Di hemî hêwirgeh an jî qonaxên giring da, plangêrî û êrişên dijwar liser kurdistan dibin, jibo jinavbirina deskeftan. Yêd vê dawiyê jî bi heman amancê ne.
Heke em deskefta yekem ku ew jî Komara Kurdistanê li 1946 ê hisab bikin, ev dibe ya 4 ê ku qonaxên çarenusaz da êriş û plangêrî pêktên. Piştî Komara Kurdistan duwem deskeft li Adara 1970 ê ku bi Peymana 11 ê Adarê tê zanîn; berhemê şoreşa îlon bê, di navbeyna Kurdan û hikûmeta Baas a Îraqê hatibê îmzekirin. Bi plangêriyek navdewletî; peymana Cezayirê ku 1975 ê da hatibê mohr kirin pêşî lê girtin. Ya sisê yê, dîsa berhemê xebata bê rawestan û Eniya Kurdistanî, raperîna 1991 ê bû ku Parleman û Hikûmeta Kurdistan li Başûr avabû û berdewame. Jibo ku vê deskefta neteweyî anku Parleman û Herêma Kurdistana Federe ji nav bibin gelek êriş, plan û zextên mezin hatin kirin, ajaweyên cûr bi cûr ceribandin û pêkanîn. Ya ji hemiya balkêştir îlankirina şer bû li hember Parleman û Herêma Kurdistanê ku PKK dabê despêkirin, jibo ku rê xweştir bike bo dewletên dagirker ku deskeftên neteweyi û ev serweriya gelê kurd ku li Başûr heyî lawaz bikin û jinav bibin. Ya çarem jî piştî biryar û emcandana referandumê li 25.09.2017 dîsan bi plangêriyek navçeyî a mezin ku pêşengên diyar Komara Îslamiya Îran û Komara Tirkiyê û dar û destekên xwecihî û navxweyî, bi amanca yekcarî jinavbirina deskeftên neteweyî êrişek berfireh û mezin hatkirin; ku sed der pêncî ya axa rizgargirî ya Başûr hat dagirkirin. Wek her car liberamber her êrişek bo ser gel û xaka kurdistan gelê kurd, Pêşmergeyên kurdistan bergiriyek mezin kirin, destanên kêm wêne tomarkirin û nehêlan dagirker bigehine amanca xwe.
Ev êrişên vê dawiyê jî her berdewamiya wê plan û dijminkariyê ne. Berî referandumê û piştî wê jî siyaseta pêşîgirtina pêşkeftin û bihêzbûna Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Merkezî ya Bexdayê tête peyrewkirin; bo vê mebestê dorpêçên aborî, birîn yan jî kêmkirina pişka kurd ji bûdçeya giştî her bo vê çendê ne. Dixwazin bi vê siyasetê jî xelkê Herêma Kurdistanê bêzar bikin, ajaweyê linav xelkê dirûstbikin da ku tebayî û aramiya hêrêmê têkbidin. Bi bişaftin û duberekiyê xelkê pêkbidene kuştin û lihember Parleman, Hikûmet ê rakin.
Helbet wek li her welatek ku xelk bo daxwazên xwe yên heq, şertên jiyanek baştir, mafekî rewaye ku daxwaza wan bike û jibona wan xebat bike, li Herêma Kurdistan jî ev mafek rewa yê xelkê Kurdistanê ye, ku Parleman, Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistan, dezgehên fermî û berpirsên îdarî yêd parêzgehan di her deliveyek da piştevaniya xwe bo vê diyarkirine û dikin. Tenê mercê wê; dûrbin ji tûnd û tûjiyê, aştiyane û medenî bin. Ji mebesta destnîşankirî dernekevin. Ev hemî bi siyaseta navxweyî û hikûmraniya Başûr ve girêdayiye. Dibe rexne li ser vê hebin, siyaseta aborî ya ku heyî ne bi dilê hin kesan be ev tiştek sirûştiye, tişta ne sirûştî û ne maqûl destêwerdana derekiye, têkilîbuna di karûbarên beşê di yê kurdistane.
Di vê babetê da her bi mebesta xirab rastî jî têne berevajîkirin. Gerçi xelkê Başûr baştir dizanin û tê digehin ka rastî çine, dixwazim li vêderê carek dî hindek amar û datayên ku dezgehên fermî yên Herêma Kurdistan ragihandî, diyar bikim. Ev pandemiya Covid 19 rewşek xirab peydakiriye ku bandor liser hemî sekter û warên jiyanê dike, nexasim ya aboriyê. Ev jî jibona neyar û nehezan buye cewek (atmosfer)lêhatî ku derfet bo xwe dirûstbikin ku mexsedên xwe pêkbînin.
Ligel pandemiyê û qeyrana aboriyê, di bûdçeyêda nirxê jibo petrolê hatibû desnîşankirin % 50 kêmkir û bu 28 dolar, dahatên deriyên tixûbî, gumrikan %90 daket û dahatên dî yên navxweyî wekî bac û deramet hema bêje gehiştine xelasiyê. Di rewşek weha de dubare qutkirina butçeyê ji aliyê Bexdayê ve rewşek gelek xirab peydakir; bu sedemê paşkeftina maaşên karmenda, ku heta radeyek idarekirinê nerazîbûn û qeyranek dirûstkirin. Li gelek deverên Silêmaniyê jiber vê rewşa xirab ya aborî piştî demek dirêj ya karkirin û tehemûlek zêde ya berevaniya ji corona, ku ev cihê rêz û teqdîrêye, karmendên tendirûstî nikarîn berdewambin liser erkê xwe û dest bi grevê kirin. Ji bilî ew cihên ku nexweşên Corona lê têne dermankirin karê xwe rawestandin. Çalakiyên bi vi şiklî yên sendîka û rêxistinên pîşeyî ligor destûr û çarçoveyên yasayî da encam dan ku Hikûmet û Parleman rêz li çalakiyên hanê digirt û sozê razîkirin û çareseriya pirsên han dida û kar dikir/dike. Heke mirov rewşa heyî liberçav bigire dê bibîne ku Hikûmeta Herêma Kurdistan hem di warê Pandemiyê da hem jî bo parastina can û malê xelkê xwe, aramiyê û deskeftên neteweyî serederiyek baş kiriye ku rêz lê hatiye girtin. Ligel peydabuna pandemiyê di rojên ewil de hindek ali û gruban banga xwenîşandanan dikir, digotin "corona li vê derê nîne, hikûmet jibo ku kêmasiyên veşêre behsa wê dike" bûn sedemê hindê ku tedbîrên ji aliyê hikûmet û wezareta tendirûstiyê dihatin wergirtin lawaz bibin û pabendbûna xelkê pê kêm bikin. Li deverên sînor yê îranê xelk bi qaçaxî tînan û dibirin ku nexweşiyê zêde bikin.
Sedemek dî yê derxistina alozî û nearamiyê; acizî, dijayetiya li beramber bernameya çaksazi (reform) ya Hikûmetê ye. Bi taybet kar û programa jibo yekxistina Hêzên Pêşmerge, asayîş û ewlekariyê. Pirrengkirina serçavên dahatên aborî û binbirkirina gendeliyê xalên serekîne ku neyar naxwazin pêşketin pêkbên.
Leşker kêşî û êrişên berdewam yên Tirkiyê û Îranê her di vê çarçoveyêda ne. Amanca wan ya bingehîn jinavbirina deskeftên neteweyî û statuya Herêma Kurdistan e. Hêceta ku pê hewce dibin jî PKK bi dilxwaziyek mezin dide wan. Berî her tiştek lazime vê bibêjin ku hebuna PKK ê li Başûr bi vê xisûsyeta xwe ne rewa ye û ew ne beşek e di jiyana siyasiya Başûr da. Jiber hindê ye ku kar û çalakiyên wê li Başûr gef in liser deskeftên Herêma Kurdistan.
Êrişên vê dawiyê di zirûfek da ye ku; Kurdistan û navçe liber guherin û pêşhateyek mezin daye pêk tên. Mirov nikare vê ji buyera 16 oktoberê cuda bibîne. 25.09.2017 biryarek dîrokî bu ku encamêd wê zû an dereng dê bikevine warê jiyanê. Pêşhateyên giring bi rêven e û dagirker û nehez lewma lez dikin ku ew êrişa neserketî ya 16 yê oktoberê berdewam bikin. Amanca wan ew bu ku piştî dagirkirina Kerkûkê, di Silêmaniyê ra bigehine Hewlêr û ji aliyê rojava û bakûr ve di Sihêla, deriyê Xabûr ve dorpêç bikin û bigehine mexseda xwe. Lê li Pirdê, Xazir, Naweran û Sihêla pêşmergê Kurdistan bergiriyek xurt kirin, ew şikandin. Ewa ku niha diqewime berdewamiya wê ye ku ji Bakur û Rojhilat ve Tirkiye û Îran dixwazin pêkbînin. PKK amadeye ku leşkerên tirk û pasdarên îranê li kurdistan bin, dagir bikin lê naxwaze Pêşmerge û Hikumeta Kurdistan liser axa xwe sewer be. Gelek aşkiraye ku ev êrişa Tirkiyê bê rawêj û hemahengiya Îran û hevkarên xwe yêd Îraq nehatiye kirin. Lê PKK di vî babetê da bêdeng e li şûna wê êriş dike ser Hikûmet û Herêma Kurdistan û rastiyan berevajî dike. Cara ewile ku wezareta derve ya Îraqê û dewletên Ereb nerazibunek tund nişan didin. Heke wezîrê derve yê Îraqê ne kurd ba gelo ev yek dibû? Ma mirov dikare hewlên dîplomatîk yên Fuad Husên nebîne, keda wî bixwe. Heke ew pasewanên sînor yên bi ser wezareta bergiriya Îraqê ve ji kurdan pêk nehatiban ku li devera Zaxo û hindek cihên dî wek Sidekan hatine bicihkirin ku pêşiya dagirkariya tirk bigirin PKK da xwe nerazî bike?! Bersiva wê di helwesta li hember hêza Heşda Şeibî da diyare. Ligel Heşda Şeibî mil bi milin, li hember pêşmerge bi çekin. Eve welatpar (êz) î ?!
Ne PKK bitene, dewleta Tirk jî neraziye ku pêşmerge kontrola deverê bike. Li 11 Tebaxê li navçeya Sîdekan bi amanca durxistina şer ji gund û warên welatiyên sivîl şandek ji ew Pasewanên Sînor bo giftûgo dema çûbun hevdîtina ligel PKK ê bibûne amanca êrişa firokeyên Tirkiyê û du şehîd sê birîndar jê ketin. Disan du rojan piştî wê hevçeperên wan fermandeyên şehîd ku dixwestin bo sersaxiyê biçin, ketine ber êrişa eskerên tirk û gerillayên Pkk ê. Ma ev têra xwe rastî û amancê li pişt nîşan nade?. Heta duhî PKK ê digot hêzên hikûmeta herêm û PDK kordînat û istixbariyê dide Tirkiyê, heke dîsan jê bipirsî dê bêjin her Hikûmet û PDK ye pêşmergê xwe dide kuştin!.
Di meseleya xwenîşandanan jî heman helwest û propaganda dikir. 20 Tebaxê li Zaxo şofêrên kamyonên barhilgir ku bi niyazbun nerazîbunêd xwe derbarê karkirinê di deriyê sînor yê Brahîm Xelîl û Xabûr bi riya sendikayên xwe ve, pêşkêşî aliyên peywendîdar bikin, di encama tevlêbûna hindek kesên ku ne şofêr û nejî xelkê Zaxo bûn û ajawe ket nav, medyaya ser bi PKK bi nûçeyên lezgîn, ev wekî nerazîbûn û dijderketina xelkê Zaxo li hember dagirkeriya Tirk nîşan dida û daxwaz ji xelkê dikir ku tevlêbibin. Ku paşê rastiya meselê derket, vê carê jî dest bi propagandayek dî kirin û gotin" hêzên asayişa herêm bi çekan êriş kirne ser xelkê sivîl ku daxwaza mafên xwe dikin, û hinde qeder birîndar hene." Ew jî derket ku di encama wê ajaweyê da 61 polîs bi dar û ber birîndar bûne, hindek ji wan jî bi çek hatine birîndar kirin û çar kesên şofêr jî dinav da bune. Ji bilî ew hejmara yêd şofêr yên dî qet eleqeyê xwe ne bi şofêran û nejî sendikaya wan hebuye. Heke tu disan jê bipirsî dê bêjin polisan xwe bi xwe hev birîndar kirine, beşek bune xwepêşander, beşê dî liser erk bûn!!
Xwepêşandanên li devera Silêmaniyê, Helebçe, Kelar, Seydsadiq, Çemçemal jî heman senaryo pêkînan; Milk û malê xelkê û avahiyên hikûmî, li Helebçe avahiyê belediyê bi hemû arşîva ku ji kimyabaranan jî xilasbibû şewitandin, li Kelar nexweşxaneya ku çareseriya nexweşên Corona lê dihat kirin agir berdanê, bi çek êriş kirine ser avahiyê liqê PDK yê li wê navçeyê. Helbet yek ji van xirabkarî û êrişan bi tenê jî peywendî bi maf û daxwaziya wan ve nebun. Yên ku çaple bo vê lê didan zû şermezar bun. Jiber ku xelkê bi çavêd xwe dîtin ku ev ne karek mafxwaziye û têkiliya wan bi daxwazên gel nîne, zerar û dijminayiye li wan têkirin, û her zû xwe ji wan cudakirin û dûrketin. Lewma niha em dibînin ew alî û grup kerb ji xelkê vedibin, çeng şkestî bune ku meramê wan bi cih nehat û xelkê bi newêrekî, tirsonekî tometbar dikin, ku çima ji kolanan vekişiyan û dernakevine xwepêşandanan.
Propagandayek dî daye despêkirin ku qaşo Pêşmergeyên Roj li devera Zaxo erkdarkirine ku êrişî xelkê bikin û bi harikariya dewleta tirk caşatiyê ava dikin ku şer lihember PKK bikin. Mirov nizane xudanên ev aqil bi çi pênase bike. Ya rastî wek siyaseta wan ya xeyalî gotin û hizrên wan jî bê nimûne ne, bê sînorin. Xeyalên ku ew dibînin, dibêjin ji wan pê ve ne karê herkesekê ye, lazime kes heqê wan nexwe!
Sedemên vê çewaşekariyê jî hene. Ew yekrêziya li Rojavayê Kurdistanê hatiye meydanê, ne bi dilê Tirkiyê, ne bi dilê Îranê û ne bi dilê PKK ye jî. Daxwuyaniyên Cemil Bayik li meydanê ye. Her wesa yên Tirkiyê jî. Vêca ku bixwazın tiştek xirab bikin, êriş bikin hêcet gelek in. Bi gotinek pêşiyan ez bêjim "yekî birsî neçar ma goştê kerê bixwe, gotiye guhên wê dişibin yên kêrûşkê "
Di dawiyê da feraseta gelê kurd û tecrûbeyên siyaseta kurd ji hindê mastirin ku bihêlin dujmin bigehine amanca xwe. Yekrêzî û tebayiya xwe biparêzin dê her serfirazî bo gelê kurd û şerşorî bo neyar û xwefiroşa be.