Dengên dixwazin (Herêm asîmlebe, desthilata navend vegere) girêdayî ecîndayên dagîrkeran in..! (2) | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Dengên dixwazin (Herêm asîmlebe, desthilata navend vegere) girêdayî ecîndayên dagîrkeran in..! (2)

YazarResmi

                                                                                                                            Beşa dûyem

 Bizavên nehêlan û jinavbirina herêmê ji kîjan alî dihên encamdan:

Piştî serhildana seranserî ya Başûrê Kurdistanê di sala 1991 ê de, li ser astên navnetewî biryarên giring di derbarê paşroja herêmê de hatine dayin. Êdî devera dijî firîn hate destnîşankirin, dagîrker û neyarên Kurdan nekarîn êrişan li hemberî hebûna Kurdan pêkbînin. Li wî serdemî hêşta li navenda Îraqê sîstema diktatorî di hemû astan de ya serdest û karîger bu. Salek li ser serhildanê derbas nebû, bereyê Kurdistanî biryara girtinebera helbjartin û rêkên demokrasî da, ji bo pêkanîna desthilateke girêdayî xwast û îradeya gel. Rastî di naveroka xwe de, havêtina evê gavê ew çend selmand, ku Kurd miletekî zîndî ye, dikare bi rêkên demokrasî xwe birêve bibe. Eve di hundirê xwe de jî bûye hêvênê hin guhartinan di Îraqa nû de, êdî herêm ji bo opozisîyona Îraqê bûye penageheke azad.

Ev piroseye di qonaxeke sext û dijwar de hat derbaskirin, ya nixafî (sitarekirî) bu ji kêmukasiyan, gelek bûyer û diyardeyên kirêt li ser dîmenê wê dihatin xweyakirin, siyasetên paşverû bertesik (teng) dihatin peyrewkirin, her tişt mirov dikarit bêjît cihê rexnên cidî bûye. Gel bi temamî ji ewan reftarên seqet û îflasbûyî nerehetiyên xwe dianîn ziman, dengên nerazîbûnê dinav tex û tiwêjên civakê bi şêwazên cuda cuda bilind dihatin guhlêbûn. Ev hemû dengên nerazî û rexneyên arastekirî mebestên wan pêkanîna reform û çaksaziyane. Bawernakim di evê herêmê de takekê bitenê jî hebe yê hevbîr bit digel boçûnên (bîr,hizr) jinavbirin û nehêlana evan destkeftan. Xelk dixwazit çêbibit neku têkbiçît. Ligel hemû kêmasiyan jî komelgeha (civak) Kurdistanî evê desthilatê bi desthilata dagîrkeran naguhere ..! Her çawabit, em niha di hemû biyavan de ji wana baştirin, bi baweriya min jî xelkê me jiyana xwe naguhere digel rewşa jiyana takên navend û başûrê Îraqê. Perlementara Îraqê (Heyfa Emîn) liser lîsta Hizba Şûî (komonist) ya Îraqî di dibeytekê de li Beyrutê da xweyakirin: “Eger rewşa parêzgehên Basre yê Îraqê hevberkeyn (miqayese) digel rewşa navenda Îraqê û rewşa Herêma Kurdistanê, dê ew çend xweya bit, ku bajarên başûrê Îraqê di astên herî paşverû dane. Eve bixwe jî gelek ya watedare, gereke em bizanin gelê me xwediyê saxletên hêjay e, mirov yê serblinde ku takeke dinav evî komelgehî de ..! Guneheka mezine em xwe biçûk bibînin li hemberî netewên serdest.

Helbet her li destpêkê dagîrkerên Kurdistanê keftine pilanên hindê evê tecrubê jinav bibin, her car bi rengekê aşkira rayedarên Turkya digot em rêkê nadîn li tenişta me sitatûyeka Kurdî hebe. Givaşên wan roj bi roj zêdetir dihatine parvekrin, her tim pîlanên wesan darşitine, ku çi caran rehetî û tenahî li deverên Kurdistaniyan berqirar nebe. Ew gerên şerên navxweyî jî evên di mawên (demê) desthilata Kurdistanî de hatine pêş, rolê dagîrkerên Kurdistanê bi rohnî têda hatiye dîtin. Wate tenê dagîrkerên Kurdistanê dixwazin ev sitatûye nemîne, mîna caran hikûmeta navendî vegere û Îraq weke welatekê yekgirtî înisyatîfa wê li her derê hebît, her tişt ligor hez û viyana biryarên hikumeta navendî bihê pêkanîn. Renge hin caran di hundirê herêmê de ji aliyê hin aliyan ve bi nezanîbûn hin reftar bihêne encamdan, ku di bingeha xwe da xizmeta dagîrker û nehezên Kurdistanê biken. Di vêre de nabe desthilata herêmê bi difin bilindî serederiyê digel evan etmosferan biket û evan mijaran bihend (giring) wernegire. Erkê hikûmeta herêma Kurdistanê ye derfeta rûniştinan digel da sazbike û harîkar nebe ew aliyên zêdetir yaxîbin (dûrbikevin)..! Raste desthilata herêmê xwedî hêze, bes di heman demê de jî ya pêdivî desteka tak bi takên Kurdistanê ye. Eger ew her bi îsrar xwe bilintir ji gel îfade biken, wate ew yê xwe berhevdiken serê xwe li kevrekê biden şûnewarên wan jî nemînin.

Opozisyonên xwediyên gotareka popûlîstî bi saykolojiyeteke nexweş siyasetê diken:

Gel ji edaya (rêvebirin) desthelata başurê Kurdistanê yê dilgirane. Li gor nêrîna xelkê ev desihilate desihilateke gendel û dize, ev hemû kirîzên di van sih salan de serhildayî binegoka ewan suçên desthilatê ne. Ewan gel di binê evan hemû kirîzên çêkirî de fetisand, niha têkraya (pêkve) tex û tiwêjên evî civakî mitamane (bawerî) bi desihilatê nemaye. Bi boçûna wan ev desthilate naxwaze guhdariya gazindên xelkê bike û bersiva daxwazên wan bidit. Li hemberî livîn û çalakîyên nerazîbûnên gel evên dijî şaşyiyên hikûmetê dihêne encamdan, desthilat ji bilî bikaranîna hêzê rêkeke din nabîne. Hemû dengên nerazî jî bi têkder û neyarên xwe yên serekî di hesibîne. Heta îro jî rayedarên başûrê Kurdistanê liser evê zihinyetê dimeşin. Ev nêrîne ji riyalîteya siyasî li herêma Kurdistanê deridkevin, hîç tiştek ji wana piropagindên kirêtkirnê nîne, rastiyeke bi çi rengan nahêne înkarkirin. Lê xalên di serî de hatine amajekirin wê watê nagehînin, ku derfetên çareseriyên bingehîn nahêne mêzekirin. Kêşeyên herêmê hind yên aloz nîne, ku em bi nexweşiyeka domdirêj binav bikîn, heta em bê omêdiya (hêvî) xwe ragehînîn û fatiha dawiyê bideyne ser rewşê ..!

Pilanên opozisyona (şepirze, ya serçûn, ya sinêle (biçûk), ya dîn û har) dixwaze bi danepêşa gotareka popûlistî siwarî hestên nerazîbûnên civakê bibe. Li gor ecîndayên xwe yên seqet penayê bo hin rêkên metirsîdar bibe, bêku bibit xwediyê eltirnatîv û bedîlekê guncayî jibo çareserkirina hemû pirisgirêkên civakê. Gel amadeye bihê ser kolanan û astên nerazîbûnên xwe aşkera bike, kî destekê bidê ji bo wan ne girifte. Aliyên dixwazin pêşengiya nerazîbûnan biken gereke xwediyên zihinyeteka danayî û hişmendane bin. Arastekirina nerazîbûnan bo (Sotina baregehên hizban, avahyên hikûmetê, dizîn û talankirina tiştên hikûmî, bikaranîna tundutîjiyeka dûr ji pirensîbên mirovayetiyê) ev siyasete ji bilî malwêrankirinê tiştekê din berhem nayîne. Bila siyasetê bo avakirinê bikîn neku bo pitir alozkirinê. Madem desthilatê wêneyekî kirêt daye nîşadan, em gereke li wêneyekê ciwan bigerin, daku em bêne cudakirin ji sîstema desthilatê. Hebûna wêneyekê din yê kirêt hemberî wênê kirêtê desthilatê çi guherînan dirûst nake. Wî çaxî yek ji wan dê yê zêde be, şansê herî zêde jî yê manê bêguman dê bo desthilatê be.

Ev curê opozisîyonê mimkîne bi asanî bibe nêçîra pilanên dewletên dagîrker. Heta eger bi zanîbûn jî nebe, ew dikevne bin bandora siyaseta neyarên Kurdan û xizmeta ecîndayên wan diken. Demên opuzisîyon bi nefeseke şepirze bixwaze zû xwe bigehîne gupîtka desthilatê, bê dudilî dê hewil bide hemû rêkan bi awayên vekirî bidete pêşiya xwe. Çinku desthilatên gendel hemî gavan xwedî hêzên xwe yên taybetin, di haletên pêdivî de evan hêza bo mijarên serkutkirinê (bêdeng,tepeser) bikartînin. Di aliyên hêzê de desthilat xurtire ji opozisîyonê, eve rastiyeke nayê înkarkirin. Opozisîyona piştbestî (piştgirêdayî) bi gotara popûlîstî xwediya nêrîneke berteske, êdî siyasetê liser bingeha çavnebariyê diket. Wate lidû ewî sîstemî kardike (eger her bomin nebe bila bo wan jî nebe) mebest ewe li wan jî têkbide. Hebûna evê derzê di nava karên opozisiyonê de, derfeta mayîtîkirina (destêwerdan) dewletên dagîrker ji hemû îhtmalekê nêzîktir dibît. Di evê siyasetê de gelê me zerermendê serekî ye û sudmend jî tenê dagîrkerin.

Têbinî: Ev nivîs ji Heftenameya Rêya Kurdistan hejmara 1229 ê hatiye wergirtin.