Felsefeya Bîra Neteweyî ya Kurdî* | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Felsefeya Bîra Neteweyî ya Kurdî*

YazarResmi

Şaristaniyet û Aqil

 

Şaristaniyet bi bajêr dest pê dike ku ew dema mirovan bi aqil bajar ava kirin, bingeha cûreyeke girîng ya felsefeyê avêtin. Ji ber ku bajar, bi şêweya endezyariya komî/rêxistinî tên ava kirin ku mirovan mêjiyên xwe bi kar anîn û rewşenbîrî û şaristaniyet jî pê re ava bû. Êdî mirovan sûd ji aqil wergirtin ji bo ku mirovek bikaribe yên din jî bike rewşenbîr.

 

Her çend li gundan têkiliyên civakî xurttir bin jî li bajaran jî ew têkiliya heye lê ji ber ku gund biçûk in aqilê li gundan jî biçûk in û ji ber mezinbûna bajaran aqilê li bajaran mezintir in ku aqilê mezin dikare li ser tiştên mezin bifikire. Gelo Kurdan wek pêwîst sûd ji aqil wergirtin? Wek bersiv, na.

 

Ji ber ku di siyaseta Kurdan de bi dirêjiya salan, Kurdan xwe mijûlî kolandina çalan kirine ji bo hev û dijminên xwe ji bîr kirine lê dijmin ji bo kêliyekê jî ji amadekirina planên dijî Kurdan ranewestiya ne. Dewletên derdorê ku ji bo kibrîtekê jî bicivin, xaleke wan planên dijî Kurdan e û dixwazin bi wê kibrîtê neteweya Kurd bişewitînin. Şaristaniyeta mezin ya Îranê û hemû Mezopotamya, deyndarên şaristaniyeta Kurdistanê ne. Her çend şaristaniyet, ne milkê neteweyekê jî be, deriyê şaristaniyeta cîhanê; şaristaniyeta Neynewa/Nînowa û Aşûr Banîpal bûye ku ew jî li ser xaka Kurdistanê bûye.

 

Ferhenga Xwe Nûkirinê/Guncandinê

 

Ez bawer nakim tu neteweyek bi qasî Kurdan bi xalên erênî û neyînî ve xwedî çanda xwe nûkirinê be. Xala erênî ew e ku Kurd, piştî şikestinê jî fikra serkeftinê dikin. Ji ber ku heta şikestinê tahm nekî bi qedrê serkeftinê nizanî. Kurdan piştî şikestinê dubare dest bi şoreşê kirine. Xala neyînî jî; Kurd bi xwe bûne sedema şikestina xwe û dema ku Kurd çûne çiya hinekan jî li dijî birayên xwe, çeka cehşayetiyê hilgirtine û birayên xwe kuştine. Gotineke pêşiyan ya dîrokî heye ku dibêje; Îraniyan birçî bihêlin û Ereban jî têr bikin. Em Kurd jî gelekî Îranî ne. Ev felsefeya birçîtiyê dûr û dirêj e lê bi gotinên xweş zikê birçiyan têr nabe. Yan jî hinek caran tên, hesta neteweyekî dikujin. Dagirkeran hewla kuştina hesta mirovên Kurd dane ku Kurd ji xwe xerîb û biyanî bûne û şerê derûnî li dijî Kurdan kirine. Ji bo nivîsandina dîrokê divê meriv biçe nav xelkê ji ber ku her ev xelka ye ku dîrok û şaristaniyet ava kiriye û ceribandin û sirên dîrokî li cem e. Dîroknas çawa dikarin ji kevirekî dîrokekê derxin û li ser kaxizan binivîsin, divê ji sîngên pîr û kalan jî dîrokê derbixin û tomar bikin ku felsefeya bîra neteweyî ya Kurdan ji dîrok û felsefeyê re bihêlin.

 

*Ji Soranî bo Kurmancî : Şiyar Şerîf Berazî