Dengên dixwazin (Herêm asîmlebît, deshilata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (1) | Kovara Deng | DENG Dergisi
Kapat

Dengên dixwazin (Herêm asîmlebît, deshilata navend vegerît) girêdayî ecîndayên dagîrkerane..! (1)

YazarResmi

                                                                                                                                            Beşa yekê

Kesên di serdemên berî serhêldanê de, êş û azarên dagîrkeran kişandî, jiyana derbideriyê dîtî, careka din naxwazin deshilata navend bi çi edrêsan vegerît, ew deshilata di dirêjahiya heftê salan de, ji bilî derdeseriyan me tiştekê din jê famnekrî, ku di bin sîha ewê deshelata navendî de, di navbera me û cisaretê de mêranî  bi diyardeyeka  xesandî dihate parvekirin, me nezanî rexnê bikin, mafan bi azadî  arastebikin, hebûna xwe îfadebikin, bi hemû wateyekê em yêd bê hişbun, deng û rengên me weke civak bi çi awayan nedihatine dîtin, em di nav hebûneka bê hebûn da bûn, mirnê ji bêbextî emanetê xwe ji me nestand, jiyan bi van kevalên  bêdengiyê  ya berdewam bû, bi kovan û keserên mezin ve gel di benda helatineka nû de di sekneka şkestîda bûn, ev rewşe çi caran li bîra tex û twêjên kumelgeh (civak)ê me naçin ..!

Pirsên herî nêzîk yên her tim wî çaxî di hişên me da cih digrt, mirov dikarît bi vî awî dabeş kete ser dîdar û danustandinên rojane yên takên civakê; bireve .., fîlarke .., xwe veşêre .., te haj xwe  hebît.., hewe  amanet xwe.., van rojan  ramalîne.., mefreza  emin  û îstîxbarata filanî  ya li deverê  xwe parêzin.., filan kes bi malbat ve girtin.., gund hemî koçberkirin  û birne  urdugayên bixurtî  çêkrî.., ewên mirovên wan digel şoreşê dê kesukarên wan bene cnub (başûr)î.., rihêt  xwe bitiraşe heke dê te girtin.., were here ceyş  elşe'bî li ser kîsê xwe.., here  eskeryê nan û mesrefa te jî  li ser mal.., eminê  caba teya birêkirî.., gelî gundîya werin dara bo  rebîê (qereqol)  û fewcê ben.., van roja dê mal mal  teftîşken (kontrol)  heke  hewe  tiştek hebît veşêrin.., hindek bi merasîmên mezin yên cemawerî remîkirin û parêt  wan telqa (gule ) ji mirovêt wan wergirtin û behî jî nabît bête danan.., yê ceyş elşe'bya digirin xwe veşêrin.., van roja teqdme (operasyon) bo  hemî deverê .. şevêdî  hindek keftine  kemînê û hatine kuştin dîwar biguhin neaxivin.., ev e sinurên menteqa  muheremin.., şevê  dernekevin dê hewe girin.., li def  filanî neaxivin dibêjn emne (istixbar).., sibehî werine mesîrê.., filan kes hate girtin.., yê nebîte be'sî cihê wî li vêre nabît û dehan tişên din.

Ew wext tinê wextê  peyamên nexweş  û tejî tirs bûn. Cîhana deshilata sentral cîhaneka tejî fubya bû, kuysele serkêşê karwanê gehandin postan bû  li  gundekê  bo  gundekê  din. Li devera me mifawiz Fethyek hebû, yê req û  hişk, riha  wî dû filis nedînan, kêrî ber garanê  nedihat. Hemî  xelk  înabûne  îşte  îştê,  kes  nediwêra lihemberî  wî  bi sekinît,  hemya  destê  xwe bi serê xwe vedna da çi kêşe û girift bo çênebin. Kêşe û bela li ber dergehê hemû malekê li derfet û hêceteka  bê wate  yên bi jivan bûn. Tirsê têkraya biyavên jiyanê  hingaftibûn. Me  bawerî  bi jyanê nemabû,  tiştê me hizir têda nedikir paşroj  û ayindebûn. Çi caran nedihate  ser xeyala me,  ku rojekê  ji rojan  sitema  be'syên  zordar  bi dawî  bihêt û em bi deshilata xwe ya xwecihî şadbibîn û hest bi hebûna azadiyê bikin. Millet bi perîşanî  li  hebûn û hîviyan  digeryan,  rêkxistin û organîzeyên siyasî yên bê bandorbûn di  hişyarkirna  civakê de. Kesên tevlî  siyasetî  bûn ne mirovên zêde hêja û xwedî şiyan û serborbûn. Neşiyan bibine sembola bawerî û mitmana komelgehê. Boşaya (valayî)  di vî biyavî de yek  ji  hokarên (sedem) herî serekî  bûye,  ku  civakekê şkestî û bêmoral bihête berhemanîn. Çinku  di navbera germatiya şoreşê û dijwarya  sitema  dagîrkeran  ciyawazyên (cudahî)  mezin  hebûn. Balansa  hevkêşê  ya alîseng bûye di giranya bandora despotîzma neyarên gelê me de.  

Me di dirêjahiya temenê dewleta Îraqî de, anku her li roja damezrandina wê heta digehîte dawî roja ramalîna yekcariya darudestekên  deshelata  hikumeta  navendî,  helbet  encamên  siyaseta dagîrkeriyê ya hikumatên yek li dû yekên Îraqê, em xwediyên takekê şikestî û bêîrade bun. Mîna  hevwelatiyekê  bênirx û pile dû serederî di gel de hatiyekirin,  êdî me jî mitmane (bawerî) bi şiyanên xwe weke gel nemabûn. Em jî di baznên wê xwandinê de dizivirîn, ku em ne komelgeh  û netewekê  temam in, qusûriyên me gelek  meznin û em kêrî rêvebirinê û îdarekirnê nayên. Heta îro jî karîgerya evê zihniyeta şkandina  bernamekirî  li ser  takê me ya dihête hest pê kirin. Di siviktirîn  nerazîbûn de berdewam evan cure axivtinan vedigêrîn, çi caran  jî em li ser hindê ne rawestiyane. Başe eve hinde sale netewa serdest  bi gopalî  me  birêve dibet, hêşta fêrî zimanekî şirîn yê bê gefekirin  nebuyne. Di navbera  wan û mirov  dostiyê de mesafekê hindê mezin yê hey  hindî  xudê hesket,  bextewerî û serbilindî dibin sîha deshelata wan de ya zîz û kûvî  bûye. Nizanim  bo çî  em  beramberî wan xwe kêm   bihesbînîn?  Rastî  eve  bo min  gelek û gelek  ya seyre (ecêb) ...!

Di van demên hinde dûr û dirêj de, em yên bûye xudan tecrûbeyeka herî  mezin di gel  hikûmatên navendî  yên  Îraqê,  em  baş  dizanîn  jiyan  dibin çetra deshilata  wan de dê bi çi awayan bît. Li bîra meye senga me weke millet li kîjan  ast dihate nimayîşkirin, reftar û sererderya  siyaseta wan ya şkandinê  hind  karîgeriya nîgetîf ya kirye ser saykolojiyeta  me... Dema  behsa  deshilata   navendî dihêtekirin em (dêşîn, îstîvzaz dibîn, diherşîn, şeprze dibîn, ditirsîn, natebitîn) di kevine  di haletên  livlivîneke  ne sirûştî  de,  xelkê me temet serê derzîkê  jî  tenahî  û bextewerî  li ser demê  wan  nedîtiye heta bi vegera wan dilxweş bin. Li gor nêrîna min ev daxwaz, mebest daxwaza vegerandina  hikumeta  navendî wateya hilbijartina  mirneke heta hetayî ji bo gelê me digehînît ..! Lewra fere ev dengên neşaz dixwedabiçin, bizanin dermanên  çareserya gazindên wan li vêreye .. Erkên pêkînana zextê li ser deshilata  xwecihî ne bi vegerandina însyatîfa  hikumetên  biyanî  û namoye .. Girtine bera evê rêkê malwêranî û şaşiyeka zêde kujeke .. Ciha evê çendê werin gel organîzeken, şiyanên nerazîbûnên tex û twêjên komelgehê komî serhevken. Bi vî awayî  hûn  dikarin  bibine  hêza guherînkar  û  bingeha  çêkirna  zextê,  deshilata  xwecih  jî  tinê li havêtina eva gavan ditirsît..!

Karekê  zêde  metrsîdar e  em rewşeka  xirab  biguherîn bi rewşeka xiraptir.  Çareserya bi vê zihniyetê nahêtekirin, em bila zêde xwe nexapînîn,  kêşe û giriftên di nav  komelgehê me da serhildayî,  em dizanîn  serûkaniya  wan  ji  kî ve ye.  Her wesa  hokarên  peydabûna  wan çi ne,  bigiştî  em ji çêbûna wan de bêguneh nînin, me jî rol yê têda heye, hemû kes û alî têde eleqedarin.  Agehiyên me ji hûrhûrk û dîteylên wan heye, çawan  li jêr deshilat û siyaseta me tevan rewşeka xirab hatiye afrandin, wesan çareseriya ewê rewşê jî bi destên me ye. Di rêvebirina prosa çareseryê de em xwe bi xwe têra xwe hene  û pêtviyatiya me bi çi fakterekê derekî nine, ya giring ew e em hevdû qebûlkin. Dema  em  xwe  diberêk da diçemînîn wateya kêmasî û lewaziyê  nagehînît,  her çawabît, nakokyên  me bi çi astbin, em pêtvî hevdune û avakirina evî warî xema me hemiyan e. Fere  em  xwe hişyarkin  û hişên xwe bînîne serê xwe,  zendubasên  xwe  hildin,  bizanin heke me îrade hebît, çi pirsgrêk nîne çareser nebin.

Têbinî: Ev nivîs ji heftenameya Rêya Kurdistan hejmara 1228 ê hatiye wergirtin.