Di binê siya îmaja Barbîe de rola huner, terbiyeta, perwerdekirina civatan | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Di binê siya îmaja Barbîe de rola huner, terbiyeta, perwerdekirina civatan

YazarResmi

Destpêk 

Ew hêza van a bêsînor ji kuderê tê nizanim. Lê hinek civat hene ku her serkêşîya miletên dinê dikin. Sazîyan çêdikin, sazîyan belavdikin. Civatan dîzayndikin, diguherînin. Hinek gavan davêjin pêre diyayê dihejînin. Lê ew bi xwe qet nahejin û leq li wana nakeve. Ku bihejin jî nakevin. Belê, ev rastîyeke dijwar e ku, hinek kes, hinek sazî hene ku, her gaveke wan, her berhem û afirandineke wan deng didin, pêl bi pî li seran serê dinê belavdibe û dibe rojeva serek. Civatên li rûzemîn ji nişkava bi tevahî xwe di nava sêra wê rojeva wan de dibînin. 

Yek ji wan sazîyan jî Holîvûd (Hollywood) e. Ew Holîvûda bandora xwe bêtir li ser jîyana civakan a çandî dike. Lê sînorên wî hîn jî firehtirin. Li gel tesîra wîya li ser çand û hunera civatan, li ser ekonomîpolîtîtîka wan, ticareta wan, fantazîyên wan, cil û bergên wan, xwarin, vexwarin û lixwekirinên wan jî dike. 

Di van rojên dawîn de du heb fîlmên sînemaya Holîvûdê bi hev re di rojekî de, roja 21. 08.2023 an li seranserê dinê derketine vîzyonê. Lê gengeşîyên di derheqa van herdû fîlman de berîya derketina wana, ketina wana vîzyonê destpêkiribû û rojewa civatên li rûzemîn dagirtibû. Ew yek bi awakî ji me re jî bû rojev û bû babeta wê kurtenivîsê jî. 

 

Felsefa guherînê û îmaj 

Wek ku tê zanînê, felsefe lêgerîna zanînê, gera li rastîyê ye. Bê şik, gera li zanînê, li rastîyê kareke entelektoelîyê ye. Ew kar ne tenê karê ji bona debara jîyana rojane ye. Di hemîn demê de ew erk û xebata entelektoelîyê karê manedayîna hebûna mirov, manedayîna jîyaneke bi rûmet; kareke bi ehlaqî û karê kemilandina însan, cebirandina menevîyata însanan e jî. 

Karê gera li zanînê, li rastîyê kareke pir bi zihmet, dijwar û bê dawî ye. Lewra dawîya heqîqetî jî tune ye. Bi pêşketina civakan, ya mirovatîyê re ew jî her diguhere. Wek mirov li çoleke bêdawî li dû şewla serabek bireve. Tu xwe digihînî encamek, merheleyek, dibê qeyê te xwe gîhand heqîqetê, ew bi dest xist. Lê gava li xwe vardiqilî dibînî destê te vik û vala ye û heqîqet jî gelekî ji te dûr e. Ji bo tu xwe bigihînî rastîyê, dibê tu bê sekn û bêhnvedanê her li dû wî/ê bîrevî. Ku bisekinî, ev reng û bengê xwe, kel û şemala xwe diguherîne û hetanî dawîya jîyanê ji ber çavên te wenda dibe, dûrdikeve. Ji guhertinê re sekan û bêhnvedan tuneye. Ew her diherike. 

Tu hew dibînî ku ev li dereke dinê, di serdemeke dinê de, bi şekl û şemaleke cihê, bi zar û zimaneke taybet, bi şêweyeke balkêş dîsa ji nû ve dertê holê û kesên dinê, civakên dinê li dû xwe digerîne, dibezîne. Belê rastî her diguhire. Lê tiştek tucarî naguhire heye. Ew jî gere li zanînê, li heqîqetê ye. Ew gera, lêgerîn û teba bê dawî û bê sînor bi sewalên bê tirs û xof, bê dawî û bê sînor ve dimeşe. 

Karê lêgerîna li haqîqetê ya mirov ji kûrahîya dîrokê de dest pêkirîye û hetanî roja îro jî hatîye û her berdewam e. Ev karê entelektuelîyê her babeta wêjeyê, babeta henû cûreyên hunerê ye jî. Dikarim bibêjim ku, şair bêtir di vê warî de diêşin. Lewra ji alîkî de karên wan jî, weka hemû karên fikir û ramanê karê fîlozofî ye. Ango, karê “fîlozofîyê” ne tenê karû şixulên “fîlozofên” navdarên di kûrahîya dîrokê de jîyana xwe domandin, gotina xwe gotin û çûne ye. Ew xilasnebûne, koka wana neqelîya ye. Ew warê lê wêje û huner hebe, li wêderî fîlozof jî henin. 

Di serdema me de fîlozofên hemdem bêtir di qada wêjeyê û sînemayê de kareke, hevkarîyeke taybet dikin û bêtir jî di wê warî de afirenêr in, berhemdar in. 

Di wan rojên borî de li seranserê dinê du heb fîlmên sînemayê bûne rojev. Di nava rojeva sîyaseta tund, şer, pevçûn, kuştin, mirin, birçîbûn, jarî, belengazî, qirêjî û germbûna dinê; bi kurtasî li gel rastîyên jîyanê yên tehl, du fîlmê sînemayê jî bûne rojeva mirovan. Ew rojeva cihê ji mirovan re dibê, ka serê xwe ji ber xwe derxin li rewşa xwe binhêrin. Hûn ji kuda tên û bi kuda diçin? Sedemên wan derd û kulên we çi ne, ev jana we ji ber çi ye? Jarî, belengazî, feqîriya we ji kuda tê, di vê de para we çiqas e? Sedemên van şer û devên giran çi ne?.. Lewra felsefe bi sewalan dest pêdike. Civatên sewalên baş, di wextê de ji xwe û ji neyarên xwe dipirsin, her civatên xurt û bi rêk û pêk in. Sewalên bi rêk û pêk jî ew in ku, bi rêya wêjeyê, hunerên têne pirsînê. 

Ew hêza wan civatên xwedî hêz û qeweteke bê sînor ji hunera wan, ji lêgerîna wana li zanînê te. Çevkanîyeke di ya wê hêza wan tune ye. 

Belê, ev rastîyek e û êdî rastîyeke pir zelal e. Bingeha pêşketina civatan, miletan pêşketina wana di warê lêgerîna rastîyê, pêşketina wana di warên pirskirina sewalê giran, pêşketin wan a di warê ilmê, zanînê çandê û hunerê de ye. 

Herdû fîlmê ku bi hev re derketin pêş temaşevanan, li seranserê dinê ketine vîzyonê yek jê fîlma BARBİEyê ya dinê, filma ofobîyografîya mucît û serkarê birêvebirina bomba atomê Rabert OPPENHEİMER bû. 

Du fîlmên teknîka wan û babetên wan ji hevdû gelekî dûr di rojekê de, bi hevdû re ketin vîzyonê û di yek potakî de hatine nirxandinê. Fîlma Barbîe di nava rastîyên jîyanê û fantazîyên pembe, gîçik de diçe û tê. Lê hewl dide ku rastîyên jîyanê yên bi xof di bin muxa fantazî û mîstîzmê de veşêre û bala civatê bêtir bikişîne se pîvekên bedena mirov û jiyana ji rastîyên bi jan yên ji rastîyên jîyanê dûr. Fîlma Oppenheimer trajedaîya mirovatîyê ya here mezîn tîne bîra mirovan. Loma herdû bi hev re têne nirxandinê. 

 

Metafîzîk, fantazî û rastîyên bi xof 

Hinek civat, pirtir jî civatên Rojhilata Navîn ji rastîyên jîyanê direvin. Lewra ew rastî bi piranî tehl û tûj in. Civakên Rojhilata Navîn bi piranî ji ber êrîşên tîrên rastîyên jîyanê yên bi jan direvin xwe bi kerb davêjin bi sîya mîstîzma metafizîkê. Bi temamî ruhê xwe ve teslîmên mîstîzmê dibin û bi wê mîstîzmê ve jana dilê xwe, tirs û hofa di ruhê xwe de kêmdikin. Bi wê teslîmbûnê aqil bi piranî dikeve îstirehetê û ew sewalên reaksîyonên dijberîya sazîyên kevnar yên di derheqa heqîqetê de, di derheqa rastîyê de jî di dû kemek bêdengîyê re diqedin. 

Ne tenê civatên Rojhilata Navîn, li rojava jî gelek kes û civakên jîr û zana jî ji rastîyên jîyanê direvin. Pirên wan jî xwe davêjin bin sîya mîstîzmê û bi wî ve êşên xwe dikewînin. Yek ji wan kesên ku ji ber êşa rastîyên jîyan revî û xwe avêt bin sîya mîstîzma metafîzîkê, yek jê mucît û serkarê û serkêşê proje û pêvajoya pêkanîna bomba atomê Oppenheimer bû. Wî bi mîstîzma Hindûîzmê êşa ruhê xwe aşkir! Oppenheimer jî bi eslê xwe Yahûdî bû. Li li ser hesabê emperyalîzma Emerîqayê ew proje meşan û pê berê dîrokê guherî. 

Oppenheimer fîzîkzanek jêhatî bû. Di navenda rastîyên jîyanên de bi giranî roleke mezin leyîst. Li gor hinekan wî bi aqil û ilmê xwe ve qedera mirov, îstiqameta mirovatîyê û ya dîroka mirovatîyê guherand. Li gor hin kesan jî wî bi qabîlîyeta xwe ya mezin ve birîneke mezin di dilê mirovatîyê de vekiriye. Ev gengeşî hê jî berdewam e û wê hê gelek dewr û zemanên dûr û dirêj berdewam be. Lê ev rastîyeke ku, bi rastîyên ilmê fizîkê ve li rûzemîn cehenem pêk anî. Mirovatîyê bi wê dehşetê ve rastîya bi xof jîya. Dehşeta rastîyê di sîyaseta dinê de guhertineke berbiçav çêkir. Dibe ku, êşa vî rastîya dehşetrengîz ji mere zêde giran hat. Wî jî hewl da wî rastîya bi jan di bin mîstîzma Hîndûîzmê de veşêre. Çiqas bi serket nizanim. Lê, wî bi wî kiryara xwe ya bêhempa ve rêyeke xweş, fireh û bê asteng li pêşîya rastîya emperyalîzmê û neolîberalîzmê vekir. Ev jî rastîyeke din e. 

Di dû teqîna bomba atomê re, di du nalîna Hîroşîmayê û Nagazakîyê re rojnamevanek ji Oppenheimer dipirse ka ev di wê derheqê de çi difikire. Oppenheimer di derheqa teqîna bomba atomê re, ji Bhogavad Gîta (Pirtuka bingehîn a bawerîya Hîndûîzmê) gotinek deynkiribû û wiha gotibû; “Niha ez bûme mirin, bûme ew kesê ku dinê têkbir.” 

 

Fîlma Barbîe 

Fîlma Barbîe ji wersîyonên xwe yên berê niha hatine çêkirinê çihê ye. Di filmê de Barbîe ji ji mala xwe, ceneta xwe ya îdeal a fantastîk tê qewirandinê. Car carna bi rastîyên jîynê ve rû bi rû dimine û di derheq wan de çend sewalan dike. Weku, di mîtolojîya Îstamîyetê de Adem û Hewa ji cinetê têne avêtin ew jî wisa têne avêtinê. Di dû re Barbîe bi rastîyên jîyanê yên teng, tal û bi xof ve rû bi rû dimîne. 

Barbîe di neqeba rastîyên jîyanê û fantazî û metaforên fantastîk de dimîne, pê dêşê. Wê çaxê, wek keç û jinên taxên feqîr û hejaran bi xeyalên pîvanên bedewîya Barbîe, jîyana mankenên li bernama paparazî de dimîne. Mejûyê wê, ruhê wê diçeliqe, serûbin dibe. 

Lê, gava mirov li tevahîya fîlmê dinhêre, ew ji dil naxwaze perda pîvekên bedewîya Barbîe û fantazîyên wê ji ser rastîyên jîyanê rabike. Çend sewalên balkêş di fîlmê de cîh digirin. Lê, ev tucarî bi cesaret, bi sewalên bingehîn nake, û muxa li ser rastîyan belav nake, ranake. Lewra, di serdema me de pirs û pisgirêkên mirovatîyê gihîştine asteke wisa ku, di binê pîvekên bedewîya Barbîe û di bin metafor û fantazîyên Barbîe de nayêne veşartinê. Ji xwe derdeke endustrîya Holûvûdê ya wisa jî tune ye. Ev her karên xwe yê esasî dike. Dixwaze civatê di bin mûxa fantazî û meteforada bike xewê, bala wan jî rastîyên civakê yên bi zor û çaraserîya wan a rasteqîn dûrbixîne. 

Belê, rastîyên me yên civatî yên here bi xof in. Neyarên me jî dixwazin me di nava fatazîyên wek yên Barbîyê de serê me tevlihev bikin. Keç û xortên me xwe li pîvekên Barbîe binhêrin û xwe li gor wan pîvekan di çav re derbazbikin, di jîyana xwe ya rasteqîn de li wan pîvekên dûrê rastîyê û heqîqetê pêk bînin. Lê ew pîvek ji pîvekên me yên civatî dûr in û di bin mûxa fantazîyan de nayêne veşartinê. Ew bombardimana çanda Barbîe li taxên me jî xort û kecên ciwan defdide nava bunalimeke xedar. Ruhê ciwanên me jî di navbera fantazî û metaforên Barbîe û rastîyên me yên bi xof de dihincire, birîndar dibe. Ev hincirandina ruh û mejî ciwanên me ji rastîyên jîyê, her wiha li lêgerîn û xebata ji bo çareserkirina wan a rasteqîn dûrdixîne. 

Belê, di vê fîlma Barbîyê de, bi çend sewalên tirsok yên di vê derheqê heqîqetên de jî di çend sahnên kurtik de henin ku. Barbîe wana bilev dike. Lê ew tucarî sewalên ku dikarin sazîya çanda Barbîe bihejînîn napirse. Ew erka îmaja Barbîe lî seranserê dinê, bi rê û rêçika hûnerê (wêje, sînema, anîmasyon, xêzefîm, rêzefîlm û hwd.) ekonomîpolîtîka neo lîberalîzmê ye. 

Barbîe berhemeke ticaretê ye. Hûner jî civatê ji bo bikaranîna wan objeyên ticaretê amade dike, perwede dike. Çanda xerckirin wan objeyên ticaretê û îsrafê li seranserê dinê, bêtir ji di nava civakên jar û perîşan de belavdike. Loma, Barbîe di vê fîlmê de jî, polîtîkayên neolîberalîzmên ji kûr de rexne nake. Tenê dixwaze bi makyajê rengê wî biguherîne û wê rastîya bi xof di di bin mûxa fantazîyan de veşêre. Lê bi ya min nikare wê armanca xwe ya sereke bi serfirazî jî pêk bîne. 

Lê, bi ya min ew fîlm hinek rastîyên di kurahîya rihê însên de eşkere dike. Ew di wê warî de serkeftî ye. Dide xwîyanê ku, mirov di bin rewşên dijwar de, di bin tesîra şert û mercên here hişk, xedar, bi aloz û dişwar de jî gelek fantasîyên here biriqî, biriqoqî di nava rihê xwe de dihewîne, diafirîne. 

Dû fîm û rastîyek 

Me qala du fîlmên Holûvûdê kir. Ya yekê; fîlma Oppenheimer e. Derhenêrê fîlmê Chrîstopher Nolan e. Di sala 2023 de hatîye kişandinê. Tewra fîlmê Dram e. Seraktor: Robert Muphy e. 

Fîlma duduyan; fîlma Barbîe ye. Derhenêrê fîlmê Greta Gerwîng e. Beşa fîlmê; Romantîk Komedî ye. 

Rastîyan wan fîlma ewe ku, herdû jî bi serê xwe di bazara hunerê de xwedîyê cîyekî girîng in. Patrojên wana têde perekî baş karkirin. Gelek obje û berhemên bi îmaja Barbîyê ve hatine xemilandinê careke dinê di bazara rûzemîn de bûne rojev û baş têne firotanê. Lewra ew bi îmaja vê fîlmê ve ji nuve hatin biriqandinê. 

Ya me dêşîne jî ew e ku, ew birq û biriqandin çavên zar û zêçên me jî diqeşirînin.