Eşqa Qazî ji tirsê mezintir bû | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Eşqa Qazî ji tirsê mezintir bû

YazarResmi

Bang û daxwazên Pêşewa Qazî di bin sêdara îdamê de mijareke dîrokî ye ku dost û dijmin weke hev li ser diaxivin. Axafin li ser cesaret, mehkeme û parastina ku wî li gelê Kurd kiribû, tije gotinên nenbhîtîne.

Şeva 31.03. 1947an li qada Çiwar Çira a bajarê Mehabadê dîrokê ew kêlî bi rindî tomar kirine. Wê şevê dîroka rojhilatê Kurdistanê kirasekî nû kire ber xwe. Qazî bi berxwedana xwe pêvajoyeke nû dabû destpêkirin. Beriya wê bi çend salan hemû hewlên xwe dabûn ku Kurda bêtir bi hebûn û dîroka wan bihesîne û Îraniyan jî razî bike ku di civakeke firenetewî da sîstemeke navendî nikare desthilata xwe bi edaleteke wekhev berdewam bike. Mixabin her du aliyan jî meremên wî fam nedikirin. Ala ku Qazî di wan salan de bilind kiribû ala belavkirin û nasandina demokrasî, ramanên bihêz û hestên ku dûr bin ji heycanên rojê û fanatîzma xeyalî.

Du rojên dîrokî

Du rojên girîng yên wan du salan: Yek 22.01.1946 roja ragehandina komarê, Du: 31.03.1947 roja îdama rêberên komara Kurdistanê ne. Elbete ji sala 1942an û şûnde rojên din yên girîng jî hene, lê kar û qedera Pêşewa Qazî bi van du rojan ve zêdetir girêdayî ye.

Dema em li ser wan du rojên xweş û nexweş diponijin, rûdanên girîng di ber çavên me de derbas dibin.

Îradeya Qazî Mihemed weke hesinê avdayî mezin û giran bû. Serleşkerên rejîma Pehlewî bi gef û gotinên tije bêrêzî nekarîbûn bikevin nava sinorên keramet û mezinahiyê wî. Qazî bêtirs û bêy ku ji encama wê dadgeha Sehrayî an jî mehkemeya leşkerî bitirse li hemberî berpirsên dewleta Îranê sekinî. Berpirsên ku raste-rast bi Mihemed Riza Şahê Pehlewî û berpirsên dewleta Ingilistanê re li Tehranê di nava peywendiyên rojane de bûn.

Wan çend rojan gengeşeyên tund di navbera hakim û mehkuman de derbas bibûn. Qazî Mihemed di dengê xwe yê nerm ji wan re wiha gotibû " Min dizanî hûn kîne û yê bi çi awayî dan û standinê bi min û hevalên min re bikin, lê ez weke hinek kesan tirsonek nînim ku di rojên agir û tije xwîn da gel bêxim nava destên gor û çeqelan daku du rojan zêdetir bijîm. Ez insanim, ne dîn û ne jî wijdan û erkên min yên exlaqî û netewî-siyasî rê nadin ku xiyanetê li doza gelê xwe bikim. Ez baştir ji we dizanim ka hûn kîne û çiqas namerdin. Min dîroka bab û bapîrên we jî baştir ji we xwendiye û dizanim ku Sefewî çiqas xwînmêj û hov bûn, hûn ji wan jî xeratirin, lê min nehişt ku hûn wan cinayetên xwe yên hovane li Tebrêzê li Mehabad û Kurdistanê jî dubare bikin. Ez ji ber vê yekê rihet dimirim, wijdana min rihete. Virr û derewên we yên tije xapandkarî mîratê heft nifşên beriya we ne. Qedera Hemez Axayê Mengur, Cewer Axayê Şikak û Simaîlxanê Şikak bi sond û virrên we li ser axa welatê min bi xiyaneta we ve hate dawiyê.., bila ez bimirim lê girîng ewe ku hûn negehiştin daxwazên xwe. Ez Pêşewayê gelê xwe me û ew nav di wan rojên tengav û giran da gel daye min ku ez li kêleka wan bûm. Ji îro şûnde jî ger ez bimirîm jî, lê bi karekî wiha re ezê weke Pêşewayê wan yê dîrokê bimînim, bes kes behsa we nake...."

Qazî dema diaxivî êdî kesî nedikarî rê li ber gotinên wî yên logik û tije rastiyên dîrokî bigire. Generalên tirsonek tenê li wî temaşe dikirin. Dengê wî yê germ, nêrînên wî yên tije rûrastî û hestên wî yên tije îrade ew sosretgirtî kiribûn. General û serleşkerên Îranî şaş mabûn û nedizanîn çi bikin.

Qazî hakimê mehkemê û ew serleşhekên makyajkirî jî mehkûmên dîroka xwe a tije rûreşî bûn. Qazî Mihemed bi eniyeke vekirî, rûyekî spî û serbilindî ji wê azmona dîrokî rizgar bû. Li ser axa xwe û ji bo doza xwe şehîd bû, lê Riza Pehlewî û kurê wî Mihemed Riza Pehlewî hezaran kilometr dûrtir ji axa xwe mirin. Mirinek tije rezalet û tirsa ji kuştinê a bi destê dîktatorên ku cihê wan girtibûn.

Piştî dehan salan

Êdî îro li pey derbasbûna dehan salan ew ji Mehabadê heya hemû Kurdistanê rêberê yekê yê doza Kurdistanê ye ku weke xala hevpar ya hemû partî û rêxistinên siyasî tê dîtin. Hemû jê hez dikin, fedakariyên wî teqdîr û dixwazin ji mekteba wî a mirovahiyê dersên jiyanê hîn bibin. Rêberên Kurd li ser komara Kurdistan û Qazî Mihemed xwedî analîzên dewlemendin. Zindîmayîna navê Qazî û komara Kurdistanê bi fedakariyên rêberên wan salan ve girêdayî ye.

Hilanîna pêngavên dîrokî

Pêngava Qazî a yekê avakirina dewleteke serbixwe bû. Bi awayekî sîstematîk xebitî ku Kurd di wê çarçoveya tije tengavî da bibine xwedî sazîyên ku pêre bingeheke bihêz a dewletê li ser hîmê wan saziyan ava bibe. Karê ku beriya komarê bi 15-20 salan Simkoyê Şikak li bajarên Xoy û Urmiyê bi vekirina xwendingehên Kurdî, belavkirina rojname, kovar û saziyên din dabû destpêkirin. Qazî da ser şopa Simko û rûberê wan çalakiyan berfirehtir kir. Armanc ew bû ku Kurda jî bike xwedî pergal û dewletek xwedî sinorên xwe yên diyarkirî. Xwezî û xewnên Pêşewa dûr û kûr bûn. Ji ber wê jî pêngava herî mezin hingî bû ku di nava sîstemek padişahî da komarek demokratîk ragehand. Yê yekê Îranî dîn û har kirin. Karê ku hemû welatên cîran li dij bûn, lê wî dizanî ka yê çawa wan derfetên zêrîn bikar bîne. Ew hewldanên dîrokî beriya wê jî ji hêla Mîr Berdixan Begê Botanê, Şêx Ebdulselam Barzanî, Simkoyê Şikak, Îhsan Nurîpaşa û Şêx Mehmudê Berzencî ve hatibûn dayîn, lê tevî ku biser nekeftibûn jî bes dîwarek li ser hîmê beriya yên xwe danîbûn. Qazî hat û ew dîwar bilindtir kir.

Mirov dikare hemû aliyên jiyana kesekî di çavê xelkê da bixwîne, eşqa Qazî ji tirsê mezintir bû, lê ew evîn yek alî nebû, ji ber wê jî em dibînin ku heta roja îro hemû kes ji wî û doza wî hez dikin. Di kêliyên wiha de ye ku rêber û serok rolê xwe yê sereke dilîzin û dibine malê dîrokê.

Simko carekê ji rayedarên Îranê re wiha gotibû:" Em xelkê welat û cihana we nînin. Hûn bi nexweşîya xwehezkirinê ketine. Dîktatorî û çetetîya we ji vira û şûnde dest pêdike. Çimkî hûn bi van pozbilindiyên xwe nikarin xizmeta xelkê bikin, ji ber wê jî min weke cerde û rêgir binav dikin, lê ka kar û xizmetên ku we li welatê me cî bi cîkirine?! Kîjna xwendingeh û rê we li Kurdistanê çêkirine? Ka nexweşxane û îmkanên we yên bazirganî li kîjan herêm an jî bajarê me hene?..."

Daxwaz û hîvîyên Qazî

Li gor belge, name, nêrîn û hevpeyvînên şahidên ku li ber destê me hene daxwazên Qazî yên ji bo gûherandina civakê xwedî naverokeke pêşdetir ji wê demê bûn ku ew têde dijiya. Hinek kesan ew nêrîn û daxwaz li cihekê kom kirine û di qalibê "wesiyetnameya" wî da belav kirine, lê pêwîste ev rastî bê zanîn ku ger Qazî Mihemed wesiyetnameyek ku xwedî naverokek siyasî be nivîsandibe, hêşta jî neketiye destê me. Tenê wesiyetnameya wî a malbatî li ber destane ku ji hevjîna xwe Mîna xanimê re nivîsîbû. Beriya ketina komar û îdama wan lîderan Qazî Mihemed pirî caran li ser mijarên zanistî, sûdên xwendinê, pêşkeftina civakê û mijarên din axifiye. Jêdera herî baş ew hevpeyvîn, gotar û nûçe ne ku di rojnameya KURDISTAN a serdema komarê de belav bûne. Ji rûyê wan belgeyan mirov dikare daxwazên Qazî yên herî girîng wiha rêzbend bike:

- Yekbûn û hevgirtina we remza serkeftinê ye. Xwexapandinê ji xwe dûr bikin û di standina berpirsyartî û xizmetkirinê da hevrikiyê tevî hev nekin. Çi karê ku hûn dizanin yê xizmeta gel pêre hebe, nesekinin û encam bidin.

- Heya roja ku ji bindestiyê rizgar dibin dest ji şoreşê bernedin. Malê dinê ne tişteke, ger nîştimaneke we hebe, serbixwe bin, mal, ax û nîştiman ya we bixwe be, wê demê we yê hemû tiştekî xwe jî hebe: him saman, him dewlet, hem abrû û him jî nîştiman.

- Di warê zanist û bilindkirina asta zanînê de agehiyên xwe zêde bikin daku dijmin we nexapînin.

- Ti wextekê dijmin weke dost nebînin, çimkî ew dijminê netewe, nîştiman û ola we ye.

- Ji çend rojên jiyana fanî di vê dinê de xwe nefiroşin. Dîrokê ji me re daye selmandin ku dijmin bi bihaneya herî biçûk dest bi tevkujî û serkûtkirina we dike.

- Xiyanetê li hev nekin, ne xiyaneta siyasî û ne jî xiyaneta malî, canî û namûsî. Xiyanetkar li cem xwedê û gel rûreş û di encamê da xiyanet yê ber bi mirov bixwe ve jî vegere.

- Tevî wan kesan hevkarî û erkên xwe cî bi cîbikin ku xayîn nînin. Xwedê neke ji bîyaniyan re qet nebine sîxûr.

- Ew cihên ku min di wesiyetnameya xwe de amaje pêkiriye (Mizgeft, Xwendingeh û Nexweşxane ) yên we bixwe ne, bi awayê herî baş sûdê ji wan bistînin.

- Goman nakim ji xeynî mafê Xwedê, mafekî din di stoyê min da hebe, zêdebarî vê yekê jî ger kesek hest bi deynekî xwe li cem min dike bila here cem mîratgirên min.

- Ji mafê xwe xweş nebin û serî ji kesî re netewînin.

- Heya em dest nedine destê hev, serkeftin misoger nabe. Zulimê li hev nekin, çimkî xwedayê mezin dijminê zordarane. Hîvîdarim ji gotinên min fam bikin. Xwedayê mezin we biser dijminan de biser bêxe.

Moradê ma nesîhet bod w goftim - Mirada me şîret bûn û me gotin

Hevalat ba xoda kardim w raftim - We dispêrim Xwedê û çûyîn"

Xizmetkarê gel û nîştiman Mihemed Qazî "

Bi van daxwaz û şîretên Qazî re gotineke kalkê min yê şehîd Xorşîd Nebî hate bîra min ku tim li ser zimanê babê min bû:" Girîng nîne pir bijî, girîng ewe ku berhemek hebe ku biselmîne tu jiyayî...."

Rojên komarê yên dawiyê

Hikûmeta Millî a Azerbayîcanê zûtir ji komara Kurdistanê ava bû û zûtir ji wê jî hate hilweşîn. Ceifer Pîşewerî(1893 - 1947 ) û kabîneya hikûmeta wî zêde bi Kurdan re rûrast nebûn. Yanî gotin û kiryarên wan tevî aliyê Kurd hev nedigirtin. Protokolên di navbera Mehabad û Tebrêzê da tenê li ser kaxezê diman. Sedemeke bingehîn a wê hilweşîna Azerbayîcanê jî ew xala girîng bû ku di yasayên wan da ew derên ku komara Kurdistan têda ava û desthilatdar bû weke axa Azerbayîcanê didîtin!. Li gor gotina nemir Menaf Kerîmî:" pirî caran nameyên ku ji Tebrêzê dihatin û têda fermana cî bicîkirina karên îdarî hebû, me venedikirin û careke din li wan vedigerandin. Yanî me jî weke wan xwe serbixwe didît û sinorên me û yên wan diyar bûn, hisabek jî bo xeyalên wan di bala me de nebû..."

Ji 12.12. 1945 heya 12.12.1946 bi qasî salekê Hikûmeta Millî a Azerbayîcanê li ser piya ma. Di wê dema kurt da wan jî di warên: avedanî, perwerde û aborî de gelek kar û xebatên cidî kirin. Li Tebrêzê givaşên siyasî bi şêweyên ku li welatê Sovyetê li dijî dijberên xwe pêkdianîn, dihatin meşandin. Li Mehabadê wiha nebû û rêbazên demokrasiyê di nava sinorên komara Kurdistan da gelek baştir û zêdetir ji yên li hikûmeta Millî a Azerbayîcanê hebûn. Xelk di gûhdarkirina radioyên BBC û alûgorkirina bîr û ramanên xwe de azad bûn, lê li Azerbayîcanê sîstem bi şêwazên siyaseta Stalînîstî bibûn sedema nerazîbûna xelkê. Li ser van cudatiyên berçav Azeriyên herêma Urmiyê dixwestin di nava sinorên komara Kurdistanê bimînin û ser bi wê hikûmetê nebin ku tundî û şidet têde heye.

Mijara cudatiyên du desthilatan ezê di gotareke din binivîsim, lê dema em li rojên dawiyê yê temenê wan du desthilatên Kurd û Azeriyan dinêrin ferqên mezin di helwest û kiryarên xelkê li Tebrêz û Mehabadê bi zelalî gelek rastiyên dîrokî ji me re eşkere dikin. Mînak: Bi dagîrkirina Tebrêzê re xelkê pêşwaziya artêşa Îranê kir, qûrbanî li ber lingê wan vekuştin û şadî kirin. Herwiha tevî leşkerên Îranî alîgirên rejîma Pehlewî hêrişî saziyê hikûmeta Millî kirin, ew şewitandin û berpirsên hikûmeta Pîşewerî jî girtin, şikence kirin û li ser cadeyên bajar daleqandin. Di wan rojan da Mehabad bajarê herî xemgînê cihanê bû, gel bêdeng bû û belgeyên bi zimanê Kurdî û ên rojên azad di malên xwe de tune dikirin, lê piştgerimiya wan bi wê hindê xweş bû ku berpirsên derce yek yên komara Kurdistanê di nava gelê xwe de bûn. Nereviyabûn û dizanîn ku bi wê fedakariya mezin Mehabad yê weke Tebrêzê nebe qada agir û xwînî. Ji wan dawa dikirin ku xwe netirsînin û dewleta Îranê bi girtin û kuştina me êdî yê nekeve fikra tolhildanê ji gel. Herwiha guhê xelkê li birêveberên HDK û hikûmeta Kurdistanê bû, ew amade bûn ku li gor fermana wan tevgerê bikin, lê Qazî Mihemed piştî ku çend rojan tevî kabîneya wezîrên komarê kete meşweretê, li mizgefta Ebbas Axa di civîneke mezin da bi gel re jî ketin nava diyalogê. Rewşa Îran, xiyaneta Soveyetê û rewşa tirajîk a li Tebrêzê ji wan re rave kir." Niha du rê li ber me ne, an emê pişta xwe bidin çiyayên Kurdistanê û şerê dijmin bikin an jî em neçarin ji bo ku Kurdistan weke Azerbayîcanê wêran nebe bi şertên ku em ji rayedarên artêşa Îranê re bibêjin, bihêlîn ew bikevin nava Mehabadê. Rêya yekê zehmetîyên wê pejirandina mirin, awareyî, birçîtî, şehîdbûn û dûrketina ji malbat û welat bixwe re tîne, lê rêya duyê jî em nahêlin ku xelkê bêtawan bê kuştin, Mehabad weke Tebrêzê wêran, talan û bê şewitandin. Niha her du rê li ber we ne, hûn çi dibêjin, daxwazên we ji me çi ne...?"

Di wê civînê ji xeynî 3-4 kesan ku yek jî wezîrê şer general Mihemed Husên Xanê Sêyfê Qazî bû, piraniya xelkê qirar dan ku şer neyê kirin.

Roja 21ê kanûna paşîn a 1946ê serokwezîrê Îranê Qevamo Seltene (1873 - 1955) wiha got:" Ji bo ewlehiya hilbijartinên 7ê kanûna pêşîn li Îranê, yê leşkerên Îranê biçin her dera Îranê...."

Roja 4ê kanûna pêşîn a 1946an hêzên Îranê hêrişa li ser Azerbaycanê dan dest pêkirin. Deh roj şûnda, hêzên artêşa Îranê Paytexta Azerbayîcanê bajarê Tebrêz xistin bin kontrola xwe û êdî ber bi ber bi Mehabad, Urmiye, Miyaneh, Miyanduawê û Kurdistanê ve meşiyan. Hêzên rejîma Îranê, bi hevkariya hemû alî a artêşa Brîtanya di 17ê kanûna pêşîn a sala 1946an de paytexta Komara Kurdistanê Mehabad jî dagîrkirin. Ew roj hevçax bû li gel yeksaliya daxistina ala Îranê li ser banê îdareya ediliyê ku roja 17.12.1945an bi mîtîngeke mezin ala HDKê cihê ala dewleta desthilat girtibû. Pênc rojan piştî têkçûna hikûmeta Azerbayîcanê wan bizanebûn xwest durist 17ê mehê bikevin nava sinorên komarê. Ew haydarî kronolojiya rûdanên li Kurdistanê bûn. Roja 20ê kanûna pêşîn hemû Kurdistan û Azerbaycan hatine dagîrkirin. Serokê Azerbaycanê C. Pîşewerî (1893 - 1947) ber bi Sovyetê ve reviya lê Qazî Mihemed soza xwe ji bîr nekiribû û li Mehabadê ma. Ewî bi tedbîrên dûrbînane û bi li ber çavgirtina tevkujiyên ku li Azerbayîcanê qewimîbûn, nedikarî gel biterkîne. Li malê ma û bi çûyîna Miyanduawê û hevdîtinên bi serleşkerê Fezlulah Homayonî (1904 - 1994) re şertên xwe raberî wî kirin:" Ger kar û kiryarên ku we li Tebrêzê encam dan hûn bixwazin li Mehabadê jî bikin, emê bi hemû hêza xwe şerê we bikin..., em nahêlin hûn bi rêya hinek eşîretên talanker û leşkerê xwe bajarên me wêran û malê xelkê talan bikin.".

Ew piştî vegerî Mehabadê êdî bi îlankirina rewşa awarete re artêşa Îranê dest bi girtina berpirsên komara Kurdistan kir. Qazî Mihemed û General Mihemed Husênxanê Sêyfê Qazî jî bang û êdî nehiştin vegerin malên xwe. Ebulqasim Sedrê Qazî endamê parlimanê yê dewra 14an jî bi destûra rayedarên artêşa Îranê ji Tehranê anîn Mehabadê. Ew her sê li qirargeha leşkerî a bajarê Mehabadê hatin girtin û di bin çavdêriyeke tund a wan de carna zarok û kesên din yên malbatê jî dihatin dîtina wan. Di rojên destpêka têkçûna komarê da berpirsên dewletê hinek nerm lê piştre weke kesên qafseqet dest bi hêrişên lefzî û gotinên dûr ji nezaketê tevî her sê kesên girtî kirin. Malên wan teftîş û çi tiştekî bihagiran ku li malên wan hebû ji xwe birin an jî baştire bêjim dizîn. Qazî Mihemed dema wiha dibîne, şîreta li wan dike ku sinorê kiryarên xwe bizanîbin. Ew bi kûraya hemû riha xwe a paqij temaşevan û guhdarên xwe heyrî dihêle. Ji rûyê bîranînên kesên ku wan rojan şahidên rûdanên li Mehabadê bûn ew rastî derdikevin holê ku rêberên Kurd bi hemû cesareta xwe li hemberî gefên berpirsên dewletê sekinîne û nehiştine ku bi navê wan bêrêziyê bi Kurd, Kurdistan û wan bixwe jî bikin. Berpirsên mehkemê bi dîtina rewşeke wiha re êdî bi tirs û dudilî tevî wan axftine û mehkemeya leşkerî dane meşandin. Çend caran karê dadgehê ji ber îtiraz û dijberiya girtiyên Kurd neçar bi navbereke dirêj re dîsa ji nûve karê xwe dane meşandin. Qazî û Heme Husên bi baldarî li wan û wateya peyvên ku ji zimanê wan hatine bihîstin guhdarî kirine. Li kûdera ku sivkatî bi gelê Kurd hebûye ew bêtirs rabûne ser piyan û li dijî wan axiftine. Ew dijberî carna bûye sedem ku Qazî Mihemed hêrişî wan jî bike. Hêrişên lefzî û fîzîkî.

Qazî Mihemed ji serleşker Parstebar serokê mehkemê re wiha gotibû:" Em li ser axa xwe ne, li ser heqaniyet û dozeke rewa we em girtine, belkî hûn dixwazin me bi ji destdayîn mal û milkê dinê bitirsînin lê hûn çi jî dikin bikin, çimkî dîsa jî tirsa me tune ku emê wana winda bikin, ji berku ew axa ku em li ser têne girtin û kuştin yê piştî nebûna me jî dîsa ji neviyên me re bimîne, hûnê demekê bimînin û dîsa jî jê derkevin derve. Ew mal û milk weke kilameke xweş mîna şîrê dayîkê helalî me ye, heza ji axa Kurdistanê di nava xwîna me ye, dewlemendiyên axa me eynen mîna zargotina Kurdan deryayeke bê binî ye…"

Di hemû dema ku ew di girtîgeha leşkerî da bûn, awayê dan û standina Îraniyan li ser esasê derew û xapandinê dimeşiya. Ji Qazî re digotin:" emê we bişînin Tehranê û mehkeme yê li wira berdewam be, li vira hemû biryar nayên dayîn." Caran jî ji wan re digotin:" hûnê ber bi navenda Îranê bêne sigûnkirin û xwe amade bikin û bila ji malê tiştên pêdivî ji we re bînin..."

Şeva îdamê

Êvariya roja yekşemiyê 30. adarê dema ku her sê Qazî di girtîgeha leşkerî da bûn xeber hat ku:" xwe amade bikin hûnê îşev ber bi Tehranê ve bêne şandin." Ew çend meh bûn ku mehkemeya wan li Mehabadê bidawî bibû. Wê şevê bi wesayêtên leşkerî berê Qazî Mihemed û piştre jî her du hevalên wî di tartîya şevê da ber bi qada Çiwar Çira birin. Ew ne bi hev re û ne jî di saetekê de belkî her yek ji wan cuda-cuda siwarî zîlên leşkerî kirin ku 12 eskerên çekdar jî li rex wan rûniştî bûn, ji qirargeha leşkerô derxistin. Dema gehiştin qada Çiwar Çira Pêşewa Qazî sêdareya amadebûyî dît, êdî zû pêhesiya ku hemû gotinên rayedarên artêşê derew bûn. Li wira jêre wiha gotin:" Hûn têne îdamkirin û xwe amade bikin, ger wesiyeteke we heye binivîsin...". Ew bi xemeke giran lê bêtirs daxwaz kir ku:" bira û pismamê min bêsûçin, hemû karên ku hatine kirin bi emirê min bûne, nabe hûn kesên bêguneh îdam bikin..." Lê ew daxwaz nehatin pejirandin û Qazî piştî nimêj û nivîsandina wesiyetnameya xwe a malbatî û hinek şîretên ku li mela Sidîq kirin, ber bi sêdara îdamê ve çû. Nehişt ku çavên wî bigirin û êdî sibeha roja duşemiyê nêzîk bû dema ku Seyfê Qazî û Sedrê Qazî jî cuda ji hev anîn qada îdamê. General Heme Husênxan dema ku sêdara Pêşewa Qazî dibîne bi qêrînên ji dil hêrîşî eskerên Îranê dike, ji ber liv û lebatê dema werîsê îdamê di stoyê wî de ye, werîs diqete, vê carê wî li erdê dikujin û careke din dadileqînin. Sedrê Qazî jî saet 5ê berê sibê anîn qadê û îdam kirin.

Duşem û tenê deh roj ji bihara wê salên derbas bibûn, piştî dema çar mehan sibeha roja 31ê Adara sala 1947an termê her sê Qaziyên Mehabadê bi werîsên sêdarê li qada Çiwar Çira destpêka xemgîntirîn roja bajarê Mehabadê dabûn dest pêkirin. Li ser axa xwe şehîd bûn û di nava dilê wê axê de jî hatine veşartin.

Mînakek ji bo asta rewşenbîriya Pêşewa Qazî

Pêngavek mezin biqasî şoreşekê

Pêngava herî girîng dema em şertên wan salan di civaka Kurdistanê da tînin ber çava dawî anîna bi wê rêya dirêj ya şoreşa jinê li Kurdistanê bû. Raste di civaka Kurd de jin di hinek qadan da azad bûn, lê xwedî wan mafan nebûn yên ku ji mêran re hebûn. Di serdema komarê da pêngava yekê bi damezirandina "Yekîtî Yayanî Kurdistan" hate hilanîn. Ji malbat û civakê re ew karekî mezin bû. Bi li ber çavgirtina tevgera jinên welatekî weke Almaniya ew xebata jinên Kurd di wî etmosferê tepeserkirî û daxistî da weke xebateke nû a dîrokî tê hesibandin. Di tevgera jinên Alman de gavên yekem ên ku di malbat û civakê de ku bixwazin mafên wan bidin diyarkirin cara yekê li sala 1840`an de hatine avêtin. Têkoşînên civakî û aloziya siyasî ya dijwar li Elmanyayê di wan salan de bandor li tevgera jinan li Ewropa jî kir. Dirûşmeyên: azadî, wekhevî û serxwebûnê di heman demê de bûn diruşmên jinan jî. Jinên têkoşer çalakiyên xwe birêxistin kirin. Yekem rêxistina jinan a Elman di 1865 de hate damezrandin. Piştî 81 salan ew gava girîng li Kurdistanê jî dihate avêtin. Qazî weke lîderekî rewşenbîr xwest berî herkesekî ji malbata xwe dest bi gûherandinên wiha mezin bike. Mîna Qazî bi dirêjî di hevpeyvîna bi min re behsa îsrara wî li ser damezirandina yekîtiya jinên Kurdistan dike. Ew neçar dimîne ku bibe seroka yekîtiya jinan û bi dilgermî û hêzeke mezin jî dest bi xebatên xwe dikin. Mîna xanim behsa roja cihanî a jinan û wan agahiyan dike ku Pêşewa Qazî li ser kar û xebatên Klara Zetkin (1857 - 1933) jêre beyan kirine. Ew yek ji aktîvîstên mafên jinan li Almanya bû û li ser mijarên weke: Rojê 8 demjimêran kar, mafê betlaneyê û destûra dema ku zarok tên dinê, heqdestê wekhev bi horgilî ji jinan re diaxivî û ji wan dawa dikir ku ji bo standina mafên xwe li hemberî dewletê serî netewînin. Di 27ê Tebaxa sala 1910an de, di "Duyemîn Konferansa Sosyalîst a Navneteweyî ya Jinan" de ku li Kopenhagê bi beşdarbûna 100 delegeyên ji 17 welatan çêbû, Zetkin pêşniyar kir ku 8´ê Adarê bibe Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. Roja ku ji bo parastina mafên jinan li dijî cûdakariyê bibe rojeke fêrmî li hemû cihanê û ew di wê xebatê da biserkeftin.

Qazî di wê baweriyê da bû ku mafê jinan yê rewaye ku serbixwe bixebitin û tenê zilam berpirsiyarê biryara çarenûsa malbatê nebin. Di wan salan de dabeşkirina erk û berpirsiyariyan bi fermî li ser bingeha raman û zêhniyeta kevneşopî dihatin diyar kirin. Ji wê salê û şûnda heya roja îro em gûherandinên mezin li ser wekheviyên mafên jin û mêran li cihanê dibînin.

Herçend di dsetûra komara Kurdistan da qanûnê wekheviya jin û mêr kiribû xaleke fêrmî, lê di piraktîkê da ew kar hêsan nebû. Şêx, mele, axa û piraniya civakê li dijî vê yekê bûn. Li dijî Qazî Mihemed rabûn û ew weke kafir binav kirin. Ev rewş tenê li welatê me nebû, belkî li welatekî weke Almaniya heya sala 1977 kar û xebata jinan berdewam bû ku jin bêyî destûra mêrên bixwe jî dikarin bi fermî kar bikin. Heya sala 1962´an, jinan li Almanya federal nedikarîn bi serbixwe hesabek bankê vekin. Wan rêyek dirêj dane ber xwe heya ku karîn civakê bigûherînin. Tevgera jinên Kurd xwedî dîrokek dûr û dirêj e, lê jin hîn jî ji bo ku cûdakariya di warên cûrbecûr de ji holê rabikin, têdikoşin. Hêşta jî keç û jin nikarin li Kurdistanê di gelek waran da biryarder bin. Mînaka vê yekê li welatekî weke Almaniya jî dikare ev be: qanûnên ku mafên wekhev yên jin û mêr di civakê de garantî dikin, jin li Almanya bi mêr re mûçeyê wekhev nastîn. Mûçeya mêran ji ya jinan zêdetire.

Xebata rayedarên komar û Mîna Qazî di wan şertan de rûpelekî nû di dîroka doza Kurdistanê de vekiribû. Ger salên piştre Leyla Qasim û Margirêt, Besê Anûş, Sakîne Cansiz û artêşa jinê li Kurdistanê çêbûn, ew cesaret û fîdakarî ji dîrokeke dûr û dirêj gehandibûn doza jina Kurd.

Ji 1946an heya Rojava

Li pey têkçûna serhildana Kela Dimdim Kurd li rojhilatê Kurdistanê nesekinîne û xala ku bizava siyasî a Kurd ji kêmnetewên din yên nava sinorên siyasî yên Îranê jî cuda dike ew berdewamiya xebata siyasî di nava gelê Kurd de bûye. Ji dîroknivîs û serleşkerên Îranî bigire heya siyasetmedar û lêkolînvanên wan li ser vê xalê xwedî nêrîneke hevparin. Bi her du serhildanên Simko û Qazî re pêvajoyeke nûtir di kar û xebatên siyasî li dijî desthilata Îranê dest pêkirin. Dijberiya rayedarên dewleta Tehranê ji serdema Sefewî heya roja îro eynen weke hev bûye. Pêşewa Qazî bi kar û xebatên ji hêlekê û ji hêla din jî bi bexşkirina canê mîratekî dewlemendtir kire para dîroka Kurdan ya azadîxwaziyê. Bi vê yekê re pirseke wiha tê kirin: Gelo daxwazên Qazî hatine cih?

Rewşa îro li çar aliyên Kurdistanê bi berawirdkirina bi rewşa 70-80 salên berê re gûherandinên mezin raberî me dide. Em vê rastiyê di antîpropagandeyên ragehandina welatên dagîrkerên Kurdistanê de jî dibînin.

Herî dawiyê şikandina meznahiya Kurdan li Îranê, hinek Kurdên xwefiroş û girêdayî rejîma dîktatora Îranê, sivkatî û bername li dijî statûya başûr û serokê Kurd rêzdar Mesûd Barzanî kirin. Belkî ev jî ji bêstratejiya Barzanî, ew jî hingî çêbû dema ku wî li pey hêrişa Daişê behsa rolê Îraniyan di paratsina Hewlêr de kir.

Îro li başûrê Kurdistanê statûyeke Kurdan a xwedî temenekîî 30 salî heye. Dewletbûn û daxwazên ji bo serxwebûnê ji dawiya salên 1950an û pêda bi şoreşa Eylûlê a di bin serokatiya nemir Mistefa Barzanî de bû sedem ku gelek Kurd ber bi başûrê Kurdistanê ve biçin. Şaxên PDKê li bakur û rojava jî hatin çêkirin. Dîsa sinorên destçêkirî bi wê şoreşê re bêwate mabûn. Şahê Îranê bi vekirina radio, kovar û rojnameyên Kurdî xwest bandora bizava azadîxwaziya Barzanî di nava Kurdên rojhilatê Kurdistanê kêmtir bike. Barzanî generalê komara Kurdistan bû û Mihemed Riza Pehlewî ji wan salan û şûnde baş dizanî ka ew kîye û çiqas di nava Kurdan da xwedî kesayetiyek karîzmatîke. Hewldanên ji bo geşkirina şoreşekê carna li parçeyekê bûne sedema bihêzbûna hestên neteweyî li hemû Kurdistanê. Wan salan di mediya cihanê da nûçeyên li ser doza Kurd pirî caran di rêza yekê de cih digirtin. Komara Kurdistan bi nasnameya xwe a Kurdistanî pêngava ku bi germî ji hêla hemû Kurdan ve dihate pêşwazîkirin, rastiyên jiyan, daxwaz û hesretên milletekî didan xûyanîkirin ku netenê li rojhilat belkî li parên din yên welatê xwe daxwazên wan yên hiqûqî û siyasî hebûne. Ew doz ya du û îro nîne û sedan sal pêşîneya wê heye. Ew daxwaza ku rojekê li Kurdistana Sor, Agirî û li Mehabadê jî weke komara Kurdistanê reng û rûyê rastiyên dîroka Kurdan dabûn xûyanîkirin, îro li başûr bi rêveberiya Federal an jî Hikûmeta herêma Kurdistanê û li Rojava jî Xweseriya Demokratîk wê rêbaza dêrîn a dîrokî û tije xwezî didomînin. Bi avavbûna kantonên li Rojava birêveberên wê pêngava nû û mezin dan diyarkirin ku:" Em li ser şopa komara Kurdistan û Pêşewa Qazî Mihemed wê rêbaza pîroz berdewam dikin..." Ev yanî berdewamiya şoreşekê li ser axekê ku xwediyên wê ji bo diyarkrina mafên qedera xwe sinoran di navbera xwe de nabînin. Em ji van hewldanên ku navê hinek ji wana li jor hate diyarkirin dersên girîng hîn dibin. Yanî him ji hêla têkîliyên navxweyî û him jî ji hêla têkîliyên bi hêzên derve re gelek ders û peyamên eşkere di wan hewldanên şoreşgerî da hene.

1. Kurd dixwazin di diyarkirina qedera xwe de xwedî biryar bin, ne hêzên biyanî û ne jî welatên cîran bêy îzina wan nabe ku biryareke wiha bidin. Ev daxwaza herî meşrû û hiqûqî ye. Peyama herî berçav û sirûştî jî eve.

2. Dewletên dagîrker bi hemû hêza xwe fîzîkî û meinewî nekariye heza ji doza Kurdistanê di nava gelê Kurd de kêm bike an jî di qada şer da wan rastî şikestê bîne. Mînakên wiha di rûpelên dîroka Kurdistanê da gelek ber bi çavin.

Komar bi serokatiya Qazî tevî hişmendîyek cuda ji a himpîşeyên wî yên wê serdemê û pergala dewleteke modern hat avakirin. Kabîneya wezîran, hêza pêşmerge, weşanxane û çendîn saziyên din bi awayekî sîstematîk dixebitîn ku reng û rûyê jiyanê li welat bigûherînin. Xelkê ew xebatên bêrawestan didîtin û ji ber wê jî him razî û him jî hevkarên îde û ramanên Qazî yên pêşvero bûn. Di ragihandina komarê de banga Qazî Mihammed a herî girîng, yekîtiya Kurdan bû. Derdê ku hêşta jî li pey wê daxwaza tije hêvî û hesret nehatiye dermankirin. Qazî di wê baweriyê de bû ku ger Kurd di bin sîwana saziyeke netewî ya ji eşîr û êlan jortir neyên ba hev, pergaleke netewî ya wekî dewletê nikare li ser pê bisekine.

Di jiyana 333 rojên temenê Komara Kurdistanê de rêveberî hemû hewlên xwe dide ku xelkê hînî perwerde û tevlî rêxistinîbûnê bi hemû awayan bike. Armanc ji vê yekê bi bikalîtekirina jiyana civakî bû. Wan dixwest di zêhniyeta takê Kurd de şoreşê çêbikin. Ew şev û rojên xwe dikin yek ji bo ku keda wan encamê bibîne. Ji ber wê jî kar û xebateke mezin tê lidarxistin. Li kêleka damezrandina arteş û saziyên rêveberîiyê, di xebatên dîplomasîya derveyî, avedanî û aboriyê de, di qadên civakî de ji bo avakirina saziyên perwerde, weşangerî, çand, tenduristî, perwerdekirina civakê, tevlîkirin û bilindkirina rolê jinan gavên girîng tên avêtin. Dema şert û mercên 1940 û yên îro didim ber hev ez rihet dikarim bêjim ku di 11 mehên temenê komara Kurdistanê da destkeftên wê bi qasî hemû destkeftên statûya başûr a xwedî temenkî 30 salî hêşta jî zêdetirin. Çimkî wan sîstemek nû ava kir û di hereketa siyasî a Kurdistanê de bûn gaveke nûtir û moderntir. Di warê wêje û ragehandinê de jî kesayetiyên weke Hêmin Mûkriyanî, Hejar Mûkriyanî, Ebdulrehman Zebîhî û dehan nivîskar û reweşenbîrên mezin di bin sîwana banê J.K û komarê da perwerde bûn.

Dîsa jî divê neyê jibîrkirin ku Komara Kurdistanê ji dînamîkên hundirîn zêdetir bi bikaranîna derfet û dînamîkên derveyî hatiye damezrandin, lê dema dest bikar kirine ji hêla hemû çînên civakê ve xwedî piştgîriyeke malî-meinewî bûye. Bêhêziya rejîma Îranê, fesada wan îdarî, ferq-cudatiyên ku di hemû waran de dikirin, serkeftina Yekîtiya Sovyet û rewşa navdewletî ya wê çaxê bûn sedem ku Kurd li dijî dewletê rabin. Sedemên navbirî Kurd motîve kirin ku pêngaveke wiha bavêjin. Serkêşiya rêber û rêxistinên Kurdistanî xwedî roleke mezin di wan gûherandinên dîrikî de bû. Di bin pêşengiya Komeley Jiyanewe Kurd, PDK û Qazîyê jîr û zana da bi perspektîfeke zelal, bi dilsozî û nîştiman perweriyêke mezin û tije tedibîrên dûrbînane ew gav têne avêtin, lê sedemên têkçûna statûya Mehabd û Tebrêzê girêdayî şert û mercên navmalî û yên navnetewî ên wî çaxê ji bo dirêjkirina temenê Komara Kurdistan û Azerbayîcanê têrê nedikirin.

Qazî tevî hevalên xwe yên wefadar di bin sêdara îdamê da dîsa jî gotibû:" Êdî bes..., biyek bin, çimkî neyarên Kurdan bêwijdan, bi dek û dolaban yê we bikin dijminê hev û din û yê we bi destê birayên we bidin kuştin, bona xatra xwedê ji hev hez bikin, hevdu bigirin, piştgiriya hevdu bikin…“

Kurd yekin?

Mixabin nakokiyên bêbingeh ku em di navbera partiyên sereke yên li Kurdistana mezin dibînin, bersiva pirseke wiha " ne " ye. Stûyên li başûr û Rojava dikarin di dîplomasiya derveyî da xwedî yek helwest bin. Ev yek jî kêmreng û bêhêze. Di dawiyê vê nivîsê de mixabin dikarim bêjim ku ji bo berjewendiyên netewî, yekîtiyeke domdar û di derbarê helwesta li hemberî dijminên Kurdan de, wer xûyaye ku banga Pêşewa Qazî hê jî negîhiştiye navnîşana xwe, çimkî Kurd hêşta jî zêdetir ji hevkariya hev û din, carana ji bo meremên wan yên dagîrkariyê şerê hev jî dikin.

Li rex hemû hewldanên ku li başûr têne dayîn, lê hewildana herî modern a Kurdan a ji bo azadî û serxwebûnê niha li Rojavayê Kurdistanê ye. Perçaya ku herî zêde hestên netewî derxistin holê û bi berxwedana Kobanî re dengek li seranserê cîhanê veda, têkoşîna keç û xortên Kurd li Rojava û kar û xebatên civakî-siyasî di bin banê rêveberiya Xweseriya Demokratîk da ne. Helbet têkîlî û hevkariya bi hêzên navdewletî ji bo zindîmayîna Rojava garantiyek e û ew rewş li başûrê Kurdistanê hebûye û hê jî didome. Lê pêwîste bê gotin ku ger têkoşîna Kurdan nebûya, ev têkilî û hevkarî jî pêk nedihatin. Ji sala 2012an vir de jin û mêr, kal û pîr; her takekî Rojavayê Kurdistanê him ji bo parastinê, him ji bo birêvebirina saziyên pergalê di kar û xebateke weke zibarê ji bo armancên pir pîroz de ne. Ew hewldanên ji bo bo avakirina jiyana civakî bi hişmendiyeke azad û bi bedelên pir giran xweziyên Qazî Mihemed bi bîra me tînin. Çimkî ew kar û xebateke bêmhempa dikin ku reng û rûyê jiyanê di hemû waran de bigûherînin. Rojava wekî parçeyê herî biçûk a axa me a zêrîn bang û daxwazên Pêşewa Qazî ji xwe re kirine bingeha dirûşmên xebatê û bêtir ji perçên din ji bo yekîtiya netewî pêşengiyê dike.

Di salroja şehîdkirina rêberên komara Kurdistan da ku hîvîya herî mezin ewe ku bi hebûna "pergala federalî ya li başûr û îro bi xweseriya Demokratîk a li Rojava, herwiha bi têkoşîna li bakur û rojhilatê Kurdistanê re, rastiya li ber çavan eve: Kurd ji her demê zêdetir nêzikî hev û dinin. Ji her demê zêdetir xwedî hêzeke mezin, birêxistinî û mezin in. Li rex nebûna lobbyên aborî kanalên dîplomasiyê li ber Kurdan vebûne. Bi van derfan re jî dîsa mixabin siyaseta Kurdî belav û parçeyî ye. Û wer xuya ye ku banga Qazîyê şehîd ji bo yekîtiyê hê jî negîhiştiye muxatebên xwe. Muxatebên ku di rêza yekê de serok, partî û rêxistinên siyasî li çar perçên Kurdistanê ne. Ger ew bi yek bin êdî gelê Kurd tiştek nemaye ku bike.

Ji bîr nekin gotineke bab-kalên me wiha dibêje:" Bi yekbûna du kesan gundek bi wan nikare" û bi yekbûna Kurdan re jî êdî rîsê dijmin yê bibe xurî"

Jêder û çavkanî:

- Hevpeyvîn tevî: 1. Seroka Yekîtî Yayanî Kurdistan - Mîna Qazî, 2. Wezîr Perwerdê - Menaf Kerîmî, 3. Serkreterê bûroya Qazî Mihemed- Seîdxan Homayon , 4. Xwendevanê serdema komarê Izet Silêmanbegê Dergeleyî

- Bîranînên babê min Cibrayîl Xorşîd Nebî (Hevpeyvîna min û çend kesên din pêre)

- Bîranînên Ehmed Qewamo Seltene, serokwezîrê Îranê yê demê

- Nivîsa wikipedia li ser Hikûmeta Millî a Azerbayîcanê (Bi farsî)

- Jiyan û serbihûriya Ceifer Pîşewerî - Husên Birucêrdî + Pîşewerî. Kawe Beyat