1. QARANTÎNA
Roj çiqas hêdî hêdî ber bi rojava de dimilmile. Pir bê dil dimeşe. Dilê wê qet naxwaze biçe ava.
Dengê we tê min. Hûn dibêjin; Ji xwe kes şevê naxwaze. Bira roja zer xwe li ezmanê hêşîn bixapîne û neçe ava. Lê, derdê giran ew e ku, şev jî naqedin. Roja zer ku çû ava jî, xwe li wir ji bîra kir. Ku çû êdî zû bi zû li me venagere. Em jî şevê dirêj ên bêdawî naxwazin. Şev dişibe mirinê. Lewre şev tarîye. Tarîya kor jîyanê ji mirovan didize.
Lê tenê roj para mirovan nakeve. Lewra dû rûyê jîyanê hene. Şev û roj, tarî û ronahî. Ku roj li ba me biçe ava, wê li dereke dinê, ji kesên din re bide der. Ji xwe dinya bi çerx û fitl û dewran e. Ew her li dora roja zer bê west dizivire. Ji hinekan re ronî û ji hinekên dinê re tarîyê tîne. Belê em van rastîyan baş dizanin. Lê roja zer îro, bi rastî wan rojan pir tiral e. Pir hêdî tevdigere. Ew van rojan dereng diçe ava. Ku, çû ava jî zû bi zû dernayê.
Ev çend wext e ku, em li ber pacê ne, ew her li cîyê xwe ye. Weka teyra per û baskê wê kikiyayî be, jar û bê hêz mabe û hêdî hêdî bifire. Yan dilê wî naxwaze biçe ava, an jî ew dixwaze demeke dirêj li halê me yê xirab temeşe bike. Yan jî ew jî weka me di bin giranîya rojên coronayê de westîyaye êdî.
Belê, dilê rojê tune ye ku, îro biçe ava. Ku, di rojên Nîsanê de, roj li ezmana biçilwile, gul û gupikên dar û beran, kulîlkên rengîn bibiriqin, mirov dixwaze xwe bavê derve. Bi reng û bêhnên xweş ve xemilî de nikare di hundur de tiral tiral rûnê, bisekine. Di wan rojên Coronayê de ajans jî dereng tevdigerin. Gelo îro çend kes nexweş ketin, çend kes mirin? Hê ew tabloya hêşîn li ser ekranê televîyonê naxwîyê. A xirab ew e ku, ji kuçê jî dengê zarokan nayê.
Xirecira rojane, hatin çûyîna wesayîdan a bi lez û bez, gurîna dengê wan, qîrevîra fêkîfiroşan jî ji kuçê nayê. Belê kuçe êdî ne ew kuçeyên berê ne. Ya giran ew e ku, dengê zarokan ji kuçê nayê. Ku dengê zarokan ji kuçê neyê kuçe xirabe nin, wêran in. Ew gund û bajarê ku, dengê zarokan jê neyê ew gund û bajar wêra nin, xirabe ne. Ku gund û bajar xirabebin, dinya jî xalî û xirabe ye.
Li ber pacên malên bi axîn û nalînan ve tije, çavên bi xem li kûçên vik û vala temaşe dikin. Belê, cewr, cewrker û bindest bi hev re, bi bêrîkirineke mezin di pacên bînteng re, li derbazbûna bihara rengîn û tava tiral temaşe dikin. Dilê rojê tune ye biçe ava û ajansan jî dest bi nûçeyan nekir. Di serê me de xweyalên pêşerojê, bêrîkiria bihar û havînê û sewalên bê sînor. Gelo qoronayê mutasyon derbaz kir ya na, gelo ewê kêngê biqede, gelo derzî û derman wê kêngê li gazîya me werin? Ajans jî tiralin. Ew jî dereng dest bi nûçan dikin.
Belê, cewr û cewrkar bi hev re bêrîya bihara û havîna germ a rengîn dikin. Li Kurdistanê, di şevên havîna germ de, galeqala li pêş şêmugan bi carekî de şevên tarî dadiqurtînin. Lê yên herî pirtirîn bêrîya azadîyê dikin dîsa em bindest in. Ku em dernekevin derve, agirê jîyanê danedin, çerqa aborîyê nagere. Wê çaxê jî, him em bi zaro û zêçan ve, di qula xanîyande bi zikê birçî dikevin xewa sivik. Him jî cewrkar û kedxur. Belê di wan rojên Coronayê de xewne giştan bi hev re sivik e.
Çavek me li derve, li liva biharê û roja tiral e û çavek me li televîyonê yê. Ji kuçê dengê zarokan nayê. Ji pacê de bêhna biharê diherike hûndurê malan. Zarok di hundur de nayêne zevtê...
2. SERÊ ME TEVLİHEV E
Belê em ji tirsa Coronayê bi rojan e di hundur de nin. Nojên di hundur de jî ne ew roj in. Her rojeke hûndur beramberê deh rojan in. Belê em di hundur de di hepsê de nin. Navê gardîyanê, dergevanê ber derê me jî Corona ye. Ew nahêle em ji hurdur derkevin. Kê serê xwe ji hundur derîne ew bi hostayî bi wana vedide. Dergewaneke ji surê ye ew. Kesî ne reng û rûçikê wî/wê dîye, ne jî bejn û bala wî/wê. Ne dîyar re ku, ew nêr an jî mê ye jî. Lê baş tê zanînê ku, ew cewrkareke xedare. Lewre, wî rihê pir kesan girtîye. Dîyar e ku, wê hê jî bigire.
Roj tirale. Rojeva me jî her Corona 19 ye.
Alimên welat li ser ekrana her êvar dibine mêvanên mala me. Hewl didin ku di derheq Cronaya cewrkar nasbikin û bi me bidine naskirinê. Ew dixwazin derheq coronayê de, di derheq fen û fûtên wî, hêza wî, çek û sîlehên wî de me hîşar bikin ku, em bikaribin xwe ji êrîşên wî biparêzin. Niha min çima got; wî? Ji ber ku Corona her çi dibe bira bibe. Em dizanin ew cewrkar e, zalim e. Li vê welatî, di nava jîyana civakî de, kên cewrkar, pirên wî jê mêr in loma.
Alimê ilmê fenê, wan çendan qet ji ser ekranan nayên xwarê. Wan êdî dewsa sîyasetvanên fetbaz û pisporê nîvcû girtine. Ew tiştekî baş e. Di nav tiştên xirab de carna tiştên baştir jî têne dîtinê. Belê cira wan ji ya sîyasetmedarên vî welatê, yên ku hetanî niha tevyîya ekranên tv yan di dest wana de bûn pir û pir baştir e. Em ji gotinên wan pir fêm nekin jî, qe nebe şer û pevçûna wana kêm e. Ji bo derzî û dermanan agahdarîyê didine me. Ew her dibêjin; maske, navber, mesafe û paqijî. Mala wan ava. Bi me baş dane fêmkirinê, di vê pêvajoyê de çarekî dinê jî tune ye.
Belê gotina wana gelek zelal e. Di nava civatê gelek kes bi wan gotinan ne bawerin. Ew dibêjin Corona morona tune ye. Ev yek derew e. Amerîqa me dixapîne...
3. Dİ MAL DE MALXO Û MALÎVAN BÎNTENGİN
Li gor agahdarîyan dibêjin di dû destpêka pêvajoya coronayê û di rojên qarantînayê re hevberdana jin û mêran ji sedî sî zêde bûye. Eman, yeman sebir hevalno...
Malxo û bermalî bi hev re di malê de, bi zarokan re hêvîyên rojên xweş dihûnandin. Lê mixabin roja tiral wan rojan hîn giran tevdigere. Ku çerxa rojê dirêj dibe dîwar û banê xwanî cî li merû teng dikin. Ew hêvîyên pêşerojê roj bi roj dihelînin. Nivîn jî êdî weka berê nerm û xweş nînin. Doşekên hevirmêş weka bizmarên pola di pişta merûyan re diçe. Li gor bermalîyan malxo, her radizên, dixwun, veduxun û li televîzyonan temaşe dikin. Ne kar, ne şuxul, ne ger, ne qehwe, ne jî heval û hogir. Jiyan tu carî ewqas teng û tel nebû. Ne dîyare ku emê kênga derkevin firehîyê. Ya giran, ya here giran jî ev e. Ji ber vê yekê, malxo û bermalî her bîhnteng dibin. Bi wî awayî roj derbaz nabin. Zarokan di pacê re li deng û banga buhara ku, li derve bi tena serê xwe, di perê jîyana me re bi reng û bengên xwe yê xweşik ve diherike temaşe dikin. Tenê temaşe dikirin. Tenê temaşekirina biharê bi kêrî tiştekî nayê. Ew yek her bîhna mirovan teng dike. Em êdî dixwazin xwe bi coş û bê sînor berdin nava kelekela bihara rengîn. Lê coronayê pêşî li me girtîye. Şûrê xwe yê ji agir girtîye û li pêşîya malan di nobetê de ye. Goga gilover, pisîkleta sorik û solên bi teker di mal de betalin. Ji ber vê yekê, bêhna zarokan jî teng e.
Bîhna malxo teng, bîhna malîyê teng û bêhna zarokan teng e. Bi rastî bêhna hemîyan roj bi roj teng dibe. Em gişt bîhn teng in. Sifrên xwarinê weka berê bi tem nînin û me li ba hev nacivînin êdî. Masên xwerinê jî êdî me naynin ba hev. Sifre teng bûne, ode teng bûne, xanî teng bûne.
Lewre, cî ji dilan teng e Coronaya malvêrat dilê me teng kirîye.
4. EMÊ KÎNGA BÊ TİRS Lİ BA HEVDÛ RÛNÊN
Ji derzî û dermanan jî hê xebereke xêrê nehatîye. Zanyaran hêvîyên me qut kir. Em pir bi wan bawer bûn. Me digot, ilim û teknolojî pir û pir bi pêşketîye. Alimê ilmê fenê û tenduristîyê wê di nava mehekî de me bi derzî û derman kin. Lê nebû. Heval û hogir nexweş in. Dê, bav, av, xal, xalozj, amojn, der û cînar nexweşin. Nexweşî roj bi roj zêde dibe. Hezkirîyên me ji ber derdek bê dermen, ji ber neyarek nexwîyayî dimirin. Mirin mala te wêran be. Te çewa sifra xwe li welatê me danîye û bi salan e jê ranakî.
Rojeva hemî dinê mirin e. Navê mirinê corona ye. Ya me Kurdan corona û birakujî bi hev re li ser karin. Birakujî an xwekûjî rast e? Ji min re wisa tê ku em dikarin wan herdû têgehan bikin ser hev û ji wan re bibêjin bêaqilî. Mala kêmaqilan her bê aqûbet e. Em bi Coronayê nikarin, bi neyarên hov, bi cewrkarên xedar nikarin. Lê ji hev re gurê harin. Bav û kalên me zûda gotine. “Golikê malê ji gayê malê natirse.” Ev gotin jî eşkere dike ku Kurd her ji hev re êginin bûne û hê jî ji hev re êginin. Do pêşmergekî qehreman hate kuştinê, şehîd bû. Lê, bi sedan ji wan jî, ji ber coronayê koça dawîn kirin.
Belê roj tiral e. Bê dil dimeşe. Him dereng diçe ava û him jî dereng dide der. Lê em şênîyên malê, êdî newêrin di mala xwe de jî li ba hevdû bi dilrihetî rûnên. Dê ji bona zarokên xwe ditirsin, bav ji bona jin û zarokên xwe. Ev tirseke duserî ye. Dayîk û bav him ji bona zarokên xwe ditirsin û him jî ji bona xwe. Dibên, li ku ez Coronayê ji derve bînim nava malê û zarokên min nexweş bikevin? Lê ku zarokên min coronayê ji derve bînin û min û malxoyê min, bi nexweşîyê xînin? Lê, yek ji me bimire? Ji ber vê yekê ku, yek bikuxwe, hemî şênîyên malê dikevin tatêlê. Her yek bi alîyekî direvin. Bi guman û bi metirsî ji hev dûr dikevin.
Hêvîya me ma bihareke dinê. Offf, emê kêngê bê metirsîn li ba hevdû rûnên û ji kuxuk û pişkîna hevdû netirsin. Gelo kînga?
5. BİNÊ BÊRÎKÊ QUL E
Belê, kesên, ji betalî, tiralî û razana di mal de hezdikin jî zefin. Yên ku, ev yek bi xweşa wan naçe jî gelek in. Lê betalî hetanî kêngê?
Dayka min digot; “destê rihet li ser zikê birçî ye.”
Li wê welatî bi milyonan mirov bi keda destê xwe debara xwe dike. Roja ku neşixulin diz di mal de nakele. Ku, kar tunebe nan jî tune ye. Zar û zêç birçî dimînin.
Xewa birçîyan nayê.
Li wê welatî ku, kedkarên salan, rojek nexebite, kesek çopek nan nade destê wan. Tirsa birçîmayînê ji ya Coronayê mezintir kerket. Karkir li ser karê xwe nin û Corona jî li ser karê xwe. De vêca xwedê dide kî...
6. KURD HEVDÛ DİXWİN
Coronaya malxirab rojê çend kesî ji nava me dibijêrê dibe. Xizanîyê mala me xirab kiriîye. Me ziman û çand ji dest daye. Sazîyên me yê çandî tunin, dibistanên mi tunin. Li bakûr, sazîyên me yên zanîstî tunîn. Çerxeke me ya aborî a hevdem tune ye. Sazîyeka me ya tendurustîye tune ye. Sazîyek me ji nexweşîyan biparêze tune ye. Lê em pesnan didine xwe dibêjin em hêzeke ewqas mezinin, wiha serkeftî nin hwd.
Bindestîya salan em helandine. Li Başûrê welêt çend pêşketinin netewî yên piçûk dixwîyên. Ew destkeftinên piçûk ji bona her kurdekî welatparêz çevkanîya hêvîyên mezin in. Lê pir mixabin ku, hinek ji me! ji bona rûxandina wan sazîyên hêvîya Kurdên jar li ser karê xwe yê qirêjin. Neyarên hov bi fen û fûtên mezin li firsenda xwe digere. Neyarên bav û kalan, van çendan dîsa firsendek baş bi dest xistin. Wana, dîsa careke dinê jî ava me şêlû kirin. Ji bona gurên pişt cûn bi hêsayî nêçîra xwe bikin mij û moran û dûxaneke tîr çêkirin. Hewa bi mij û pûs e. Do pêşmergeyek qehreman di nava vê mij û pûsê de jîyana xwe ji dest da. Mala sebeban wêran be.
Corona çopek nanê rojane jî li me birî. Neyaran em di sêla sor de helandin. Lê em dev ji kîn û rikên xwe yê bê derman bernadin. Bi kêmaqilîya xwe, bi hêsanî, fesalê didin neyarên xwe ku pilanên xwe yê li dij me yeko yeko cîbicî bike.
Ewên ku hurmeta wan ji huqûq û destkeftîyên birayên wî re tunebe, birayê neyaran e. Ne yê birayên xwe ye. Ker jî ku carek li derkî bikeve herîyê, careke dinê di wir re naçe.
Pilanên neyaran yên kevn, bi awakî serkeftî her dubare dibin. Şaş û metel im ku em çewa hîşar nabin û wan defikên kevnar nabînin.
Corona jî ji heqê ehmeqan dernayê.
7. KURDAN KURDÎ HETİKAND
Ziman, mafê ziman, dara ziman. Li bajarê metrepolê Kurdî di nava jîyana rojane de tune ye. Kurd şerê deh duwalan dikin, hev dû dikujin. Her yek ji yekê dinê pirtir Kurd e. Lê, kesek ji yê din zêdetir bi Kurdî ne axive. Yên diaxivin jî bi tevreke cuda, li gor dilê xwe hevokan dihune.
Me ne tenê Kurdistan, me Kurdî jî hetikand.
8. TENÊ ŞERÛD RANAWESTİN
Belê, coronayê dinya ser û bin kir. Dinyayê, ji ber şerê bi qoronayê re, ji mejbûrî şer û pevçûnên xwe yên kevn piçek rawestand. Wan çendan, Tirkan û Ermenan jî, di van rojên dawîn de,şerê xwe yê li qada Kurdistana Sor dane rawestandinê. Lê şerê Kurda yên navxweyî tu car ranaweste. Neyarên Kurdan tu wextî rênade wan ku aqilê xwe û feraseta we weka amûreka tekoşînê bi kar bîne.
Ji ber vê yekê jî, şerê Kurdan tu car ranaweste. Yek jî koça li ser behrê ranaweste. Mixabin Alyan Bebek jî kêm nabin. Em her li ser rê û dirbanin û ji welatê xwe direvin.
Ma ne bes e? Wê kê bikaribe ji vê rewşa xirab re rêkî bibîne. Dixwiyê ku, li pêş sazîya sîyaseta Kurd pirs û pirsgirêkên pir û pir giran henin. Ew pirs û pirsgirêk her ku diçin zêde dibin. Lewra çevkanîya wan pirs û pirsgirêkên me şerê malxirabîyê, malwêranîyê ye. Av disekine, agir disekine. Lê neyarên me nasekinin. Şerûdên hov her li ser karin.
Ew civatên bê tifak roj bi roj pirsgirêkan diafirînin û wan li hevdû zêde dikin. Lê corona nahêle em ji malê derkevin.
9. PATRON HEZAR PANOT ŞAND
Bi tiralî û xizanîyê dîzik nakele. Derxûna derê dîzikê tune ye. Lê bêhna xwerinê jê nayê. Kargeh girtîne. Zarok li malê birçîne. Roja tiral êdî xwe tevnade. Hêvî ma bihareke dinê. Bihareke dinê jî gelekî dûr dixwîyê. Tirsa birçîbûnê ji ya Coronyê mezintir e.
Patron do ji me re hezar panot şand. Belê pê re nameyeke bi dilşewat jî şandîye. Dibê min ji we re hezar panot şand. Lê hûnê di dû pêvajoya coronayê re ji min re deh rojan badîlhewa bixebitin. Dîsa jî mala wî ava. Rêkî dinê jî li ba me tune ye. Nifta nan di xwîdana enîyê de veşartîye. Bê kar û xebat xwîdan ji enîya mirovan nayê. Tirsa birçûbînê tirseke xedar e. Jar û bindest ji tirsa birçîbûnê bi salan e ku, li ser rê û dirbane.
Dibên derzî û derman ji Nexweşîya Corornayê re hatîye dîtinê. Hêvî di bihareke dinê de ye.
Lê Dermanê kulên me yên kûr?
Dermanê wan kulên me yên kûrên kor li ku ye?