Dengên dixwazin (herêm asîmlebît, deshilata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (4) | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Dengên dixwazin (herêm asîmlebît, deshilata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (4)

YazarResmi

Beşa Çarem

Siyaset weke zansit li ser bingeha baweriyê nahêtekirin

Destpêkên salên notan derfetên xweseriyê li Başûrê Kurdistanê hatine rexsandin, wate dever lijêr çavdêriyeka dewlî (navneteweyî) de dihate parastin, êdî gelê me bi biryar proseya hilbijartinan daye pêşiya xwe, helbet bi kêmukasiyên herî xuya ve berdewamî bi evê prosê hatedayin, di encam da deshilata dû hizbî li seranserî Başûrê Kurdistanê hate bicihkirin, ev deshilata dû hizbî jiber milmilanê (hevrikî) û şerenîxa berteska (berteng) hizbî zêde agehiyên wan li ser êş û azarên civakê neman, berjewendiyên hizbî bûne her tişt, êdî licihê modêla beşdarî bo nîştmanî bûye beşdariya bo hizban, dinav her hizbekê da milmilanên tund yên muzaydekirina navxweyî peydabûn, her êkê diviya xwe pitir şirînket dinav hizba xwe da her wesa bibîte mastawciyek (keysperest)ê 'eyar bîst û çar, jiberku bi wê çendê çûne pêşa wî asan dibît û berjewendiyên wî yên kesî misoger dibîn, kesên amadene di gêrana evî rolî de bi hin awayan dihatine piştguh êxistin, hevalekê hêja carekê bomin vegêra got: salên notan carekê Nêçîrvan Barzanî hate Dihokê xwast bîst kadirekên kevin yên şoreşê komveket û li ser rewşê nirxandinê biken, helbet li Hotêla Jiyan çalakî hate pêkînan, nozde kesan jiwan bi awayekê pozetîf yê tejî pesn û metih rewş helsengand, kesê bîstê berovajî ewan aliyê pozetîf giraniya xwe daye ser û gelek rastî kirne ser berkê û bi raşkawî (zelalî) rexneyên xwe anîn ziman, di encam da nozde kesên yekemîn şiyan serkevin û sudmendbin, kesê bîstê jî hate dûr êxistin û çarenvîsê wî limal safîbû, çend sal pêçûn careka din Nêçîrvan Barzanî bi seredanekê hate Dihok, pirsyara kesê bîstê kir û xwast dîsan bibînît, piştî dîdar dinavbera wan da hatiye pêkînan, Nêçîrvan Barzanî gotê "başe nuke tu çawa rewşê dibînî"..? Ewî gotê nuke çi tiştekê nabînim, tinê tiştê ji rewşê mêzedikem. Ez law yê mu'îzbûy (mexdûr) min baş xwe bi bistkê ve dît.  Min derseka baş wergirt, hema ji kerema xwe eger bi destekeka madî derfeta jiyanê li ber me asankey dê rewş fîdbît", bi rastî ev serhatiye gelek ya watedare, ligor nêrîna min heta bi temamî rewş berovajî nebît gorepana siyasî normal nabît, dem yê hatî bêjine wan nozde kesan dora we xilas .. Hewe bi wan meth û pesnan siyaset xetimand .. Evca keremken herine malên xwe û bo heta heta hûn xanenişîn, di beramberda bêjine kesê bîstê were meydanê û geşê bide biyavên xwe yên rexneyî çunku tinê bi rexnê rewş ji şaşiyan dihête bijartin ..!

Roj bi roj nerehetiyên gel li ser şaşiyên her dû hizban pitir xalên nîgetîf tomarkirin, di van salên dawiyê da nerazîbûn bûne mijarên seranserî, rengvedanên nerazîbûnan li ser encamên helbjartinan tinê di biyavên zêdebûna endamên berê nerazî di perlemantoyê de hejmar bilindkirin, evan kesan şêwazên heme cur di perlemantoyê de bikarînan, hin caran binavê xelkê nerazî daxuyanîdan, wesa daye nîşandan her weku ew nûnerên herî rasteqîne yên dengên nerazî di perlemantoyê de, gelek yên gerimbûn qursaya (giranî) xwe nedizanî bi çi awayekê ye, ewan her li destpêkê astê nerazîbûnên xelkê bi zanebûn nexwandin, bi kûratî tevlî gorepana siyasetê nebûn, siyaseta wan bi siyaseteka serpê dihate nîşadan, li nîva rêkê hin jiwane bi erzanî mitayê xwe kêşa ber bazarên firotinê, saykolojyeta wan tevlîhevî bixwevegrit, ew jî mîna şêwazên nerazîbûnan di bilindbûna pileyên germê da azirîn û di hatine xwara pileyên germê dajî rastî guherînan dihatin, sitratîjyeta evan curên opozîsiyon û nerazîbûnan ne yên dûrbînin, pitiriya caran di nîva rêkê de destberdarî hemû prensîban dibin.

Diyare jî ew hind hest bi hindê naken, ku ew di bingeha xwe de tevgereka popûlîstîne neku tevgereka siyasî, bi hîç rengekê ew neşiyane li ser organîzekirina civakê bisekinin, hetaku bi kûratî biçine dinava dilê gel da û eltirnativên wan yên siyasî hebin, rastiya wan zêde di hindê daye, ku ji nişkekêve derkeftin û bi danepêşa gotareka popûlîstî swarî hestên civakê bûn, mezinbûna wan mîna rawestyana êşana nexweşekê ye bi teblêtên asprîn, ew hêj di vê mijarê famnaken, dema dixwazin dengên nerazî dabezine (dakevin) kolanan û gel ligor banga wan hereketê neket, di her warî de ew tuşî hêstiryayê dibin, hewil diden bê dîrase hemû rêkekê taqîken (biceribînin), niha ew yêt qonaxa şepirzeya siyasî de, serê rêkan yê liber berzebûy (windabuy)...!

Eve demeke opozîsiyona popûlîstî ji neçarî ve li ser bingeha baweriyê siyasetê diken, dibêjin me ev deshilate nevêt, madem em neşên kursiya deshilatê ji destên wan derbînîn, emê hewildeyn ji deshilata navenda îraqê re bixwazîn me deshilata herêmê nevêt ji kerema xwe werin me bi rêvebiben, eve dawî qonaxên opozîsiyona popûlîsti ye ..! Çi karên xwe nabene serî, hemû livînên wan bi nîvberone .. Licem wan asayiye jî sengerên xwe biguherin û bibine dostên deshilatê.

Şovînyet ne xwediyên dilekê nermin heta mirov êş û azarên xwe jêra parveket

Welatên Kurdistan di ser de hatiye dabeşkirin, her ji destpêkên damezrandina xwe de, xwediyên zihniyeteka şovînî û paşverû bûn, çi caran wan nexwastîye jibilî netewa serdest netewe û pêkhatên din bibine hêz û hebûna wan bihête pejirandin, lewra jî bi hemû awayan ewan dijayetiya tevgerên siyasî yên netewe û pêkhateyên din kiriye, ew hemû derdeseriyên bi serê gelê me hatî, carekê bitinê jî takekê netewa serdest helwest weke kes jî newergirtiye, eve bixwe jî gelek ya giringe, çunke divê yekê re rastiya evan welatan dihête xuyakrin, netewên serdest bi rengekê bername bo darêştî xwe weke xudawend bi zorî yê daye qebûlkirin, di heman dem da jî hewla day netewe û pêkhatên din bişkênin daku şanaziyê bixwe neben û çi caran mitmanê (bawerî) bixwe neyînin, divê qonaxê de eger aliyên siyasî yên netewe û pêkhatên siyaseta şkandinê liser hatiye peyrewkirin mitmanê bi sozên hêzên netewa serdest bînin, guneheka mezine ew di gorepan (qad) a siyasî da bimînin, wate eger ew bi nezanîbûn jî yan bi dilekê sax  evê reftarê biken, bêku ew hest bi hindê biken di encam da baştirîn xizmet yê pêşkêşî planên dagîrker û neyarên kurdistaniyan diken, berdewamiya evê şêwazê têkoşanê heta heta dîrok dê neretan lêket. 

Şovînyet di sirûştê xwe de hilgirê (kerb, kîn , nevyan, ji xwe hezkrin û bes, şiddet, stem, gefên bê sinûr) wate ne xwediyên dilekê nazik û nerm in, ligor nêrîna wan her tişt gorî (welat, netewe, ala) yê wan, mirov çend xwe diberda bişkên çi sud û mifayan nabînît, ew dixwazin xelkê din beramberî wan xwe bi biçûk bibînît û yê dilxweş û spasdar bît bi biçûkatî û şkestyatiya xwe, tinê ew evê hebûnê qebûldiken, dervey evahe (çavên wan di sorin. Devên wan bi xwînin. Yên dij û dirrin. Gef ji hemû kêlekên wan dibarin) evene saxletên wan yên neguher, tiştekê seyre kurd hebin di gorepana siyasî da hêj evê çendê nizanin û bi xweşkandinê serbilind dibin ..!

Bawer nakem hîç miletek zêdetirî kurdan bibîte qurbaniyê zihniyeta şovînist û regezperist ya netewên serdest yên wan welatên Kurdistan di serda hatiye dabeşkirin, netewên serdest yên wan welatan berdewam karên hevbeş dayne meşandin bi armancên hindê pêkhatên din bi temamî tepeserken û asîmleken, ev siyaseta wan heta îro jî ya berdewame, li her çar aliyên Kurdistanê ev şere dihête birêvebirin.

Têbinî: Ev nivîse ji Heftenameya Rêya Kurdistan hejmara 1232 yê hatiye wergirtin.