Dengên dixwazin (Deshelata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (5) | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Dengên dixwazin (Deshelata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (5)

YazarResmi

Beşa pêncê û dawiyê

Çawan bi nezanîbûn mirov dibîte beşek ji plana dagîrkeran

Karên siyasî yên ne bi dîrase di hêne encamdan, mebest ew kiryarên bi lez û bez ji dayk di bin, arasteyên wan yên leyizokin, hin caran tavyeka serxwe ya bay dêşêt hin kersitên araste ya wan biguherît, bêku xwediyên ewan karan hest bi hindê bikin, ku ew yê darê di pişt piyêd xwere di birin, li benda çarenvîsekê nediyar û keftineka muhtemelin, her wesa di hin enalîzeyan dajî dê bînî, yên keftiye di nava bereyekê hevdijî pirsgirêka xwe ya rewa de, wî demî mirov çi bi zanîbûn yan ne bi zanîbûn xizmeta pilanên dagîrkeran dike, hin encam yên heyî pêş wext mirov di zanît, mînak ji vê çendê re, rêkeftin di gel neyaran ne hind karekê asane, hestyariyeka zêde mezin jêra di vêt, lê digel rikeberên xwe yên siyasî hemî wextan ne direnge û derfeta danustandin û lêktêgehiştinê heye, nakokî û neviyan di kîjan astdabît, nabît di vî warî de mirov yê dûrî buyeran bît, çunke ne tinê ziyan dê gehîte tevgera mirovî di meydana siyasî de, belku pirsgirêka gel bi temamî dê kevîte ber metirsiyên navçûn û nemana yekcarî, paşê jî heta heta dê mirov weke sucdar hête dîtin.

Pirsên herêmê çend yên aloz bin her xema xelkê wê ne

Di van sîh salan de, texên hejar û zehmetkêş yên gelê me gelek hatine êşandin, qonaxên zêde sext û dijwar derbaskirin, hin kes û alî li ser kîstê gel dewlemend bûn û bûne milyardêr, dehan û sedan kêmasî di biyavên azadî ya raderbirînê û keysên mafên mirovan de hatine tomarkirin, gorepaneka tejî tiştên seyr û neçaverêkirî bûn, kêşe û girift hin hatine alozkirin xwediyên malê bixwejî miftelabûn ji dîtinên çareseryên bingehîn ..! Pirsgirêka herî mezin ewe danpêdan bi şaşiyan bi eyb di hête dîtin, kar û kiryarên wan çend yên xeletbin ne rexnê qebul dikin ne xwe rastve dikin û her li hêcetan digerin ..!

Êş û azarên me nahêne înkarkrin, deshelat bixwe jî bi nepenî û şêwazekê şermînokane danpêdanê bi hindê dike, ku kêşe yêt mezinin û herêm ya rastî kirîzên (siyasî, aborî) yên cidî bûy, çareserî bi yek û dûya nahête kirin, rewş pêtvî şiyanên tevane, gereke hemû alî milên xwe bi dene ber, kêşe kêşeya hemiyane, eger destkeft keftine bergefên navçûnê tinê hizbên deshelatê yên zerermend nabin belku  çi kes û çi alî namînin ziyanên mezin bernekevin, mamelên demargîr xizmeta me nakin em bila bi hestyarî tevbigerîn û hemû metirsiyan li berçav wergirîn.

Kesên eleqedar bi pirsgirêkên herêmê xelkê herêmê bixweye, ewan maf yê hey deshelatê rexneken û zextê bi kene ser deshelatê bi mebestên hindê xwe rast bike û reformên bingehîn pêk bînît, xelkê din neyê eleqedare, ew tinê di karin weke fakterekê harîkar pêşniyaran ji boy çareseriyê bidin, weke din her livîneka bihête kirin dê kevîte di çarçovên maytêkirin(mudaxale) û destêwerdanan da, ramana evê jî ne çareseriye belku têkdan û pitir alozkirina pirsgirêka ye.

Bêguman neya rewaye em kes û aliyên ne eleqedar rakêşîne di nava pirsgirêkên xwe yên hundir de, çawan em di bêjîn em herêmeka nîvçe serbixwe dixwazîn, ku em bê hebûna zextan xwe bi azadane îdarekin, eve bixwe jî mafekê sirûştî ye, evca dipişt vê re, ji boy berjewendiyên teng hin alî kar û kiryarên berovajî van prensîban têkvedanê bi ken, ev têkvedane dê malê li me dete aliyekê, eger em hişên xwe neînîne serê xwe û zû lixwe nezivirîn.

Normale em weke yek hizir nekin, di hemû çemkên serekî yên jiyanê de jî me cudayî di xwandin û nirxandinên xwe de hebin, bes li ser xalên hevbeş û karkirina bi hevre em nabît yên kêmxembin, ez bêjim hemî gavan jî derfetên karên hevbeş yêt heyin, eger berjewendiyên giştî li pêşiya mebin dû de yên hizbî û kesayetî me çi grift namînin, eger jî berovajî berjewendiyên hizbî û kesî li berî berjewendiyên giştî bin, di wê werê da me dê sîtavka mejî bîte kelem û dê lê hilingivîn, êdî dê hecet û  hindî dunyayekê peydabin, her car dê bi destên xwe problêman bixwe ji bin erdê derêxineder, dê gilî û gazindên xwe bo wan aliyan vegerîn evên li ber serê me digerin ..!

Pêtviyatiya dengên nerazî bi rêkxistin û organîzekirinê heye

Berî em giringiya vê binirxînîn, gereke em di serî de bizanîn nerazîbûnên gel di evê qonaxê de li herêma me bi çi awayekê ne, ji serhildanê were heta îro nerazîbûnan ew sinor derbasnekirîne yên xwastîka wan guherîna sîstema hukimraniyê bît, nerazîbûn di nav civakê meda astên cuda cudane, hin ji wan nerazîbûnên heyî  yên demkîne, wate yên girêdayî kêşeyeka herî biçûkin, her dema ew xala nerazîbûn li ser hatiye avakirin ji holê hate rakirin, wî demî ew kes û alî dostin û çi problêmên wan namînin, ev nerazîbûne çawan zû (hêrs di bin, gerim di bin) wesa jî zû sar di bin û meydanê vala dikin, şoreş û rêkxistin li ser van cure nerazîbûnan nahêne avakirin.

Nerazîbûnên mîna kela nîskê di ser xwe de di çin, tevgerên pupulistî di derfetên herî kurt da dişên yariya bi hestên wan bi kin, paşan di proseyekê de çend dereceka pê serkevin, serkeftina wan jî ya dom dirêj nabît, renge di vî warî de gelek mînak jî hebin, li ser evan bingehan hin tevger jî hatine avakirin, pêlên nerazîbûnên şepirze bawerî nedaye tevgerên pupulîstî, belku di proseyekê de hêzên deshelatê sizadan û ev (√) bi awayekê firî bexşiye tevgerên pupulsit, piştî hilbijartinan raste hejmarên kursiyên hin aliyan kêm û zêdebûn, lê di naveroka xwe de yên bê karîgerî bûn, hêzên germ yên nû hatiye pêş li dawiyê mîna tevgerên rep û rût yên bê cemawer(girse) û rêkxistin xwe di nav meydanê de bitinê dîtin ..!

Jîngeha îro li Herêma Kurdistanê ne jîngeha peydabûna rêkxistinên nû ye, çunke li herêmê rêkxistinên heyî bi tevayî yêt di nava kirîzên here dijwar de dijîn, komelgeha Kurdistanî bawerî bi hizbên siyasî nemaye, ev xirvebûnên cemawerî yên niha li dorên hizbên siyasî di hêne dîtin, derbirê ji qenaet û baweriya wan naken, ji berku di Herêma Kurdistanê de hizib yên bûye jêderê debarî, xelk neçare li dîwanxanên wan amade bît, bingehên deshilat li ser hatiye avakirin ne yên konkrîtîne, her tim îhtimala keftin û şkestinan di hête çaverêkirin, her çende ev gotine yên dilêşin, lê mixabin kesabeta me divan hinde salên dûr û dirêj de bivî away hatiye pilankirin û bi verêjên kirêt û reşbîn ayinde daye nîşankirin.

Hêşta ne direnge .. Derfetên hêja li pêşiya mene .. Şiyanên me weke gel gelek yên mezinin, eger em hemû pêçêbûnên xwe bikine yek dest, bawernakem çi hêzek hebît bişêt xwe li ber sîngê me bigirît, bi hemû wateyekê em xwediyên gelekê zindîne .. Gelekê mirov dostîn .. Gelekê xwedî wijdanîn .. Ji pêkve jiyanê hezdikin, di nav evî gelî de hezên hindê nîne zoriyê li kesekê bikin, bi rastî mirov bi evan saxletan zêde yê serbilinde, di deverê da em miletekê nimûne ne mînakên gelê me gelek yên kêmin, madem em xudanên evî gelîne, gereke em yên bixwe bawerbîn, şiyanên me têra hindê hene em pirsgirêkên xwe yên hindir çareserkin û pêtviyatiya me bi destekdayina kesê nebît, tiştê em gelek pêtvî ewe em hevdu qebûlkin û yekitiya xwe çêkin û bi praktîk bibine xwediyên gotareka Kurdistanî ya yekgirtî, hosan em dê şên serkevîn û li hemberî gelê xwe xwediyên wijdaneka rihet û tenabîn.

Têbinî: Ev nivîs ji Heftenameya Rêya Kurdistan hejmara 1234 ê hatiye wergirtin.