deng | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

deng

YazarResmi

Rewşa Kurdan a Ber bi Helebceyê ve 

Destpêk 

Dema em li dîroka dêrîn (qedîm) a kurdan binêrin em ê bibînin ku pêşîyên wan berî zayînê bi sed salan împaratorî bi rê ve birine. Împaratorîya navdar a Medan (BZ. 678-549) mînaka vê rewşê ye. Li gorî George Rawlinsonê nivîskarê pirtûka bi navê “Ji Qraliyetên Mezin ên Rojhilata Kevn Qraliyeta Medyayê”, navê “Kurd”, bûye navê gelên Arî (Rawlinson, 2006:218). Niştecihên aryen û kurdên aryenî di sedsala 7. a berî zayînê (B.Z.) da, di serdema Medan da, qada desthilatdarîya xwe bi awayek ku piranîya Rojhilata Navîn dihundirand, berfireh kirin (Izady, 2011:77). Lê mixabin di sedsala 6. a berî zayînê da, bi xayîntîya persan li hember arîyan Împaratorîya Medan hildiweşe.   

Mixabin şerê li ser axa Kurdistanê her berdewam bûye. Ji şerê Împaratorîya Roma û Persan bigire heta şerê di navbera osmanî û sefewîyan da ku di sed sala 16an (1514) da li ser axa Kurdistanê qewimîye û cara pêşîn axa kurdan bi peymana Qesra Şîrîn (1639), di sed sala 17. da hat parçe kirin. Vê rewşa kurdan li ser fîlozofê mezin Ehmedê Xanî (1651-1707) bandorek zêde kiriye. Ew di Mem û Zînê da wiha dibêje: 

“Binêr ji axa ereb ta gurcan/Welatê kurdan bûye wek bircan 

Ecem û rom xwe b’wan diparêzin/Kurmanc jî li çar alîyan rêz in 

Herdu alîyan milletê kurmanc/Ji mirinê ra kirine armanc 

Wek ku kilît bin li ser sînoran/Bendavek xurt e her êlek ji wan…”(Xanî, 2010:135) 

Xanî, bi li ber çavan raxistina rewşa xirab a kurdan ranewestîyaye, her wisa rêya çareserîyê jî di heman berhemê da li ber çavan raxistîye. Wiha dinivîse: 

“Ger em li hev buna bê dijberî/Hemûyan bida pey yek serwerî 

Me temam dikir ev dewlet û dîn/Me bi dest dixist hüner û zanîn 

Rom û ereb û ecem bi yekcar/Hemî ji me ra dibûn xizmetkar 

Qenc ji neqencan dihatin nasîn/Berz dibûn xwedan huner û zanîn…”(Xanî, 2010:137) 

Ev parçekirin her ku çû zêde bû, di sed sala 20. da ev axa kurdan (Kurdistan) bi peymana veşartî ya bi navê Sykes-Picot (16ê Gulana 1916, Brîtanya-Fransa û Rusya) bû çar parçe. Mark Sykes (1879-1919) ku yek ji mîmarê vê paymanê ye, di 1903ya da li Kurdistanê digere û bingeha vê peymanê ava dike. Di pirtûka xwe ya bi navê “Darul Îslam-Osmanlinin Şark Bolgesinde Seyahat”ê da, dijîtîya xwe ya li hember kurdan û avakirina dewletan bo ereban wiha dinivîse (derdibire): “Rê; li ser sîstemek bibandor û hêsan hatîye avakirin: Rêveberîyê gundîyên derdora rê, kiribûn berpirsîyarên ewlehîya rê. Ev plan pir baş dihat dîtin. Di gelek xebatên ku dê li herêmên girêdayê rêveberiyê wek parêzgeha Helebê, Gelîyê Firatê, Sûrîye û heta rêya ku ji Bexdayê dere Kerkukê… bêne kirin da, ev stratejîya navborî bê pêşniyaz kirin. Lê fermanek wiha li cihek wek Kurdistanê û cihên daha çoltarên din dê bikeve xizmeta şoreşek nepayî. Ancax, felahên misrî (ereb), bi siruşta xwe ne koleyên hejar bin jî ew meriv in ku bi hêsanî bi wan ra tê lihevkirin.” (Sykes, 2015:51) Di heman berhemê da pesnê tirkan dide: “Derfata min a şopandina nimayîşek biîhtîşam bû ku ez sedemê serdestîya nejada tirkan a rêbertîyê têbigihîjim…” (Sykes, 2015:121) Piştî parçekirina axa Kurdistanê bi ser çar dewletan da (Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye) êdî tekoşîna neteweyî ya kurdan bi awayek hovane hat tepisandin. 

Heta Şerê duyem ê Cîhanî tu derfetek kurdan a xwe bi rêvebirinê çênebû. Piştî Şerê duyem ê Cîhanî, li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê hat avakirin. Lê temenê komarê ji salek kêmtir bû. Di salên 1960an da li Iraqê tekoşîna rizgarîxwaz domîya. 11ê Adara 1970 di navbera Hikûmeta Iraqê, Seddam Huseyin (1937-2006) û PDK, Mela Mistefa Barzanî (1903-1979) da peymana Otonomiya Kurdistanê hat îmzekirin. Desthilatdarîya Baasê sozê bi cihkirina bendên peymana otonomîyê berî sala 1973yan dabû. Lê sozê xwe bi cih neanî. Di sala 1974an da, dewleta Iraqê hin reformên biçûk li cihê otonomîyê danî û bi awayek hovane hêrîş anî ser kurdan. 

Di şerê berxwedana kurdan da, Amerîka û Şahê Îranê Riza Pehlewî piştgirî dan pêşmergeyên Kurdistanê. Pêşmerge di şerê li hember desthilata Baasê da wisa serkeftî bû ku rizgarîya Kurdistanê nêzîk xuya dikir. Chris Kutschera dîyar dike ku kurdan di dema tevgera General Barzanî da, bi tevî hêrîşên hovane yên dewleta Iraqê, ji deh salan zêdetir xwe bi xwe îdare kirine. Kutschera ev derfet ji Komara Kurdistanê girîngtir û bi 35 hezar kilometre çarçikî firehîya xwe piştî mîrnişîna Botan dewleta herî mezin a kurdan dibîne. (YILDIRIM, 2013:307) 

Li ser vê rewşê bi rêberîya Amerîkayê di 6ê Adara 1975an da Li Cezayîrê Peymana Cezayîrê di navbera Îran û Iraqê da hat îmzekirin. Lı gorî vê peymanê divê Amerîka û Îran piştgirîya kurdan nekin. Li hember vê sozê Iraq jî hinek mafên xwe yên li dora kendava Besrayê bide Îranê. Bi sed hezaran kurd koçê Îranê kirin. Ji alîyê Îranê ve hatin bêçek kirin û di qampan da hatin bi cih kirin. Kurdên ku derbasî Tirkîyeyê dibûn, teslîmê dewleta Iraqê dihatin kir û Iraqê jî ew gulebaran dikir. 

Piştî vê têkçûna mezin li Iraqê pêvajoyek nû dest pê kir. Kurdan dîsa kerbên xwe di serê hev da der xist. Di nava vê neçarîyê da şerê birakujîyê di navbera Yakîtî û Partîyê da dest pê kir. Heta salên 1990an şerê birakujîyê berdewam kir. Her çi qasî parlamento û hikûmeta Kurdistanê hatibin ava kirin jî hê pêşmergeyên Yekîtîyê cuda, yên Partîyê cuda ne û artêşek yekgirtî tuneye. 

Her belayên (karesatên) ku hatine serê neteweya kurd di encama van parçebûnan da ne. Wek mînak jenosayda Helebceyê jî di encama şerê Îran, Ayetullah Humeynî (1902-1989) û Iraqê da bû. Dema em li sedemên şerên di navbera Iraq û Îranê da dinêrin dibînin ku şer li ser parvekirina axa Kurdistanê ye. Di sala 1980yî da, Iraqê tawîzên ku di 1975an da dabû Îranê xwest jê bistîne. Şer dest pê kir. Di vî şerî da, ji milyonek zêdetir însan hatin kuştin. Ji ber ku sînorê her du dewletan li ser axa Kurdistanê bû, bi piranî kurd hatin kuştin. 

Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Rojhilata Navîn (Middle East Watch) a bi navê Jenosayda (Qetlîam)  li hember Kurdan, Kîmyabarana Helebceyê wiha bûye: Di 15ê Adarê da Pêşmergeyên Yekîtîyê dikevin navçeya Halebceyê xwepêşandanên serkeftinê dikin. 16ê Adarê piştê nîvroyê balafirên Iraqê bombayên kîmyewî bi ser navçeya Helebceyê da dibarînin. Bi fermî ji pênc hezaran zêdetir însan tên kuştin. (Watch, 2003:300-310) 

Di dawî da ez dixwazim wek mînakek ji Jenosayda Helebceyê çîroka Mamosta Fexredîn bibêjim. Navê wî yê fermî Fexredînê Hecî Selîm e. Sala 1949an ji dayîk bûye. Sala 2013an ez bi çend hevalan (Faris Tutşî, Kemal Yildizhan û Berzanê ji navçeya Seyid Sadiq) ra çûbûm bajarê Helebceyê. Dema em çûn zîyareta bîrdara (monumenta) Jenosayda Helebceyê, Mamsota Kemal pirsa mamosta Fexredîn ji rêberîya Bîrdarê kir. Pêşîyê nenasîn, lê mamosta Kemal behsa fîlmê Zarokên Helebceyê kir, wê demê gotin niha li navçeya Tiwêlaya Hewremanê ye. Em çûn zîyareta wî. Bi rêzdarî em kirin mêvan. Li mala wî wêneyê pênc zarokên wî yên di jenosayda Helebceyê da şehîd bûbûn daliqandîbû. Sala 2014an ew bû mêvanê Şaredarîya mezin a Amedê. Berhemên xwe yên hunerî li pêşangeha galerîya hunerê ya şaredarîyê nişan dan. Di 11ê Îlona 2015an da li Helebceyê Koça dawî kir. 

ÇAVKANΠ

Izady, Mehrdad R., Bir El Kitabı Kürtler, Weşanên Dozê, çap:3, Îstanbûl, 2011 

Rawlinson, George, Eski Doğu’nun Büyük Krallıklarından MEDYA Krallığı, Weşanên Dozê, Îstanbûl 2006 

Sykes, Mark, DARÜL İSLAM Osmanlı’nın Şark Bölgesinde Seyahat, Weşanên Avestayê, Îstanbûl 2015 

Watch, Middle East, Irak’ta Soykırım Kürtlere Karşı Yürütülen Enfal Askeri Harekâtı, Weşanên Avestayê, Îstanbûl 2003 

Xanî, Ehmedê, MEM Û ZÎN, Şîrove û Kurdîya Îro: Jan Dost, Weşanên Avestayê, çapa taybet, Îstanbûl 2010 

Yildirim, Eslîxan, Di Sedsala 20an de KURDISTAN Û SÎNOR, Weşanxaneya Azad, London 2013