Dengên dixwazin (Herêm asîmlebît, Deshilata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (3) | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Dengên dixwazin (Herêm asîmlebît, Deshilata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (3)

YazarResmi

Dengên dixwazin (Herêm asîmlebît, Deshilata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..!

Beşa sêyem

Xalên di navbera dengên nerazî opozîsyona pupulîst de veqetyanê çêdiken:

Di Herêma Başûrê Kurdistanê de, dengên nerazî di nava hemû tex û twêjên komelgehê de dihêne dîtin, di hindirê xwe de ev denge dengên Kurdistanî ne, rexneyên wan zêde yên arastekirîne li ser siyaseta deshilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi nêrînên wan ev siyasete xizmetê naket, çinku li ser binemayên yeksanî û dadperweryê nehatiye belans kirin, dibin sîbera evê deshilatê de cudayiyên çînayetî pitir yên mezin û berçavbûy, xelkek liser kîstê milletî yê dewlemendibît û texa(çîn) hejar û zehmetkêş jî roj bi roj barê wan yê girantir lêdihêt, jiyan ya dikevîte ber zehmetiyên mezintir, texa mişexwer û bîrokrat ji xwarina dahatên vî gelî têrnabît, diyare jî têrbûna wan çi dumahî nîne heta serê xwe nexwin, haya wan ji gel nemaye, yê jibîrveçûy naxwazin ji xwe vegerin, giringe milên wan bitundî bihêne hejandin, bêjnê we çilbere (amanc) ma hûn ji tecrûbên zordarên berî xwe waneyan(dersan) wernagirin, başe ma libîra we nîne ayindê wan çilêhat. Çarenivîsê wan çawan xwe di xilfa sêdarê werdikir. Serwet û samanên wan bi kilîkekê hatine bilokirin. Şûnewarên wan ji holê hatine rakirin, giringe hûn bi xwe biryareka wêrek biden û bêjin bila bes bît ...!

Daxwazên xelkê reform û rastvekrinin di sîstema hukimraniyê de, aliyên ne beşdar di deshilatê de xelk ji wan dixwazît rolê xwe bigêrin, daku bişên fişarên (zext) dijwar li ser deshilatê pêkbînin û bêhna wan tengken, heta neçarbin penayê bibene ber çaksaziyên bingehîn, jibilî evê bîrokê çi rêkên din nîne, jibo hindê gav bi praktîk bihêne havêtin, pêtviyatiya gel bi rêkxistinê heye, ev dengên nerazî fere şiyanên wan bihêne cemandin û komvekirin, bi ewî şêwazê têkoşanê dê şên bibine hêzeka karîger, bi amanca hindê deshilatê biçemînin û bêxine ser sikeka (xet) herî durist, ku li astên hindê bît bibîte berisva rasteqîne jiboy hemû daxwazên civakê kurdistanî, divan çarçovan da hêza guherînan di hemû biyavan da gereke bihête nûkirin, daku yek arasteya wê bi zelalî bihête xuyakirin dinava gel de, giringe bizanîn ku siyaseta guherînan ne proseyeka bileze, belku proseyeka liserxwe ye û gavên wê bi xwandin û nirxandinên heme cur (piralî) pêşda diçin, hosa jî aliyên siyasî dişên bibine bingeha guherînan û civakê organîze bikin, bivan rengan takên komelgehê bikene xwedî îrade, berxwedan û xweragrî dinava helwestên wan de cihbigrin.

Helbet neya guncaye daxwazên gel û yên opozisiyona populistî di cudabin, fişarên (zext) gel amanca wan pêkînana çaksazî û yeksaniyê ye.  Yên opozisiyonê jî asîmlekirina herêmê û vegerandina deshilata navendî, ev stratîjiyeta opozisiyonê li demekê daye, ku hikumeta navendî heta hefkê ya xerqiye (niqum) dibin nexweşiya gendeliyê de, bi hîç rengekê xizmetguzarî nehatine pêşkêşkirin, xelkê wan xwenîşandanên milyonî sazkirîne û ji deshilatê û partiyên wê yên siyasî re bi sloganekê dibêjnê: deshilat û hizbên siyasî bo derve me hûn nevên hûn diz û gendelin, her wesa zihniyeta şovînî dinav hemû cemk(bask)ên  deshilatê da ya di ewî peren (astên) geşesendinê de, ev rastiye baş dihête xuyakirin bi dayina hin biryarên wê di van dawiyan da, ew deshilata sed qat gendeltir em bêjînê were rewşa me çareserke, rastî ev cure daxwaziye gelek yên seyr û dûrin ji hemû cure locîkekê ..! Eve ya bûye serdema hindê dinavbera dengên nerazî û opozisiyonê de dûrkeftin û veqetyanek peydabibît, dagîrkerên Kurdistanê bi dirêjahiya salan siyasetek peyrewkir, çawan takekê şkestî dinava gelên Kurdistanê de berhembînin, ku mitmane (bawerî) bixwe nebît.  Şermê ji kurdîbûna xwe biket .. Razîbît hevwelatiyê pile du bît .. Her tim xelkê din baştir ji xwe bibînît, mixabin evê hêşta bandora xwe ya li ser tak û rêkxistinên Kurdistan hey.

Giringya nimayişkirna helwestên fakterên rol heyî dinava buyerên siyasî de:

Eger em li Iraqê mêzeken weke dewlet, hikumeta wê yedekê xwe yê ber dawiyê ve birî, deynên mezin yên tomarkirî êdî derfeta deynkirinê li banka navdewletî nemaye, lewra jî nirxa diravê xwe kêşaye derban, dihête pêşbînîkirin salên pêşda bibine zelîltirîn deshilat li ser astên deverê, nêzîkî hevde salane kelha diktatoriyetê herifî hêşta şovîniyet ya zale di riha netewa serdest de bi şî'e û suneve, divan hevde salanda taîfyet (meshebî) û mezhebgerayî bandora xwe ya kêşaye ser hemû çemkên hukimraniyê, di hemû waran da serusîmayên deverên wan şaristaniyet pêve diyar nîne, êdî rewş ya gehiştiye ewê qonaxê çeprew (çepgir) û rastrewên (razgir) wê bihevra li merasîmên 'aşûrayê kêlekên xwe xûnalok dikin, ez tênagehim di çi biyavekê de mirov şanaziyê bi îraqbûnê bibet ..! Cîhana îraqê hêşta cîhaneka girtî ye, lêveger anku merce'ê olî xwediyê gotina dawiyê ye, biryara ji merce'yetê derdikevît derfetên gengeşê li ser nîne û yekser dikevîte warên cîbecîkirinê, were dinava evê jîngehê de behsê demokrasiyetê û prosa dengdanê û hilbjartinan bike, wargehên di evan rewşanda vemayî nikarin mifa (sud) ji cîhaneka vekirî biken, bila ev mijare baş jiboy hêz û aliyên siyasî yên gelê me ya xuya û zelal bît.

Di îraqê de tex û twêjên komelgehê bi milyonan dirijine ser kolanan, ji deshilatê re dibêjn: hûn dizin .. Hûn direwînin, barken êdî em ji hewe hesnaken, hin dengên nerazî yên opozisîyona herêmê diçin xwe tavêne nav mala ewê deshilatê ewa xelkê wan bi diz û direwîn binavdiket, dibêjinê werin çarekê li diz û direwînên me biken, nûnerên wan di şaşên kenalên têlevizyonan da, bi dengên bilind dikene hewar dibêjin çi biken em dibêjîne hikumeta navendî werin lê çi helwestên praktîk wernagirin, hêzên opozisiyonê hind mereqa wergirtina deshilatê licem wan ya giringe, hemû cure rêkekê bi rewa dibînin, yê lezeka lez divî warî da diken, ew baş jî dizanin deshilatên xwediyên sitratîjyeta monopulekirina hemû çemkên deshilatê hind karekê asan nîne ladan û jinavbirina wan, ev cure deshilate tinê bi hêza gel dihêne hejandin, mumkine desteka derekî harîkarekê lawekî (ne serekî) bît lê qet neşêt rolê serekî bigêrît, başe opozisiyon giranya xwe bidete ser organîzekirina gel û jiwan re bêjît ka alternatifê wan çiye û çi cure sîstemekê ew jiboy rêvebirna welatî dixwazin, heta ew xwe divî warî da yekalî neken neşên bibine cihê baweriya civakê.

Îraqî di hin aliyên din da jî deshilata xwe binaskar diken (tawanbar), ku parên wan didene Herêma Kurdistanê, Hikumeta Herêmê jî parêzgehên xwe pê avadan diken, xelkê kurdistanê bixwe jî dibêjn hikumeta me ya gendele, ev dû curên xwandinên hevdijî yek li ser astên her dû komelgehan, ayinde û paşrojeka kirêt didete nîşadan, başe hikumeta îraqê dibêjîte herêma Kurdistanê, jibilî hindê ku em pazde parêzgehîn û hûn sê parêzgehin, lê muçexwer û fermanberên hewe pitirin ji muçexwer û fermanberên me, wate li herêmê mal nîne dû heta sê muçexweran têda nebin, eve bi xwe xaleka pozetîfe bo deshilata herêma Kurdistanê, dîsan xelkê wan dema weke geştyar dihête herêma Kurdistanê cudahiyên mezin yên avedaniyê dibînin çaxê hevberdiken digel parêzgehên xwe, belê li vê dawiyê kolanên wan dibêjît ew pêşveçûn li ser kîstê budca îraqê hatiye pêkînan, bes budceya îrqê bixwe deshilata wan hatiye dizîn û hederdan, eger bi hûrî û bêalî (objektiv) rewş bihête enalîzekirin, renge mirov bigehîte wan encaman, ku herêm di hemû waran da li îraqê serkeftîtir bûye...! Arasteyek dihête hestipêkirin divêt xelkê îraqê ber şovînyetê handet (palde,dehfbide) û bi hinde rêkan dijî herêma Kurdistanê bidete livandin, renge bo van mebestan karekê baş jî hatibîtekirin û heta radekê karîgerî hebît liser kolanên îraqî, min li vîdyoyek a melperê (Gav) de mêzekir, çend dîdarekên kurt digel hind geştyarên ereb yên îraqê hatekirin, dabêjî mirovên berî serhildanêne û hêşta parê te bikartînin, her digot şîma l(bakûr) îraq  û li Faw heta Zaxo hemû yeke û em hemû birane û cudahî nîne, nedixwast navê herêma kurdistanê bînin, hin caran mirov digehîte wê baweriyê, ku ne tenê li ser astên aliyên siyasî şovînyet heye belku li ser astên takê îraqî bixwe jî ew netewa şovînî xwedî hebûne.

Berdewamiya nerazîbûnên kolanên îraqî heta radeyekê bandora xwe li ser arasteyên deshilatê pêktînan, hin caran jî şiyan serê heremê yê deshilatê biguherin, wate daxwazên nerazîbûnên kolanî di hin biyavan da liberçav hatîne wergirtin, çaxên proseya hilbjartinan dihête birêvebrin, dengderên îraqî dikarin bi dengên xwe hin partiyên deshilatê sizaden, eve di naveroka xwe da xaleka herî pozetîfe di îraqê de, nerazîbûnên kolanên herêmê ku hêj deshilatê jî naxurînin, ji hemû nerazîbûnan re deshilat dibêjîtê: têkderin . Destên lipişt, her wesa bi rohnî helwestê xwe aşkiradiken, ku deshilata wan bi vî rengî ye û dê bi vî rengî jî bît, yê nerazî dikarît biçîte dereka din çadirên xwe hildet, proseya hilbjartinan li herêmê çi ji babetan naguherît, melefên (dosya) ewlehiyê û biyavên hêzê yên dabeşkirîne li ser du hêzan û bi hemû şêweyan dezgehên nîştmanî yên hatiye monopulekrin, deshilat li herêmê xwe bêminet nîşandidet, eger ev zîhinyeta hukimraniyê bi vî awayi ya berdewam bît, bê dûdlî dê serê xwe û miletî hemiyê xwen û dê paşroja evî gelî danine bin postala planên dagîrkeran ...!

Têbinî: Ev nivîsin ji Heftenameya Rêya Kurdistan hejmara 1231 ê hatiye wergirtin