
Gera seradan û hevdîtinên Tirkiyê-İraq û Herêma Kurdistanê û egerê pêşhateyên nû
Dewleta İraqa Federal di bin destê grup û milîsên der yasayî da dinale. Hikûmet di peyrewkirina yasayên destûrî û serweriyê da bê mecal maye. Bi taybet hewlên jibo tengeber kirin û ji holê rakirina mafên destûrî yên Herêma Federe ya Kurdistanê, rewş bi ber qeyranek kûr û ji hev ketinê ve biriye. Di encama êriş û zextên dewletên dagirker; proseya siyasi ya İraqê bi gişti ketiye ber xeteriyek mezin. Hemî hewlên jibo cî bi cî kirina xalên rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya İraqê, kabîneya ku Mihemed Şiya Sudanî serokatiya wê dike, her carê bi hêcet û rêyên cuda asteng li ber têne çêkirin. Biryara Dadgeha Bilind ya Federal ku vê dawiyê derheqê Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û betalkirina beşek ji maf û yasayên destûrî yên Kurdistanê; zengek mezin ya xeteriyê ye li ser deskeftên neteweyî, destûrî bo nehêlana qewareya Herêma Kurdistanê.
Her wesa êrişa Hamasê ku li 07.10.2023 yê li hember xelkê sivîl yê İsrayîlê kirî û di encamê da despêkirina şerek nû li Xezeyê ku bûye sedemê malwêraniyê û êşên mezin yên mirovahiyê. Derencamek dî ya Şerê Xezeyê nîşandayî; şerê ku bi wekalet li navçeyê dihat/tête kirin hêdî hêdî bi ber şerek rasterast yê dewletên sponseriya wan dike diçe. Hev dem ligel Şerê Xezeyê êrişa Amerîka û Britanyayê bo ser Husiyên Yemenê bi amanca desteberkirina ewlehiya hatin-çûna keştiyên ticarî li Deryaya Sor, mirov dikare di vê çarçoveyê da bibine. Li hember êrişa li ser bingehê leşkeri yê Amerika li Urdunê ku sê leşkerên Amerikî hatibûn kuştin, bersiva tund ya leşkeri ya Amerika li ser grubên çekdar yên bi ser Îranê ve li Suriyê û İraqê û rasterast li ser meqerên Supayê Pasdaran li wan welatan û kuştina fermandeyên pile bilind û serokên komên milis hişyariyek rohn û micid bû. Ehtîmala rûdanên mezin û guherîna nexşeyê li navçeyê û pêkhatina hevsengiyek nû tirsek mezin kire dilê dewletên herêmî yên wek Îran û Tirkiyê. Her ji ber hinde bu ku di despêka Şerê Xezeyê de ew dilxweşiya ku bo êrişa Hamasê nişan dayî hêdî hêdî kiz bû. Heta Îranê berevajî daxuyanî û destxweşîkirina li Hemasê ku di Parlemanê xwe da nişan dayî helwestek girte dest û bê agehiya xwe ji êrişê ragihand. Her wesa Hizbullaha Lubnanê jî bi curek paşgez bû li helwesta xwe ya tund a ku nişan dayî.
Daxuyaniyên milîsên Heşda Şeibî û komên çekdar yên bi ser Îranê ve bo rawestandina êrişên xwe yên çekdarî û qebûlkirina fermanên Artêşa İraqê û pabendbûn bi biryarên Hikûmetê li beramber vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Şerê li Dijî Daişê li gor çarçoveya hevdîtin û peymanek nû ya ewlehiyê di navbera İraqa Federal û Amerikayê da ji vê tirse bû. Ew Îrana ku her dem sengerê bergiriyê li derveyê xwe digirt û raçandî, êdî şer li ber derê xwe dît û dest bi manevrayek nû kir. Ligel Amerikayê li riya sazanê gerya. Li İraqê jî bi hêcetên bê bingeh û dûr ji rastiyê bi taybet piştî êrişa mûşekî li ser Hewlêrê kirî (15.01.2024) ku karsazê kurd Pêşrew Dizeyî û malbata wi kiribûn amanc û şehîd kiribûn, di encama bertekên tund yên navxweyî (Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya İraqê) û navneteweyî tengav bibû. Jibo parastina serweriya welatê xwe İraqa Federal, biryara pêşkêşkirina gilînameyek bo Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî derheqê Îranê da jibo lawazkirina pêgehê wê li herêmê helwestek giring bû. Biryara Mehkemeya Bilind ya Fedaral a İraqê ya vê dawiyê encama hewl û destêwerdana Îranê ye bo verevandina xeteriyên li ser xwe. Derxistina alozî, qeyran û ajawe navek dî yê Komara Îslamiya Îranê ye; ku bê wan najî.
Di demek weha da seredan û hevdîtinên di asta bilind (wezaretên derve, parastinê, serokerkaniya leşkeri, serokatiya dezgehê hewalgirî MİTê, ku wezîr û serokên van saziyan beşdar dibûn) yên Tirkiyê-İraqê jî pêk tên. Zêdebûna van seredan û hevdîtinan ji aliyekê ve girêdayî geşedanên li navçeyê, xasima rewşa piştî şerê Xezeyê, şerê navxweyî yê Suriyê û qonaxa şerê navbeyna Ukrayna- Rusya gehiştiyê ye. Aliyê dî bi rewşa navxweyî ya Tirkiyê bi xwe ve girêdayiye; ku di encama zeftkirina mafên rewa yên gelê Kurd mezinbûna pirsgirêkên aborî, siyasî û xetimîna wê ya pir ali ye. Her yek ji van qadan li gor taybetmendîyên xwe hevrikî û hevkariyên cuda û aloz hene. Li qadek û meseleyekê da dewlet û hêzên hevkar, li qadek dî dijberê hev in û berjewendiyên cuda hene. Ji ber vê rewşa aloz mefhumê dost û dijmin zû cî diguhere, ligel wê ji helwest û siyaseta li hember hev jî diguhere; hew dibini dostên duhî bûne dijminê sereke yên evro û berevajiya wê jî.
Êrişên berdewam yên leşkeri yên Tirkiyê li başûr bûne sedemê bê aramî û arêşeyên mezin li navçeyê. Operasyonên leşkeri li Herêma Kurdistana Federe ku PKKê daye/dide destê Tirkiyê rê liber mexsed û amancên wê yên li navçeyê xweş kirine. Di encama van operasyonan da % 25-30 ê xaka Herêma Kurdistana Federe bi cihên stratejik yên leşkeri ve ketine bin kontrola Dewleta Tirkiyê. Di rastiyê da PKKê bi rê liber girtina bi cih bûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li wan deveran, jibo ku şerek rû nede siyaseta hekîmane ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xwe dûr girtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji wan navçeyan, PKKê ev dever hemî dane destê Tirkiyê.
Dewleta Tirkiyê niha dixwaze bi hev şêweyê rêkeftina ewlekari ya navbeyna Îran û İraqa Federal de li 2022yê hatiye imza kirin, ew jî bigehe rêkeftinek wesa û curek rewatiyê bo mana hêzên xwe peyda bike.
Hikûmeta İraqê ku gelek dixwast/dixwaze leşkerên xwe li wan deverên tixûbî yên Herêma Kurdistanê bi cih bike û hêj ev derfet bo nehatiye rexsandin razi ye ji vê rewşê. Ku ligel dorpêçkirina aborî, dorpêça leşkerî jî temam bike. Heta astekê ev bi dile Îranê ye jî ku li gor stratejiya wê ye. Lê xala ku Îran û alîgirên wê yên İraqî nîgeran dike gehiştina baskên Tirkiyê yên heta Silêmanî û derdorên wê ye ku digehe Kerkûk û nêzîkî Mûsilê dibe. Di vê qadê da Îran û Tirkiye dikevine himberî hev.
Baş e Tirkiyê ev derfet çawa peyda kir? Îran bi çi razî bû ku İraq ligel Tirkiyê rêk bikeve, an razî bûye? Wek me li jor behs kirî geşedanên vê dawiyê li navçeyê rû dayîn; şerê navbeyna Hamas û Îsrayilê avabûna hevsengiyên nû berê Tirkiyê da siyasetek ku navbeyna xwe û dewletên Erebî wek Misir, Suriyê, Erebistana Siudî û Urdunê asayî bike. Di warê parastina emniyeta Îsrayîlê da ji Amerîka û Ewrupa dûr nekeve. Bi taybet piştî şerê Ukrayna û Rusya yê bo dabînkirina gaza sirûştî, petrol û enerjiya pêwist ku bigehe Ewrupayê hevkariya hêla veguhastinê bike, pişgiriya wan welatan wergirtiye. Astengkirina hindek bûro, kar û çalakiyên siyasiyên diyar yên HAMASê li Tirkiyê işaretek berçav ya vê nêzîkbûnê ne.
Babetek dî ya seredan û hevdîtinên Tirkiyê-İraqê û Herêma Kurdistana Federe warê aborî ye. Rewşa ku niha heyî hemi aliyan digihîne hev jibo derbasbûna ji qeyranên aboriyê. Hemi alî hewceyî hev in di vê babetê da. Bi taybet projeya riya ku bi navê Riya Geşekirinê tê zanîn ku ji Bajarê Basrayê, bendera Faw despê dike tê li ser Tirkiyê ra digehe bazarên Ewrupa. Pêşiyê Dewleta İraqê û Tirkiyê dixwestin Herêma Kurdistana Federe li derveyî vê hêlê bihêlin, baypas bikin. Jibo wê deriyek nû yê Sinorî (Dêrebûn, Tilqebîn/Ovakoy) vekin ku dikeve sê kuça Tirkiyê-Suriyê- İraqê. Bi wî awayî Herêma Kurdistanê bifetisinin. Lê Herêma Kurdistana Federe bi tundî li dijî vê rawesta û hewlên mezin dan ku ev plane ser negire. Berjewendiyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Şerê li Dijî Daişê ne li gel vê planê bû. Carek dî berjewendiyên hêzên navneteweyî û Kurdan hev digirt û di encamê da dewletên herêmî yên dagirker negehiştin mexseda xwe. Ev Rêya Geşekirinê li dawî xala li İraqê dikeve nav sînorên idareya Herêma Kurdistanê paşê derbasî Suriyê ku Rojavayê Kurdistan e û derbasî Tirkiyê dibe. Tişta tê dîtin Tirkiye bi vê razî bûye ku rêkeftinek ewlehiyê ligel İraqê îmza bike ewa daxwaz dike. Ligel vê Tirkiyê karta avê jî li hember İraqê di dest xwe de hebû ku İraqê razî bike. Ev rewş çarenûsa Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Herêma Kurdistana Federe û İraqê têxe nav hev. Her wesa jibo qutkirina hîlala Şîe ev li gor berjewendiyên Amerîka û dewletên sunne yên Erebî ye.
Biryara pejirandina endambûna Swêdê bo NATOtoyê ji aliye Tirkiyê ve, pêdana firokeyên F 16 yên Şer ji aliye Amerikayê ve bi Tirkiyê û normalkirina peywendiyên du alî, ku di rewşek weha ya aloz da pêdiviyek giring bo Tirkiyê hebû mirov dikare di vê çarçoveyê da bibine.
Dewleta Tirkiyê ragihand ku di encama dan û standin û hevdîtinên İraq û Tirkiyê de gehiştine rêkeftinek ewlehiyê ku Dewleta İraqê PKK wek rêxistinek terorî naskiriye. Û li gor vê biryarê merheleya li dû vê, qedexekirina çalekî û derxistina PKKyê ji İraqê ye. Tişta ku Dewleta Tirkiyê pişta xwe pê germ dike û dibêje biharê emê sînorên xwe yên li başûr wergirin saxlemiyê ev e.
Li kêleka van hewlan egerê hindê heye ku Tirkiye piştî van xebatan li gor rewşa tête pêş jibo gehiştina çareseriyek aştiyane ya pirsa kurd, bo despêkirina pêvajoyek bikeve nav tevgerekê. Di rewşek weha da hewceyiya harîkarî û rolek erênî ya Herêma Kurdistana Federe wek her car dê hebe. Ku herdem xwazyarê çareseriyek aştiyane û diyalogê bûye li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê.
Komara Îslami ya Îranê ji aliyekê ve jibo xwe xilaskirina ji rewşa ku ketiyê, ji aliyekê ve bo qewîkirina pêgehê xwe li navçeyê serî li siyaset û rêyên cuda dide. Hewla mezin ya berdewambûna qeyran û aloziyan dide. Têkdana aramî û seqamgiriyê li Herêma Kurdistanê û İraqê amanca serekî ye bo hilweşandina proseya siyasî ya İraqê bi giştî.
Di babetê rêkeftinek ewlehiyê ya di navbeyna Tirkiyê–İraqê da jibo ku Tirkiyê ji qadên ku dikevine dijberê hev dûr bixe dibe ku razîbûneke demkî nişan dabe/bide. Tirkiye rijd e ku operasyonek leşkeri li deverên Silêmaniyê û heta bigire li xwarêtirê wê jî pêk bîne. Îran dixwaze jibo kûrtir kirina qeyran û jehrîkirina peywendiyên navbeyna hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê vê meselê bi kar bîne. Topê tavêje qada Kurdan û dixwaze Kurdan pêve mijûl bike. Di wextek ku Dewleta İraqa Federal berpirs e ji parastina sînor û serweriya welatê xwe. Li hember tixûb bezandin û êrîşên esmanî û mûşek baraniyê rêgir be. Lê belê ji ber zextên Îranê û siyaseta wê ya li herêmê dimeşîne heta niha ew tişt nekiriye.
Paldana YNK ê bo dorpêçkirina kampên penaberên sivîl yên xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ku li gor rêkeftinek kevin ya navbeyna Dewleta İraqê da û di bin berpirsyariya ewlehiya saziyên ser bi Neteweyên Yekbuyî ve dimînin beşek ji plana qirêj ya İranê ye.
Her wesa rêgiriya li ber cî bi cî kirina rêkeftina Şingalê ku di navbeyna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya İraqê da hatiye îmza kirin, İraq kiriyê êxsîrê xwe û grubên milis ku serdestiyê li rêveberiya dewleta İraqê dikin.
Wezîrê Bergiriya İraqê daye xuyakirin ku li dijî PKKê jibo operasyonek hevbeş ligel Tirkiyê rêkeftinek wan nîne. Xuya ye ku Îran dixwaze vê meseleye bêxe nav babetê hevdîtinên İraq û Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Şerê li Dijî Daişê li herêmê ji bo vekişandina hêzên biyanî bike mercek ku pêgehê xwe ji dest nede.
Di nava van zirûfan da Herêma Kurdistana Federe jibo parastina deskeftên xwe yên destûrî û qewareya xwe ya siyasî di nava hewldanên pir alî yên dijwar da ye.
Serbarê ku jibo hinartina petrolê bi riya boriya Kerkûk-Ceyhanê rêkeftin di navbeyna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya İraqê da hatiye kirin û hemî pêdiviyên wê temam bûne jî, bi çu tarzan ev xete nehatiye vekirin ji aliye Hikumeta Bexdayê ve. Bi qîmetê bi dehan milyon dolaran zerara İraqê ji vê çendê dîsan jî nakin. Mexsed ji vê ew e ku bi siyaseta birsîkirinê, xelkê Kurdistanê bêzar bikin û meseleyê di berjewendiya xwe da bişkêne û tawizan ji Herêma Kurdistanê bistîne. Bi gotinek dî hêvî dikin ku bi vê riyê îradeya xelkê Kurdistanê bişkênin, ku ev xewnek xav e.
Yekrêzî ya nav mala Kurd û berdewamiya proseya siyasî jibo aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistana Federe gelek giring e. Di vê biyavê da encamdana hilbijartinên Perlemana Kurdistanê meseleyek stratejik e bo parastina meşruyeta destûrî, siyasî. Ku amanca sereke ya li pişt vê biryara Dadgeha Bilind ya İraqê bi çêkirina valahiyek wesa qeyranê kûrtir bike û cewek ne li bar li pêş çareseriyên destûrî peyda bike.
Her wesa jibo kar pêkirina bi encamên hilbijartinên Encumenan ku Kurd li Kerkûkê bûne yekem û li Musilê jî giraniyek peyda kirî giring e.
Ji aliye dî ve di encama vê biryara Dadgeha Bilind ya İraqê mafê ji %30 yê dengdêran jê hatiye standin ku ev mezintirîn bê hiquqî û bê qanûniye li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin. Ev bi serê xwe meşruyeta hilbijartinê têxe bin pirsyarê.
Aliyên siyasiyên Kurd dişên jibo serrastkirina biryarên li dijî Herêma Kurdistanê hatine derxistin pêkve kar bikin û rêkeftinekê pêk bînin ku ligel yêk rû bi rûyê meseleyê bibin. Jibo berjewendiyên neteweyî yek dest û yek helwest bin. Çu hikûmet bê beşdarî û alîkariya Kurdan nikare ava bibe li İraqê. Eger hikûmetên İraqê vê pêk neynin û berdewam bin li ser vê siyaseta şovenî, ji eva heyî zêdetir zêdegaviyan bikin; egerê hinde heye ku rewş ji destê hemî aliyan derkeve.
Di serî da piştî ruxandina BAASê û avakirina İraqê bi şiklê Federal, aliyên Sunne û Tirkomanan xwe nedan ber vê sîstema nû. Heta bêhêvî bûn ji vegera deshilata dîktatorî û rû bi rûyê siyaseta şoveni ya Şîeyan bûn ji nû pê dihesin ka çi jidest dane. Ew mafê ku di destûrê da bo avakirina Herêman hatiye dan, ji aliye siyaseta hakim ya li Bexdayê ve rê nayê dayin ku bi kar bînin.
Berevajî wê, mafên kêm netewan û baweriyên olî yên cuda li Herêma Kurdistana Federe bi azadî cih girtine, ku wek dewlemendiyek çandî û siyasî tê dîtin.
Piştî derbasbûna hinde salan û tecrubeyan jibo çareseriya pirsgirêkan û pêşketina Dewleta İraqê pêdivî bi sistemek Konfederal heye.
30.03.2024