
Silav, roja we bi xêr,
Amadebûyên hêja, mêhvanên ezîz, kesayetiyên siyasî, akademikvan, nivîskar, xebatkarên çapemenî û ragihandinê, ez bi navê Kovara Dengê pir bi dil xêrhatina we dikim. Xweşhal in ku pêşwaziya we dikin bi vê boneya pîroz. Ser sera, ser çavan hatin.
Kovara Dengê, weşanek periyodik bi rabirduya xwe ya nêzîk ve wek berdewamiya xeta weşangeriya siyasî-teorîk ya Riya Azadî ku digehite sala 1975ê ye. Kovara Dengê her wesa pêdagirek bi biryar yê mîratê weşangeriya Kurdî ye ku ji sala 1898ê bi derxistina Rojnameya Kurdistan jı aliye Miqdat Mithat Bedirxan ve bi sedan sala ye hatiye heta van rojan.
Kovara Deng di çarçoveya Weşanên Dengê da ku di sala 1989ê ava bûyî dest bi weşanê kiriye. Weşanên Dengê ji bilî Kovara Dengê li 2 warên dî jî karê weşangeriyê kiriye. Ya yekê weşandina rojname, ya dî jî çapkirina kitêban bûye.
Ji sala 1990ê ve, di nava Weşanên Dengê da rojnameyên Azadî, Dengê Azadî, Hêvî, Ronahî, Roja Teze û Dema Nû derketin. Eva dawiyê mixabin ji ber kêm derfetiyên aborî û hin sedemên cuda di sala 2010ê navber daye karê xwe yê rojnamegêriyê.
Her weha di nava Weşanên Dengê da bi dehan kitêbên giranbuha di heqê pirsgirêkên cîhanê, Kurdistan û Tirkiyê, dîrok, çand, û zimanê Kurdî hatine çapkirin.
Kovara Dengê 35 sal e bê navber weşana xwe ya periyodik berdewam dike. Ku ev kêm wêne ye.
Kovara Dengê, di bingehê çareseriya meseleya Kurd ya siyasî û aştiyane û demokratikbûna Tirkiyê da xetek weşangêrî peyrew kir. Dabeşbûna Kurdistanê û berfirehiya asta meseleya Kurd raxiste ber çavan. Êrîşên dewletê yên piralî li ser gelê Kurd, mehandin (asimilasyon) û politikayên ji cih derxistinê teşîr kir. Di çareseriya meseleya Kurd da mafê diyarkirina çarenûsî diparêze.
Kovara Dengê her çend fokusa wê li ser meseleya Kurd be jî di warên ked, zarok, jin, hawirdor, seqa, aştî û hwd. bi baldarî şopand û di rûpelên xwe da cih daye. Kovara Dengê di nava tevgera Kurd da rê û rêbazên aştiyane û demokratik dane pêş, di heman wext da politikaya wekheviya civakî, edaleta komelayetî parast, weşangerêyek dijî şer berdewam kir. Li dijî her cure nijatperestî, şovenî, faşîstî û dijminatiya biyaniyan helwesetek zelal nişan da.
Kovara Dengê digel hinde ku kovarek siyasî ye ji têgehek siyasî ya teng dûr e. Deng di serî da meseleya Kurd, ji bo çareseriya hemî pirsgirêkan xudan seknek pilûral û giştgîr e. Di vê çarçoveyê da Kovara Dengê ligel hemî aliyên ku di meseleya Kurd da aligirê çareseriyek wekhevî û bi rûmet in, amade ye di yek platformê da kar bike. Ji bilî helwest û hizrên tûnd û tûjî, ferq û cudakarî, dijminatiya jinê û heqaretê, hemî nêrin û hizran di rûpelên Dengê da cih dîtine, ji niha û pêve jî dê bibine.
Têkoşana azadîya gelê Kurd bi bedelên mezin heta van rojan hat. Weşangeriya Kurdî jî di aliye xwe da bedelên mezin dan, bi zehmetiyên mezin ve rû bi rû bû. Kovara Dengê di salên 1990 î da rû bi rûyê zextên dewletê bu. Gelek Gerînendeyên giştî, xudanê wê, nûnerê herêman, xwendevan hatin darizandin, ceza kirin, bi dehan hejmarên Dengê hatin komkirin an jî hêj nehatine belav kirinê, dest danîn ser. Serbarê van hemiyan jî ev 35 sale kovara Dengê bi eşq û kelecana roja ewil ve berdewam dike.
Ji bo welatek azad û paşerojek bi rûmet ev hêja ye.
Amadebûyên hêja,
Bûyer û pêşhateyên bi lez û girîng diqewimin.
Li Başûr hevdem ligel êrîş û gefên derekî, zext û binpê kirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistana Federe ji aliyê Hikumeta Federal ya Iraqê. Hewlên serederiya pirsgirêkan yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, babetên navxweyî yên siyasî, aborî û civakî. Xebatên Diplomasî,
Li Rojhelat û Îranê xasima rewşa piştî şoreşa Jîna Mehsa Emînî bi dirûşma Jin, Jiyan Azadî hatiye pêş û ayindeya wê,
Li Rojava û Suriyê qonaxa ku şerê navxweyî gehiştiyê çarenivîsa gelê Kurd li vî beşê welêt,
Şerê Xezeyê, derketina êş û janên mirovî û bandora wê li ser navçeyê bi giştî,
Li Bakûr û Tirkiyê meseleya Kurd ya neçareserkirî, asta ku qeyrana aborî gehiştiyê, encamên hilbijartina 31ê Adara îsal û babetê guherîn an jî destûrek nû, her wesa derfetên hewla çareseriyek aştiyane û wekhevî ji bo meseleya Kurd,, xalên girîng, in ku hemî aliyan meşqûl dike.
Me xwest bi vê konferansê berçav rohniyek peyda bikin û bi vê riyê bişên xizmetê di vi wari da bikin.
Hûrgiliyên bernameya konferansê li ser maseyan li ber destê we heye. Bê ku bikevim hûrgiliyên wê dixwazim bi kurtî di heqê rûniştin û pêşkêşkirina gotaran agahiyên kurt bidim.
Konferansa me ji sisê (3) Runiştinan pêk tê;
Rûniştina ewil bi babetê “Li Rojhelata Navîn Astên ku Meseleya Kurd Gehiştinê” ye.
Di vê runiştinê da sise (3) axaftvan hene; Her yek ji wan berêzan; Doç.Dr. Arzu Yılmaz, Dr. Salar Osman û Dr. Kawe Mehmûd. Moderatorê vê rûniştinê parlamentarê berê rêzdar Sedat Yurttaş e.
Rûniştina Diduyê bi babetê; ”Seqayê Siyasî Yê Piştî Hilbijartinên 31ê Adarê û Bandorên wê Li Ser Çareseriyên Meseleya Kurd” e.
Di vê rûniştinê da jî sise (3) axaftvan hene; Berêzan Dr. Cuma Çiçek, Roj Girasun, Dr. Mesut Yegen. Moderatorê vê rûnştinê Perlemantarê berê berêz Nejdet İpekyüz e.
Piştî rûniştina diduyan 45 deqe navbera xwarinê heye.Emê li vê Otelê li qata jorîn (qata 6ê) da pêkve xwarinê bixwin û piştî xwarinê ji cihê mayî dest bi rûniştina sisêyan, anku ya dawî bikin.
Rûniştina Sisê û ya dawî bi babetê; “Peydakirina Rêyek Nû, Aqlê Siyasî Yê Kurd” e.
Sısê axaftvanên vê rûniştinê jî hene: berêzan İbrahim Gürbüz, İsmail Beşikci, Mesut Tek.
Moderatorê vê rûniştinê: Rojnamevan berêz Mahmut Bozarslan e.
Li dumahiya her rûniştinekê nîv saet mecalê pirsyar û bersivan heye.
Piştî hersê rûniştinan, ku temam bûn, Endamê Lijneya Nivîsan (Yazı Kurulu) a Kovara Dengê Bayram Bozyel dê axaftinek kurt ji bo nirxandin û spasiyê bike.
Dubare bi xêrhatina we dikin, hêvîdar im konferans bi encamên baş, sûdbexş be ji bo hemî aliyan. Serkeftinê dixwazim.
Ji bo despêkirin û rêvebirina rûniştina ewil daxwazê ji berêz Sedat Yurttaş dikim bila kerem bike.
Axaftına Gerinendeyên Gişti a Kovara Deng A. Mecid Durmuş, ku di destpêka konferansa bi Navê “Meseleyê Kurd û Paşerojekê Çawa?” da pêşkeş kiriye.