan de namîne û mirov jê re ne girîng in. Çinku nezanî dirustkerê zalimiyê ye. Zana û sîtem li hev nakin. Werin em dibistana jiyanê xweşik bikin çinku dibistana jiyanê ji hemû zankoyan girîngtir e. Sokrates û Platon û Arîsto bi xwe jî neçûbûne zankoyê û doktora jî wernegirtibûn. Ew li dibistana jiyanê fêr bûn û bûne dirustkerên zankoyê. Zankoyeke ku mirov fêrî jiyanê neke dikare berhemeke çawa jê derkeve?

Ewropaya sedsalên hevdeh û hejdehan şûna milmilaneyên bîrmendan bû. Çinku nivîskarên baş û rewşenbîr serî hildan. Rewşenbîrên bi hizr çinku çekên rewşenbîran hizr e û wan bi hizr plan ji bo welatên xwe danîn. Jean Jacques Rousseau her çend li Swîsrayê ji dayik bûbe jî bi nivîsandina Peymana Civakî ya Yasayî piştî rûxandina şahê dawî yê Fransayê ji aliyê şoreşgeran ve ew yasa li wir hate qebûl kirin.

Rousseau xwe wek nûnerê çîna hejaran dizanî. Dayik sîbereke mezin e ji zarokan re, zarok di bin wê darê de bêhna xwe berdidin, lê Rousseau dema ji dayik dibe diya wî dimire ev destpêkeke nexweş e ji bo hemû zarokan.

Em Kurd divê bi hizr tevbigerin çinku hêza hizrê nemir e û hêza çekê demkî ye. Di dîrokê de hêz tên û diçin. Hizr hêza madî ya mirovan e berhema wê nemir e. Rast e pêdiviya welêt bi her du hêzan jî heye lê hêza hizrê bilindtir e çinku jiyana bîrmendan di nav pirtûkxaneyan de ye. Hizr ji bo welêt ji çek bandortir e.

Dîroknas xwedî hizr in û tenê aqil li cem wan bi nirx e. Dîrok ji bo neteweyan jiyan e, siyaset û dîrok rengdana civakê ye û berhema aqilî ne. Gelek fîlosofan dîrok nivîsandin. Fîlosofekî wek Arîsto pirtûka siyasetê ji Yewnanan re nivîsî paşê ji ber girîngiya pirtûkê li hemû dinyayê hate belav kirin û hate wergerandin bo zimanên din. Arîsto gotiye taybetmendiya mirov ew e ku di nav civakekê de dijî û mirov wek ajelê siyasî bi nav kiriye. Taybetmendiya fîlosofan jî ew e ku gelekan ji wan bîr û ramanên berî xwe red kirin e. Arîsto gotiye Platon mamostayê min e û ez ji mamostayê xwe hez dikim lê ez rastiyan ji Platon bêhtir hez dikim. Karl Marx jî felsefeya mamostayê xwe Hegel red kiriye û gotiye felsefeya Hegelî dixuşiya min ew rakir ser pêyan. Ez wek Hegel nafikirim felsefeya min ne ku tenê ne wek ya Hegel e berovajiyê felsefeya wî ye.

Ku em berê xwe didine civaka Kurdî ya ku tê de dijîn, di nav me Kurdan de gelek caran hatiye gotin û niha jî tê gotin ez ji filan kesî ne kêmtir im. Lê ku em hemû bêjin em xwedî hizr û hêz in û em her kesî wek hev dibînin û ji wan fêr dibin lê nêrînên fireh û dûrbîn hene û nêrînên teng jî hene. Bîrmend berê difikirin û paşê bersiv didin û kar dikin. Di destê bîrmendan de çirayek heye ji bo ronîkirina civakê.

Carekê yekî kor di ronahiya rojê de çirayeke dabû dest xwe dimeşiya, yekî jê pirsî tu yekî kor î hilgirtin û hilnegirtina çirayekê ne wek hev e ji bo te? Yê kor got ez çirayê hildigirim ku yên çavên wan saxlem li min neqelibin. Ji ber vê çiraya herî baş aqilê mirov e. Aqilî wiha kiriye ku mirov li ser rûyê dinyayê bibe zîndewerê herî bi hêz û dinyayê di xizmeta xwe de bi kar bîne, lê mirov çek jî li dijî birayê xwe bi kar tîne bi heman aqilî. Kurd dibêjin aqil taca zêrîn e li serê her kesî de nîn e.

Ji ber vê divê em bi rastiyên jiyanê bizanibin çinku dema ku me jiyan nas kir wê çaxê em dikarin bi xweşî li dinyayê bijîn. Wateya jiyanê çi ye? Gelo dîrok û siyaset û civak ji bo jiyanê ye û jiyan jî ji bo mirov e? Çima mirov ji jiyanê sûdê wernagire û ku em ji xelkê bipirsin gelek ji wan bi gazinc in ji jiyanê. Jiyan felsefeya herî mezin û herî dizî ye, bi dest xistina wan tiştên gelekî zehmet e.

Helbestvanek sûd ji xeyalî werdigire û hêza xeyalê aqil e. Wek mînak Omer Xeyam xweşiya jiyanê di piyaleya şerabê de dibîne û Qani’ şairê Kurd xweşiyê di şoreşeke neteweyî û çînî û xweştir kirina jiyana neteweya xwe de dibîne. Bi raya min jiyan hezkirin e û hez jî gelekî bi wate ye. Gelo me maneyên jiyanê xwendine? Heger tu bi gazinc î ji jiyanê, berî her tiştî ji xwe bi gazinc be çinku jiyan û jiyîn huner e.

Aqil

Jiyan bi peyvê dest pê kiriye. Peyv di destpêka jiyanê de bi şêweyên cûrbicûr hebûye. Hemû pêxemberan ji bo ragihandina dînên xwe bi peyv, nivîs û xwendinê dest pê kirine. Ew di bi kar anîna peyvan de serkeftî bûn û karên wan seferên mezin bû. Hemû seferên mezin jî bi gava yekem dest pê dikin. Fîlosofan jî bi heman şêweyê bi peyvê dest pê kirin. Sokrstes diçû meydana Atîna bi xelkê re diaxivî. Civaka xwe nas dikir û ronahî di nav wan de belav dikir. Paşê xwendevanên xwe li cîhekî dicivand û bi wan re qise dikir. Gotin ji dev derdikeve û li dil şûna xwe dibîne û guhdar dibûne hogirê axavtvan û dikaribûn xwe ji bo bidine kuştin jî. Lê divê gotar zanistî be û nexapîne. Bandora peyvên ku negativ in zû aşkere dibin, bi peyvên rast û zelal têne pûç kirin.

Li pişt her peyvekê hêza aqilî heye û ji bo gihîştina her tiştî rêyek heye. Aqil rênîşander e û çareseriya pirsgirêkan e. Her tim kesek heye ku ji gelek kesan baqiltir e, ew digihe asta aqilmendiyê. Li gelek welatên pêşketî ji wan aqilmendan sûd werdigirn ji bo rêveberiya welêt. Aqil endamê cesteya mirov e û serokatiya mirov dike. Hinek caran diweste, dibe ku piştî fikirîneke kûr dikare bêje encam xelet bû. Lê gelek caran guman bi rêya aqilî gihîştine rastiyan. Îro hatiye qebûlkirin ku rastî ne tenê li cem kesekî ye, bi taybetî çav xeletiyan dike. Çinku carinan dema ku em li ser cade dimeşin çavê me bi yekî dikeve û meriv wisa hîs dike ku ew hevalekî me bû, paşê dibînî ku wî nas nakî ne heval bûye. Ev e xeletiya ku çavan kiriye. Rojekê Elî Şerîatî û Celal Elî Ehmed li bajarê Meşhedê ji xwe re dimeşiyan. Celal saqoya xwe avêtibû ser milên xwe, feqîrekî jê re got ew saqoya bi çiqasî ye? Celal Elî Ehmed bi ken got mam ez ne firoşyar im. Feqîr rêya xwe digire û diçe. Celal Elî bi ken ji Elî Şerîatî re dibêje feqîr min ji xwe dizanin. Şerîatî, erê wî got qey tu firoşyar î lê ku te got ez ne firoşyar im wê çaxê wî fem kir ku tu ne firoşyar î. Di vir de xelet femkirinek hebûye di nav feqîr û Celal Elî de ku serçaveya wê çav û lezgînî ye û xelet gihîştandina aqilî ye.

Heger aqil hebe aqilmend jî heye, raman jî bîrmendê xwe heye. Descartes gotiye, gumana min ji hebûna min nîn e, aqil e ku meriv ji gumanî dûrdixe. Di vir de tevger armanca mirov e. Armanca hemûyan jî nîn e, aqil hevkariya meriv dike ku armancekê ji xwe re diyar bikî û her bî wî aqilî jî kar li ser bikî. Mirov di vê astê de maneyekê dide jiyanê û xwe nas dike, qazanc dike. Mirov xwedî ziman e û diaxive û bi wê axavtinê bandore li derdora xwe dike. Mirov aqil e, heger aqil ji mirov cuda bikî tenê hestî û çerm dimîne.

Mirov heta neaxive sindoqeke kilît kiriye û dema dest bi axavtinê dike meriv dikare nirxê wî diyar bike. Çinku her axavtinek kesayetiya meriv dide der, heger lawaz be wek yekî bê kesayet tê nasîn. Gotineke pêşiyan heye dibêje axavtin zîv e û bêdengî zêr e. Ev ne gotineke zanistî ye lê rastî tê de heye ji bo ew kesên ku nizanin çawa biaxivin, çinku her gotinek ji bo şûnekê ye û heger meriv nizanibe li ku çawa biaxive gotin berovajî tê fêm kirin. Li dadgehê meriv xwe bi peyvan rizgar dike û her bi peyvan jî xwe tawanbar derdixe.

Xwuşka min a birêz Diktor Viyan Silêman ku ji kesayetiyeke rewşenbîr e û ji malbateke şoreşger e balê dikşîne ser rewşenbîriyê û fikrê qala hêsan nivîsîna min kir. Rast e ez hêsan dinivîsim çinku ez dixwazim xwîner ji min fêm bike, ez ji xwe re nanivîsim ji bo xelkê li ser riya xelkê dinivîsim. Divê meriv mijarên giran bi zimanekî sivik û zelal binivîse, ev e raya min a di warê nivîsîne de. Gelek caran kêşeya Kurdan ew bûye ku ji hev fêm nekirin e û ew pênûsa rastiyan nenivîsîne bila bişike baştir e.

Meziniya Aqilî

Meziniya aqilî di wir de ye ku rê bi meriv xweş dike û rê ji koran re vedike. Em Kurdên her çar parçeyan me çiqas sûd jê wergirtiye. Heta niha li çend şûnên Kurdistanê jin têne kuştin. Bazara kirîn û firotina jinan heye. Heger em ji aqilî sûd werbigirin kuştin namîne. Çinku rêyeke hêsantir heye ji kuştinê, ew jî ku du kesan li hev nekirin ji hev biqetin baştir e. Her çend rêjeya ji hev berdanê niha li Kurdistanê gelek be jî jiyana hevseriyê zêdetir e. Li Îranê meseleya tolhildanê nema ye. Dema birayê yekî tê kuştin xelk naçe tolê hilnahîne û berê didine dadgehan û yasa meseleyê hal dike. Ev ji çanda bilindiyê ye.

Heta niha jî li Kurdistanê heger yek berhemdar be jê re dibêjin aqil cûyanî. Yanî gelê yahûdî baqil in. Ramana vê heye. Heta niha li gelek şûnan qala şermê dikin, rê nadine jinan ku bixwînin û siyaset û hunerê bikin. Rast e niha ji berê çêtir e lê her çend rojan carê em kuştina jinekê yan mêrekî dibihîsin, kuştina mirovan tawan e. Yasa ji bo çareseriya kêşeyan hene, ne ji bo tolhildanê. Bi rastî gelekî sext e ku qiloçên meriv hebin û aqilê meriv nebe. Ew jiyana ku aqil bi rêve dibe baştir e ji jiyana ku di bin çavdêriya xelkê de derbas bibe. Çinku hîç jiyanek li derveyî aqilê mirov nîn e û her pêşketinek bi saya aqilî ye. Mirov hemû jiyaneke xweş û bi keramet heq dikin.

Hilbijartin mafê her kesî ye ku bikaribe çarenûsa siyasî û civakî hilbijêre û azad be di çarçoveya yasayê de. Divê jin û mêr wekhev bin. Mewlana jî qala aqilî dike. Fikirîn tekoşînê ji bo armancê dirust dike.

Mirovê baqil ji xeynî gerana aqilî tiştekî din nake û pêşbîniya bûyerên metirsîdar dike, li pey rêya çareseriyê digere û xwe bi tiştên biçûk mijûl nake. Mirovên baqil qet ne demdemî ye û tehemula zehmetiyan dike ji ber xatirê armanca xwe û hêza qebûlkirina wî heye. Mewlana gotiye mirovê baqil xwe li ber hevsera xwe diçemîne. Yanî wek ku dibêjin tirsa ji jina xwe ne tirs e. Di rastiyê de ew çanda meziniyê ye ku serçaveya xwe ji aqilî wergirtiye. Bi min hemû cûreyên tirsê ne baş in. Li şûna wê peyvê em rêzgirtinê bi kar bîbin çêtir e. Wek qehreman Mihemed Elî Clay gotî tirs di bin kulmên min de wenda bûn. Çinku aqil ji mihrebaniyê fem dike û bi xwe jî mîhreban e. Ew ên baş ji ya ne baştir ji aqilî sûd wergirtine. Gelo em bi xwe ne yan di bin bandora qelebalixiyê û ji xwe razî ne.

Ji xwe razîbûn nexweşî ye ku di civaka Kurdî de heye. Em hemû mirov in û wekhev in. Ji xeynî ew ên ku hunera wan ji yên din zêdetir e û ji xwe pêwîst e diktorek û cotkarek ji hev cuda bin. Lê pêwîstiya civakê bi karên her duyan jî heye. Her wek çawa pêwîstiya civakê bi karê serokkomar û marangozekî jî heye. Çinku kar kar e tenê şêwaza wan cuda ye ku di warê yasayan de her du jî karmend in. Dawiya dawî her du jî xanenişîn dibin û diçine mala xwe û her duyan jî xizmet kiriye.

Em Çi Binivîsin

Bersivandina vê pirsê bi rastî zehmet e. Çinku hîn em nizanin di bazara nivîsandinê em dikarin çi bikin û xelk hêviya nivîsên çawa dike. Lê heger pêşwazî lê nehate kirin ew nayê wê maneyê ku mijar ya xirab e. Dibe ku bikirên kitêbên pêkenînê zêdetir bin, lê dive nivîsîn nûbûn û bi derbasbûna demê jî nûbûna xwe ji dest nede ku ciwan û kal û pîr pêşwaziya wê bikin.

Dema baqilek biryareke neaqilane bide ew karesat e. Wek Zerdeşt gotî ji carekê zêdetir bifikirin û paşê biryar bidin ji bo ku Ehrîmen têk bibin. Mirov her baqil e ku dikare şoreşa aborî bike. Fêrbûna çandina genimî bûye hokar ku mirov nîştecih bibe û bi zewiyê ve were girêdan û mirov bextewer bû lê ew tevgera li cîhê xwe nesekinî. Her bi bikaranîna aqilî mirov derdora xwe nas dike ku xwenasîn nasîna herî baş e. Xwenasîn zanist e û diyariya herî baş ya felsefeyê ji bo mirov xwenasîn e. Mirov ku xwe nas kir êdî dikare derdora xwe û civakê nas bike. Wek mînak civaka Kurdî ji pesndayînê hez dike û rika wî li rexneyê ye. Li ser van hemû tiştan em dîsa nikarin bê têkilî bijîn. Mirov divê berî her tiştî têkiliyê bi xwe re deyne. Çinku dema ku mirov bi kesekî re têkilî danî ew ne tenê kesek e, dibe ku bi rêya kesekî têkiliyê bi deh kesên re jî dayne. Yanî têkilî têkiliyên zêdetir bi xwe re tîne. Bi vê şêweyê mirov dibe civakî.

Taybetmendiyên Civaka Kurdewarî hene wek cil û berg, xwarin, jînge û kar. Li başûrê Kurdistanê li ser cil û bergan û xwarinê nêrînên cuda dirust bûne. Wek mînak ew ên ku penaber bûn li Îranê dema ku piştî serhildana pîroz a Kurdistanê ya di sala 1991an de vegeriyan xwarin û cil û bergên wan ji merivên wan ên ku li başûr mabûn cudatir bûbûn. Çinku nêzikî 20 salan çandeke cuda dirust bûbû. Vê çandê du mirovên ji hev cudatir derxiste holê. Li temamî dinyayê çanda penaberan ji yên ku li cîhên xwe mane bilindir bûye.

Em dikarin di warê çand û xwarin û cil û bergan de xelkê başûr li ser sê xalan dabeş bikin.

  1. Penaberên li Îranê
  2. Ew ên çûne Ewropa
  3. Ew ên li başûrê Iraqê di bin desthilatdariya rejîma Beesê de man.

Mirov her tim sûdê ji aqil û zanîna hev werdigirin. Çinku dinya bi hatina teknolojiyê bûye gundekî biçûk. Jinek dikare ji malê xwe fêrî xwarineke Canadayî bike yan jî xwe fêrî cil û bergekî Efrîqayî û tiştekî din bike. Gelo ew xwarinên ku Kurd dixwin yên me ne. Ne şaş bim ji sedî 90ê xwarinên me yên neteweyên derdora me ne. Wek mînak dolme û kebab û sawar û borek Turkî ye û sirîd û masî megzûf Erebî ye ku Kurd jî dirust dikin. Abgoşt û helîm û xurişt û şulî Farsî ye.

Ji xeynî fêkiyan gelek tişt ji derve hatine û li Kurdistanê hatine çandin. Ji xwe karekî baş e ku meriv ji miletên din fêrî tiştan bibe. Lê dive em jîngeha xwe nas bikin. Welatê me bi çiya û ber û benîştê Kurdî û şervaniyê hatiye nasîn bi serbilindî.  Ji xeynî wê divê em guherînekê di jiyana xwe de bikin.

Niha ji bo me Kurdan otomobîlên modelên dawî, cilên markayên giran, koşk û malên mezin girîng in ku çavên me li derdorê ye. Lê Îrana cîran ne wek me ne, mîlyardarek bi şimikan diçe bazarê û bi duçerxe diçe karê xwe. Ew ji xwe mezin nîşandanê hez nakin. Ev hemû cûreyên fikirînê ne ku bandorê li siyasetê jî dike.

Karîn

Gelo em bi şiyanên xwe dizanin. Ne şaş bim em di wir de jî li rastî xeletiyê hatin. Heger ji me hemûyan bipirsin bêjin tu dikarî bibî serokkomar ne şaş bim em hemû yan jî gelek ji me dê bêjin belê. Em di diyarkirina şiyanên xwe de jî xeletiyan dikin, ne her car lê gelek caran. Çinku mirov heta bi şiyana xwe nizanibe nikare yê xelkê jî bizane. Wek mînak yekî lawaz ji bo karê xwe yekî bi şiyan hilnabijêre kesekî ji xwe lawaztir destnîşan dike. Lê aqilê me yê cîhangîrî nîn e û gelek netewe ev hizra bi wan re heye. Siltan Silêman digot ez Siltan Silêman im fermanderê hemû cîhanê.

Xwenasî

Xwenasîn neynika cesteya meriv e. Hêza mêjiyê mirovan ji bo xwenasînê heye û dizane çiqas hêza xwe heye. Kurd dibêjin her kes bi bayê xwe dizane lê xirur di diyarkirina rastiyan de dibe asteng. Çinku xirur kujerê rastiyan e. Xirur meriv bilindtir û yê hember jî nizmtir nîşan dide. Ji ber wê çend ruh û çînên şoven di nav civakê de serî hildidin. Di rastiyê de hebûna bilindî û nizmiyê nîn e. Xweda hemû însan wekhev afirandine.

Xirur meriv beredayî dike û dûrî xwenasîn û xelknasînê dike. Ji ber vê em li gor daxwazan biryar didin ne li gor rastiyan. Ev zirarê dide civakê û nîşaneya lawazbûna me ye. Ji sorê re dibêjin şîn e û reşê spî dikin, ev mergesat e. Felsefe zanista nasîna dinyayê û yên li ser dijî ne. Bi zanistî şîrove dike ji bo vê pêwîstî bi mêjiyê mezin heye ku ew yên hilbijartî ne.

Ku em berê xwe didine Maniyê Pêxember, wî xwe nasî û felsefeyeke dînî ya bi navê Maniheizm li dijî Zerdeştiyê ava kir. Manî çend pirtûk nivîsîn û Şapûrê şahê wê demê ya Îranê anî ser dînê xwe. Pirtûka bi navê Şapûrganî taybet ji bo wî nivîsî. Ev lawaziya Manî bû ku yekî xwe wek pêxember bide nasîn divê nebe leşkerê şahekî. Manî ligel Şapûr tevlî çend şeran dibe û ji poşman jî nabe.

Xwenasîn sedema cimûcolên zêdetir e û mijarên nû li ser mijaran zêde dike. Çinku ew hemû mijarên ku têne gotin û têne nivîsandin naçine ser çarçoveya zanista dîrokê û her ne zanistî ne. Her kes dikare gotinên naşîrîn bike lê kiryara wê heye. Bi raya min na çinku gotinên naşîrîn xwediyê xwe jî naşîrîn dike. Em jî her tim ne rast in. Wek mînak dema ku zana tên û qala mijareke gerdûnî dikin û piştî çend salan dîsa tên û dibêjin me xeletî kiriye. Ev wêrekî ye ku dibêjin rastî tiştekî din e. Mirovên wêrek ji rexneyê natirsin. Çiqas zêde însan rexne li xwe bigirin ew mijarê bihêztir dikin û ji bo xwîner diyar dibe ku mêjiyekî bihêz li ser e. Nivîsandina felsefeyî û hizrî bi xwe hêz in û hêzê didine mirovan.

*Ji Soranî bo Kurmancî Şiyar Şerîf Berazî